Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bi rojane li ser piyan e. Li dora Rojava barîkat çêkirin. Ji bo rawestandina êrîşên HTŞ’ê ya bi piştgiriya dewleta Tirk, bi roleke girîng rabûn. Niha hêza derûnî û moral derbasî berxwedêrên li Rojava bûye. Peymana bi HTŞ’ê re hatî çêkirin jî wiha pêk hat. Eger HTŞ li gorî peymanê tevnegere û mîna berê ferzkirinên nû bike, hêzên azadiyê wê bi moral û hêzeke mezin li ber xwe bidin û wê êrîşkar bên têkbirin.
Di 1’ê Sibatê Roja Rojava ya Cîhanê de Kurd û hêzên demokrasiyê di serî de li Bakurê Kurdistanê li her derê rabûn ser piyan. Ev serhildan di heman demê de ji bo HTŞ’ê û hemû piştevanên wê hişyariyek bû. Ev eşkere ye ku, gelê Kurd weke civakî yekîneyên xwe yên demokratîk ên neteweyî pêk anîne. Helbet girîng e ku divê mirov bizane ev çawa pêk hat.
Hebûna neteweyî ya gelê Kurd û jiyana wê ya azad nayê qebûlkirin. Lewma her tim bûye hesreta yekîtiya neteweyî. Hem ji ber feraseta ku bi zihniyeta dewleta neteweyî ya sedsala 19 û 20’an serweriya yek hêza siyasî hedef digire, hem ji ber nêzîkatiyên dewletên mêtinger û qirker ên ku yekîtiya neteweyî ya demokratîk hedef digirin, yekîtiya neteweyî ya demokratîk bi ti rengî pêk nedihat. Her çendî ku sala 2014’an hin hewldan çêbibin jî, dîsa li ser nexwestina hêzên herêmê û hin hêzên derve ev hewldan jî asê ma.
Lê belê çalakiyên ji bo xwedî derketina li Rojava, rewşeke nû derxist holê. Di esas de Tevgera Azadiyê ya Kurd a ku 52 sal in li 4 parçeyên Kurdistanê têkoşîneke mezin dimeşîne, ev yek pêk anî. Tevgera Azadiyê ya Kurd di van 52 salan de li 4 çar parçeyên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê avhewayeke Kurdan a wisa ava kiriye ku, ev avhewa bûye hêza herî esas a ku destkeftiyên Kurdan diparêze. Eger avhewayeke siyasî ya Kurdan a wiha nehatiba avakirin, ji bo Kurdan bêhêviya sedsala 20’an wê dewam kiriba. Lê belê têkoşîna ku bi dehan sal in bi berdêlên mezin tê domandin li 4 parçeyên Kurdistanê hêviyek mezin ava kir û derfetên serketinê pir zêde kirin.
Têkoşîna azadiyê ya Kurd bi têkoşîna xwe ya 52 salan hem zanebûna demokratîk a neteweyî pêş xist hem jî daxwaza azadiyê zêde kiriye. Wisa ku, îro daxwaza Kurdan a azadiyê û têkoşîna ji bo wê, ne tenê li Rojhilata Navîn, li cîhanê bûye mînak. Kurdên ku li Rojhilata Navîn û cîhanê paşverû tên dîtin, bi seknên demokratîk û daxwazên azadiyê sempatî qezenc kirine. Kurdan asteke gel a ku ji her alî ve xwedî nirxên moralê mezin e, qezenc kir. Ev yek îro ji bo Kurdan rastiyeke bi rûmet û cihê serbilindiyê ye.
Di sala 2014’an de li Şengalê û piştre jî li Kobanê di pêvajoya berxwedana hatî nîşandan de jî gelê me yê li çar perçeyên Kurditsanê rabû ser piyan. Çalakiyên 6-7-8’ê Cotmehê dewleta Tirk şihitandin; ji bo sekinandina çalakiyan serî li HDP’ê û Tevgera Azadiya Kurd dabû. Di 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî ya sala 2014’an hate îlankirin de bes ne gelê Kurd li seranserê cîhanê hêzên demokrasiyê û sosyalîst rabûn ser piyan. Van berxwedanan jî bandoreke mezin li gelê Kurd kirin.
Divê çalakiyên xwedîlêderketina Rojava weke berfirehtirbûna xwedîlêderketina Kobanê ya li ser zemîna civakî were dîtin. Bêguman hesta welatparêziyê ya têkoşîna aazadiyê ya 52 salan a li çar perçeyan li gel zêdebûnê gihîştiye roja me ya îroyîn. Afirandina civakeke pêşketî ya bi vî rengî encama wê yekê ye ku Tevgera Azadiya Kurd civaka dîrokî baş xwendiye û gelê Kurd li ser serdemê jî gihandiye nirxên moralê. Yan jî a niha fikra ku em jêre bibêjin nûjen, aîdî Tevgera Azadiya Kurd û Rêbertiya wê ye. Yan na ger em li netewdewlet û netewperestiya sedsala 19 û 20’emîn binêrin ne ku rastiyeke civakî ya bi vî rengî were afirandin, wê bi rastiyeke civaka Kurd a cîhana wê teng re sînordar bûna.
Şoreşa Rojava ya 14 salan beriya niha dest pê kir, girêdayî hewlên 20 salan ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatiye. Gelê Kurd baş dizane ku ev 14 sal in çawa xwedî li Şoreşa Rojava derdikeve. Şoreşa Rojava, li gel pergala ku bi berxwedanê ava kiriye bandor li hemû gelê Kurd kiriye. Bûye roniya çavê gelê Kurd. Ji ber vê yekê dema ku êrîşî Rojava dikin xwedîderketineke mezin pêş dikeve.
Ev ruhê yekîtiya neteweyî yê gelê Kurd afirandiye, pîvanek e, astek e. Başfêmkirina bê ka ev xwedîlêderketin çawa hatiye afirandin û parastina vê astê veguheriye berpirsiyariya dîrokî. Tê payîn ku hêzên hêzên siyasî yên Kurd jî bi zîhniyeta demokratîk û feraseta yekîtiya neteweyî ya demokratîk tev bigerin. Bêyî gotina gelo wê hêzên herêmî û derve çi bibêjin, girîng e ku ji gelê xwe bawer bin û yekîtiya neteweyî ya demokratîk ava bikin.
Em hemû gelê Kurd ê Bakur, Başûr, Rojhilat, Ewropa û seranserê cîhanê ji ber xwedîlêderketina Rojava pîroz dikin. Jixwe gelê Rojava tim li ser piyan e; bi xwe di nava berxwedanê de ye.
Dema ku her kes 1’ê Sibatê bi ruhê xwedî derketina li Rojava rabû ser piyan, ne tenê Rojava, wê hemû Kurd qezenc bikin. Lê hîna ne diyar e ka peymana li Rojava pêk hatî, wê rast bikeve meriyetê. Lewma gelê Kurd û hêzên demokrasiyê divê heta ku li Rojava statu pêk tê, bi hestiyar bin û hîn jî xwedî lê derkevin.
Çavkanî: Rojnameya Yenî Yaşam