Sekinandina vî gelî ne pêkan e

Kî çi qasî êrîş dike jî bila bike êdî sekinandin, çewisandin, teslîmgirtin, kolekirin û tunekirina vî gelî ne pêkan e. Hema bibêjin gelê Kurd vejîn, yekîtî û pêşketineke neteweyî dijî.

A niha baştir tê fêmkirin ku du armancên sereke yên êrîşên paşverû yên çeteyên Colanî yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di 6’ê Çileyê de dan destpêkirin, hene; Kurd û demokrasî! Li gel vê êrîşê li Sûriyeyê pêvajoyeke nû ya qetilkirin û qirkirina gelê Kurd hatiye destpêkirin;  pêşiya Sûriyeya Demokratîk a bi pêşengtiya Kurdan li dijî paşverûtiya BAAS, DAÎŞ û SMO’yê pêş ket,  hate birîn û hate xwestin ku Sûriyeyeke bi vî rengî neyê avakirin. Helbet ev yek tê wateya pêşîlêgirtina avakirina Tirkiyeya Demokratîkû Rojhilata Navîn a Demokratîk. Bêguman, dijberiya Kurd û demokrasiyê, di heman demê de tê wateya dijberiya jin, gel, kedkarî û azadiyê jî.

Ev êrîşa paşverû û qirker ya di 6’ê Çileyê de ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dest pê kir, bê navber berdewam kirin û hemû Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê armanc girt û roja îroyîn jî gihaye sînorê Hesekê û Kobanê. Ji bajarê Kobanê yê ku ji aliyê çeteyên El Kaîde, DAÎŞ, SMO û dewleta Tirk ve hatiye dorpêçkirin û bajarê serkeftina pîroz a li dijî DAÎŞ’ê ev du roj bi awayî agahî nayên wergirtin. Çeteyên faşîst, li bajar û bajarokên rojhilatê Firatê ên ketinê, li ser navê azadiyê çi hebe tune kirine, êrîşî goristanên şehîdên leheng ên têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê dikin û li hemû qadan komkujî û wêrakirinek tê sepandin. Hemû bi hev re hewl didin ku tola têkçûna ku li Kobanê dest pê kiribû, bistînin.

Ger em tiştên ku me hefteya beriya niha nivîsandin bi kurtasî dubare bikin, êrîşên li ser navê ‘’Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê’’ ya li Şamê hate avakirin, ji aliyê El Kaîde, DAÎŞ û rêxistinên ‘’Birayên Misilman’’ ve bi hev re tên birêvebirin. Ev her sê bizavên ku bingeha wan di pêvajoya têkoşîna li dijî Yekîtiya Sovyetan de hatiye avakirin û qaşo li dijî hev in, roja îroyîn di bin Rêveberiya Colanî de bûne yek. Teşwîqkarî planker û fermandarê veşartî yê van êrîşên berbehs Rêveberiya AKP’ê ya li Tirkiyeyê ye. Dewletên ku rê li ber êrîşan vekirine û bi awayekî veşartî piştgiriyê didin jî DYE, Fransa û Îsraîl in. Di rojên ewil ên sala nû de li gel lihevkirina Îsraîl û Şamê ya bi piştgiriya DYE’yê li Parîsê hate kirin, pêşî li êrîşên berbehs ên li dijî gelê Kurd û demaokrasiyê hate vekirin. Hê ne diyar e ku Tirkiye çi qasî di nava lihevkirinê de cih digire. Lê belê Rêveberiya AKP-MHP’ê ya ku dît li gel lihevkirina berbehs pêşî li qirkirin û komkujiya gelê Kurd vebûye, ji bo siyaset û feraseta xwe ya dijminahiya gelê Kurd ev yek weke derfetekê bi kar anî û demildest çeteyên faşîst xistin dewrê.

Lihevkirina Îsraîl û Şamê (Tirkiye jî di nav de) û girêdayî vê yekê êrîşên pêş ketine eşkereye ku ji bo gelê Kurd dişibe Peymaneke Lozanê ya nû û weke ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî ziman  Komploya 15’ê Sibatê ya Duyemîn e. Di 27’emîn salvegera komploya 15’ê Sibata 1999’an de ku bi hevkariya pergala modernîteya kapîtalîst hate kirin, girêdayî biryara heman pergalê û bi destê çeteyên wê tê fêmkirin ku gelê Kurd bi êrîşeke komploger a nû re rû bi rû ne. Jixwe ev pergal li dijî hebûna gelê Kurd e û hegemonyaya xwe li ser komkujiya gelê Kurd ava kiriye. A niha jî tê xwestin ku ev argumana sereke were guhertin.

Kêfxweşiya nîjadperestên Tirk ên dijminê gelê Kurd yên ji êrîşên li ser gelê Kurd sermest bûne, hinekî zû vala ye. Lewma ne diyar e ku wê pêvajoya Helebê ya dest pê kiriye, bigihîje ku. Şerê Cîhanî yê Sêyemîn ê ku ev 35 sal in berdewam dike, ewqasî tevlihev bûye ku ne diyar e ku wê kîjan rojê li kîjan aliyî bixe. Bi rastî jî  ne ihtimaleke dûr e ku ev rewş wê di dawiyê de ji bo Tirkan Sevra duyemîn bîne rojevê. Ji wê wêdetir di nava Kurdan de vejîneke neteweyî-demokratîk a nuwaze pêk hatiye û hêzeke neteweyeke demokratîk a xurt derxistine holê ku hemû caran derfet heye ku wê li gel berxwedana ku di atmosfera nakokî û şer pevçûnan a heyî de pêş bixin, ji nû ve êrîşên qirkirinê bişkînin û têk bibin. Ji vî aliyî ve divê li zehmetiya ku dibînin nenêrin, lewma Kurd, gelekî wisa ye ku li hemberî rewşên gelekî zehmettir kariye bi berxwedanên nuwaze û serkeftinên mezin biafirînin.

Gelê Kurd roja îroyîn jî ji bo ku zehmetî û xirabiyên heyî veguherînin geşedanên erênî hema bibêjin tiştên nuwaze diafirînin û vediguherînin hişmendî, birêxistinbûn û çalakiyeke mezin. Weke tê gotin ku di her nebaşiyê de başiyek heye. Bi rastî jî gelê Kurd û dostên wan ji bo ku nebaşiya Colanî, veguherînin başiyeke demokratîk li ser piyan in.  Eşkere ye ku êrîşên qirkirinê yên ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê heya Kobanê û Qamişloyê di nava gelê Kurd de hişyarbûneke neteweyî, yekîtî û berxwedêriyeke nuwaze derxistine holê.

Hema weke berxwedana li Kobanê ku DAÎŞ hate têkbirin, roja îroyîn jî gelê Kurd ê li çar perçeyên Kurdistanê û derveyî welêt ji bo piştevaniya Kobanê û Berxwedana Rojava li ser piyan in. Dîsa ciwanên ji Bakur, Başûr û Rojhilat ji sînoran derbas dibin û ji bo ku dinava hêzên berxwedanê de cihê xwe bigirin, li ber xwe didin. Li bajarên Bakurê Kurdistanê tim çalakî tên lidarxistin û dîsa li navçeyên Pirsûs û Nisêbînê gel nobeda sînor digire. Dikare bê gotin ku gelê Bakurê Kurdistanê xwe ji şaşiyên xwe rizgar kiriye, hatiye ser xwe û ji nû ve her derê vediguherîne qada serhildanê. Dîsa gelê Başûrê Kurdistanê û hêzên wê yên siyasî weke ku ji xewa xefletê hişyar bibe, talûkeya heyî dît û li hemberî komkujiyê bûye hêza ku herî zêde pişgiriyê dide berxwedana Rojava. Jixwe Kurdên Rojava, di pêşengtiya jin û ciwanan de rabûye ser piya, çekên xwe hildane milê xwe û biryardariya parastina şoreşa azadiyê û rûmeta meşa li ser şopa şehîdan ji destpêkê ve nîşanî her kesî daye. Di serî de Ewropa Kurdên li derveyî welêt dijîn jî weke hemû caran bi hesreta welêt û azadiyê kolan û qad tije kirin û ji bo ragihandina tiştên ku li Kurdistanê rû didin, seferber bûne.

Rabûna ser piyan a gelê Kurd ya li çar perçeyên Kurdistanê û derveyî welêt a li dijî êrîşên faşîst û komkujiyê yên Rêveberiya Colanî ya Antîdemokratîk, hem ji aliyê pêşeroja xwe ve hem jî ji aliyê têkoşîna azadî û demokrasiyê ve  hêviya ku di sih salên dawîn de afirandibû, xurttir kiriye; ruhê neteweyî, zanedarbûn û piştevanî derxistiye astên herî jor. Kî çi qasî êrîş dike jî bila bike êdî sekinandin, çewisandin, teslîmgirtin, kolekirin û tunekirina vî gelî ne pêkan e. Hema bibêjin gelê Kurd li ser Rojava vejîn, yekîtî û pêşketineke neteweyî dijî.

Bêguman rabûna li ser piyan a gelê Kurd a li herderê, ne di çaçoveyeke teng a neteweyî de û bi tena serê xwe ye. berovajî wê bi temamî xwedî naverokeke demokratîk e û li ser xeta neteweya demokratîk feraseta pêkvejiyana wekhev di nava xwe de dihewîne. Girêdayî vê yekê li her derê li gel dostên xwe yên demokratîk e; di serî de Sûriye, Tirkiye, Iraq û Îran li seranserê Rojhilata Navîn û cîhanê demokratîkbûyîneke xwe dispêre azadiya jinan û ekolojiya civakî derpêş dike. Êrîşên heyî, li hemberî dijminahiya gelê Kurd û demokrasiyê hebûna gelê Kurd û yekîtiya demokratîk a li her derê esas digire. Dîsa li her derê coş û kelecan, hêvî û berxwedêrî, biratî û parvekirin heye.

Pir eşkere ye ku; li hemberî êrîşên çeteyên faşîst ên rûreş ku nûnerên kaprîsdar ên keyayên xwedayên kastîk n dîrokê piştgiriyê didin wan, ên li ser gelê Kurd, jin û demokrasiyê, hemû mirovahî di pêşengtiya  jin û ciwanên gelê Kurd de bi cesaret, fedekarî û biryardariyeke mezin meşeke nû ya demokrasiyê didomîne. Mirovahiya demokratîk, dîsa bi Kurdî dimeşe, hêvî û îrade dîsa li Kurdistanê bilind dibin. Bedêla her çi qasî giran û êşa wê her çi qasî zêde be jî tu tişt bi qasî jiyîna rûmeta têkoşîn û meşeke bi vî rengî bi qîmet nîne.

Girêdayî van yekan em şehîdên leheng ên berxwedana pîroz ên ji Heleb û heya Qamişloyê dubare bi rêzdarî bi bîr tînin, dibêjin ku meşa demokratîk a gelan a li dijî êrîşkariya qirker û faşîst a girêdayî dijminahiya li dijî gelê Kurd û demokrasiyê pêş ketiyewê ser bikeve  û bang li her kesî dikin ku beşdarî vê meşa dîrokî bibin, dubare xwedî li berxwedana Kobanê û Rojava derkevin û serkeftinên nû bi dest bixin!

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka