Rastiya li Rojava û geşedanên herêmî yên muhtemel
Dema mirov li geşedanên herêmî yên muhtemel dinêre, di çarçoveya yekitiya netewî de li hember her tiştî amadebûn, yek ji berpirsyariyên sereke yên li pêşiya Kurdan e.
Dema mirov li geşedanên herêmî yên muhtemel dinêre, di çarçoveya yekitiya netewî de li hember her tiştî amadebûn, yek ji berpirsyariyên sereke yên li pêşiya Kurdan e.
Erdnîgariya Kurd a ku di dema şerê navxweyî yê Sûriyeyê de azad bû, di nav gelê Kurd de baweriyeke mezin a cewherî ava kiribû. Di serdemeke ku rejîma BAAS’ê bi temamî rûxiyabû û qels bûbû de, Kurdan destkeftiyên girîng bi dest xistin, lê hebûna rejîmê bi temamî bi dawî nekirin. Ji ber vê yekê, li Hesekê û Qamişloyê beşeke girîng a bajêr her tim di destê hêzên rejîmê de ma. Lewre di nav lêgerîna çareseriyekê de bûn bi rejîmê re, polîtîkayeke guncav a konjonktura siyasî ya wê demê bû.
Ji ber hebûna Rûsya, Îran û piştre jî Tirkiye û DYA’yê ya li herêmê, nêzîkatiyeke hevseng ku wan jî li ber çavan bigire, bûbû mecbûrî. Belavbûna DAÎŞ’ê li erdnîgariya Sûriyeyê, şerê navxweyî yê Sûriyeyê bir astên din. Vekirina Sûriyeyê ji destwerdanên derve re û avabûna hevsengiyên hêzê yên pir-aktorî, ji bo Rojava jî bû sedem ku qadên nû yên çalakiyên siyasî, leşkerî û heta qadên dîplomatîk vebin.
Beşdarbûna Kurdan di nav hêza koalîsyona navnetewî de, ku ji bo têkoşîna hevpar a li dijî DAÎŞ’ê hatibû avakirin, rê li ber wê vekir ku Kurd derfetên berçav bi dest bixin û bibin xwedî îtibarekê.
Piştî têkçûna DAÎŞ’ê ya li Rojava, derxistina wan ji qadên girîng ên Ereban ên wekî Tebqa, Reqa û Dêrazorê, bû sedema bidestxistina mevziyên cidî. Bi serdestiya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derket holê, hêza leşkerî ya QSD’ê ku Kurd pêşengiya wê dikin, hat avakirin.
Serdestiya li ser herêmên herî dewlemend ên ji hêla rezervên neftê û çavkaniyên avê ve û herêmên çandiniyê yên herî hilbirîner, hêzeke mezin bi xwe re anî. Mirov dikare van hemûyan wekî serkeftinên ku dikevin xaneya destkeftiyên Kurdan rêz bike. Rastiya ku qada ramanî û paradîgmaya Kurdan nûnertiya wê dikin, formula çareseriyê ya herî guncav ji bo rastiya Sûriyeyê pêşkêş dike; esasgirtina avahiyeke îdarî ya ku em jê re dibêjin pergala demokratîk û xwedîbûna rûmeteke sekuler, rê li ber wê vekir ku di rayagiştî ya cîhanê de bibe xwedî alîgirên girîng.
RÛXANDINA BAAS’Ê Û HATINA HTŞ’Ê YA SER DESHTHILATDARIYÊ
Ji bo bidawîkirina hebûna rejîma BAAS’ê ya ku ji ber şerê navxweyî rûxiyabû û tenê bi piştgiriya Rûsya û Îranê li ser piyan dima, li gorî alternatîfa ku lê dihat gerîn, bi pejirandina hêzên gerdûnî û herêmî HTŞ li Şamê kirin desthilatdar. Bi vî awayî, hesabên Sûriyeyê yên hêzên ku HTŞ birin ser desthilatdariyê jî guherîn. Li ser vê bingehê, polîtîkayên wekî avakirina hikûmeteke navendî li Sûriyeyê, esasgirtina yekparçeyiya axê û parastina avahiya unîter a dewletê derketin pêş. Di çarçoveya van armancan de, jinûve avakirina Sûriyeyê û bidawîkirina pêkhateyên dervayî dewletê û kişandina wan a nav dewletê bû armanca sereke.
Di vê konjonktura nû de, avahiya xweser a Rojava ya ku di nav têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de bi awayekî defakto ava bûbû û formulên çareseriyê yên federatîf û nenavendî ketin ber nîqaşê. Ji ber ku rêveberiya HTŞ’ê ji van çareseriyan re girtî ye û bi taybetî Tirkiye û hin welatên ereb ên li herêmê li dijî vê ne, nêzîkatiyên ku statuya fîîlî ya Rojava ji holê radikin hatin pejirandin.
Di serî de DYA, Îsraîl û NATO, ji ber berjewendiyên xwe li gel hêzên herêmî helwest girtin û ev bû sedema encama ku îro li Rojava tê jiyîn. Sedemên girîng hene ku li şûna Rojavayekî ku bi zihniyeta HTŞ’ê re seranser dijber e, HTŞ tê tercîhkirin. Heya ku ev sedem neyên dîtin, pênasekirina tiştên li Rojava diqewimin wê zehmet be.
Rojava bû girêka pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê û wekî xeta sor û meseleya bekaya dewleta Tirk hat nîşandan. Berjewendiyên hêzên herêmî û gerdûnî yên ku Rojava neçarî kontrola HTŞ’ê dikin, hîn cuda bûn. Aktorên derve yên ku biryar dan Rojava bikin qurban da ku HTŞ’ê bikin hêz, li gorî berjewendiyên xwe yên herêmî HTŞ anîn ser rêveberiya Sûriyeyê. Di vê peywirdarkirinê de, bêguman rola polîtîkayên li hember Îranê hatine pêşxistin û wê bên pêşxistin jî heye.
Her çend modela rêveberiya xweser a Kurdan hîn nûjen û li gorî pîvanên navnetewî be jî, ji bo hêzên berjewendîparêz ên herêmî û gerdûnî ev rewş ne pir bi wate bû. Çimkî ji bo wan ne gel, berjewendiyên wan girîng in. Ji ber wê yekê jî, li şûna ku bêjin kî an kîjan hêz wê li Sûriyeyê pergala demokratîk ava bike, li wê dinêrin ka wê kî berjewendiyên wan biparêze. Yanî, denklemên siyasî yên ku van derdorên serdest li herêmê ava kirine, li ser berjewendiyên wan in.
Ji bilî nûnertî û mafên îdarî, perwerdehî-çandî û civakî yên Elewî, Durzî, bi taybetî Asûrî-Suryanî û civakên Mesîhî û Kurdan; berjewendiyên ku wê bi rêya têkiliyên bi HTŞ’ê re bi dest bixin hîn girîngtir in. Ji ber vê yekê HTŞ wekî projeyekê hat pêşxistin û wekî amûrekî ku dikarin wekî dilê xwe bikar bînin, ajotin qadê.
HTŞ ji bo rewabûnê bi dest bixe, were ser desthilatdariyê û bibe xwedî hêz, pêwîstî bi wê heye ku xwe bide bikaranîn; hêzên derve jî wisa difikirin ku bi piştgiriya didin HTŞ’ê wê di demeke dirêj de berjewendiyên xwe yên herêmî mîsoger bikin. Her hêz polîtîkaya xwe li ser vê têkiliya berjewendiyê ava dike. Ji ber vê yekê, di konjonktura heyî de her çend HTŞ û cîhana Rojava û hin dewletên herêmê wekî dijber xuya bikin jî, di gelek mijaran de ji ber pêwîstiya bi hevdu, hewcedarî bi xebata hevpar dibînin.
Di denklema siyasî ya nû de ku tê xwestin li Rojhilata Navîn bê avakirin, jiçavderxistina hebûna xweser a Rojava, rê li ber êrîşên HTŞ’ê vekir. Her çend hesabên hêzên derve yên li pişt êrîşên Şam û komara Tirkiyê yên li ser Rojava cuda bin jî, di mijara windakirina qad, mevzî û hêza Rojava de bûn yek. Bêguman mirov dikare gelek faktorên din ên derve jî rêz bike ku Rojava rastî êrîşan tê.
Rola ku Tirkiye di vê mijarê de lîst, di asta diyarker de bû. Dema geşedanên gengaz ên li Îran û Iraqê û senaryoyên şer li ber çavan bên girtin, îsrara li ser kirina Rojava wekî tikaçekê li hember geşedanên di berjewendiya Kurdan de, bi vê rewşa dawî hîn baştir tê fêmkirin. Sedema ku HTŞ û komên çete yên girêdayî xwe dide êrîşkirin li ser Rojava ew e ku; girêdana geşedanên gengaz ên li Îranê û pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê û veguherandina vê derê wekî xala girêkê, polîtîkaya wî ya derve ya sereke ye.
CIHÊ HERÊMÎ YA ROJAVA, AVANTAJ Û DEZAVANTAJÊN WÊ
Rojava, ji destpêkê ve di nav hevsengiyên hêzên herêmî de veguherî qadeke ku her tim di nav hatin û çûyînan de ye. Bi berdewamî hat xwestin ku bibe beşek ji destwerdanên derve, polîtîkayên herêmî û nakokiyên berjewendiyan ên di navbera hêzan de. Êrîşên Tirkiyeyê yên bi hinceta ewlehiyê û derbasbûna sînorên Sûriyeyê ya ji bo avakirina qadên dagirkeriyê, ji bo Rojava gefeke cidî ava kir. Ji ber ku hevkarî û îtîfaqa bi hêzên koalîsyonê re (ku ji ber rola QSD’ê ya di operasyonên li dijî DAÎŞ’ê de pêş ketibû) parastina Rojava li xwe negirt, valahiyeke (zaafiyet) cidî ya parastinê derket holê. Vê rewşê, êrîşên Tirkiyeyê hêsantir kirin.
Tevî têkiliyên Rûsya û DYA’yê yên bi Rojava re, dûrketina wan a ji avakirina sîwaneke parastinê ji bo Rojava û esasgirtina berjewendiyên xwe, Tirkiye hîn bêtir cesaret kir ku êrîşan pêk bîne. Giraniya taybet a Rojava jî, ji hêza ku karibe barê rola wê hilde bêtir, bar li ser milên wê bar kir.
Ji aliyekî din ve, ji ber têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê, belavkirina hêza leşkerî li ser erdnîgariyeke berfireh ku Ereb lê zêde ne, dezavantajan ava kir. Rojava nekarî xwe ji vê rewşê derxistiba û ev yek bû sedema qelsbûna mekanîzmaya parastina cewherî. Tahayûla hêzên ku destwerdana şerê Sûriyeyê kirine û hêviyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi hatina HTŞ’ê ya ser desthilatdariyê re ji hev cuda bûn û ketin nav pevçûnan. Guherîna polîtîkaya Sûriyeyê ya DYA’yê, pozîsyona têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê jî guherand û mîsyona QSD’ê ya di vê mijarê de ji bo HTŞ’ê hat veqetandin.
Ji ber ku statuya xweser a herêmê di qada navnetewî de bi fermî nehat naskirin, hewildanên di qada dîplomatîk de bêencam man û li hemberî êrîşan piştgiriya derve ya pêwîst nehat dayîn; ji ber vê yekê Rêveberiya Xweser bi tenê hat hiştin.
Ji ber ku hevdîtinên Şam û Rojava rastî gelek astengan hatin û bêencam man, hewildanên navbeynkariyê encama xwestî nedan û vebijêrka şer bû neçarî. Armanca sereke ya HTŞ û piştgirên wê; qelskirina destkeftiyên Rojava û ji holê rakirina statuya wê bû. Nêzîkatiyekê ku dixwest bi êrîşên leşkerî berxwedana Rojava bişikîne û wê neçarî peymaneke mecbûrî bike, bû serdest. Van hemû faktorên ku şerê psîkolojîk jî tê de bi awayekî dijwar di dewrê de bû, ji bo Rojava dezavantajên cidî ava kirin.
Tevî van hemûyan, divê mirov pozîsyona avantajî ya Rojava jî ji nedîtî ve neyê. Ka rêveberiya Rojava ev avantajên di destê xwe de bi têra xwe nirxandine an na, mijareke cuda ya nîqaşê ye. Aliyên wê yên ku rexne dixwazin jî hene. Bêguman ev mijarên ku dema wê hat divê muhasebe û lêpirsîna wan bê kirin in. Lê tevî her tiştî, piştgiriyeke girseyî ya mezin derket holê. Di asta cîhanê de rayagiştî ya cidî ava bû. Di nav Kurdan de piştevaniyeke mezin, yekitî û ruhekî seferberiyê yê li hemberî qirkirinê pêş ket. Li ser vê bingehê jî Rojava hebûna xwe ya saziyî parast. Li gorî berê hinekî be jî hêza xwe ya leşkerî parast. Di mijarên îdarî û ewlehiyê de mafê nûnertiyê bi dest xist.
Tevî her tiştî, erdnîgariya ku wekî Rojava tê binavkirin; bi girseya xwe, bi saziyên xwe û bi nirxên ku afirandiye niha li ser piyan e. Heger destkeftiyên ziman, çand û nasnameyê jî li ber çavan bê girtin, mirov dikare bêje ku di pozîsyona heyî de destkeftiyên xwe parastiye. Ya herî girîng jî ew e ku erdnîgariya Rojava, wekî qadeke ku demokrasî lê şîn dibe hebûna xwe parastiye û Kurd jî wekî kirdeyên demokrasiyê hebûn dîtine. Di hember desthilatdariya HTŞ’ê de, nûnertiya demokrasiyê û cihgirtina jinan di pergalê de, ji bo gelên Sûriyeyê destkeftiya herî mezin e.
DI PEYMANA HATÎ ÇÊKIRIN DE DESTKEFTÎ Û WINDAHÎ
Ji encama ku di vê qonaxa dîrokî de derketiye holê, derxistina dersên rast ji her alî ve girîng e. Derxistina holê ya kêmasî û şaşiyên ku ji paşeroja xebatên siyasî, leşkerî, rêxistinî, rêveberî, perwerdehî û dîplomatîk çavkanî digirin û parvekirina wan a bi gel re girîng û pêwîst e. Ji bo berpirsyariya li hemberî girseyên ku tên temsîlkirin jî ev yek girîng e. Ji ber asta nebaş a têkiliyên bi rêveberiya HTŞ’ê re, destwerdana hêzên derve û ji holê ranekirina zemîna pevçûnê, êrîşên ku pêk hatin bûn sedema windakirina hin destkeftiyan. Windahiyên ku ne heq bûn, çêbûn.
Di pevçûnên ku qewimîn de windahiya herî mezin, windahiya canî ye. Windahiyên madî û manewî yên gelê sivîl ê ku ji şer bandor bûye, valakirina cih û waran û xirabûna şert û mercên jiyanê jî di nav van windahiyan de ne.
Wekî windahiyên dervayî can; windahiyên aborî û erdnîgarî û hin derfetên din, di bingehê de mijarên wisa ne ku dikarin bi rêya diyalog û lihevkirinê bên çareserkirin. Her çend guhertina destên derfetên aborî wekî windahî xuya bike jî, divê neyê jibîrkirin ku ev çavkanî aîdî hemû gelê Sûriyeyê ne. Radestkirina kontrola qadên neft û gazê û çavkaniyên enerjiyê ji bo hikûmeta navendî, jixwe di hin hevdîtin û muzakereyên berê de hatibû pejirandin. Ji aliyê din ve, muzakereya sernavên wekî çavkaniyên aborî yên Rojava, ewlehiya sînor, deriyên gumrukê û saziyên dewletê û entegrekirina wan, tiştên siruştî ne ku divê bên kirin.
Di şert û mercên piştî pevçûnan de, li gorî nirxandinên ku ji bandora psîkolojîk a ji dest çûna derfet û îmkanan çavkanî digirin, derxistina encaman ne saxlem e. Her çend nivîsa peymanê tam di asta ku dihat xwestin de nebe û di mijarên bingehîn ên wekî perwerdehiya bi zimanê dayikê de lihevkirin pêknehatibe jî; dema mirov li çarçoveya giştî dinêre, di mijarên pêwîst de ji bo derketina ji hawirdora pevçûnê lihevkirin hatiye çêkirin.
Di organên dewletê û pergala îdarî de mafê nûnertiyê jî di nav de; lihevkirina li ser mijarên bingehîn ên wekî birêkûpêkkirina hebûna leşkerî, ewlehiya hundurîn û parastina cewherî li ser bingeheke diyarkirî û entegrekirina wan a di pergala navendî de, girîng e. Pêşveçûna di mijarên ku divê bibin de, di pêvajoyên pêş de bi rêya diyalogê pêkan e.
Tevî gavên ku di pêvajoya agirbestê ya heyî û xebatên entegrasyonê de hatine avêtin, hîn zû ye ku em bêjin qadên rîskê bi temamî ji holê ranebûne. Lê dikare bê gotin ku lihevkirina li Rojava, ji bo vekirina rêya pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê jî xwedî nirxekî ye. Bi giştî dikare bê diyarkirin ku ji bo destkeftiyên gelê Kurd, astengeke girîng hatiye derbaskirin. Li şûna ku mirov destkeftiyên Rojava tenê di çarçoveya Rojava de bigire dest, xwendina wan a di nav çarçoveya giştî ya herêmî de wê rastir be.
PAŞEROJA ROJAVA Û ERKÊN LI BENDE
Hawirdora pevçûnê ya bi çeteyên HTŞ’ê re qewimî, ne tenê bi HTŞ’ê re sînordar e. Ew, li hemberî dewleta Tirk û hêzên ku konsensûs ava kirine jî berxwedaneke parastinê ye. Çêkirina peymanê berî ku rewş bigihîje asteke ku telafiya wê ne pêkan be, geşedaneke erênî ye. Ji niha û pê de, ji bo ku Rojava vegere cewherê xwe û rêxistinkirina xwe ya civakî pêk bîne, derfetên girîng derketin holê. Parastin û pêşxistina hebûna xwe di nav pergaleke îdarî ya nû de, yek ji berpirsyariyên herî bingehîn e. Divê erka herî girîng ew be ku stûna qada civakî teqez ji nû ve bê rêxistinkirin û beşdariya gel a di xebatên avakirin û parastinê de bê çalakirin.
Pirsgirêkên ku Rojava û Sûriye di nav de ne, bi dawî ne bûne. Divê peymana bi HTŞ’ê re wekî "dawî" neyê fêmkirin. Nediyariyên der barê pêşerojê de bi hemû giraniya xwe berdewam dikin. Feyde heye ku em bêjin rewşa heyî demkî ye û encameke serdemî ya konjonktura ku em tê de ne ye.
Li Rojhilata Navîn hîn kevir li cihê xwe rûneniştine. Guherîna ku li herêmê tê payîn û dîzayna nû ya ku tê xwestin bê avakirin, hîn tam zelal nebûye. Qadên pirsgirêkê nehatine çareserkirin û negihîştine encamekê. Heya mirov dikare bêje ku em hîn di destpêka kar de ne; ev ê bibe nirxandineke rastir.
Geşedanên li Rojava, di rastiyê de ji bo hawirdorên pevçûnê yên mezintir paqijkirina rêyeke sade ye. Îran û Tirkiye bi zanîna ku wê dor were wan jî, stratejiyên xwe yên ewlehiyê ava dikin. Ji ber vê yekê pirsgirêkên Iraq, Sûriye-Rojava, Libnan û Filistînê li gorî van stratejiyên ewlehiyê tên teşekirin.
Li Rojhilata Navîn, şerê parvekirin û kontrolkirina çavkaniyên aborî û xetên enerjiyê hîn nû destpê dike. Di nav hebûna şerekî de ku hêzên gerdûnî wê li hev bipîvin, çêkirina peymanên mayînde pir pêkan xuya nake. Her ku konjonktura herêmê biguhere, hevsengiyên siyasî jî wê biguherin. Ev guherîn wê bandoreke erênî an neyînî li gelek hêzan bike. Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê jî bi rengekî demkîbûna xwe diparêze. Divê mirov ji bîr neke ku gava hewcedariya bi wan bi dawî bibe, dibe ku peywira wan jî bi dawî bibe.
Guherînên muhtemel ên bi eksena Îranê ku wê pêk werin, wê bandoreke nêzîktir li welatên herêmê û bi taybetî li ser pozîsyona Kurdan bike. Ev rewş, amadebûna ji her alî ve ji bo konjonktura nû ya herêmê ferz dike.
Derfetên wê çêbûne ku helezoniya girseyî ya ku li dora parastina Rojava ava bûye, ber bi yekitiya netewî ve bê birin. Ji niha û pê de, bi qasî windahiyan derfetên serkeftinê jî pir in. Ji bo ku mirov bikaribe pêvajoyê rast bixwîne, derxistina dersên saxlem ji tiştên qewimîne şert e.
Divê ev rastî neyê jibîrkirin ku gava yekem a jinûve rakirina Rojava ya li ser piyan, rûbirûbûna wêrek a bi xeyal, kêmasî û şaşiyan re ye. Lewre jinûve avakirina pergala demokratîk, wekî erkeke girîng li pêşiya her kesî rawestiya. Ji bo tamîrkirina peywendiyên girseyî yên ku zirar dîtine, divê li ser bingeha nêzîkatiyeke rexnedayînî gavên pêwîst bên avêtin.
Dema mirov li geşedanên herêmî yên gengaz dinêre; amadebûna li hember her tiştî, bi hêzkirina eniya hundurîn û di çarçoveya yekitiya netewî de tevgerîn, yek ji erkên sereke yên li pêşiya Kurdan e. Ji ber vê yekê, geşkirina ruhê yekitiyê li Rojava, rêxistinbûn û amadebûna li hember geşedanan wezîfeyeke mecbûrî ye ku nayê paşxistin.