Em demek dirêj e em dinivîsin ku li Sûriyeyê planeke kaosê tê amadekirin. Heta di dema rejîma Baasê de jî, li ser vê yekê xebat dihat kirin. Herêmên ku piraniya nifûsa wan Ereb bû her tim di hedefa vê xebatê de bûn. Kurd û Ereb jixwe welatiyên Sûriyeyê bûn; ew di nav hev de dijiyan. Ew ne xerîb hev bûn. Her wiha, ew di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de bûn yek; xwîna wan tevlihev bû. Wan xwe di nav avahiyek mîna QSD’ê de birêxistin kirin. Rêveberiyên xwe yên xweser ava kirin. Bêguman bi gelemperî Kurdan pêşengiya van hewldanan kirin. Ezmûna wan a berxwedan û rêxistinê kevintir û pêşketîtir bû.
Berxwedana ku li Kobanê li dijî DAÎŞ’ê hat nîşandan çarenûsa herêmê diyar kir. Ev yek bû sedema hilweşîna DAÎŞ’ê û di dawiyê de li qadê rê li ber têkçûna wê vekir.
Reqa paytexta DAÎŞ’ê bû. Herêmên wekî Minbîç, Tebqa û Dêrazorê yn herêman Ereban bi piştgiriya koalîsyonê ji DAÎŞ’ê hatin paqijkirin. Yanî Kurd û Ereb li van deveran nehatin beramberî hev; berevajî vê, hatin cem hev û hevdu hembêz kirin. Niha dezenformasyona Tirkiyeyê ya bi gotinên "QSD herêmên Ereban dagir kiriye û dema ku QSD ji wir were derxistin, wê herêm ji terorê were paqijkirin" dûrî rastiyê ne. Cîhan û alem dibîne ku bê rastî çawa tê qetilkirin.
Her wiha QSD timî bi koalîsyonê re xebitiye. Tevli tu şerekî din nebûye. Ji bilî dewleta Tirk, li cîhanê tu kes ji QSDê re nabêje "rêxistina terorîst".
Li Tirkiyeyê, bi pêşengiya Rêber Apo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk heye. Salek e çek hatine bêdengkirin. PKK hebûna xwe û têkoşîna xwe ya çekdarî bi dawî kir. Ji bo nîqaş û çareseriyê derdorek hatiye afirandin. Tevî kêmasiyan jî li meclisê komîsyonek hat damezrandin. Lê hin derdorên bi bandor ên di nav dewlet û rêveberiyê de ku di çareserkirina pirsgirêka Kurd de nezelal bûn, ji bo afirandina piştgiriya aştiya civakî nexebitîn. Di dawiyê de, qanûnên çareseriyê li Sûriyeyê bi hilweşandin û bêçekkirina QSD’ê ve girêdayî dan. Ji ber vê yekê, ev komplo pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê jî hedef girtiye.
Hikûmeta Tirk Peymana 10’ê Adarê bi yekalî wekî ku gelê Kurd û Rêveberiya Xweser dev ji hemû daxwaz û mafên berdaye û her tişt dewrî dewletê kiriye girt dest. Lihevkirin û çareseriya HTŞ’ê ya bi QSD’ê û Rêveberiya Xweser re asteng kir. Hewldanên di vî warî de kêm û zêde têne zanîn. Di dawiyê de, Sûriye xist nav pevçûn û kaoseke nû. HTŞ’ê hemû hêzên xwe yên çekdar li herêmên xweser ên Sûriyeyê kom kir. Dewleta Tirk vê yekê plan kir û koordîne kir. Komên çekdar ên girêdayî xwe da pêş. Her wiha ragihand ku heke HTŞ’ê înîsiyatîf bigire û rojane bikeve nava tevgerê ew amade ye ku piştgiriyê bide wê.
Jı bo plana xwe ya kaosê temam bike, êrîşên leşkerî tenê têr nedît. Li herêmên Erebî yên ku demek dirêj e li ser dixebitin, hin derdor xist nava liv û tevgerê. Bi gotina "Gel li dijî QSD'ê rabûye" û hwd. bi awayekî xerab bi kar anî. Ew jî dizanin ku hêzek mîna QSD'ê ku li ser rêgezên demokratîk hatiye damezrandin û ji Ereb û Kurdan pêk tê, wê çekên xwe li dijî gel bi kar neyne. Rast e hin derdor ji van provokasyonan bandor bûn û hinan jî hevkarî kirin. Lê tevî zimanê nefret û dijminatiyê ya li hember Kurdan, Ereban gav neavêtin. Ne rast e ku rewş bi vî rengî were pênasekirin û di navbera gelan de bêbawerî çêbibe. Divê psîkolojiya girseyî jî were hesibandin. Dema ku bêaramiyek çêdibe û bi deh hezaran hêzên çekdar ji her alî ve bi tank û topan êrîşî QSD'ê û herêmên xweser dikin gelek kes bandor dibin, xwe pêş de dikşînin di rewşa bisekine-bibîne de dimînin. Beşek mezin a civaka Ereb di vê rewşê de ma.
Ereb jî bi salan di bin Rêveberiya Xweser de jiyan. Meclîsên wan ên taybet hebûn. Zext li ser wan nehat kirin. Bawerî û nasnameya xwe wekî ku dixwestin jiyan. Piştî gelek salan, wan hawîrdorek bi rastî demokratîk û azad bi dest xistin. Lê divê sosyolojiya civakê jî were hesibandin. Avakirina bawerî û nasnameyên ku bi sedsalan hatine avakirin, di demek kurt de nayê derbaskirin. Her wiha gel gelek êş kişandiye; pêşeroja Sûriyeyê ne diyar e. Rêveberiya Xweser her gav bûye hedef û avakirina aramiyê hatiye astengkirin. Gel hatiye asta ku bibêje kî li ser desthilatdariyê be, bila mirin û şer tune be. Di vî alî de divê mirov guh nede propagandaya ku gelê Ereb Rêveberiya Xweser naxwaze û dijî Kurdan e.
Di êvara 18’ê Çileya 2026’an de li ser navê Ehmed Şara daxuyaniyek hat weşandin. Berê şertên xwe ji fermandariya QSD’ê re şandibû. Di van xalan de diyalog û muzakere tune bû; biryarên yekalî û ultîmatom hebû. Lê di demeke ku nîqaşa bidawîkirina pevçûnan û agirbestê hat kirin de ev merc hatin weşandin. Wisa dan nîşandan ku wekî QSD’ê qebûl kiriye û lihevkirinek hatiye kirin. Heta dema nivîsandina vê nivîsê jî Fermandariya QSD’ê tu daxuyaniyek neda. Hat ragihandin ku Mazlûm Ebdî wê di 19’ê mehê de biçe Şamê.
Di daxuyaniya A. Şara de ne demokrasî, ne xweserî û ne jî mafên nasnameyê yên Kurdan tê de tune bû. Zimanekî ji rejîma Baasê xiraptir û tirs tê de hebû. Pêşeroja Sûriyeyê û hêviya wê ya azadiyê ji bo siyaseta "bila Kurd diya xwe nebînin" a Tirkiyeyê tê qurbanîkirin. Yên ku QSD û Rêveberiya Xweser qels dikin, ên ku ev komployê sazkirine, Sûriyeyê ber bi tariyekê ve dibin ku êşên wê dê bi salan werin hîskirin.
ÇAVKANÎ: RONAHIYA RONAHI