Ezmûna Rojava weke encama têkoşîna demdirêj a gelê Kurd derket holê. Vê pêvajoyê Kurd veguhestin dika sedsala nû û kir ku li her qada jiyanê hebin, wate bide nasnameya xwe û feraseteke şoreşa civakî ya nû pêşkêşî herêmê bike. Di heman demê de meşa dîrokî ya rêbertiyekê temsîl kir ku jinên li Rojhilata Navîn sewqî têkoşînê, rêxistinbûnê û lêgerîna jiyana azad kir.
Ev meşa dîrokî; veguherî pêvajoyeke ku bi pevçûnan, berxwedanê, têkoşîna hebûnê şêwe girt û li Rojava û tevahî Rojhilata Navîn hevsengî guhert. Berxwedana Kurdan a zêdeyî nîvsedsalê, îro weke hêzeke ku bandorê li rewşa siyasî û civakî ya herêmê dike, hebûna xwe didomîne.
1’Ê SIBATÊ WEKE ROJA ROJAVA YA CÎHANÊ HATE ÎLANKIRIN
Li gelek bajarên Rojava îro di çarçoveya “1’ê Sibatê Roja Rojava ya Cîhanê” de, meşên bi tevlîbûna berfireh tên lidarxistin. Bi taybetî tê payîn ku li Rojava bi hezaran kes dakevin qadan, tê pêşbînîkirin ku peyamên xurt bên dayîna êrîşên di dema dawî de li ser Rojava zêde bûne û peymanên piştî şer.
Ji 6’ê Çileyê û vir ve bi êrîşên li ser Helebê re li her çar parçeyên Kurdistanê û li gelek deverên cîhanê, bi milyonan Kurd bi gotina “Em bi berxwedana Rojava re ne” daketin qadan. Gel ji bo îradeya piştevaniyê nîşan bidin, qad tejî kirin û berxwedana li Rojava silav kirin.
Ev pêvajoya ku xwedî girîngiya dîrokî, kevneşopiya berxwedanê ya Kurdan car din nîşan da. Ev sekna civakî ku mîna wê kêm tê dîtin, kir ku 1’ê Sibatê weke “Roja Rojava ya Cîhanê” derbasî dîrokê bibe.
PEYMANA QSD-ŞAM
Ji mafên zagona bingehîn ên Kurdan heya mufredata perwerdeyê hîna gelek sernav ji nîqaşê re vekirî ne. Tê pêşbînîkirin ku çêkera siyasî û îdarî ya Rojava jî li ser esasê hevdîtinên dîplomatîk ên di demên pêş de, di çarçoveya mekanîzmayeke diyar de zelal bibe.
Tê payîn ku statuya saziyên Rêveberiya Xweser, parastina herêmên Kurdan û qadên wezîfeyê yên komîteyên ku wê di çarçoveya peymana bi Şamê re de bên avakirin, di demek nêz de bi gavên pratîk şêwe bigirin.
Rewşa leşkerî-îdarî ya mîna hejmara tumen û tûgayên ku tê plankirin bi rayeyên Waliyê Hesekê bên avakirin, di nava aliyan de hîna tê nîqaşkirin.
DESTPÊKEK NÛ
Her çendî ku berê dosyaya Rojhilata Navîn û Sûriyeyê, bi taybetî di pêvajoya Peymana Parîsê de, weke parçeyekî plana qirkirinê hatibe nirxandin jî, Kurdan red kir ku bibin endamekî lawaz ên planên navneteweyî û rewşa şer guhertin. Vê helwestê hevsengiyên li herêmê guhert û di çarçoveya berxwedan û yekîtiya neteweyî de veguherî serketineke dîrokî.
Gelê Kurd û dostên wê bi taybetî li Bakurê Kurdistanê, li her çar aliyên cîhanê berxwedan raber kir û xwedî li şoreşa Rojava derket. Ev sekna hevpar a ku di dîrokê de mîna wê nehatiye dîtin, di nava Kurdan de peyama yekîtiya neteweyî jî bi xwe re anî. Şoreşa Rojava ji 7 heya 70’ê xeyala sedsalî ya hemû Kurdan şênber kir, îro bi destkeftiyên xwe hîn zêdetir tê dîtin û bi wate dibe.
TÊKOŞÎNA JINÊ GIHIŞT ASTEKE GERDÛNÎ
Ji pêvajoya 2011’an û vir ve jinên Kurd timî di eniyên şer de cih girt, çand, huner û nasnameya xwe ya civakî û siyasî parast û gihand îro. Hêza herî esas a ku şoreşa Rojava anî van rojan, dîsa ew bûn. Yekîneyên Parastina Jin weke mînaka herî şênber a vê têkoşînê, derbasî dîrokê bûn.
Jinan li her qada jiyanê îradeya xwe ya berxwedanê nîşan dan, bi xebatên siyasî, dîplomatîk û civakî şoreşa Rojava hûnandin. Ev têkoşîna demdirêj a jinên Kurd, weke noteke xurt derbasî rûpelên dîrokê bûn.
Şervanên YPJ’ê şer kirin û li ber xwe dan, hem destkeftiyên gelê Kurd parastin û hem jî xeta azadiya jinê esas girtin. Biryardariya wan bû yek ji hêmanên esas a ruhê şoreşa Rojava.
Kîjan peyman bi Şamê re were kirin bila were kirin, tişta ku şoreşa Rojava nîşan da, reng û wate dayê; berxwedana şervan û jinên Kurd bû ku bi salane li ser vê xakê têdikoşin.
EZMÛNA ROJAVA LI HERÊMÊ BI BANDOR BÛ
Dema 15 salên dawî hem ji bo gelên herêmê hem ji bo Kurdan bû pêvajoyeke veguherîner û fêrker.
Ji sala 2014’an û vir ve li Rojava şer, geşedanên siyasî yên bi pêl û hevsengiyên ku timî dihatin guhertin qewimîn. Bi hezaran mirov bi zorê ji cihên xwe hatin kirin; Sûriye jî veguherî welatekî ku hevsengiyên herêmî têk dibin, krîza navneteweyî kûr dike û guhertinên rejîmê lê çêdibin.
Kurd jî li Rojava di nava van hemû pêvajoyên tevilhev de cih girtin, hem li ser mêzeyên dîplomatîk hem jî li eniyên şer îradeya xwe ya ji bo diyarkirina çarenûsa xwe nîşan dan. Li dijî guhertinên rejîmê, zextên navneteweyî û gefên leşkerî paşve gav neavêtin, dest ji ezmûn û berxwedana xwe bernedan û rêya xwe dewam kirin.
Ev dema dirêj û zehmet kir ku Kurd li herêmê ne tenê weke civakek, di heman demê weke aktorek siyasî û leşkerî bi cih bibin. Ezmûna Rojava bû mînakek girîng û nîşan da ku gel dikare bi rêxistinbûn û berxwedana xwe li ser piyan bimîne.