Li gel biryara ‘’bêhukmiya teqez’’ derbeya dîktayê ya di nava pêvajoyê de derbasî qonaxeke din bû. Pêvajoya derbeyê kengî dest pê kir? Li gel bidawîkirina Peymana Dolmabahçeyê ya di sala 2015’an de, tecrîda li Îmraliyê, destpêkirina şer û piştî wê jî ‘’provokasyona derbeya sexte’’ ya di sala 2016’an de ya weke piştî ‘’şewata Reichtagê’’ avakirina rejîma KHK’ê ya Hîtler li gel rejîma KHK’ê ya yek zilamî dest pê kir.
Di rastiyê de pêvajoya derbeyê, li gel vê encamê weke ku gihiştiye armanca xwe ya dawîn xuya dike, bingeha derbeya ku di hilbijartinên sala 2024’an de tevî ku berê welatî da krîzên piralî jî hate kirin, li gel hilbijartinên xwecîhî yên sala 2024’an hejiya. Di wê demê de li gel Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, şerê Îsraîl û Hamasê û guherîna rejîma Sûriyeyê derbasî qonaxeke din bû û şerê Îranê bi awayekî eşkere xwe nîşan da. Bi gotina Ocalan ‘’mekanîzma derbeyê’’ dubare kete dewrê.
Dema îhtimala ku Tirkiye jî wê bikeve nava şerê Îranê cidî bû, dewleta Tirk bi tirsa ku wê dewletên bi êrîşan re rû bi rû bimînin piştgiriyê bidin PKK’ê li Îmraliyê ‘’muzakereyên lihevkirinê’’ dan destpêkirin. Armanca wê tesfiyekirin û bêçekkirina PKK’ê bû. Her wiha hate astengkirin ku li teksta axaftinê Ocalan a 27’ê Sibatê şertê ‘’li hemberî bidawîkirina têkoşîna çekdarî demokratîkbûyîna dewletê’’ were zêdekirin. Ocalan li hemberî vê yekê, di deqa dawîn de li gel mudaxeleya bi rêya Siiri Sureyya Onder çekdanîn û banga xwefesixkirinê bi şertê ku wê bes li gel avêtina pêngavên demokratîk pêk werin ve girêda. Bi vî rengî pêvajoya heyî dest pê kir.
Dewleta ku armanca wê ew bû ku Tevgera Azadiya Kurd ji binî ve ji holê rake, 20 rojan piştî 27’ê Sibata 2025’an ku girêdayî ‘’şertê demokrasiyê’’ ya pêvajoya muzakereyê da destpêkirin, di 19’ê Adarê de li gel girtina Ekrem Îmamoglû derbasî qonaxa nû ya ‘’derbeya di nava pêvajoyê de’’ bû. Di 21’ê Gulana 2026’an de ‘’derbeya dîktaparêz a di nava pêvajoyê de’’ li gel biryara ‘’bêhukmiya teqez’’ ku rêveberiya CHP’ê ya di bin serokatiya Ozgur Ozel de tesfiye kir û derbasî qonaxa herî talûke bû.
Pir eşkere ye ku armanca vê pêvajoya derbeyê ya li gel bidawîkirina Peymana Dolmabahçeyê dest pê kir, ‘’li gel tesfiyekirin û bêçekkirina PKK’ê û xweamadekirina ji şerî re’’ û di heman demê de rizgarkirina hilweşîna desthilatdariya AKP’ê ye ku veguheriye şaxekî siyasî yê ‘’dewleta bêpergal.’’
Girêdayî vê armancê tişta ku em niha rû bi rû mane, ji derbeyên leşkerî yên klasîk cudartir e û pêvajoyeke ‘’derbeya sivîl a bergir’’ ya gelekî sofîstîke ye. Tişta ku tê xwestin pêşî lê were girtin, ‘’avakirina demokrasiyê ya birêya pêvajoya muzakereyê’’ û bidestxistina desthilatdariyê ya ji aliyê CHP’ê û muxalefeta demokratîk e.
Min encama dawîn a ku pêvajoya derbeyê bigihîjê, nivîsandibû. Ez dubare bikim: Ger pêşî li derbeyê neyê girtin, derbekarên di nava AKP’ê de yên wê rê li ber faşîzmê vekin û veguherîne şaxê siyasî ya dewleta bêpergal wê îhtimaleke mezin Erdogan û Bahçelî yên ku pîr bûne biavêjin aliyekî û derbasî ‘’dîktatoriya bê muxalefet û bê hilbijartin’’ bibin.
Em werin ser gotinên ‘’hilbijartina serdegirtinê.’’ Hilbijartina serdegirtinê, ji bo ku ‘’serdegirtin e’’ xeternak nîne. Rewşa xeternak ew e ku beriya hilbijartina serdegirtin jiholêrakirina her cure namzetên desthilatdariyê yên alternatîf in. Hilbijartina ku wê li gel tesfiyekirina CHP’ê û tunekirina derfetên tifaqê yên DEM Partiyê jî di rastiyê de ne hilbijartin e.
Her çend Erdogan xeyal dike ku bi rêya hilbijartinê dubare bibe serok jî, koma serweriya AKP’ê dike ya şaxê siyasî ya dewleta bêpergal hesabên hilbijartinê nake. Ev koma ku biryara bêhukmiya teqez beriya girtina Borsayê îlan kir, aborî serobino kiriye, dema ku Wezîr Şîmşek li Londonê li pereyan digeriya serobino bûye, girseya CHP’yî û çepgir gihîştine asta teqînê û gelê Kurd hêviya xwe ya encamstandina ji pêvajoyê winda kiriye… Kesên ku bi destê xwe atmosfereke bi vî rengî afirandine, ne hilbijartinê, derbeyê difikirin.
Bahçelî bi îhtîmaleke mezin dengê mekanîka darbeyê ya di nava partiya xwe de bihîstiye, lewma dest ji înîsiyatîfa xwe ya ku bi daxuyaniya “pêvajoya aştiyê û siyasîbûnê” li dijî îhtîmala bêhukmiya teqez û operasyonên li ser CHP’ê, berdaye.
Bahçelî di daxuyaniya xwe ya yekem de armanc weke ‘’aşitî û siyasîbûn’’ diyar kir û statuya Ocalan jî li gel mîsyona derbaskirina nelihevkirinên di navbera aliyan de weke ‘’koordînatorê pêvajoya aşitiyê û siyasîbûnê’’ îlan kiriye. Niha jî hewl dide ku Ocalan “mîna ku memûrê dewletê ye”, “tayînî” wezîfeya “tasfiye û çekdanînê” ya ku vê dewletê nekarî pêk bîne, bike.
Ji aliyekî ve li gel daxuyaniya xwe ya navdar di nava heman rojê de li dijî pirsgirêkên ku bi rêya ‘’Bêhukmiya Teqez’’ derkevin holê derketiye û hatiye pozîsyoneke biryarê rewa dike û li dijî biryara CHP’ê ya berxwedanê derdikeve.
Ger pêvajoya muzakereyê neyê misogerkirin û lezandin û biryara ‘’Bêhukmiya Teqez’’ nayê rakirin; berxwedana CHP’ê li gel hêzên polîs û cendirmeyan were çewisandin, bi serde çend provokatorên sîxur di dema vê berxwedanê de li qadan xwînê birijînin weke hemû partiyên siyasî wê ji Erdagan re jî ji Bahçelî re jî di ‘’rejîma derbaya dawîn’’ de cih tune be.
Weke ku çend rojan beriya girtina Ekrem Îmamoglû, em bi bîr bixin ku rojekê beriya daxuyaniya Erdogan a têkildarî ‘’bêhukmiyê’’ jî bi rêya telefonê bi Trump re hevdîtinek kir. Her wiha em gotinên Barrack ê waliyê mêtingehiyê yê Sûriyeyê yên ‘’Trump wê li hemberî tiştên ku standine, rewabûnê bide Erdogan’’ jî bînin bîra xwe. Ev her du axaftinên bi rêya telefonê, hizra li hemberî piştevaniya ji bo plana ku Tirkiyeyê di şerê Îranê de bikin ‘’kerê mayinan’’ ji bo ‘’derbasbûna dîktatoriya bêmuxalefet û bêhilbijartin’’ ji Trump destûr hatiye standin, mafdar dike.
Barrack çi gotibû? Ma ne gotibû ku ji bo Rojhilata Navîn ‘’rejîmên bimuxalefet û bihilbijartin’’ baş nînin ya îdeal ‘’monarşiyên olîgarşîk ên bêmuxalefet û bêhilbijartin’’ ên weke li Kendavê ne?
Erê, em hatin qonaxa nû û gelekî xeternak a ‘’derbeya faşîst a di nava pêvajoyê de.’’
Niha ji bo ku muxalefet ji vê kotûkêşê rizgar bibe divê li dora van her du armancan bibe yek:
* Divê pêvajoya muzakereyê bilezînin.
* Divê biryara bêhukmiya teqez betal bikin û dev ji girtinan berdin.
Divê hemû partî û gel agahdar bikin ku ger ev her du armanc neyên bidestxistin wê çi biqewime.
Min anî ziman ku ger hemû muxalefet van armancan bi dest nexe wê çi biqewime. Ez dubare bikim:
* Ger ev armanc neyên bidestxistin ‘’derbeya di nava pêvajoyê de’’ wê bigihîje qonaxa dîktatoriya bêmuxalefet û bêhilbijartin.
* Barê aboriya hilweşiyayî wê vê carê bi çek û zextê li pişta kedkar, teqawid, ciwan û jinan bê kirin.
* Wê DYE û Îsraîl di şerê Îranê de dewleta Tirk bikin ‘’kerê mayinan.’’
Muxalefetê eger ji vê pêvajoya dîrokî dersek girtibe, wê daxwaz bike ku Serok Ocalan bi statuya “Koordînatoriya Pêvajoya Aştiyê û Siyasîbûnê” mudaxileyî rewşê bike ku Bahçelî di daxuyaniya xwe ya ewilî de pêşniyar kiribû, lê di dawiyê de neçar ma ku naveroka wê vala bike.
Wê bikin?
Ya bikin! Wê demê ‘’wê hemû kes azad be û her tişt baştir bibe’’ û wê mekanîka derbeyê yekser bisekine.
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka