Sîstema serdest a ku bi fermanê hilweşiya û vîna ku bi berxwedanê şîn bû

Şengalê îro biryar daye ku çarenûsa xwe radestî tu hêzan neke ku di qonaxên krîtîk de ew bi tenê dihêle.

Ji reva xayînane ya 12 hezar pêşmergeyan heta bi lêkirina dîwaran; ambargoya îro ya asayîşa PDK'ê ku nehêle Êzidî vegerin ser mal û milkên xwe kampên penaberan weke karta zextê bi kar tîne. Lê Şengalê îro biryar daye ku çarenûsa xwe radestî tu hêza ku di qonaxên krîtîk de ew bi tenê dihêle neke.

Nêzîkatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li ser herêma Şengalê û civaka Êzidî, yek ji rûpelên herî aloz, polîtîk û di heman demê de tije êş û birînên kûr e di dîroka nû ya Kurdistanê û Rojhilata Navîn de. Dema ku mirov li têkiliya dîrokî û nûjen a navbera PDK û Şengalê dinêre, rastiyek derdikeve pêş ku ev pêwendî tu carî tenê li ser bingehê parastina hevpar an jî yekîtiya neteweyî nehatiye avakirin. Berevajî vê Şengal ji bo PDK'ê her tim weke herêmeke stratejîk a jeopolîtîk dergehekî sînorî yê aborî û amûreke bazirganiya siyasî ya bi navenda Bexda û hêzên herêmî re hatiye dîtin. Ji aliyê din ve civaka Êzidî di bin navê Kurdên resen de di asta teorîk de hatiye pênasekirin lê di pratîkê de ev pênase tenê ji bo asîmîlasyona siyasî kontrolkirina dengan û bêîradekirina civakê hatiye bikaranîn. Ev polîtîkaya dualî ya ku di navbera berjewendiyên malbatî û parastina formal de diçû û dihat di hişmendiya Êzidiyan de ne weke birêvebiriyeke rewa belku weke sîstemeke serdest û di qonaxên krîtîk de weke xiyaneteke stratejîk cih girtiye.

Ev sîstema zext û kontrolê tenê bi rûdanên sala 2014'an re dest pê nekir kokên wê diçin sedsala borî û di nava vê pêvajoyê de ji ber polîtîkayên PDK'ê mal, milk û jiyana Êzidiyan sê carên mezin rastî talan û wêrankirinê hat. Cara yekem a vê şikestina mezin di dema Şoreşa Îlonê de û salên piştî wê qewimî. Di bin navê tevgera Kurdayetiyê de, PDK'ê daxwaz kir ku hemû herêmên Kurdî û pêkhateyên cuda bixe bin kontrola xwe ya navendî. Di vê qonaxê de, gund û herêmên Êzidiyan bûn qada şer û milîtanbûna partîzanî. Sîstema civakî ya resen a Êzidiyan di bin navê şoreşê de hat şikandin, serokên eşîran ên ku serbixwetiya xwe dipastin hatin tasfiyekirin û milkên kesên ku li dijî xeta malbata Barzanî derdiketin hatin desteserkirin an jî talankirin. Li şûna ku ev tevger bibe sîwaneke ewlehiyê ji bo parastina nasnameya olî û çandî ya Êzidiyan herêm veguherî qada zextê ya ku tê de Êzidî neçar bûn daxwazên xwe yên taybet feda bikin. Ev yek bû sedem ku di bin navê şerê navxweyî û şoreşê de jiyana aborî û aramiya herêmê cara yekem derbên mezin bixwe û şîna talankirinê bikeve nava malên Êzidiyan.

Pêla duyem a talankirin û wêrankirina mal û milkên Êzidiyan di encama polîtîkayên dûrî exlaqê siyasî yên piştî sala 2003'yan de geş bû, ku ev pêvajo rasterast ber bi karesata sala 2014'an ve çû. Piştî rûxandina rejîma Baasê, Şengal weke herêmeke nîqaşbûyî di bin xala 140'î ya makeqanûna Iraqê de hat pênasekirin. Di vê serdemê de PDK'ê bi rêya asayîş û hêzên xwe yên leşkerî kontrola tam a îdarî û aborî ya Şengalê girt destê xwe. Lê belê ev kontrol ne ji bo avakirin û parastina Şengalê bû. PDK’ê bi salan budçe û alîkariyên ku ji bo Şengalê dihatin birîn an ji bo berjewendiyên partiyê bi kar anîn an jî rê li ber pêşveçûna aborî ya herêmê girt da ku gel her dem hewcedarê mûçeyên partiyê û sîstema wan a feodal bimîne.

Berhemên çandiniyê zeviyên bav û kalan û aboriya herêmî ya serbixwe gav bi gav hatin lawazkirin. Dema ku rêxistina terorîst a DAÎŞ'ê di 3'yê Tebaxa 2014'an de êrîşî Şengalê kir, ev polîtîkaya bêîradekirinê gihîşt lûtkeya xwe ya herî reş. Nêzîkî 12 heta 13 hezar pêşmergeyên PDK’ê, ku bi çekên giran û nûjen herêm dorpêç kiribûn û qaşo berpirsiyarên parastina gel bûn bêyî ku agahiyê bidin gelê Êzidî û bêyî ku yek fîşekê li dijî terorîstên DAÎŞ'ê biteqînin ji herêmê reviyan. 

Ev reva mezin a ku bi biryareke siyasî ya rasterast ji Hewlêrê hatibû fermankirin, civaka Êzidî di nava çend saetan de li ber dandanên hovîtiyeke nedîtî rût û tazî hişt. Ev ne tenê şikestineke leşkerî bû, xiyaneteke plankirî û polîtîk bû ku tê de Şengal û mirovên wê bûn qurbanê hesaba manevrayên Hewlêrê ya bi Bexda û Enqereyê re. 

Di encama vê reva xayînane de jenosîda sedsala 21'an pêkhat bi hezaran zilam hatin qetilkirin,bi hezaran jin û zarok dîl hatin revandin û li bazaran hatin firotin û cara duyem hemû mal, milk, pîroziyên olî û çavkaniyên jiyanê yên Êzidiyan ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatin talankirin û wêrankirin. Gunehbar û berpirsiyarê sereke yê vê talanê sîstema PDK'ê bû ku parastina gel firot berjewendiyên xwe yên aborî û serweriyê.

Cara sêyem a talankirin û wêrankirina mal û milkên Êzidiyan, di qonaxa piştî fermanê û bi taybetî di salên dawî de bi rêya polîtîkayên ambargo, şerê sar û hewildanên tasfiyekirinê qewimî. Piştî ku herêm bi levhatin û berxwedana dîrokî ya hêzên weke HPG/YJA Star, YPG/YPJ’ê û avabûna hêzên parastina Êzidiyan YBŞ-YJŞ’ê ji destê DAÎŞ'ê hat rizgarkirin Êzidiyan fêm kir ku parastina ku radestî hêzên derve û malbatî bibe her dem rê li ber fermanên nû vedike. Li ser vê bingehê, modela Rêveberiya Xweser û Meclîs û komînên Gel li Şengalê şîn bûn. 

Ev serbixwebûna vînê ji bo PDK'ê weke metirsiyeke herî mezin a li ser sîstema wê ya navendî û hegemonya malbatî hat dîtin. Ji bo ku vê îradeya nû bişkîne PDK'ê dest bi polîtîkayeke nû ya wêrankirinê kir. Ev zext bi rêya ragirtina bi hezaran penaberên Êzidî di nava kampên Dihok û Zaxoyê de berdewam kir. PDK’ê nehêla û heta roja îro jî nahêle ku ev mirov vegerin ser mal û milkên xwe yên li Şengalê. Ji ber ku hebûna wan di kampan de weke karta zextê ya siyasî û ji bo wergirtina fonên alîkariyê yên navdewletî tê bikaranîn. 

Gundên vala, xaniyên rûxandî û zeviyên çandiniyê yên ku xwediyên wan di kampan de girtî ne, cara sêyem bûn qurbanê talankirina aborî û polîtîk a PDK’ê. Her wisa bi rêya Peymana 9'ê Cotmeha 2020'an a ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de bêyî agahdariya gelê Şengalê û îradeya civaka Êzidî hat îmzekirin, hewl hat dayîn ku sîstema xweser û saziyên ewlehiyê yên Êzidiyan bi temamî bên tasfiyekirin ku ev yek di eslê xwe de hewldana vegerandina heman sîstema beriya 2014'an e.

PDK’ê di polîtîkayên xwe yên îro de jî ji bo pêşîgirtina li aramî û avadankirina Şengalê herêmê di nava tecrîdeke giran a aborî û siyasî de dihêle. Rêyên bazirganiyê yên ku diçin Şengalê di bin kontrola asayîşê de tên girtin derman, materyalên avahîsaziyê û pêdiviyên jiyanî yên bingehîn bi zehmetî derbasî herêmê dibin ku ev bixwe şêwazekî nû yê talankirina sebra jiyanê û aboriya civakê ye. Di asta medyayî de PDK’ê bi rêya dezgehên xwe yên propagandeyê hewl dide saziyên xweser ên Şengalê weke hêzên ne yasayî nîşan bide û bi vî rengî hincetê bide êrîşên asmanî yên dewleta Tirk ku rojane gund, sîvîl û pêşengên Êzidiyan dikirin armanc. 

Ev hevkariya polîtîk û leşkerî ya bi hêzên derve re nîşan dide ku PDK’ê amade ye ji bo vegerandina serweriya xwe ya li ser Şengalê, herêmê bike qada şerekî navxweyî yê mayînde. Daxwaza bingehîn a PDK’ê ne vegera ewlehiyê ye belku rûxandina her cure sîstema alternatîf e ku modela birêvebirina malbatî û partîzanî ya Hewlêrê dixe bin pirsyarê. Ew dixwazin serokên eşîran ên ku bi pere û fermanên partiyê tevdigerin bixin pêş, da ku vîna azad a meclîsa gel bixetimînin.

Di encamê de, di navbera daxwaza PDK'ê ya ji bo kontrolkirina Şengalê û hişmendiya nû ya civaka Êzidî de şerekî kûr ê bîrdozî û hebûnê heye. Hişmendiya nû ya ku li ser bingeha tecrûbeya tal a fermana sala 2014'an hatiye avakirin careke din îtaatkirina korfahm a ji bo sîstema PDK'ê red dike. Ji bo Êzidiyan, polîtîkayên PDK'ê êdî ne tenê pirsgirêkeke îdarî belku mijara man û nemanê ye. 

Tevî sê carên talankirina mal û milk, wêrankirina aborî û jenosîda fîzîkî ya ku di encama xiyanetên polîtîk de pêk hate bûn, îro Şengal li hemberî daxwazên hegemonîk ên Hewlêrê li ber xwe dide. Polîtîkaya PDK’ê ya ku dixwaze dîrokê beralî bike û tawanên xwe veşêre li ser erdê bi dîwaran vîna xweser a civakekê re rû bi rû maye ku biryar daye çarenûsa xwe êdî radestî tu hêzeke ku di dema krîtîk de wan bi tenê dihêle neke. 

Ev dabeşbûna kûr nîşan dide ku heya polîtîkayên zextê, ambargo û peymanên li jor hatin behskirin bi dawî nebin, Şengal dê weke navenda herî krîtîk a têkoşîna di navbera sîstema navendî, malbatî û modela xweseriya demokratîk a gelan de bimîne.