Rûyê nû yê mêtingeriya T.C.: Manîpulasyona dekolonîzasyonê
Nakokiyeke ji rêzê nîne ku hêzeke mêtinger di bin navê dekolonîzasyon û antî-kolonyalîzmê de forûmekê lidar bixe. Tercîheke bi zanebûn û hewldaneke xapandinê ye.
Nakokiyeke ji rêzê nîne ku hêzeke mêtinger di bin navê dekolonîzasyon û antî-kolonyalîzmê de forûmekê lidar bixe. Tercîheke bi zanebûn û hewldaneke xapandinê ye.
Li Stenbolê di 11-12'ê Gulanê de "Forûma Dekolonîzasyonê ya Cîhanê" tê lidarxistin. Forûm bi pêşengiya Weqfa Çand û Perwerdeyê ya NÛN tê lidarxistin ku navê weqfê ji tîpa 'Nûn' a li Quranê tê. Seroka desteya rêveberiya weqfê û keça Recep Tayyîp Erdogan Esra Erdogan Albayrak ku çarçoveya forûmê nivîsî, rexneya li mêtingeriyê li ser nîqaşa 'barê zilamê spî' kir û gotina navdar a Rudyard Kipling referans nîşan da. Di vê forûmê de ku li ser sernavên krîzên global, mîrateya mêtingeriyê, newekheviya epîstemîk û lêgerînên edaletê pêk tê, tê payin ku ji afirînerên teoriya dekolonyal Walterr Mignolo, keça Frantz Fanon ê sembola têkoşîna li dijî mêtingeriyê Mireille Fanon û kesayetên weke Joseph Massad û Ann Pettifor jî beşdar bibin.
Di nêrîna destpêkê de ev wêne weke xurtbûna rexneya li mêtingeriyê ya li qada navneteweyî xuya dike. Lê belê êdî mesele ne têgeh in, mesele ew e ku kî li ser çi diaxive û li ser çi neaxive. Ji ber ku rastiya esasî ev e: Heta ku statu neguhere dekolonîzasyon jî nabe.
Di vê nuqteyê de beşeke dîrokê heye ku divê bê bîranîn. Di karîkaturekî de ku 19'ê Îlona 1930'î li rojnameya Milliyetê hate weşandin, li ser kevirekî gorê yê ku Çiyayê Agirî temsîl dikir, gotina 'Kurdistana xeyalî li vir veşartî ye' nivîsî bû. Ev yek ne tenê karîkaturek bû, ev yek vegotina cewherî ya nêrîna aqlê dewletê yê Komara Tirkiyeyê li Kurdistanê bû: înkar, tinehesibandin û birina ji dîrokê. Kurdistan bi rengekî 'xeyalî' hate pênasekirin û hate xwestin ku ji aliyê polîtîk ve ji holê bê rakirin. Li gel sed salên di ser re derbas bûne ya ku guheriye ne cewhera vê nêzîkatiyê ye, tenê şêweyê wê ye. Rastiya ku doh bi rengekî yekser dihate înkarkirin, îro bi rêbazeke hîn sofîstîke, bi rêya pênaseyan jinedîtî ve tê nîşandan.
Dema ku mirov bala xwe didin ser dîroka nûjen a Kurdistanê, ji bo fêhmkirina vê veguherînê du nuqteyên diyarker dibînin. Ya yekemîn, têkoşîna gerîla ya li Tirkiyeyê ye ku di 15'ê Tebaxa 1984'an de destpê kir. Ev dîrok ew moment e ku meseleya Kurd ji ser zemîna înkarê rizgar kir û weke rastiyeke siyasî ferz kir. Ya duyemîn jî destwerdana Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û hêzên koalîsyonê ya li Iraqê ye ku di 20'ê Adara 2003'an de pêk hat. Vê destwerdanê nîqaşa statuyê ya li parçeyekî Kurdistanê derbasî ser zemîneke pratîkî kir û hevsengiyên herêmî ji binî ve guhert.
Van herdu bûyeran bandor li hev kirin û meseleya Kurd veguherandin rastiyeke navneteweyî ku ne tenê pirsgirêkeke navxweyî ye.
Di vir de karê Îsmaîl Beşîkçî yê bi sernavê 'Vejîna Kurdistana Xeyalî' bersiveke herî xurt a li hemberî vê xeta înkarê ye. Beşîkçî li gel ku nasnameya wî Tirk bû, ji ber ku qala statuya mêtingeriyê ya li ser Kurdistanê kir zêdeyî 20 salan li girtîgehê hate ragirtin. Zanyarek e ku berdêla vegotina vê rastiyê da. Karên wî ne tenê analîzeke akademîk e, nuqteyeke şikestinê ya dîrokî ye ku bi israr danî holê ku rastiya ku aqlê dewletê dibêje 'nîne', heye. Lewma çarçoveya ku Beşîkçî danî holê nêrîneke ji rêzê nîne, lê pîvaneke ku berdêla wê hatiye dayin.
Û eger îro wê nîqaş li ser mêtingeriyê bê kirin, diviyabû yê ku vê nîqaşê bike yek ji muxatabên wê Beşîkçî bûya. Lê belê zemîna ku hatiye danîn ji rûbirûbûneke şênber û yekser wêdetir veguheriye nîqaşeke neşênber a dûrî ji kiryarên mêtingeriyê û hewl tê dayin ku mêtingeriya Tirk mafdar nîşan bide.
Aqlê dewleta Tirk îro ne tenê forûmekê lidar dixe, di heman demê de hewl dide ku statuya mêtingeriyê ya li Kurdistanê ava kiriye binixumîne. Zimanê siyasî ku doh bi îdîaya lîderiya cîhana Îslamê hate avakirin, îro li ser gotina antî-kolonyalîst jinûve tê avakirin. Lê belê ev yek veguherînek nîne, lê guhertina cih e. Nakokiyeke ji rêzê nîne ku hêzeke mêtinger di bin navê dekolonîzasyon û antî-kolonyalîzmê de forûmekê lidar bixe. Tercîheke bi zanebûn û hewldaneke xapandinê ye. Ji ber ku ev gotina ku di nava mercên dewamiya statuya mêtingeriyê ya li Kurdistanê de tê kirin, mêtingeriyê ji holê ranake; wê dinixumîne û di bin zimanekî nû de jinûve hildiberîne.
Ev rewş nîşan dide ku zemîna têkoşînê jî guherî ye. Têkoşîna Kurdistanê îro ne tenê şêweyê xwe diguherîne, ji qada çekdarî derbasî ser zemîna fikrî, pênaseyî û wateyê dibe. Û tam ji ber vê yekê xeterî jî mezin e. Ji ber ku her têgeha li ser vê zemîna nû bê windakirin wê bibe zemîneke jidestçûyî. Zimanê li ser têgehên 'Asayîbûn', 'Entegrasyon', 'Çareserî' û niha jî 'Dekolonîzasyonê' bê afirandin, cewhera dîrokî ya meseleya Kurd dinixumîne, daxwaza statuyê xumamî dike û dixwaze wê di nava sîstemê de bihelîne. Ev zimanekî rasthatî nîne, lê destwerdaneke bi rêk û pêk e. Bi gotineke din, nîqaşa ku îro tê kirin ne tenê siyasî ye, di heman demê de destwerdanek li ser zemîna wateyê ye.
Îro mesele ne tenê têgeh e. Ji ber ku heman têgeh li ber destê cuda dikare bibe xwedî wateyên gelekî cuda. Samûray di hişê dîrokî yê Japonyayê de ne tenê çîneke şervan e, di heman demê de bîrdoziyeke exlaqî û civakî jî temsîl dike. Weke ku di kevneşopiya samûray de tê gotin: "Rûmet jî şerm jî di şûr de nîne; lê di wan dest û dilî de ye ku radihêje wî şûrî."
Têgeha dekolonîzasyonê jî bi tena serê xwe azad nabe, ya diyarker ew e ku kî li ser wê diaxive, di kîjan asta dîrokî de li ser tê axaftin.
Ev yek jî şêweyê herî rafînebûyî yê mêtingeriyê ye. Ji bo fêhmkirina vê rewşê jî têrê dike ku mirov hişyariya Frantz Fanon bi bîr bînin. Li gorî Fanon mêtingerî ne tenê pergaleke aborî yan jî leşkerî ye; di heman demê de sîstemeke ku li ser hilberîna wateyê tê avakirin. Mêtingerî ne tenê xakê, lê mejî jî kontrol dike, dixwaze diyar bike ku kÎjan rast e, kîjan maqûl e û kîjan pêkan e. Ev ziman tam li ser vê zemînê tê bikaranîn.
Lewma referansa ku li Rudyard Kipling hate kirin bi taybetî balkêş e. Helbesta "If" (Bûyîna zilam" a Kipling ji aliyê Bulent Ecevît ve bi Tirkî hate wergerandin û helbestvanekî welê ye ku dikare helbesteke mirovî û gerdûnî binivîsîne. Lê belê "The White Man's Burden" (Barê zilamê spî) ku ji heman pênûsê hate nivîsîn, bi şênberî nîşan dide ku mêtingerî çawa xwe weke "wezîfeyeke şaristaniyê" radixe pêş çavan. Ev nêzîkatî yek ji wan mînakên balkêş e ku nîşan dide; mêtingerî ne tenê bi zordariyê, di heman demê de bi zimanekî berpirsyariya exlaqî jî xwe rewa dike.
Eger îro ev referans careke din ketibe rojevê, ev yek nîşaneya wê yekê ye ku mêtingerî nayê rexnekirin, lê zimanê wê tê afirandin.
Encam jî bi qasî sed sal berê şênber e:
Kurdistan mêtingeh e.
Heta ku ev statu neguhere ti çareserî rastewîn nîne. Bi înkarkirina vê statuyê re her zimanê bê bikaranîn, her navê bê lêkirin wê dewamiya mêtingeriyê be.
Lewma ya ku divê îro bê kirin redkirina têgeha dekolonîzasyonê nîne, lê belê bicihkirina wê li nava rastiya wê ya şênber e. Dekolonîzasyon tenê bi tasfiyekirina statuyekê dikare bi wate bibe. Bêyî naskirina statuya Kurdistanê her gotina li ser dekolonîzasyonê wê nebe azadbûyîn, lê belê bibe manîpulasyonek ku vê statuyê dinixumîne.