Hin jiyan hene mirov her çend hewl bide qala wan bike jî kêm hîs dike. Ji ber ku hin însan bes najîn, li dû xwe pîvanekê dihêlin. Hemû demên ku mirov derdikeve li pêşiya wan pîvanan neçar dimîne ku bêdeng be. Belkî jî ji ber vê yekê ye ku kêmmayîna van gotinan însanan ditirsîne. Ji ber ku mesele bes ne vegotina jiyana çar însanan e. Mesele ew e ku bêyî windakirina hesta heqîqeta serdemekê, vegotina wê ye.
Di Gulana 1986’an de girtiyeke berê yê ji Girtîgeha Amedê derket û hate mala me hebû. Kete hundir, rûnişt, tembûra li malê girt destê xwe û straneke got: ‘’Zarokên Rûgeş ên Dîrokê…’’ Ev strana ku min wê roja cara ewil guhdariya wê kir, bi salan di bîra min de ma. Piştre min fêm kir ku ev bes ne zêmarek e. Awayekî bangkirina zarokên xwe ya gelekî bû.
Di nava vê stranê de hin nav derbas dibûn: ‘’Kemal Pîr, hevrê Hayrî, Ferhat, Mahmût û Necmî…Lê belê bi demê re hate fêmkirin ku mesele bes ne zanîna wan navan e. Mesele ew bû ku were fêmkirin bê ka ew însanên çawan in. Ji ber ku ewî bes ne lehengên çalakiyekê bûn, ew însan bûn ku di temenekî gelekî ciwan de xwe gelekî pêş xistibûn. Dema ku mirov li çîrokan dinêre bes jêre heyran namîne, di heman demê de neçar dimîne ku bi jiyana xwe biçûk re rû bi rû bimîne.
Belkî jî yek ji mezintirîn mîrateya ku tevgera azadiya Kurdistanê ji nifşên pêşerojê re bihêle, arşîv û bîra zindî ye. Vê tevgerê bes têkoîn nemeşand, tiştên lê qewimîne tomar kirin, berhev kirin, ew parastin û hewl da ragihîne nifşên pêşerojê. Name, parêzname, notên girtîgehê, şahidî, wêne û çîrokên nivcomayî… Belkî jî sedema ku em ev qasî ji nêz ve li paşerojê dinêrin, ev e.
Di pêkhatina vê nivîsê de jî pareke mezin a vê bîra ku bi salan hatiye berhevkirin zêde ye. Bi taybetî jî pirtûkên Mûzaffer Ayata yên bi navê, Şeva Çaran, Ji Dîrokê Re Rûpeleke Ji Agir:Zindana Amedê, ji bo fêmkirina ruhê wê serdemê di nava xwe de rêçên girîng dihewîne. Ji ber ku hin serdem bes nayên jiyîn, di heman demê de ji bo neqilkirinê tên parastin.
Ferhat Kûrtay, li Gundê Xurs yê girêdayî Qoserê ji dayîk bûye. Bavê wî mela ye û medreseye perwerde dîtiye. Bes ne kesekeî oldar e, di heman demê de alimê ziman, çand û bîrekê bû. Malbat piştre koçî navenda Qoserê dike. Ferhat li vir mezin dibe. İ Stenbolê Lîseya Sariyerê diqedîne û piştre jî li Trabzonê perwerdeya endazyariyê distîne. Dibe endazyarê ceyranê.
Lê belê jiyana wî tu caran nebû çîroka pîşeyekê.
Mezinbûna li cihekî weke Qoserê dibe sedem ku însan hê di zarokatiya xwe de bi çavekî din li jiyanê binêre. Dilsoziya ji gelê xwe re, hesta xwedîderketina Kurdî û lêgerîna edaletê li ba wî zû pêş ketin. Di salên zahîngehê de tevgerên şoreşgerî nas kirin. Ev naskirin di nava demeke kurt de veguherî veqetîneke bêveger.
Di sawiya salên 1970’yî de êdî bes ne endazyarek bû, yek ji kadroyê herî girîn ê tevgerê yê li Mêrdnê bû. Beriya ku were girtin berpirsiyariya eyaleta HÊLÎN ku xeta Amed, Mêrdîn û Sêrtê digire nava xwe, bi rê ve dibir. Di heman demê de erkê birêxistinkirina şaxa weşana partiyê girtibû ser milên xwe.
Hatina Hayrî Dûrmûş ya ji bo Qoserê û mayîna wî ya li mala Ferhat ne tesadûf bû. Hevrêtiya ku ber bi salên li Enqereyê ve dirêj dibe, li vir vediguhere navendeke rêxistinî. Ew xanî êdî ne xaniyên jirêzê bûn, xaleke derbasbûnê, navendeke koordînasyonê û qadeke bîrê bûn.
Di dawiya 1979’an de bi hev re hatin girtin
Ev girtin ne xemsariyeke hêsan bû. Di nava şert û mercên zextê yên giran ên serdemê, lêvebûn û şikestinan de pêvajoyeke dîrokî bû. Lê belê di encamê de bes du însan nehatin girtin, dilê xetekê hatibû hedefgirtin.
Dema ku Ferhat hate girtin, zewîcî bû. Beriya ku were girtin bûbû bav lê belê zarokê wî dema ku ji bo tedawiyê dibirin Amedê di rê de jiyana xwe ji dest dabû. Di heman serdemê de birayê wî yê mezin Mele Dawûd li pêşiya mala xwe hatibû qetilkirin.
Belkî cihê ku herî zêde bandorê li însanan dike ev der e. Ji ber ku tevî van yekan hemûyan jî aliyê Ferhat ê ku însanan matmayî dihişt, sakînbûna wî bû. Însanekî ku xwe naxe navendê û êşa xwe mezin nake…
Ev gotinên ku xwişka Rabîayê ji bo wî anîne ziman ji ber vê yekê gelekî kûr in:
“Hevalê rastî û heqîqetê bû…”
“Û wî canê xwe yê şêrîn da ber agir…”
Li vir mirin pîroz nayê dîtin. Berovajî wê, bedewiya jiyanê tê qebûlkirin. Lê belê fedekarina canê xw ya ji bo heqîqetan… mezinahiya wan hinekî jî li vir dest pê dike.
Dema ku wî dibin Girtîgeha Amedê rola Ferhat ji holê ranabe, şêweyê xwe digugerîne. Bes nebû kesekî berxwedêr, bû kesekî ava dike û birêxistin dike.
Li gel Mazlûm Dogan rojnameya HEWAR derxist. Di navbera kawîşan de tota ragihandinê hate avakirin. Nivîs hatin nivîsandin. Girtîgeh, tevî şert û mercên êşkenceyê yên giran jî veguherîn qadeke hilberîn û hizrê.
Ferhat di heman demê de dinivîsand:
“Şoreşgerê bênav”…
Ev bes ne çîrokek bû, di heman demê de lêgerînek bû. Nêzîkatiyeke wisa bû ku navan xwe paş dixist û xet derdiket pêş.
Belkî jî roja îroyîn tişta ku hê jî bandorê li mirovan dike, ev e. Çimkî mesele, bes ne lehengiya navan bû. Lehêngên bênav jî hebûn.
Bo nimûne tîpên ku Ferhat xêz kiribûn… Tîpên li ser rûpelê hatibûn xêzkirin… Hin ji wan nîvco mabûn: B, W, Û, Î…
Lê belê dema ku mirov li wan tîpan dinêre, ne kêmasiyê berovajî wê bîra gelekî ya nehatî temamkirin dibîne. Însanekî ku dizane ber bi mirinê ve dimeşe û di rojên xwe yên dawiyê de jî hewl dide zimanî fêrî kesekî din dike… Ev tişteke nuwaze ye. Çimkî êdî bes jiyana xwe najî. Xwe gelekî pêş xistiye.
Lê belê ev çîrok bes ne ya Ferhat Kûrtay e.
Eşref Anyik hebû.
Di nava xizaniyê de mezin bûye, bi karkirinê jiyaye, tevlî têkoşînê bûye û însaneke ku li girtîgehê şikestina xwe ya di lêpirsînê de li gel hesappirsîna bi xwe re derbas kiriye…
Mahmût Zengîn hebû.
Kesekî ku dema hevalên xwe rizgar dikir hatiye girtin, di encama êşkenceyan de seqet maye lê nelê tu caran bi paş ve gav neavêtiye…
Necmî Oner hebû.
Ji civakeke din hatiye û bi temamî veguherandiye, weke hizrî xwe kûr kiriye û di nava bexwedanê de cihê xwe girtiye…
Û ev hemû ew însan bûn ku di nava heman ruhî de bûbûn yek.
Teksta ‘’Ji hemû hevrê û mirovahiyê re’’ ya di 17’ê Gulana 19822yan de hatiye nivîsandin,ne xatirxwestinek e, xwedî hîseke temamkirin û serkeftinê ye. Wê şevê Ferhat Kûrtay, Mahmût Zengîn, Eref Anyik û Necmî Oner xwe kirin yek û bedena xwe dan ber agir.
Ev ne bertekeke ji nişka ve bû. Encama hizreke demeke dirêj û û biryareke giran bû.
Xwe kiribûn yek.
Û di wê kêliyê de yek ji wan bi van gotinan wiha qîr kiribû:
‘’Ev ne şewatek e… ev çalakiyek e.’’
Bi rastî jî wisa bû.
Wê şevê bes çar beden neşewitîn.
Têkiliya nifşekî ya li gel tirsê hatibû perçekirin.
Û belkî jî ew ruhê ku 14’ê Tîrmehê nuwaze dike, cara ewil wê şevê bi hemû aliyên xwe ve derket holê.
Dema ku mirov dinivîse yek ji tişta ku herî zêde zorê li mîrovan dike, ev e. Çimkî dema ku mirov li çîroka Ferhat, Mahmût, Eşref û Necmî dinêre, mirov bes çar figuran nabîne. Di heman demê de ked, dilsozî, fedakarî û rûmeta bêdeng ya bi hezaran însanên ku di şexsê wan kesan de jiyana xwe bexşandine vê têkoşînê jî xwe nîşanî me didin.
Û belkî jî divê hinekî ji ber vê yekê were nivîsandin.
Ji bo em bi bîr bixin ku me ji bîr nekiriye û ji bo jiyîna pîvana ku wan li dû xwe hiştiye. Ji ber ku yek ji tişta ku berxwedêrên zindana Amedê di parêzname û nameyên xwe yên dawiyê de herî zêde li ser sekinîne, giraniya exlaqî, bûyer û parastina prestîja vê tevgerê bû. Di wan rojên dirêj ên rojiya mirinê de, berxwedana wan a bêyî gilîkirineke li ser betonê ji bo vê yekê bû.
Tevî derbasbûna ew qas wextî jî hebûna însanên ku vê bîrê bi heman cidîyetê hildigirin, ji ber vê yekê ye. Ji ber ku bes mîras nayên parastin, di heman demê de ew bi awayekî bêdeng bandorê li tevahiya jiyana mirovan dikin.
Çimkî kesên ku tu bedêl nedane û diaxivin, bêyî ku xwebike bin barekî hukmê dide dikare li hemberî kesên ku sal, ciwanî û jiyanên xwe ji vê dozê re feda kirine qubedetiyê bikin. Lê belê tevî ku ew qas zêde wext derbas bûye jî hê jî însanên gelekî bedew ên ku bi dilsoziyeke mezin, bi bêdengiyeke mezin û bêyî bimirêsî û fedakariyê vê bîrê hildigirin, hene…
Belkî li cihên ku kes wan nabîne, di nava jiyanên ku kes wan nizane de ne lê belê hê jî dilsozê heman heqîqetê ne û jiyana xwe didomînin.
Û qey tişta ku mirov herî zêde jê ditirse jî ev e: Kêmkirina bedêlên wiha mezin ya di nava sivikatiya roja îroyîn de, jirêzêkirin yan jî jibîrkirin.
Belkî jî yek ji aliyê herî giran ê van çîrokan ev bû. Çimkî piştî, Ferhatan, Hayriyan, Mazlûman û Kemalan bes însan nemirin, jiyanên ku li dû wan mabûn jî perçe bûn.
Mal kêm bûn. Malbat belav bûn. Jin, xwişk-bira, zarok û dayîk gelek caran neçar man ku di nava bêdengiyeke pir mezin a ku heya dawiya jiyana wan berdewam bike, bijîn.
Û ji ber vê yekê belkî jî ji ber vê yekê ye çîrok bes ne çîroka kesên berxwedêr e, di heman demê de çîroka kesên mane ye. Jinên ku navên wan nayên zanîn… Malbatên kêm bûne… Jiyanên nîvcomayî…
Çimkî hi fedekarî bes bi mirina însanan re sînordar namîne, di nava xwe de wêraniyeke xuya nake ya ku bi salan berdewam bike jî dihewîne.
Dema ku Ferhat tevlî karwanê şehîdan dibe birayê wî biçûk Ferît Kûrtay jî li heman girtîgehê bû. Lê belê piştî du salan hîn bû ku birayê wî yê mezin di îeva 18’ê Gulanê de bedena xwe daye ber agir û şehîd bûye. Di nava dîwarên heman zindanê de, di nava heman rewşê de ev salên ev salên bêxeber ên derbasbûyî ne. Yên mayîn jî piştî ku ji girtîgehê derketin bi barê jiyanên nivcomayî, malbatên perçebûyîn û bêdengiyeke mezin hewl dan jiyana xwe bidomînin.
Belkî jî yek ji barê herî bêdeng ê wê nifşê jinên mayî hilgirtin. Suheylaya hevjîna Ferhat, piştî Ferhat li gel hemû rastiyên civakî yên giran û paşvemayiyên wê serdemê û di nava barên di bin navê çarenûsê de tên ferzkirin de jiyana xwe domand. Di tevahiya jiyana xwe de ew bêdengiya mezin hilgirt û di sala 2013’yan de ji ber pênceşêrê jiyana xwe ji dest da.
Lê belê tevî van yekan hemûyan jî di nava wê şikestina mezin weke malbatên din însanên hê jî hewl didin bi dilsoziya xwe, bi bêdengî û rûmeta xwe derdikevin, hene. Belkî jî yek ji aliyê vî gelê yê herî kûr jî ev bû, tevî dîtina ev qas êşan û bi temamî nejibîrkirin û însanbûn…
Wan bi çalakiya xwe ji bilî mirinê nedixwestin bibin kesên yekem.
Pêşengtiya xwe ne di konfora jiyana de di xeta mirinê de ava kirin.
Ji ber vê yekê dema ku mirov li çîroka wan dinêre bes li paşerojê nanêre.
Li xwe dinêre.
Biçûkbûna jiyanê…
Biçûkbûna mirovahiyê…
Biçûkbûna heqîqetê…
Û li hemberî vî agirî mirov xwe kêm hîs dike.
Ferhat Kûrtay, Mahmût Zengîn, Eşref Anyik ve Necmî Oner…
Wan bes çalakiyek li dar nexist.
Li dû xwe pîvaneke mirovahiyê hiştin ku hema bibêjin bidestxistina wê ne pêkan e.
Û em, peyrewên wan em ê agirê serhildanê yê ku wê rojê hatiye vêxistin û qet venemiriye heya azadkirina Kurdistanê bilind bikin.