Hilbijartina qeymeqamekî Şengalê ji serokwezirtiya Iraqê zehmettir e?

Dema ku dor tê ser qezayeke biçûk a mîna Şengalê, hemû pênasên siyasî têk diçin, mase têne qulibandin û her lihevkirin mîna berfê li ber tavê dihele. Gelo çima hilbijartina qeymeqamekî Şengalê ji serokwezîrtiya Iraqê zehmettir e?

Ji dema ketina rejîma Beasê û jenosîda 2014’an, Iraqê çendîn serokwezîr bi xwe ve dîtin. Lê belê, dema ku dor tê ser qezayeke biçûk a mîna Şengalê, hemû pênasên siyasî têk diçin, mase têne qulibandin û her lihevkirin mîna berfê li ber tavê dihele. Gelo çima hilbijartina qeymeqamekî Şengalê ji serokwezîrtiya Iraqê zehmettir e?

Pirsgirêka rêveberiya Şengalê îro ne tenê ketiye nava karesateke îdarî, lê belê veguheriye mînakeke wisa ku di dîroka modern a Rojhilata Navîn de kêm peyda dibe. Dema em li hevkêşeyên siyasî yên li Bexdayê dinêrin, em dibînin ku sîstema parvekirina desthilatê li ser bingeha etnîkî û mezhebî, her çiqas welat biribe ber qiraxa hilweşînê jî lê di dawiyê de mekanîzmayek ji bo hilbijartina serokwezîran peyda kiriye. Ji dema ketina rejîma berê û bi taybetî piştî bûyerên dijwar ên DAIŞ’ê û jenosîda 2014’an, Iraqê çendîn serokwezîr bi xwe ve dîtin. Ji Nûrî Malîkî bigire heta Heyder Ebadî, Adil Ebdulehdî, Mistefa Kazimî, Mihemed Şiya Sûdanî û heta gihîştina qonaxa Elî Zeydî, hemû di encama lihevkirinên bi êş, bi destwerdanên Tehran, Washington û paytextên herêmî hatin ser kûrsî. Ev pêvajo her çiqas aloz bin jî, di dawiyê de li ser maseyekê îmze hatin avêtin. Lê belê, dema ku dor tê ser qezayeke biçûk a mîna Şengalê, hemû pênasên siyasî têk diçin, mase têne qulibandin û her lihevkirin mîna berfê li ber tavê dihele. Ev yek nîşan dide ku Şengal di mejiyê lîstikvanên siyasî de, ji kursiyê serokwezîrtiya li Herêma Kesk a Bexdayê giringtir, stratejîktir û metirsîdartir e.

ÎDAREYA ŞENGALÊ NE TENÊ ÎDARE YE

Sedema sereke ya vê bêçareseriyê di wê rastiyê de veşartî ye ku Şengal îro ne tenê navendeke îdarî ya parêzgeha Nînowayê ye, lê belê veguheriye Tengava Hurmuz a li ser serzemînê. Ev xaka ku bi xwîna bi hezaran şehîdên Êzidî hatiye avdan, ketiye dilê sêkoşeya Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê. Ji bo hêzên herêmî, kontrolkirina Şengalê tê wateya kontrolkirina xeta herî girîng a transît a di navbera Rojhilat û Rojava de. Ji ber vê yekê, her aliyek hewl dide rêveberiyekê li wir ava bike ku mîna "pasevanekî" berjewendiyên wî biparêze. Dema ku em behsa rêveberiya Şengalê dikin, em behsa qeymeqamekî nakin ku tenê wê çavdêriya paqijiya kolanan û dabînkirina kehrebeyê bike; em behsa kesekî dikin ku divê di nava agirê nakokiyên Amerîka, Îran, Tirkiye, PDK, YNK û hêzên herêmî de balansa xwe biparêze.

Peymana Şengalê ya ku di Cotmeha 2020’an de di navbera hikûmeta federal a Bexdayê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, bi piştgiriya Neteweyên Yekbûyî hat îmzekirin, mînaka herî zelal a vê bêçareseriyê ye. Ev peyman li ser kaxezê mîna nexşerêyekê xuya dikir, lê ji ber ku nûnerên rastîn ên xelkê Şengalê û hêzên ku li ser erdê berxwedan kiribûn ji nedîtî ve hate dîtin, di roja yekem de mirî ji dayik bû. Ev peyman li şûna ku bibe dergehek ji bo vegera koçberan, bû hincetek ji bo kûrkirina alozî û xitimandina îdarî ku ev bêserûberiya îdarî rasterast bandorê li jiyana rojane ya civaka Êzidî dike.

ŞENGAL: BAREGEHEKE LEŞKERÎ YA MEZIN

Zêdetirî deh sal di ser jenosîdê re derbas bûne, lê hîn jî bi hezaran Êzidî di bin konan de di nava şert û mercên herî dijwar ên jiyanê de ne. Sedema nevegeryana wan ne tenê xirabûna xaniyan e, lê belê nebûna rêveberiyekê ye ku xizmetguzariyê bide wan. Dema ku rêveberiya qezayê bibe qurbana bazarên siyasî yên li Bexda û Hewlêrê, dema ku çarenûsa qeymeqamekî bi daxwazên Enqere û Tehranê ve were girêdan, hingê bêçareserî dibe qedera wê herêmê. Her wiha hebûna hêzên zêde yên Iraqê hiştiye ku Şengal bibe baregehekî leşkerî yê mezin ku tê de dengekî ji xeynî dengê çekan nayê bihîstin. Di rewşeke wisa de, axaftin li ser geşepêdana aborî, avakirin û xizmetguzariyê dibe xeyaleke vala.

LÎSTIKA KU LI SER PIŞTA ÊZIDIYAN TÊ MEŞANDIN

Tiştê ku vê krîzê kûrtir dike, helwesta civaka navdewletî ye ku tenê bi daxuyaniyên şermezarkirinê û raporên salane xwe têr dibîne. Şengal ji bo lîstikvanên mezin bûye qadeke ji bo hesab pêkanînê. Ji ber vê yekê, çareserî nayê xwestin, her aliyek dixwaze rewşa niha dewam bike heta ku bikaribe hemû Şengalê bixe bin kontrola xwe ya tam. Ev lîstika ku li ser pişta Êzidiyan tê lîstin, karesata herî mezin a sedsala 21’an e. Dema ku sîstema cîhanî û hikûmeta Iraqê nikaribin qeymeqamekî ji bo qezayekê diyar bikin, ev nîşana herî mezin a hilweşîna siyasî ya wê sîstemê ye.

Şengal îro di nava kevanekî de girtî ye ku her du seriyên wê li paytextên dûr têne girêdan. Neçareseriya rêveberiya Şengalê ne ji ber nebûna kadroyên jêhatî ye, lê ji ber wê girîngiya jeopolîtîk e ku bûye bela serê xelkê wê. Heta ku Şengal weke parçeyeke nexşeya serweriya Iraqê û weke malê Êzidiyan neyê dîtin û heta ku weke karteke guhertinê di nava destên dewletan de bimîne ev birîn wê her weha vekirî bimîne. Mixabin pêşeroja nêz nîşan dide ku ev girêka kor wê hîn bêtir were tîrkirin, ji ber ku berjewendiyên li ser Şengalê derketine ser hemû pîvanên mirovî û yasayî.

Şengal niha mîna birîneke kûr di bedena Iraqê de ye ku her kes dermanekî cuda pêşniyar dike, lê di rastiyê de her kes jehrê dixe nava wê birînê da ku hîn kûrtir bibe û ti carî neyê kewandin.