Peyamên civîna Rêveberiya Tevgerê

Ger Îmralî bibe muxatabê fermî û bi awayekî azad bixebite wê demê wê were dîtin ku dewleta Tirk xwedî îradeya çareseriyê ye û pêvajo wê bi lez bibe.

Di salvegera 1’emîn a 12’emîn Kongreya PKK’ê û xwefesixkirin û biryara bidawîkirina têkoşîna çekdarî de li ser navê Rêveberiya Tevgerê civîneke çapemeniyê hate lidarxistin. Tiştên ku ji 12’emîn Kongera PKK’ê ve aliyê Kurdan kirine û pêngavên ku dewletê avêtine yan jî neavêtine hatin nîqaşkirin. Di qonaxeke wiha de ku tê nîqaşkirin gelo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a di bin înîsiyatîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tê birêvebirin xitimiye yan na, ev civîna girîng hate lidarxistin û peyamên girîng hatin dayîn.

Di rastiyê de ev pêvajo saleke û nîv e di rojevê de ye. Li gel Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibatê ya Abdullah Ocalan ev pêvajo bi lez bûye. Banga 27’ê Sibatê bes ne banga fesixkirina PKK’ê û sekinandina têkoşîna çekdarî bû; dihat diyarkirin ku divê li ser bingehê demokratîkbûnê înkarkirina gelê Kurd bi dawî bibe, hebûn û mafên gelê Kurd jî werin naskirin.

PKK ji bo ku pêşî li armancên ku Rêber Apo di banga civaka demokratîk de diyar kiribûn veke, xwe fesix kir û li hemberî Tirkiyeyê têkoşîna çekdarî bi dawî kiriye. Pêngavên wêrek û radîkal ên mînakên wê li seranserê cîhanê tune ne, avêtin. Şewitandina çekan a ji aliyê 30 gerîlayan ve û vekişîna hêzên li deverên ku lê rîska şer û pevçûnê heye, ji bo ku dewleta Tirk pêngavan biavêje zemîneke xurt ava kiribûn. Hate destnîşankirin ku ger li gel çalakiya şewitandina çekan pêngavên yasayî û hiqûqî werin avêtin bes ne tenê şewitandina çekan, di heman demê de îrade û biryardariya siyasetkirina demokratîk a li Tirkiyeyê jî hatin nîşandan. Di dema merasîma şewitandina çekan a 11’ê Tîrmehê de belge hate xwendin, di belgeyê de ev yek jî hatibûn diyarkirin. Lê belê di civîna 5’ê Gulana 2026’an hate lidarxistin de, hem di teksta hate xwendin de hem jî di bersivên ku ji pirsan re hatin dayîn de hate dîtin ku dewleta Tirk pêngavên ku pêvajoyê pêş bixe û bilezîne neavêtine.

Her kes dizane ku pirsgirêka Kurd heya pêngavên qanûnî û hiqûqî neyên avêtin, çareser nabe. Qutbûna gelê Kurd a bi dewletê re ku ev sed sal in berdewam dike, wê bes bi rêya pêngavên qanûnî yên hebûn û azadiya gelê Kurd nas dikin, ji holê rabe. Weke ku Rêberê Gelê Kurd diyar kiriye gelê Kurd niha ji derveyî yasa û hiqûqê ye. Ev yek jî wê bes bi rêya derxistina yasayên ku hebûn û mafên gelê Kurd nas dikin re, were derbaskirin. Di bingeha pirsgirêka Kurd a ku ev sed sal in berdewam dike de ev rastî heye.

Naskirina hebûna Kurd, bi naskirina îradeya wê siyasî dibe. Niha dewletê hîn jî statu û rewşa siyasî ya rêberê Kurdan Abdullah Ocalan diyar nekiriye û nas nekiriye. Hevdîtin divê veguherin mutaxatabiya fermî ku pêvajo ber bi pêş ve biçe û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê bibe xwedî wateyek. Eger Îmralî bibe mutaxatabê fermî û bigihije şert û mercên xebata azad, wê demê wê were dîtin ku dewleta Tirk îradeya çareseriyê ye û pêvajo bi lez bikeve.

Daxuyaniya Rêveberiya Tevgerê ya di civîna çapemeniyê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê de û bersivên ji pirsan re hatine dayîn, bal dikêşe ser vê mijarê. Li Îmraliyê eger rewşa siyasî ya Abdullah Ocalan diyar bibe û weke aliyekî xebatên xwe bimeşîne, wê piştgiriya ji bo pêvajoya aştî û civaka demokratîk pir zêde bibe.

Her kes dixwaze rasterast bizane û bibîhîze ku Îmralî çi dibêje. Her çendî ku têkildarî notên hevdîtinê daxuyaniyên şandeya DEM Partiyê hebin jî, raya giştî dixwaze rasterast Abdullah Ocalan bibîhîze. Tiştên ku di notên hevdîtinê yên li ser çapemeniyê tên weşandin de her çendî rast jî bin, dibe mijara nîqaşê. Lewma eger rojnamevan, rewşenbîr û siyasetmedar bi Abdullah Ocalan re rû bi rû hevdîtinê bikin, ev ê ji bo pêvajoyê pir girîng be.

Eger desthilatdarî dibêje, pêvajo pêş dikeve, xitimîn nîne, wê demê divê têkildarî Îmraliyê gav bavêje. Eger muzakerevanê sereke yê Kurdan Abdullah Ocalan nêrîn û pêşniyarên xwe bikare bi eşkere pêşkêşî raya giştî bike, wê demê dê gotina pêvajo pêş dikeve hîn zêdetir bawerî bide. Ji vî alî ve berpirsyarî dikeve ser milê desthilatdariyê.

Rêveberiya Tevgerê di civîna çapemeniyê ya 5’ê Gulanê de israr û îradeya siyasî ya ji bo pêşxistina pêvajoya aştî û civaka demokratîk raber kir, ev yek hate dîtin. Lê belê di wê civînê de rexneyên cidî li desthilatdariyê hatin kirin. Wê demê desthilatdarî divê van daxuyanî û nirxandinan cidî bigire, bi taybetî jî têkildarî Îmraliyê gavên ku tên hêvîkirin, bavêje.

Eger rewş û statuya Îmraliyê diyar nebe, ev muxatabî wê têkildarî pêvajoyê nêzîkatiyên hikûmetê bide lêpirsînkirin. Zelalnekirina statuya muxatabê ku wê bibe anaxtara pêşxistina pêvajoyê, pirsên ku gelo pêvajo dixitime, yan jî hate rawestandin, çêdike.

Pêvajo hîna bi dawî nebûye; lê belê ji bo pêşvebirina wê ya ber bi encameke erênî ve, divê têkildarî mijarên sereke gav were avêtin. Hevdîtin û têkiliyên heya niha hatine meşandin, êdî divê veguhere biryar û gavên qanûnî.

Tayyîp Erdogan piştî civîna hikûmetê di daxuyaniyên xwe de qet behsa pêvajoyê nekir, ev yek nîşan dide ku daxuyanî û nirxandinên li ser navê Rêveberiya Tevgerê hatine dayîn vale nîn in.

Ji bo pêşketina pêvajoya civaka demokratîk, dora dewleta Tirk e ku gav bavêje. Eşkere ye ku yên heta niha çek rakirine ji bo vegerin Tirkiyeyê, divê şert û mercên siyasî û sîstemeke hiqûqî were avakirin ku siyaseta demokratîk bê astengî û bê hincet lê were kirin.

Çavkanî: Rojnameya Yenî Yaşam