Navenda nayê dîtin a korîdorên enerjî û aboriyê: Kurdistan

Rageşiya li ser xeta Îran, Îsraîl-DEY û girtina trafîka deryayî ya Tengava Hurmuzê nîqaşên li ser ewlekariya enerjiyê ya global jinûve zêde kir. Ev bûyer bûn sedem ku korîdorên enerjî û bazirganiyê yên li ser bejahiyê, bikevin navenda rojevê.

Sernavên projeyên wekî ‘Rêya Pêşketinê’ ya ku di navbera Iraq û Tirkiyeyê de hate îmzekirin û ‘Plana Çar Deryayan’ a ku di eksena Sûriye-Tirkiyeyê de ji nû ve tê nîqaşkirin, di van nirxandinan de derketin pêş. Xala hevpar a van projeyan eve ku ew li ser Kurdistanê re derbas dibin.

‘Plana Çar Deryayan a Sûriyeyê’ vîzyoneke stratejîk bû ku di serdema Beşar Esad de derketibû holê û armanc dikir ku welat bike navendeke enerjî û bazirganiyê ya herêmî. Vê planê pêşbînî dikir ku Sûriye di navbera çar hewzên deryayî yên cuda de bibe ‘xala girêdanê.’

Li gel şerê navxweyî yê ku di sala 2011’an de li Sûriyeyê destpê kir, cezayên navneteweyî û îzolasyona siyasî, dagirkirina hin bajarên Sûriye û Rojava ya ji aliyê Tirkiyeyê ve, piştgiriya lojîstîk a ji bo komên muxalîf, pirsgirêkên binesazî û ewlehiyê bûn sedem ku ev plan di asta teoriyê de bimîne.

‘Plana Çar Deryayan’ toreke veguhastin û enerjiyê ya entegre ku Kendava Basrayê, Deryaya Spî, Deryaya Xezerê û Deryaya Reş bi hev ve girêdide, pêşbînî dike. Bi vê projeyê re tê armanckirin ku xetên petrol û gaza xwezayî li ser Sûriyeyê re derbas bibin û Sûriye bibe korîdoreke enerjiyê ya herêmî. Her wiha bi avakirina toreke lojîstîk a herêmî bi rêya xetên bejayî û hesinî, tê xwestin ku Sûriye û Tirkiye ji bo bazirganiya herêmî û herikîna enerjiyê bibin navend û giranî û bandora xwe ya jeopolîtîk zêde bikin.

Di dawiya sala 2024’an de bi rûxandina rêveberiya Esad û hatina rêveberiya nû ya di bin serokatiya Ehmed Şara de, ev plan ji nû ve ket rojevê.

Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şara, di Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê ya li Tirkiyeyê (17’ê Nîsanê) û di lûtkeya Yekitiya Ewropayê ya li Qibrisê (24’ê Nîsanê) de, bal kişand ser hewldanên ji bo veguherandina pozîsyona stratejîk a welatê xwe wekî rêyeke alternatîf ji bo veguhastina enerjî û kelûpelan. Şara di axaftina xwe de anî ziman ku ew hêvî dikin Sûriye Kendava Basrayê bi Tirkiyeyê ve girê bide û li ser bingeha gihiştina bi ewle ya Deryaya Spî were bikaranîn. Piştî Şara, Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esad Şeybanî jî di serdana xwe ya Enqereyê de ev plana hevkariya stratejîk a dualî wekî destpêka qonaxeke nû bi nav kir.

Derdorên aborînasiyê ketina rojevê ya vê projeyê, wekî pêngaveke Tirkiyeyê ya ji bo xurtkirina pozîsyona xwe ya stratejîk a ku li herêmê lawaz bûbû (piştî ku ji Korîdora Aborî ya Hindistan-Rojhilata Navîn-Ewropa (IMEC) hatibû derxistin), nirxandin. Lewra projeya IMEC’ê ji bo Tirkiyeyê wekî windahiyeke mezin a jeopolîtîk dihat dîtin.

Belgeyek ku ji aliyê saziya medyayê ya Al-Majalla ya Erebistana Siûdî (bi zimanê erebî weşandî) ve hatiye weşandin û ji Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê DYA’yê Tom Barak re tê vegotin, pêşniyara DYA’yê ya ji bo veguherandina Sûriyeyê bo navendeke girîng a transîta enerjiya gerdûnî kurte dike. Li gorî nûçeyê, ji nû ve avakirina xeta boruya neftê ya Kerkûk-Banyasê dê nêzî 4,5 milyar dolarî lê biçe û Sûriye hedef dike ku ji xercên transîtê salane nêzî 200 mîlyon dolarî dahat bi dest bixe.

Di nûçeyê de her wiha behsa planên dirêjkirina Xeta Boruya Gaza Xwezayî ya Erebî ku dê ji Misrê di ser Sûriyeyê re bigihêje Tirkiyeyê û ser rêgeha gaza xwezayî ya Qeter-Tirkiyeyê ku dê gaza Qeterê li ser Urdun û Sûriyeyê re bibe Tirkiyeyê û ji wir jî bo Ewropayê, tê kirin.

Li gorî kovarê, plan balê dikişîne ser nûjenkirin û berfirehkirina tora xetên borî yên berfireh (yên heyî û yên pêşniyarkirî) ku zeviyên neftê yên li Kendava Basrayê û Iraqê, di ser benderên li ser Deryaya Spî re bi Ewropayê ve girêdidin.

Bi kurtasî ‘Plana Çar Deryayan’ wekî projeyeke jeoekonomîk derdikeve pêş ku ew jî bertekeke li hemberî dûrxistina Tirkiyeyê ji projeya IMEC’ê ye. Heman demê lêgerîna Sûriyeyê ya ku bi krîza aborî re şer dike ji bo ji nû ve avakirinê ye û piştî şerê Îran û Îsraîl-DYA’yê û girtina Tengava Hurmuzê ji trafîka deryayî re, bi krîza ewlehiya enerjiya gerdûnî re ji nû ve teşe girtiye.

Projeyên ‘Plana Çar Deryayan’ û ‘Rêya Pêşketinê’ di heman demê de wekî alternatîfa projeya Korîdora Aborî ya Hindistan-Rojhilata Navîn-Ewropa (IMEC) têne nirxandin.

IMEC wekî projeyeke binesaziyê ya pîvana mezin ku di sala 2023’yan de hate ragihandin û armanc dike di navbera Hindistan û Ewropayê de xeteke nû ya bazirganî û enerjiyê ava bike, hate rojevê. Di projeyê de Hindistan, Erebistana Siûdî, Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî, Îsraîl, Yewnanistan û welatên Yekîtiya Ewropayê derdikevin pêş.

IMEC a ku wekî alternatîfa Înîsiyatîfa Kember û Rê ya Çînê tê dîtin; armanc dike ku di ser MEY, Erebistana Siûdî, Urdun, Îsraîl û Yewnanistanê re veguhastina lojîstîk û enerjiyê bilez bike.

Ev projeya ku DYA piştgiriya wê dike, dema ku rola Îsraîl û welatên Kendavê di bazirganiya lojîstîk û enerjiyê ya herêmê de zêde dike, Tirkiyeyê li derveyî projeyê dihêle.

Rêgeha IMEC’ê Tirkiyeyê “bypass” dike (li derve dihêle). Ji ber vê yekê Tirkiye bi projeyên alternatîf ên wekî projeya ‘Rêya Pêşketinê’ ya ku bi Iraqê re tê kirin û plana ‘Çar Deryayan’ a bi Sûriyeyê re, armanc dike ku wê girîngiya stratejîk a ku bi IMEC’ê winda kiriye, ji nû ve bi dest bixe.

Peymana têkildarî Projeya Rêya Pêşketinê di 23’yê Nîsana 2024’an de li Bexdayê di navbera Tirkiye, Iraq, Qeter û Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî de hate îmzekirin. Bi vê projeyê re avakirina korîdoreke mezin a bazirganî û veguhastinê ku ji Basrayê heta Ewropayê dirêj dibe, tê armanckirin. Her çend aliyên sereke Tirkiye û Iraq bin jî, Qeter û Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî jî piştgiriyê didin projeyê.

Proje, avakirina rêya hesin û otobanekê ya bi dirêjiya hezar û 200 kîlometreyî ku Kendava Basrayê di ser Tirkiyeyê re bi Ewropayê ve girêdide, dihewîne. Di çarçoveya vê projeyê de, biryare xetek nû ji dergeha sînorî yê Tirkiye-Herêma Kurdistanê, yanî ji Ovakoyê ber bi Nînovayê  ji wir ber bi Bexda, Necef, Dîwaniye, Nasiriye heta ku digihîje Besrayê bê çêkirin û xetên kevin jî bên nûjenkirin.

Her çend xala aborî ya projeyê avakirina rêyeke veguhastinê ya nû û bilez di xeta Kendava Basrayê Iraq, Tirkiye û Ewropa de be jî, di xala ewlehiyê de berfirehkirina qadên dagirkeriyê yên li Başûrê Kurdistanê heye.

Bi giştî geşedanên siyasî, aborî û leşkerî yên piştî şerê Îsraîl-Hamasê, careke din meseleya ‘Korîdora ewlehî’ ya ku bi projeyên mezin ên wekî ‘Plana Çar Deryayan’, Rêya Pêşketinê, Kember-Rê û IMEC’ê derketiye holê, anî rojevê. Wisa xuya ye ku ev cûre projeyên bi vî rengî rîskên wekî ‘zêdebûna hebûna leşkerî, polîtîkayên kontrolkirina herêmên sînorî û tengbûna qada tevgera aktorên herêmî’ di nav xwe de dihewînin.

Çawa ku Selehattîn Erdem di nivîseke xwe de ku di 24’ê Nîsana 2024’an de di Ozgûr Politika de hatibû weşandin, bal kişandibû ser vê rastiyê û ev tişt diyar kiribûn; “Projeya Rêya Pêşketinê bi wê şêwaya ku tê pêşbînîkirin, Başûrê Kurdistanê dorpêç dike. Diyare ku rêveberiya Tayyîp Erdogan a ku bi ‘Hêza Hevbeş’ nekarîbû Qadên Parastina Medyayê ji başûr ve dorpêç bike, bi ‘Projeya Rêya Pêşketinê’ dixwaze tevahiya Başûrê Kurdistanê ji başûr ve dorpêç bike, kêmasiya behsa wê dike, bi vê şêwayê telafî bike. Jixwe ew dera ku tê xwestin rê li ser re derbas bibe, herêmeke wisa ye ku PKK jê re dibêje ‘Herêma Navîn’ û bi Kurdan re gelên din têde bi hev re dijîn.”

Projeyên ekonomî yên wiha krîtîke, lê belê yê ku herî kêm bi eşkereyî tê axaftin ê van projeyên aboriyê eve ku ew li ser erdnîgariya Kurdistanê re derbas dibin.

Dema ku li Rojhilata Navîn korîdorên enerjî û bazirganiyê ji nû ve teşe digirin, ‘Plana Çar Deryayan’ a ku Ehmed Şara xistiye rojevê û projeya ‘Rêya Pêşketinê’ ya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de, ne tenê projeyên di navbera dewletan de ne; di heman demê de ewê bibin sedema şikestineke jeopolîtîk a ku dê rasterast bandorê li paşeroja erdnîgariya Kurdistanê bike. Lewra Kurdistan di navbera Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê de xeteke jeopolîtîk a bênavber pêk tîne.

Hema bêje temamiya xetên enerjî-aboriyê yên hatine plankirin li ser Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê re derbas dibin; ev yek Kurdistanê wekî erdnîgariye ku ev korîdor lê digihêjin hev derdixe pêş. Bi gotineke din; rezervên neftê yên li Başûrê Kurdistan û Rojava û xetên muhtemel ên Îran-Deryaya Spî û Iraq-Tirkiye, Kurdistanê ne tenê dikin navendeke transîtê, di heman demê de dikin navendeke hilberîn û belavkirina enerjiyê jî.

Kurdistan di heman demê de di navenda têkoşînên hêzê yên pir-qatî yên wekî hevrikiya DYA-Îran, nakokiya Tirkiye-Îran û stratejiya Rûsyayê ya Sûriyeyê de cih digire.

Hemû ev dane nîşan didin ku bêyî Kurdistanê ev korîdorên aborî-enerjiyê nikarin ji aliyê coxrafî ve werin avakirin û bi mînaka vê yekê, heta ku bêîstîkrariya li Kurdistanê neyê çareserkirin, ev cure projeyên bi vî rengî nikarin berdewam bikin an jî encam bigirin.

ÇAVKANÎ: ROJNEWS