Keziyên me zindî ne

Di têkoşîna bajarê Kobanê de jî jinên Kurd yên ku di çeperên herî pêş de li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê li berxwe dan, li pey wan tenê keziyên wan ên hunandî man. Ew kezî bûn kelemek û di nava dilê dijmin de bûn birînek dev vekirî.

Bi xuliqîna mirovahiyê re jinbûn û zilambûn wek du zayendên ji hev cûda ne tên destgirtin. Cêwaziya sereke; di navbera jin û zilaman de por û keziyên jinê ne. Jin bi keziyên xwe yên xweşik tên pênasekirin û şîrovekirin. Kezî rewş û xweşikbûna jinan hîn zêdetir li ber çav dihêle û bedewiya wê bi watetir dike.

Her civak li gorî rê û resmên xwe yên bawerî û hişmendiya civaka xwe şekil û şêwazek daye hunadina pora jinan. Dibe ku her civakek şêwaz, nêrîn û dîtinên wan li ser hunandina pora jinan cûda bin, lê di bingehê de li hemû civakên cîhanê, jin pora xwe bi şêwazên kezî dihunîn in. Di piraniya baweriyan de pora jinan pîroz tê dîtin, wisa tê bawerkirin ku pora tê birîn û tê şehkirin divê li cihek paqij û cihek cuda were hilgirtin.

Di heman demê de di baweriya Kurdan de jî porê jinan pîroz û zîndî tê dîtin. Di Kurdan de birîna porê jinan gelek û gelek kêm e. Di hindek rewşên taybet de jinên Kurd porê xwe jêdikin. Mînak dema di nava malbatan de şer derdikeva jin porê xwe dibirin û dibêjin, divê şerê heyî raweste, yan jî dema mirina bira yan jî hevjînê wan çêdibe, jin porê xwe jêdikin. Ji derveyî van bûyeran tu malbat birîna pora keç yan jî hevjîna xwe bi xweşbînî pêşwazî nake. Em dikarin bibêjin pora jinê ji bo civaka Kurd xeta sor e.

Her tayek a pora jinê mîna damareke jiyanê ye. Ew damar jî wek pirek girêdanbûna di navbera jiyana destpêkê û niha de çêdike. Dema ew tayên porê komî serhev dibin û tên hunandin, hêza hemû jiyanê li ser milê jinê kom dibe. Ji ber vê yekê pêşiyên me bi van gotinan bal kişandiye rastiya jinê; “Jiyana mirovahiyê bi raçandina jinê destpê kiriye û ya ku hêza jiyanê di nav xwe de kom jî dike jin e.”

Peyva ‘Kezî’ di zimanê Kurdî de di hevwateya peyva ‘Hunandin’ de tê bikaranîn. Hunandin jî di wêjeyê de ji bo helbest, destan, serpêhatî, çîrok û efsaneyan hîn zêdetir werin biwatekirin û şêwazekî herî xweşîk were şîrovekirin tê bikaranîn. Dema tê gotin helbesta xwe bihune, tê gotin ku hîn zêdetir helbesta xwe bi watetir û ciwantir vebêje.

Li ser vê yekê jî dema jinek porê xwe dike kezî, dibêjin te pora xwe hunandiye yan jî dibêjin çi pora hunandî li te hatiye ango hunandin di hevwateya kezî de tê bikaranîn. Hunandin di wateya li hevhatinê xweşîkbûna jinan û pora wê de tê bikaranîn. Dema jinek porên xwe dihune, xweşikbûna wê ahengê çêdike.

Li gorî mezin û pêşiyên Kurdan ku her tim bilêv dikin û tînin ser ziman dibêjin, ‘Rewşa mêran reh û simbêlên, rewşa jinan jî bisk û kezî ne.’ Ev gotin gelek caran di nava civakê de ji bo xweşik xemladina keziyên jinan, gelek caran jî ji bo parastina keziyên jinê hatiye gotin. Hemwext kezî û biskên jinên Kurd di hemû pêvajoyê dîrokê de bûne mijarên çîrok, destan, serpêhatî, helbest û stranan jî.

Di têkoşîna bajarê Kobanê de jî jinên Kurd yên ku di çeperên herî pêş de li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê li berxwe dan, li pey wan tenê keziyên wan ên hunandî man. Ew kezî bûn kelemek û di nava dilê dijmin de bûn birînek dev vekirî. Bi gotina “divê em bi destê jinekê neyên kuştin” tirsa xwe ya li hemberî şervanên jin diyar kiribûn. Ji ber wê jî hertim bi hovîti êrişî şervan û jinên Kurd dikirin.

Çeteyên DAÎŞ’ê ji bo ku jinên Êzidî bi keziyên xwe re xwe ne daliqînin porên wan jê kirin. Ew çeteyên xwînmij ên li Şengalê dest avêtin pora jinên Kurd, yek bi yek hatin kuştin û tola keziyên jinên Kurd ji wan hat hilanîn.

Gelek caran dijmin û xwînmijên Kurdan jî êrişê xemla jinan ango êrişî kezî û biskên jinên Kurd kirine. Bê gûman her carê jî rastî tolhildana mezin a ciwanên Kurd hatine. Niha jî bi heman awayî dixwazin êrişî nasnameya jina şoreşger û berxwedêr bikin.

Dijminê me Kurdan, me baş nas dikin û dizanin nirxên em diparêzin çine. Ji ber wê jî êrişî nirxên me yên pîroz ango keziyên me dikin. Lê dizanin ku jin û keçên Kurd jî çiqasî bi keziyên xwe ve girêdayîne û wê çawan tola wan keziya ji wan were hilgirtin. Wê ciwan û şervanên Kurdan wan destên dirêjî keziyên şervanên jin bûne bişkînin û dawî li zihniyeta zayendperest bînin.

Çavkanî: Rojnameya Rojev Mexmûr