Bedewî û bêdawîbûn

Bavê Welat li pey xwe mîrasa bedewî û bêdawîbûna welatparêziya kûr hişt û wê her tim di nava gel û doza ji bo azadiya civaka demokratîk de zindî bimîne û biherike.

Bedewî ji dil tê û jiyana mirovan dixemîlîne. Mirov çawa bifikire wê fikra xwe di jiyana xwe de jî dide diyarkirin. Gelo divê ev jiyan çawa were jiyîn?

Temenê lêgerîna bêdewiya jiyanê nîne, di ciwantiyê de geş dibe û ew lêgerîn her bi jiyanê re diherikê. Jiyan bi dawî bibe jî bedewiya ruh her dimîne, zindî ye herikbar e.

Di sala 1951’an de li deşta Kobanê li ser rûberiya deşta Pirsûsê ya ku bi destê dagirkeran lê sînor hatine kişandin, zarokekî bi navê Salih Muslim Muhammed ji dayik dibe. Kobanê li gorî dab û nêrîtên xwe eşîrtî gelek pêşda ye. Navê eşîra Salih Muslim ji Berazî ye. Ji bo vê eşîrê jî gelek tişt tên gotin ku yek ji wan jî bihêzbûn û şerkerbûn e.

Salih Muslîm li gel çand û nasname xwe li ser axa xwe Kobanê mezin dibe. Di sala 1970’yan de li Zaningeha Teknîkê ya Stenbolê endazyariya kîmyayê dixwînê û di sala 1977’an de bi serkeftî mezûn dibe. Dema ku zanîngehê dixwînê tevgera xwendekarên Kurd ya li Amed û Stenbolê ji nêz ve dişopînê. Piştî ku mezûn dibe li Erebistana Siûdî weke endezyar dest bi kar dike ku wê demê Şerê Îran-Iraqê hebû. Li Erebîstana Siûdî jî rewşa awarte hebû û di nava wê rewşa xeter de di temênê xwe yê ciwan de karkarên Kurd nas dike. Di sala 1979’an de bi rêya Elî  Kurd (Husnu Yorûlmaz) rojnameyên Serxwebûn û Berxwedanê nas dike. Piştî ku rojnameyên Serxwebûn û Berxwedanê dest bi weşanê dikin, çapên rojnameyan bi awayekî veşartî dibe Şamê.

Piştre bi jineke bi navê Eyşe Efendî re dizevice û Salih Mûslim vedigere Erebistana Siûdî. Hevjîna wî Eyşe Efendî jî ji Kobanê berê xwe dide Erebistana Siûdî.

DÎTINA RÊBER APO YA EWIL

Di sala 1980’an de bi rêya hevalekî xwe Tevgera Azadiyê nas dikin û bi hev re di kar û xebatan de cih digirin. Bavê Welat, di sala 1983’yan de Rêber Apo nas dike. Têkildarî naskirina destpêkê van yekan tîne ziman:

“Rêbertî bi germahiya jidil, axaftina xwe û jixwebaweriya xwe dida teyisandin. Bi saya wê baweriyê me jî hêz digirt. Atmosfereke aram hebû.’’

SERÎRAKIRINA EYŞE EFENDÎ YA LI DIJÎ AXA Û BEGAN

Du heval û du dildar heta sala 1984’an li Erebistana Siûdî dijîn. Penc zarokên wan çêdibin. Zarokên wan jî hezkirin û hevaltiya wan mezin bûn. Piştre Eyşe Efendî berê xwe dide Sûriyeyê, lê belê Bavê Welat Erebistana Siûdî dimîne. Gelek caran Bavê Welat dihat serdana malbatê yan jî Eyşe Efendî diçû Erebistana Siûdî. Bavê Eyşe Efendiyê qebûl nedikir ku keça wê bibe Apocî. Eyşe Efendî cara ewil li dijî eşîr, malbat, axa û begên civakê serî radike û tevî hemû zor û zehmetiyan jî li ser lingê xwe dimînê.

Di sala 1995’an de li Kobanê di Med TV’yê de kar dike, di nava zor û zehmetiyan de dîmenên agirê Newrozê digire û ji bo ku bibin dîrok bi avayekî ewle wan vedişêre. Eyşe Efendî yekem jin bû ku ji ber xebatên siyasî dîl hatibû girtin. Nêzîkî salekê di zindanê da dimînê. Eyşe Efendî, di sala 1998’an Rêber Apo dibîne û nas dike.

Gelek caran Eyşe Efendî bi xwe ev yek anîne ziman: “Ger beriya zewacê me Rêbertî nas bikira em ê tevlî têkoşînê bibûna. Lê belê em zewîcîbûn û me heya dawiyê soz dabû hevdu ku em ji bo gele xwe xizmetê bikin. Li ser vê rêyê em  tu cara poşman nebûn.’’

Salih Muslim ne tenê hevserê Eyşe Efendiyê bû di heman demê de evîndarê welatê xwe û dilsozê azadiya civaka xwe bû. Bavê Welat li pey xwe mîrasa bedewî û bêdawîbûna welatparêziya kûr hişt û wê her tim di nava gel û doza ji bo azadiya civaka demokratîk de zindî bimîne û biherike.