8'ê Adarê bi 'dema jinê' pîroz be
Windakirina dema jinan bûye sedema windakirina hemû demên mirovahiyê. Bedêla windakirina dema wan çi qasî buha be, dîtina dema wê jî ew qasî giran e.
Windakirina dema jinan bûye sedema windakirina hemû demên mirovahiyê. Bedêla windakirina dema wan çi qasî buha be, dîtina dema wê jî ew qasî giran e.
Dibêjin ku her tiştî wextekî xwe heye, rast e heye. Ji ber ku ew wext felsefeyek û qanûna xwezayê ye. Ew wext zû an jî dereng, baş an jî nebaş teqez tê. Lê belê ew wext çawa tê? Ew girîng e. Vêca çawabûna wext di destê mirovan de ye. Mirov bi avakarên xwe li ser wext bi bandor dibin. Her wextek bi zîhniyetekê ve tê birêvebirin.
Jinên efsûnkar bi hişê qanûnên xwezayî re, bi hîs û pêderxistina xwe qanûnên exlaqî û polîtîk vedijînin. Ji ber vê yekê jî çawabûna wext bi daneyên heyî re armanc û hedefa xwe bi polîtîkayên dewlemend re serweriya dema xweyî civaka komînal birêkûpêk dikin û dema xwe bi aqilê qanûna xwezayî hûnandi ne. Di dema civaka komînal de, jiyana hevpar, wekhev, azad û aşitî afirandi ye.
Lê belê ev dem ji aliyê mêrê qastîk kujer Enkî ve bi kuştina Înana dema jin hatiye dizîn û jin ji dema xwe hatiye avêtin. Jin bi vê avêtinê dema xwe winda dike, di bin navê ol, adet û namûsê de dikin koleyê herî giran. Di vir de, kilîla deriyê dema azadiyê bi zîhnîyeta zilamê qastîk ve vediguherînin kilîla deriyê dema koletiyê. Bi vî awayî çavkaniya kilîla deriyê dema azadiyê ya diherike başiyê bi zîhniyeta zilamê qastîk ve diguherînin xerabîyê. Lewma kilîla dema azadiya jinan di nav dema qastîkê kujer de diguhere rêyeke din, zîhniyeteke din û jinan ji kirdebûnê dike obje. Di vê dema wendakirî de, tiştên aîdî jinan yên pîroz hemû tên desteserkirin û li dijî wê tê bikaranîn. Ew zîhniyet jî rê li ber şer, kuştin, dijminatî, nijadî, mêtîngehî û bindestî vedike. Di vê wateyê de, windakirina dema jinan bûye sedema windakirina hemû demên mirovahîyê. Bedêla windakirina dema wê çi qas buha be, dîtina dema wê jî ew qasî giran e.
Mixabin wendakirina dema kilîla azadiyê ku rê li ber koletiyê vekiriye, ti carî jinan nepejirandiye û her di nava lêgerîn û hewldanê de li dema xwe geriyaye. Di vê lêgerîn û têkoşînê de bedelekî payebilind dane û hîn jî didin. Bûyera roja 8’ê Adarê li kargeha karker û kedkarên jin ku doza mafê xwe dikin, di encamê de 129 jin bi saxî tên şewitandin. Ev roj ji aliyê jinên navdar Roza Luxemsborg û Clara Zetkin ve tê pêşnîyarkirin û dibe roja jinên karker a cîhanî. Ev bû destpêkek, bû roja daxwaza maf û nasnameya jinan. Armanca roja 8’ê Adarê daxwaz û vexwendina têkoşînê ye. Lê belê ev daxwaz û vexwendin ne tênê ji bo roja 8’ê Adarê ye ku bi meş û çalakiya pîroz bikin. Di heman demê de roja 8’ê Adarê tê wateya veguherandina hemû rojan. Lê belê em dibînin ku ji bilî tevgera jinên Kurd, jinên Femînîst, tevgerên enternasyonal û saziyên jinan tenê di roja 8’ê Adarê de meş û çalaki tên lidarxistin. Ev bi xwe re dema jinan ava nake. Ji ber ku îro hebûna jinan hem ji aliyê fîzîkî ve û hem jî ji aliyê mejî ve bi qirkirinan re rû bi rû ye. Ji bo ku dema jinan bidin avakirin divê hemû rojan bikin rojên têkoşîn û çalakiyan. Dema hemû roj bûn roja têkoşîn û çalakiyan wê ew bibe dema jinan. Bo nimûne gulek were rakirin, perçiqandin û avêtin wextê wê gulê diqede, lê belê di şûna wê ku gulek din were çandin dema wê gulê bi guleke din tê destpêkirin. Wekî vê gulê jin jî di bin navê namûs, evîn, şer û tiştên din de bi hezaran hatine kuştin û dema wan hatiye qedandin. Di vê wateyê de, roja 8’ê Adarê bi çandina gulan bikin destpêka vejîna jinên wextê wan hatiye bidawîkirin û li ser bîranîna wan dema jinan bidin birêxistinkirin. Gula birêxistinbûna jinan li ser navê jinên Kurd, Rojava, Şengal, Rojhilat, Filîstîn, Efxanistan, Îran, Iraq, Sûriye, Ûkrayna û hemû jinan biçînin û dema jiyana wan ji nû ve bidin destpêkirin. Jinek li ku dibe bila bibe, çarenûsa wê yek e, jin ne gula çilmisî ne, gula bi tîrêjên rojê re xweser dijî, bêhn dide, jiyanê xweşik dike, bi gula berberoj re hebûna xwe bi yek dengî û yek rengî didomîne.
Lewma dema jinan ji hemû deman cûdatir re, ji ber ku bi hezaran salan e bi dema xwe jiyaye, di bin siya dema qastîk kujer de jiyaye. Lê belê bi têkoşîn û berxwedan şoreşa ‘’Jin, Jiyan, Azadî’’ kilîla dema deriyê azadiyê girtiye. Niha bi vê kilîlê "pêngava niha dema jinan e" ber bi civaka komînal ve dema xwe ava dike, rêxistin dike û digihîne serketinê.
Li ser vî esasî roja 8’ê Adarê li hemû jinên têkoşer pîroz dikin û careke din jinên ku di oxira azadiya jinan de canê xwe feda kirine bi bîr tînin.