Li Şengalê çi diqewime?
Şengal di nav sînorê Iraqê de ye û hemwelatiyê Iraqê ye. Lewma divê yê herî zêde li gelê Êzidî xwedî derkeve, şert û mercên jiyanê hêsan bike, erk û berpirsyartiya xwe li beramberî Êzidiyan bicih bîne, dewleta Iraqê ye.
Şengal di nav sînorê Iraqê de ye û hemwelatiyê Iraqê ye. Lewma divê yê herî zêde li gelê Êzidî xwedî derkeve, şert û mercên jiyanê hêsan bike, erk û berpirsyartiya xwe li beramberî Êzidiyan bicih bîne, dewleta Iraqê ye.
Bi gefên Haqan Fîdan re, ji nişka ve rewş û rojev li Şengalê bi liv û tevgera leşkerî hat guhertin. Bi daxuyaniya ji gefa dagirtî ya Hakan Fîdan û serdana wezîrê karên derve û Sûdanî bû sedemê guman û fikaran. Gelo di van serdanan de çi axivîn? Çi biryar girtin? Li ser çi lihevkirin? Nayê zanîn. Lê xuya ye planeke dewleta Tirk li ser Şengalê heye. Ji bo dewleta Iraqê tevlî planê bike û gavên pratîkî pê bide avêtin di nav zext û hewldaneke cidî de ye û heta disepîne. Piştî gefên Hakan Fîdan û serdanên çêbûne, li Şengalê rêyên gundan, kolanên nava gundan, sûk, seytere û hema li her derê ji zêdehiya hejmara leşkeran mirov dibêje qey her kêlî wê operasyonên leşkerî bidin destpêkirin û dibe bidin destpêkirin jî. Carna 20, carna 30 wesayitên leşkerî li pey hev dewriye digerin. Ev geşedan û daneyên rû didin rojên berî fermanê di hişê me de zindî dike. Di pêvajoyek wiha de çima bişev mal bi mal digerin, çekên gel kom dikin? Di pêvajoyek wiha de ku hem dixwazin çekên milet kom bikin û hem jî 22 hezar DAÎŞ’iyên tevî malbatên wan anîne Iraqê, ji bo çiye? Gelo van DAÎŞ’iyên anîne Iraqê wê di bin navê artêşa Iraqê de biçek bike û dîsa rakişîne ser Êzidiyan? Vê jî di bin navê hemwelatiyê de dike, li wan xwedî derdikeve, çima heman berpirsyartiyê li beramberî Êzidiyên li kampan nake? Dewleta Iraqê çima vê ferq û cûdabûnê dixe navbera hemwelatiyên xwe? Şûna ku hesabê fermanê ji DAÎŞ’ê bixwaz e, wan darizîne, berovajî DAÎŞ’iyan diparêze û Êzidiyan bi êrîşan re rûbirû dihêle. Gelo ew roj dubare bi fermanek din zindî dikin ku hîna travma fermanê li ser jin û zarokan bibandor e. Ev nêzîkatî û helwest me Êzidiyan diêşîne. Eger planekî êrîşê hebe, em dixwazin jêveger e, erka xwe ye hemwelatiyê pêk bîne û mafê Êzidiyan qanûnî bike.
Dewleta Iraqê hîn hesabê fermanê nedaye, hîn 120 hezar mirovên Êzidî ku ji ber fermanê koçî kampan bûne û hîn di çadiran de dijîn, malbatên vegeriyane jî hîn di hewldana xwe bicih kirinê de ne, hîn aqubeta bi hezaran kesên hatine revandin nediyar e û hîn bi sedan komên veşartî, dikarin behsa çîroka bi hezaran fermanan bikin. Lê pêwîst nabînin, ji ber li ber çavê herkesî qewimî ye. Dewleta Iraqê jî di ferqa vê rastiyê de ye, ji ber Şengal di nav sînorê Iraqê de ye û hemwelatiyê komara Iraqê ye. Ji bo vê yekê pêwîste yê herî zêde li gelê Êzidî xwedî derkeve, şert û mercên jiyanê hêsan bike, erk û berpirsyartiya xwe li beramberî Êzidiyan bicih bîne dewleta Iraqê ye. Lê em dibînin siyaseta ku dimeşîne mafê hemwelatiya Êzidiyan naparêze.
11 sal di ser fermanê re derbas bûn, hîn şeva 3’yê Tebaxê ku em di nav lepên DAÎŞ’ê de hatin hiştin û hestên tenê mayî û matmayî wek bîrînek kûr nehatiye jibîrkirin. Ev ji me Êzidiyan re bû dersek mezin û me tecrube jê derxist. Me li ser van ders û tecruban xwe rêxistinkir û parastina xwe çêkir. Niha jî dewleta Iraqê hêza me ya rêxistinkirî û parastinê hedef digre. Ev tê wateya tinehesibandina hebûna Êzidiyan, derfetê bi destxistine hedef digrin. Ev rastî li gorî zagonqanûna dewleta Iraqê sûc e. Lazime dewleta Iraqê zagonqanûna xwe û hebûna Êzidiyan neke qurbana plangeriya êrîşek ser Şengalê. Hem di dîrokê de û hem di roja me de, ti carî Êzidiyan êrîşê ti kesî nekirî ye. Ruxmê dewleta Iraqê vê dizane jî çima ji xwe rêxistinkirina Êzidiyan nerehet dibe, çima hebûna Êzidiyan jixwe re xeter dibîne? Ev nêzîkatiya şaş û xelet ti feyda xwe ne ji bo dewletê û ne ji bo Êzidiyan heye. Lê eger di vê siyasetê de israr bike û êrîş bike, di warê siyasî de ji bo her du aliyan wê ti destkeftî çênebin, berovajî wê wendakirinek be.
Li gorî rewşa Şengalê ya dawî, îhtîmal heye ku dewleta Iraqê bi desteka dewleta Tirk êrîşê Şengalê bike. Li gorî guman û fikarê me wê DAÎŞ’ê bi cilên artêşa Iraqê rakişînin ser Êzidiyan. Ev xeteriyek mezin e, pêwîste her kesê xwedî wijdan û exlaqê mirovahiyê, bi taybetî jî Êzidiyek li ku dibe bila bibe divê ji bo parastina Şengalê di seferberiyê de be. Ji ber Şengal warê cih, bawerî, ol, hebûn û koka me ye. Di vê wateyê de, em Êzidiyên ji ber 74 fermanan filitîne, me hebûna xwe li çiyayê Şengalê mayîndekirî ye, parastiye û divê li beramberî xeteriyên heyî ji her demê zêdetir şiyar bin, xwedî helwest bin û li dijî derkevin. Ji bo vê yekê pêwîste Êzidî li beramberî van xeteriyan di demek kurt de yekîtî û tifaqa xwe çêkin û destkeftiyên xwe biparêzin. Em bi feraseta ku Rêber Apo dibêje; "berxwedan li van xakan veguheriye çandekê" jinûve zindî bikin. Eger nêzîkatiyek giştî bi vê feraset û helwestê pêş bikeve serketin a Şengalê ye.