Çareserî di entegrasyona demokratîk de ye

Di navbera Kurdan û Komara Tirkiyeyê de qutbûneke cidî heye, vê yekê herî baş dewlet dizane. Entegrasyona demokratîk wê vê qutbûnê ji holê rabike.

Komîsyona Piştevanî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya Millî xebatên ku ji 5’ê Tebaxê û vir ve dimeşîne, bi raporekê pêşkêşî raya giştî kiriye. Di vê raporê de têkildarî tiştên ku meclîs divê bike, hin pêşniyar hatin kirin.

Di raporê de hate diyarkirin ku pirsgirêk bi polîtîkayên ewlehiyê nayên çareserkirin, ji vî alî ve demokratîkbûn ji bo çareseriya pirsgirêkan girîng e. Ev rast e! Lê bi vê demokratîkbûnê wê kîjan pirsgirêk bên çareserkirin, nehatiye behskirin. Li gorî îdîaya di raporê de, raporek nehatiye çêkirin û lewma ji bo çareseriya pirsgirêkan pêşniyarên şênber nehatine kirin. Her çendî ku behsa hin guhertinên qanûnî hatibe kirin jî, nehatiye diyarkirin ku ev guhertin wê çi bigirin nava xwe. Bi cewherî, çawa ku navê pirsgirêka Kurd nehatiye diyarkirin, gavên ji bo çareseriya vê pirsgirêkê jî nehatine behskirin.

Pirsgirêka Kurd bi mijûlkirina di qanûnê de nayê çareserkirin. Pêdivî bi gavên welê heye ku hebûna Kurdî qebûl bike, ev hebûn xwe ji her alî ve rêxistin bike û bigihije bedena civakî û siyasî. Eger rastiyeke Kurd a li ser esasê nasname, ziman û azadiya çandî zindî bûyî çêbibe; wê entegrasyona vê ya bi Komara Tirkiyeyê re bi hêsanî çêbibe. Di navbera Kurdan û Komara Tirkiyeyê de qutbûneke cidî heye, vê yekê herî baş dewlet dizane. Entegrasyona demokratîk wê vê qutbûnê ji holê rabike. Wê demê dê yekbûna civakî ya di raporê de hatî diyarkirin jî, pêk were. Ji vî alî ve ji bo pêkhatina vê entegrasyona demokratîk, avêtina gavên pêwîst mijara esas e. Piştî raporê mijara ku divê li ser were sekinin, ev e. Yan wê ji dervey demagojiyê, kareke din neyê kirin.

Ev rapor rasterast Kurdan û hêzên demokratîk eleqeder dike. Kurd û hêzên demokratîk jî raporê rexne dikin. Nirxandin û pêşniyareke ji raporê hîn zelaltir, dihat hêvîkirin. Dema ev çênebû, nêzîkatiyeke rexneyî derket holê. Ev rexne ji bo komîsyonê ye ku raporeke li gorî berpirsyariya xwe ya dîrokî pêşkêş nekiriye. Lê belê dîsa jî piştî raporê gavên saziyên siyasetê û meclîsê yên bên avêtin, girîng in. Piştî raporê çav û guh li meclîsê ne.

Rapor li aliyekê îtîrafa pêkanîn û polîtîkayên şaş ên ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi taybetî di 10 salên dawî de şopandiye, ye. Jixwe gelek kes û derdor dibêjin ku eger desthilatdarî dest ji astengkirina kêfî berde, hinek hişt wê demildest çêbibin. Eger desthilatdariya AKP’ê dest ji astengî û helwestên xwe yên nerênî yên berê berde, helbet ev ê bibe rexnedayîneke ku şaştiyên xwe qebûl dike. Piştî vê raporê desthilatdariya AKP’ê eger tiştên hatine diyarkirin bi cih neyîne, wê desthilatdariyeke derhiqûqî çêbibe û rewatiya xwe ji dest bide. Ji vî alî divê bêyî hincet demildest biryarên DMME û Zagona Bingehîn bên bicihanîn. Eger desthilatdarî, hiqûqnas û îdare vê yekê nekin, wê sûc bikin.

Hem wê behsa demokratîkbûnê were kirin, behsa heq, hiqûq, edalet, azadiya cudahiyan û yekîtiyê were kirin, hem jî bicihanîna van wê girêdayî şert û mercan were kirin! Behsa mafên ku ji dema çêbûnê ve tên kirin. Di serî de perwerdeya bi zimanê dayikê, mafên wisa yên nayên naskirin û tên binpêkirin hene. Evane girêdayî şert û mercan kirin, wê şaştiyê mezintir bike. Di raporê de tiştên wisa şaş ên din jî hene. Jixwe evane ji aliyê hiqûqnas û gelek derdoran ve tên rexnekirin.

Kilîla vê pêvajoyê, ‘entegrasyona demokratîk’ e. Muxatabê sereke yê gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwaze gavên ji bo entegrasyona demokratîk bên avêtin. Ji şandeya DEM Partiyê ya diçe Îmraliyê, Pervîn Bûldan ji çapemeniyê re eşkere kiriye ku Abdullah Ocalan çi behsa entegrasyona demokratîk dike. Hatiye diyarkirin ku rêveberiya xweser a demokratîk a herêmî, perwerdeya bi zimanê dayikê, naskirina hebûna Kurdî, pênaseya hemwelatiyê rast kirin û li ser bingehê gelek sernavên wiha, entegrasyona demokratîk dikare pêk were. Jixwe demokratîkbûna entegrasyonê, naskirina mafên demokratîk ên bingehîn ên Kurdan îfade dike. Mîna ku hin kes berevajî dikin, behsa entegrasyoneke li ser esasê înkar, asîmîlasyon û redkirina rêveberiya xweser nayê kirin.

Entegrasyona demokratîk mîna pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk û hemdem a pirsgirêkan îfade dike. Çareseriya bi kok a pirsgirêkan jî encex wiha çêdibe. Ji vî alî ve eger alî li ser bingehê entegrasyona demokratîk biçin çareseriyekê, wê ev hemû pirsgirêkan çareser bike û hemû nakokiyan jî derbas bike.

Çavkanî: Rojnameya Yenî Yaşam