Ji stratejiya pira pêwendiyan ber bi qada hesabpirsînê ve

Heta ku Iraq nebe welatekî ewle ya ku serweriya qanûnê lê serdest e, peymanên stratejîk dê tenê li ser kaxezê bimînin. Rizgariya aborî û siyasî ya Iraqê di yekkirina biryara siyasî û dûrxistina axa xwe ji şerên wekaletê de veşartî ye.

Iraq di qonaxeke dîrokî de ye ji pira pêwendiyan ber bi qada hesabpirsînê ya şerên wekaletê ve diçe. Gava ku serweriya dewletê di bin siya mûşekên biyanî û komên çekdar de tê lawazkirin, aboriya welat ku bi temamî bi petrol û Tengava Hurmizê ve girêdayî ye rastî metirsiya hilweşîneke civakî û darayî ya mezin tê. Bêyî yekkirina biryara siyasî û ewlehiyê, her projeyeke stratejîk a aborî dê tenê li ser kaxezê bimîne.

Rewşa niha ya Iraqê nîşan dide ku welat ji stratejiya pira pêwendiyan ber bi qonaxeke metirsîdar a bi navê ‘’qada hesabpirsînê’’ ve diçe. Ev guherîn ne tenê encama şerên herêmî ye, lê bêtir girêdayî lawazbûna saziyên dewletê û dabeşbûna biryara siyasî ya navxweyî ye. Gava ku esmanê welatekî dibe korîdorek ji bo mûşek û balafirên bêmirov ên hêzên biyanî, ev yek nîşaneya herî eşkere ya têkçûna serweriya neteweyî ye. Di vê çarçoveyê de, Iraq ne mîna lîstikvanekî çalak, lê mîna erdnîgariyeke posteyî tê bikaranîn ku tê de peyamên leşkerî yên di navbera Tehran, Tel Aviv û Washingtonê de bi xwîn tên radestkirin.

NAKOKIYA DÎPLOMASIYA FERMÎ Û ÇALAKIYA ÇEKDARÎ YA NE FERMÎ

Kêşeya herî mezin a ku rûmeta dewletê dihejîne, li hev nehatina di navbera dîplomasiya fermî û çalakiya çekdarî ya nefermî de ye. Hewldanên hikûmeta navendî yên ji bo parastina hevsengiyên navdewletî, bi dijberiya hinek komên çekdar re rûbirû dibin ku biryara şer û aştiyê ji derveyî çarçoveya dewletê dibînin. Ev dualîbûn dibe sedem ku civaka navdewletî, Iraqê weke dewleteke bê îrade pênase bike. Encamên vê yekê ne tenê di warê leşkerî de ne; metirsiya tecrîda aborî, daketina nirxê dirav û kêmkirina veberhênanên biyanî, Iraqê ber bi hilweşîna civakî ve dibe.

EGERA PEVÇÛNA HÊZÊN FERMÎ BI KOMÊN ÇEKDAR RE

Ji bo ku Iraq ji vê çala stratejîk derkeve, pêdivî bi îradeyeke siyasî ya yekgirtî heye. Çareserî ne tenê bi rêyên dîplomatîk, lê bi xurtkirina şiyanên teknîkî yên wekî parastina esmanî pêkan e, da ku dewlet karibe sînorên xwe kontrol bike. Ger ev lihevkirina nîştimanî pêk neyê û Iraq bibe beşek ji şerekî ku ne daxwaza gelê wê ye, metirsiya herî mezin ew e ku nakokiyên herêmî veguherin pevçûneke navxweyî ya di navbera hêzên fermî û komên çekdar de, ku ev yek dê bibe dawiya îstîqrara nazik a ku heta niha hatibû parastin.

XELEKA GIRTÎ YA ABORIYA KIRÊDAR

Iraq di qonaxeke wisa re derbas dibe ku tê de aborî û siyaseta derve bi temamî bi hev ve hatine girêdan. Di asta aborî de, metirsiya herî mezin ne tenê şer, lê belê nadiyariya stratejîk e. Aboriya Iraqê ku zêdetirî %90 pişta xwe dide dahata petrolê, li hemberî lerizînên siyasî gelekî qels e. Her carê ku aloziyek di navbera lîstikvanên herêmî de li ser axa Iraqê diqewime, ev yek rasterast bandorê li herikîna dolar û bazara dirav dike. Ev rewş dibe sedem ku veberhênêrên navdewletî Iraqê wekî herêmeke bi rîsk bibînin. Bêyî îstîqrara ewlehiyê, Iraq nikare bibe navendeke bazirganiyê û dê her tim di xeleka girtî ya aboriya kirêdar de bimîne.

Li aliyê din, helwestên welatên cîran li beramberî vê krîzê, Iraqê dixe nav çarçoveyeke dabeşbûyî. Îran, Iraqê wekî qadeke parastina kûrahiya axa xwe ya stratejîk û sîngerek li dijî bandora Amerîkayê dibîne. Berevajî vê, welatên mîna Tirkiye û welatên Kendavê, Iraqê wekî dergehekî aborî û bazirganiyê dinirxînin. Lê belê, dema ku Iraq nebe xwediyê biryareke serwer û yekgirtî, ev berjewendiyên dijber li ser axa wê li hev diqelibin. Tirkiye ji bo neherikîna enerjiyê dilgiran e, dema ku welatên Kendavê ji ber bandora komên çekdar dudil in ku sermayeya xwe bixin nav bazara Iraqê.

SEKTORA ENERJIYÊ WEKÎ QADA NAKOKIYAN

Ev krîza piralî nîşan dide ku pirsgirêka Iraqê ne tenê leşkerî ye, lê belê krîzeke nasnameya dewletê ye. Di vê çarçoveyê de, dema ku em li peymanên stratejîk û projeyên enerjiyê yên Iraqê dinêrin, em dibînin ku ev sektor bûye qada herî sereke ya nîşandana serwerî yan jî bindestiya siyasî. Sektora enerjiyê ya Iraqê ku stûna sereke ya jiyana welat e, îro di bin zexta giran a nakokiyên navdewletî de ye. Bi taybetî peymanên gazê yên bi Îranê re û hewldanên ji bo girêdana bi tora elektrîkê ya welatên Kendavê û Urdunê re, nîşan didin ku Iraq hewl dide xwe ji girêdayîbûna yekalî rizgar bike, lê ev gav her tim bi astengiyên siyasî û ewlehiyê re rûbirû dibin. Gava ku asîmanê welat dibe qada dironên biyanî û baregehên leşkerî tên armancgirtin, baweriya kompanyayên mezin ên enerjiyê tê hejandin. Ev rewş dibe sedem ku peymanên bi mîlyaran dolarî di qonaxa amadekariyê de bimînin yan jî bi derengiyên demdirêj re rûbirû bibin.

METIRSIYA GIRTINA TENGAVA HURMIZÊ

Mijara herî girîng û hesas jî girtina Tengava Hurmizê ye ji bo Iraqê, ev ne tenê astengiyeke lojîstîkî ye, lê belê bi wateya qutkirina rehên sereke yên jiyana aborî ya welat e. Iraq nêzîkî %90 ji hinardekirina petrola xwe bi rêya vê tengavê digihîne bazarên cîhanî, lewma her aloziyek li vê deverê rasterast wekî erdhejeke aborî li seranserê Iraqê bandor dike. Rawestandina firotina petrolê dê bibe sedema qutbûna çavkaniya sereke ya pereyên hikûmetê, ku ev yek dê bandora xwe ya herî giran li ser budceya giştî û mûçeyên fermanberan bike. Bêkarîbûna dewletê di dayîna mûçeyan de dikare bibe sedema nerazîbûnên gel û aloziyên navxweyî. Banka Navendî ya Iraqê ku bi firotina petrolê dolar peyda dike, dê di dabînkirina diravê biyanî de rastî tengasiyeke mezin were. Ev dê bibe sedema daketineke bilez di nirxê dînarê Iraqî de û enflasyoneke pir bilind. Di rewşa girtina tengavê de, Iraq dibe wekî welatekî dorpêçkirî. Tevî ku Iraq xwediyê benderên deryayî ye, ew hemû ji bo gihîştina deryaya vekirî neçar in di Tengava Hurmizê re derbas bibin. Alternatîfên wekî boriyên petrolê yên ber bi Tirkiyeyê ve, ji ber pirsgirêkên siyasî û kapasîteya wan a sînorkirî, nikarin şûna vê riya deryayî bigirin.

Di encamê de, heta ku Iraq nebe welatekî ewle ya ku serweriya qanûnê lê serdest e, peymanên stratejîk dê tenê li ser kaxezê bimînin. Rizgariya aborî û siyasî ya Iraqê di yekkirina biryara siyasî û dûrxistina axa xwe ji şerên wekaletê de veşartî ye. Bêyî van gavan, welatên cîran dê di şûna hevkariyê de, zextên aborî weke amûreke siyasî li dijî Bexdayê bikar bînin û Iraq dê her tim di xeteriya hilweşîna civakî û aborî de bimîne.