Peyamên merasîma dîrokî ya li Kobanê…

Li Kobanê merasîmeke dîrokî hate lidarxistin. Despêkê Malûm Ebdî ji Eyşe efendiyê re sersaxî xwest. Ji bilî Mazlûm Ebdî Alîkarê Wezîrê Parastina Sûriyeyê Sîpan Hemo û yek ji fermandaran Mehmûd Berxwedan jî di merasîmê de amade bûn.

Ji bo 11 şervanên şehîd merasîm hate lidarxistin. Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî di merasîmê de axivî û got: ‘’Divê em hêvîdartir bin. Hevdîtinên me berdewam dikin, wê pevguherîna dîlan were kirin û em li bendê ne ku hevalên me werin berdan.’’

Mazlûm Ebdî yê ku axaftineke sade kir, bang li gel kir û got: ‘’Em ê li herêmên xwe xwe bi xwe bi rê ve bibin.’’ Mazlûm Ebdî bal kişand ser kêmasî û xetayan jî û li pêşberî deh hezaran rexnedayîna xwe kir.

Siyasetmedarên ji Bakurê Kurdistanê û Heyeta DEM Partiyê jî li Kobanê amade bûn. Dema ku amadehiyên ji bo merasîmeke layiqî Salih Muslim dihatin kirin, heyeta berbehs ji sînorê Akçakaleyê derbasî Kobanê bû.  

Kurdan li Kobanê peyameke xurt da. Leyla Zanayê dîsa pêşengtî kir, anî ziman ku Kobanê mînakeke berxwedanê ye û got: ‘’Kobanê dilê me ye.’’

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan jî peyama yekîtiyê da û ev yek anîn ziman: ‘’Kobanê çi be; Amed, Êlih, Qers jî ew in. Em yek in, bi hev re ne û em ê bi hev re xwedî li nirxên xwe yên neteweyî derkevin.’’

Ev seredan hem sersaxiyek bû hem jî balê dikşîne ser têkiliya dîrokî ya li gel Kurdên li Sûriyeyê.  Di gel ku li herêmê hevsengiya hêzan diguhere, di nîqaşên pergala nû de destkeftiyên gelê Kurd ên sedsalî ji nû ve hatin dîtin.

Rewşa gelê Kurd a li Sûriyeyê, Tirkiyeyê û li tevahiya herêmê  û peyamên yekîtiya neteweyî bûn xalên sereke yên vê seredanê. Helbet mîrasa Salih Muslim a li Sûriyeyê û herêmê ji bo gelê Kurd hiştiye di vê çarçoveyê de hate bibîranîn. Dubare hate diyarkirin ku bêyî gelê Kurd teşegirtina herêmê ne pêkan e.

Kobanê, ji bo gelê Kurd cihekî pîroz e; bes ne bajarek e di heman demê de bîrek e û mekanê berxwedan û nasnameyekê ye. Leyla Zana, Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmedê peyama ‘’Em bi hev re ne’’ dan cîhanê. Girêdayî dîrok, siyaset, jiyan û statuya gelê Kurd a pêncî salî û pêvajoya tê birêvebirin de peyamên nû hatin dayîn.

Kurd di nava şerê li Rojhilata Navîn de gavên girîng davêjin û di vê pêvajoya dîrokî de xwe bi cih dikin. Wêneya ku di merasîma Salih Muslim de hat dayîn jî, vê yekê nîşan da. Di peyamê de bandora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser Kurdan, meşa hevpar a siyasetmedarên Kurd, fermandar û şervanên Kurd ya bêsînor nîşan da. Peyama “Em yek in û di vê rêya zehmet de em bi hev re dimeşin’ dan cîhanê.

Li ser xeta Amed û Kobanê qêrîna azadiya sedsalê dihat hîskirin. Ji bo Kurdan wateya sînoran nema. Nîv sedsale behsa ‘Hebûn’, Azadî’ û ‘rizgariyê’ hat kirin. Îro, careke din li Kobanê ev rastî derket holê ku bêyî Kurdan li herêmê pergalek nû nayê avakirin. Çarenûs û mafên destûrî yên Kurdên li Şamê dijîn bi qasî mafên destûrî yên Kurdên li Enqerê dijîn, girîng in.

Bi kurtasî heta mafên Kurdan li Tirkiyeyê neyên misogerkirin, şerê li Sûriyeyê bi dawî nabe. Her wiha ji entegrasyon û peymana 29’ê Çileyê jî encamek rast dernakeve.

LI SÛRIYEYÊ HIKÛMETEKE NÛ BÊYÎ KURDAN NABE

Kurd, gelekî ku li dijî DAÎŞ’ê şer kir û li Sûriyeyê bedelên giran da, derbasî qonaxeke nû dibin. Kurd, ku bi pirsgirêkên koçberî, nasname û ziman re rû bi rû ne, niha hê bêhtir doza mafên xwe dikin. Ev ne tenê bi Sûriyeyê ve sînordar e; hem li Tirkiyeyê û hem jî li Sûriyeyê civakek Kurd heye ku mafên destûrî û hemwelatîbûna wekhev dixwaze.

Li Tirkiyeyê hevdîtinên berdewam ên li ser çareseriyê, hem Kurdên li Tirkiyeyê û hem jî yên li Sûriyeyê ji nêz ve eleqedar dikin. Tê gotin ku lezandina pêvajoyê li Tirkiyeyê piştî Cejna Remezanê û gavên ku dewlet dê bavêje dê ji bo Kurdan diyarker bin. Piştî banga 27’ê Sibatê, pêwîstiya gavên siyasî û qanûnî tê nîqaşkirin. Her çend tê destnîşankirin ku li Sûriyeyê û Tirkiyeyê pêvajoyên paralel dimeşin jî, pirsek derdikeve holê ka gelo Tirkiye dê li dijî destketiyên Kurdan derkeve an jî bi rêkeftinekê bi wan re siberoja xwe li herêmê misoger bike.

Her ku diçe zêdetir tê nîqaşkirin ku Tirkiye û Anatolyayeke bêyî Kurd wê li ser erdnigariya ku ev sed sal in li ser dijîn,  bibin perçeyekî şerî yan na.

Pêvajoya entegrasyonê ya li Sûriyeyê tê birêvebirin, wê zemîna lihevkirin û hevdîtinan yên hem aliyê siyasî hem jî yê civakî diyar dikin, pêk tîne.