Xençera Peymanan li pişta Iraqê

Tirkiye bi hinceta parastina sînor û ewlekariya welatê xwe hewl dide kûrahiya axa Iraqê heta 30-40 kîlometre bike herêmeke leşkerî ya di bin kontrola xwe de. Ev rewş metirsiyê çêdike ku herêmên wekî Şengalê ji destê Iraqê derkevin.

Dosyeya veşartî ya sedsalekê Iraq ne di şeran de, herî zêde bi îmzeyên li ser masê axa xwe wenda kir. Ji Peymana Cezayirê heta karesata Xur Ebdullah, hûrguliyên peymanên ku Iraq li ser bejayî û deryayê fetisandin.

Iraqê ku rojekê wekî dilê şaristaniyên Mezopotamyayê û xwediyê nexşeyeke bêdawî dihat dîtin, di sedsala dawî de bi peymanên li ser masê û biryarên siyasî yên bi êş, gav bi gav rûbera xwe ya stratejîk wenda kir. Ev pêvajoya ku ji serdema Padîşahiyê dest pê kir û di serdema Beesê de gihişt lûtkeyê, îro Iraq veguherandiye welatekî ku li ser derya û bejayî tê dorpêçkirin.

Dîroka nexşeya Iraqê, çîroka tawîzên sîstematîk e. Li bakurê welat, di sala 1932’an de di bin siya siyasetên Brîtanyayê de, Iraq neçar ma ku ji herêmên stratejîk ên wekî Xakurk, Sîdekan û Şemzînan vekişe. Ev herêmên çiyayî ku îro wekî sînorên Tirkiyeyê têne nasîn, ji bo ewlehiya neteweyî ya Iraqê kembera parastinê ya herî girîng bûn. Wendakirina van lûtkeyan, îro Iraqê li hemberî operasyonên leşkerî yên derveyî sînor û bi taybet yên dewleta Tirk bêparastin hiştiye.

PEYMANA CEZAYÎRÊ Û ŞETUL-EREB

Li eniya rojhilat, birîna herî kûr di sala 1975’an de hat vekirin. Bajarên wekî Mihemore û Abadan ku bi zengîniya xwe ya petrolê û binesaziya aborî dihatin naskirin, bi temamî ketin bin kontrola Îranê. Lê tawîzê herî mezin Peymana Cezayirê bû, Sedam Husên ji bo ku şoreşa li bakurê welat bifetisîne, nîvê Şetul-Ereb ku şerê jiyanî yê Iraqê yê deryayî ye, wekî diyarî pêşkêşî Îranê kir. Ev biryar, Iraq ji dergehekî azad ê deryayî bêpar kir.

KEŞTIYÊN IRAQÊ NEÇARÎ DESTÛRÊN WELATÊN CÎRAN IN

Başûrê welat jî ne di rewşeke çêtir de ye. Kuweyt ku di dîrokê de wekî qezayeke Basrayê dihat hesibandin, di sala 1923’an de bi planên kolonyal hat veqetandin û Iraq ji rûbereke mezin a peravê hat dûrxistin. Ev pêvajo di sala 2012’an de bi Peymana Xur Ebdullah gihişt asteke xeternak. Bi vê îmzeyê, Iraqê serweriya xwe ya li ser kanala herî krîtîk a deryayî wenda kir û niha keştiyên Iraqî ji bo derketina deryaya azad mîna ku di girtîgehekê de bin, neçarî destûra cîranên xwe ne.

AXA IRAQÊ PERÇE PERÇE JI DEST ÇÛ

Li herêmên biyabanê û Rojava jî, nexşe parçe bi parçe hat xêzkirin. Di serdema Beesê de, bi hinceta têkiliyên biratiyê, herêmên dewlemend bi fosfat û gazê ji Sûriyeyê re hatin hiştin. Her wiha, li herêma Ruwêşid a Enbarê beşek ji axê ket bin kontrola Urdunê. Di sala 1975’an de, li herêma Wadî El-Serhan (Newla Serhan) rûbereke pir mezin a biyabanê bi peymanên sînorî radestî Erebistana Siûdî hat kirin, ku vê yekê kûrahiya stratejîk a Iraqê ya li başûr kêm kir.

Piştî sala 2003’an, lawaziya desthilatdariya navendî û bêdengiya dîplomatîk rê li ber welatên cîran vekir ku Iraqê hîn bêtir bifetisînin. Îro Iraq ne tenê axa xwe, lê bi avakirina bendavên li ser çeman û girtina rêyên deryayî, serweriya xwe ya ser avê jî wenda dike. Ev biçûkkirina sîstematîk nîşan dide ku Iraq ji welatekî navendî, ber bi nexşeyeke ku her diçe teng dibe ve tê dehfdan.

DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK BI NAVÊ EWLEHIYÊ

Tirkiye ji sala 2014’an û vir ve bi hinceta şerê li dijî tevgera azadiyê, hebûna xwe ya li Herêma Kurdistanê û Mûsilê ji operasyonên demkî veguhart serweriyeke domdar.

Di sala 2015’an de, bi peymaneke di navbera Tirkiye û hinek aliyên herêmî de bi taybetî bi hemahengiya bi komên Sunî re, Tirkiye li warê Êzdiyan Başîqa ku 10 km. ji navenda Mûsilê dûr, baregehek li Zilîkanê ava kir. Hikûmeta navendî ya Iraqê gelek caran daxwaza derketina wan kir, lê Tirkiye bi hinceta perwerdekirina hêzên dijî DAÎŞ'ê li wir ma.

Di peymana Tîrmeha 2014’an de, di navbera Bexda û Enqereyê de peymanên nû yên ewlehiyê hatin îmzekirin, di vir de hate xuyakirin, Iraqê bi fermî destûr da ku Tirkiye li hin herêman û bi taybet baregehên wan lêne hebûna wan mayînde bibe û di gelek hereman jî Navendên Hevbeş ên Ewlehiyê ava bike, ku ev wekî radestkirina fermî ya ewlehiyê tê dîtin.

PROJEYA RÊYA GEŞEPÊDANÊ Û XETERIYÊN NÛ

Peymanên nû yên ewlehiyê û aboriyê mîna Rêya Geşepêdanê ku di navbera Bexda û Enqereyê de têne îmzekirin, ji bo paşeroja Mûsil, Kerkûk û Şengalê dibe ku bibe destpêka qonaxeke gelekî xeternak. Ger em li dîroka nexşeya Iraqê binerin, ev xalên xeternak derdikevin pêş û têne bîra mirovan.

Tirkiye bi hinceta parastina sînor û ewlekariya welatê xwe hewl dide kûrahiya axa Iraqê heta 30-40 kîlometre bike herêmeke leşkerî ya di bin kontrola xwe de. Ev rewş metirsiyê çêdike ku herêmên wekî Şengalê ji destê desthilatdariya navendî ya Iraqê derkevin û veguherin baregehên mayînde yên Tirkiyeyê. Bi vî rengî, Iraq dê serweriya xwe ya li ser lûtkeyên herî stratejîk ên çiyayî bi temamî winda bike.

Ji bo siyaseta dewleta Tirk, Mûsil û Kerkûk di çarçoveya Misakî Millî de wekî axên wendabûyî têne dîtin. Bi rêya van peymanên nû, Tirkiye ne tenê bi rêyên leşkerî, lê bi rêya aborî û nûnerên siyasî yên herêmî hinek komên Sunî û Tirkmen bandora xwe li van bajaran zêde dike. Ger Iraq di warê dîplomatîk de lawaz bimîne, ev herêm dibe ku di pêşerojê de defacto bikevin bin kontrola siyasî û aborî ya Enqereyê, ku ev tê wateya parçekirina yekbûna xaka Iraqê.

IRAQ RÊ LI BER OPERASYONÊN TIRKIYÊ VEDIKE

Şengal ji ber cihê xwe yê stratejîk ku Iraq û Sûriyeyê digihîne hev, di çavê Tirkiyeyê de xaleke krîtîk e. Peymanên ku bi Bexdayê re têne kirin, rê li ber operasyonên hewayî û bejayî yên Tirkiyeyê li Şengalê vedikin. Ev yek dibe sedem ku Şengal ji nasnameya xwe ya resen dûr bikeve û bibe qada şerê hêzên herêmî, ku di encamê de xelkê herêmê Êzidî cardan neçarî koçberiyê bibin.

Tirkiye ava Dîcle û Firatê wekî çekekê li dijî Iraqê bikar tîne da ku tawîzên siyasî bistîne. Peymanên wekî Rêya Geşepêdanê yên ku ji Faw heta Tirkiyeyê diçin Iraqê ji bo aboriya wê bi temamî bi Tirkiyeyê ve girêdidin. Ev girêdayîbûn, destê Iraqê di parastina Mûsil û Kerkûkê de qels dike ji ber ku gava aborî û av di destê aliyekî de be, parastina sînoran zehmet dibe.

Kurt û Kurmancî eger Iraq wekî peymanên borî yên wek Cezayir û Xur Ebdullah nêzî van peymanên nû yên bi dewleta Tirk re bibe, metirsî heye ku Kerkûk, Mûsil û Şengal di warê DeFacto de ji bin serweriya Bexdayê derkevin û bikevin bin bandora stratejîk a Împeratoriya nû ya nexşeyan.