Rewşa îro ya Şengalê wekî neynika lawazî, bê edaletî, nakokî û polîtîkayên durûtî yên dewleta navendî ya Iraqê derdikeve pêş. Tevî ku Iraq di qada navneteweyî de îdîaya serweriyê dike, lê di pratîkê de dagirkirina Tirkiye û Îranê ya li ser xaka Iraqê rojane li ber çavê her kesî pêk tê. Tirkiye li Başûrê Kurdistanê bi kûrahiya 100 kîlometreyî operasyonan pêk tîne û li parêzgeha Mûsilê baregehên nû yên leşkerî ava dike. Ji aliyê din ve, Îran bi rêya hêzên xwe yên milîs biryarên siyasî û leşkerî yên Bexdayê kontrol dike, dema ku DYA hewl dide careke din Suniyên Selefî li herêmê bike xwedî hêz. Li hemberî van destwerdanên derve, Bexda tenê bi daxuyaniyên lawaz bersivê dide, lê dema mijar dibe Şengal û vîna civaka Êzidî, Iraq xwe wekî hêzeke serdest û tund nîşan dide. Ev helwesta li dijî civaka herî bêparastin, nîşana lawaziya dewletê ye; dewleta ku nikaribe sînorên xwe li hemberî cîranan biparêze, serweriya xwe bi zextên li ser kêmneteweyan dixwaze îsbat bike.
IRAQ LI SER ÊZIDIYAN POLÎTÎKAYA ÎNKARÊ DIDE MEŞANDIN
Xala herî krîtîk a vê krîzê di şikestina peymana civakî de veşartî ye. Di sala 2014’an de, dema ku artêşa Iraqê û hêzên PDK’ê Şengal li hemberî êrîşên DAÎŞ’ê bêparastin hiştin û vekişiyan, Iraqê erka xwe ya bingehîn a parastina hemwelatiyan bi cih neanî. Bi vê radestkirinê re, Iraqê bi awayekî fermî û exlaqî mafê xwe yê birêvebirina Şengalê winda kir. Civaka Êzidî ya ku bi xwîn û berdêlên giran xaka xwe ji DAÎŞ’ê paqij kir, îro bi mafdarî dibêje ku dewleta ew neparastiye nikare wan birêve bibe. Bexda ji ber ku naskirina vîna Şengalê wekî qebûlkirina têkçûna xwe ya dîrokî dibîne, serî li polîtîkayên înkarê dide.
ŞENGAL WEKE QADA ŞERÊ VEKIRÎ YÊ HÊZÊN HERÊMÎ YE
Di nexşeya jeopolîtîk a Rojhilata Navîn de, Şengal weke korîdorek stratejîk a di navbera Iraq, Sûriye û Tirkiyê de tê dîtin. Ji ber vê girîngiyê, Şengal bûye qada şerê vekirî ya hêzên herêmî. Tirkiye naxwaze li wir vîneke Êzidî ya azad û xweser bibîne, Iraq jî di bin zexta Enqere û Tehranê de Şengalê weke karta bazirganiyê di polîtîkayên xwe de bi kar tîne. Mînaka herî zelal a vê yekê "Peymana 9’ê Cotmehê" ye ku di navbera Bexda û Hewlêrê de, bêyî îradeya gelê Şengalê hat îmzekirin. Ev peyman hewldanek e ku Şengalê vegerînin bin kontrola wê pergala ku berê ew radestî fermanê kiribû.
Lê belê, civaka Êzidî ya piştî fermanê, xwedî ezmûneke parastin û rêxistinkirinê ya xurt e û naxwaze vegere rewşa beriya 2014’an. Heta ku Iraq serweriya xwe ya li hemberî dewletên cîran rasteqîn neke û vîna gelê Şengalê wekî beşek ji çareseriya demokratîk nebîne, wê krîza li herêmê kûrtir bibe. Êrîşên li ser Şengalê ne tenê li dijî Êzidiyan, lê di heman demê de li dijî şansê Iraqê ya ji bo avakirina dewleteke dadperwer û demokratîk tên kirin.