Rojhilata Navîn bi gelê xwe, bi xwezaya xwe, bi şêwazê jiyana xwe, bi nasnameya xwe bi ol û baweriya xwe bi hezaran sal in xwedî siyasetek xweser e û yekpare jiya ye. Li ser vê erdnîgariyê têkiliyekî komînal û manewî di navbera gel û demokrasiyê de çêbûye. Di encama wê de bi hezaran sal in di navbera gelan de çandekî dewlemend a aştî, xwişk-biratî, wekhevî û yekîtîya hevpariya gelan avakirî ye. Bi van daneyê rûdane mîrateyek dîrokî û dewlemend mayîndekirî ye. Gelên Rojhilata Navîn di vê mîrateya dîrokî û dewlemend de rengê jiyana komînal û azad afirandî ye û konfederal jiya ye. Li Rojhilata Navîn her bihustek erd, her kulmek ax, her dilopek av bi awayekî komînal parve kirine. Bi vê re dilxweşî, dilfirehî, dostanî, şirîkatî û her wiha rengê jiyana civaka exlaqî û polîtîk weke kulîlka baxçê bihuştê bibijkive pijkivî ye.
Lê bi hatina hêzên hegomonîk ên weke Îngîlîz û Fransa bi xebatên mîsyonertiyê dest diavêjin vê mîrateya dîrokî ya dewlemend. Ji ber li vê heremê gelê herî zêde xwedî nifûs û erdnîgariya netewa kevnar Kurd û Ereb in, dixwazin ji wan sûd bigrin û hemû çavkaniya nirxê sererd û binerd bidest bixin. Ji bo vê yekê desteka pere û çekan didin êşîrên Kurd û Ereban û bi ciwanên wan artêşek xurt didin avakirin. Lê dibînin bi demê re bi desteka pere û çekan bihêz dibin û wê nikaribin ji bo berjewendiyê xwe bikar bînin, desteka xwe ji wan qut dikin û siyaseta perçekirinê dixin dewrê. Ji wê demê de tovê dijminatiyê bi siyaseta perçekirinê direşînin nava neteweyên demokratîk ên weke Kurd û Ereb. Şêwazê siyaseta perçekirinê li gorî cih û dem biguhere jî zîhniyet heman zîhniyet e. Heta li gorî berê hîn kirêttir di bin navê peymanan de mirovan dikin qurbana berjewendiyên xwe.
Ruxmê du sed sal di ser re derbas bûye jî hîna heman siyaset bi nakokiyên nijadî radikişînin hev û bi hev didin şerkirin. Ev şer dikeve bin berjewendiyê kî û kî jê zirarê dibîne? Di vir de yên şer dikin, yên tên kuştin Kurd û Ereb in. Kurd û Ereb di vî şerî de wenda dikin, zirarê dibînin û ev şer dikeve bin berjewendiyên hêzên desthilatdar. Li Rojhilata Navîn qelsbûna Kurd û Ereban dibe zemînê serweriya hêzên desthilatdar ku niha li rojava gelê Kurd û Ereb radikişînin hev û bûn sedemê ku bi hezara mirov bên kuştin, bên revandin û ji malê xwe koçber bibin. Lê em dizanin ev ne xema hêzên desthilatdar re. Ji ber yê dibin sedemê vî şerî ew in. Nimûne, di salekê de 45 hezar kes ji gelê Filistînê hatin kuştin, Xeze hate wêrankirin, di bin navê lihevhatinê de yên vegeriyane jî dikujin. Ev jî ne xema wan e, berovajî li ser masên girover rûdinin û biryara bazirganiya dagirkirinê, destwerdanê li ser navê jinûve avabûnê didin û butça vediqetînin. Lê behsa gelên ji qirkirinê filitîne nakin. Li Helebê şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li ber çavê wan di wê seqema sar û cemidî de bi êrîşên HTŞ’ê yên hovane re rûbirû hiştin. Niha jî dixwazin li şengalê heman êrîşê bikin.
Lewma şerê siyaseta perçekirî bi hemû dijwariya xwe bi şêwazê nû berdewam e. Gelo bi vê siyaseta perçekirî ve girêdayî gefên wezîrê karên derve yê Tirk Hakan Fîdan li ser Şengal nîşaneya fermanek nû ye? Piştî wezîrê karê derve yê Iraqê û çûna Sûdanî mirov dixe nava metirsiyek mezin. Di vê serdanê de li ser masê çi axivîn? Li ser çi lihevkirin? Xuya ye planek kirêt a dewleta Tirk li ser Şengalê heye û dixwaze dewleta Iraqê jî tevlî vê plana kirêt bike û gavên pratîkî bi destê wan biavêj e. Gelo heft hezar DAÎŞ’iyên girtî anîna Iraqê, perçeyekî plana kirêt a dewleta Tirk e û her wiha gelek pirsên mirov têxe ber lêpirsînê dixe hişê me Êzidiyan. Em niha li beramberî dewleta Iraqê biguman in ku dîsa wekî fermanê berpirsyartiya xwe ya li beramberî me Êzidiyan pêk neyîne. Eger li beramberî hinek taleb û xwestekên dewleta Tirk tawîzan bide, êrîşê Şengalê bike, wê şaştiyek stratejîk bike. Hîn hesabê fermanê nedaye, hîn li beramberî Êzidiyan sûcdar e. Vêca êrîşî Şengalê kirin întîxariyek siyasî ye û wê têkeve bin berjewendiyên siyaseta perçekirî û dê encamê wê li dewleta Iraqê veger e.
Dewleta Iraqê dizane hîn nîvê gel ji ber fermanê koçî derve bûne û hîn li kampan dijîn, Êzidiyên hatine revandin hîn aqubeta wan nediyar e, hîn hestiyên me di bin erdê de ne, yên vegeriyan e jî hîn bi cih nebûne. Cih û warên me hîn wêrankirî ne, em hîn bi êşa fermanê dijîn.
Wekî me li jor jî balkişand ser, xeteriyek li ser Şengalê heye, hewldana fermanek din heye, li her derê liv û tevgerek leşkerî diteyise, hejmarek zêde ji cêş û şirta li Şengalê bicih dikin. Ev liv û tevger nîşaneya êrîşek nû ye. Ji bo em pêşiya vê êrîşê bigrin, pêwîstî bi yekîtî û tifaqek nû heye. Ji ber şengal qibleta Êzidiyan e, Şengal parastin hebûn û rûmeta Êzidiyan parastin e. Ji bo vê yekê roj roja wê yekê ye ku hemû Êzidî bi Şengalê re di nav piştevaniyê de bin.