Kurd, Belûc, Ereb, Azerî, Ermenî… Gelên ku li Îranê dijîn ku bakurê wê bi Deryaya Xezerê, başûrê wê bi Deryaya Omanê û derdora wê bi çiyayên Zagros û Elbrûzê hatiye dorpêçkirin; ev sedsalek e ji bo ziman, nasname û baweriyên xwe radibin serhildanê. Gelên ku raya giştî ya cîhanê belkî di payîza 2022’yan de bi serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” nû guh daye têkoşîna wan, bi rastî herî zêde ji Şoreşa Îranê ya 1979’an û vir ve hewl didin dengê xwe li dijî nasnameya Fars û Şîî ya ku li wan tê ferzkirin bidin bihîstin; peyama “em tenê bi rengê xwe hene” didin.
Gelên ku li Îranê, yek ji welatên herî kevn ên dewlemendiya çandî ye, dijîn; şikestina herî mezin di serdema Mihemed Riza Şah Pehlewî de jiyan kir ku ev serdem di rûyê “dewleteke modern” de bû lê tê de zext, asîmîlasyon û cudaxwaziya etnîkî bi awayekî sîstematîk hatibû kirin. Ev rejîma otorîter a ku xwe dispart neteweperestiya Fars, ji sala 1941’an heta 1979’an gelên ne Fars înkar kir û bi sînordarkirina çanda neteweyî tenê bi polîtîkayên navend Farsîtî, aloziyên civakî zêde kir. Yên ku li dijî vê derketin jî rastî îşkenceyê hatin, û hatin mişext kirin û avêtin zindanan.
TUNE HATIN HESIBANDIN Û DENGÊN WAN HATE BIRÎN
Daxwazên Kurdan ên ziman, çand û nasnameyê hatin tepisandin; perwerde û weşangeriya bi Kurdî hat sekinandin. Temsîliyeta siyasî di asta herêmî û neteweyî de bi giranî hat astengkirin, xebatên siyasetmedaran hatin qedexekirin. Li dijî Kurdistanê êrîşên leşkerî hatin kirin, daxwazên xweseriya siyasî bi tundî hatin tepisandin û hin malbat ji cih û warên xwe bûn. Li gel vê, zimanên Belûcî, Erebî û Tirkiya Azerî; di dibistanan, saziyên fermî û qadên giştî de hatin qedexekirin. Parêzgeha Sîstan û Belûcistanê wekî herêma herî xizan a welat hat hiştin; veberhênanên binesaziyê bi zanebûn sînordar hatin girtin. Berxwedêrên Belûc ji aliyê artêşa Îranê û SAVAK’ê ve bi tundî hatin tepisandin. Tevgerên çekdarî yên di salên 1970’yî de bi operasyonên giran bersiv dîtin. Li Xuzistana ku bi petrolê dewlemend e, ji bo kêmkirina nifûsa Ereban, Fars li herêmê hatin bicihkirin. Mafê Ereban ê axaftinê di rêveberiyên herêmî de hat sînordarkirin, aktîvîstên wan hatin girtin.
Polîtîkayên Ayetullah Ruhullah Xumênî yê ku piştî rûxandina Şahê ku 38 salan gel înkar kir, hat ser desthilatdariyê jî ji yên Şah ne cuda bûn. Her çend di Avrêla 1979’an de “Komara Îslamî” îlan kir û piştî wê bi gotina “Yekîtiya Ummetê” tevgeriya be jî, di pratîkê de polîtîkayeke navendîparêz û li ser serdestiya Fars-Şîî dimeşand. Bi taybetî bi Şerê Îran-Iraqê yê ku di navbera salên 1980-88’an de derket re, bi danîna Şîîtiyê li navendê, baweriya gelan jî tepisand.
‘NASNAMEYA ŞÎÎ YA SERDEST’
Xumênî di 10 salên ku welat bi rêve bir de, li gel Kurdan Azerî jî dan ber armanca xwe. Weşan û perwerdeya bi Azerî sînordar kir, Farsî di dibistanan de kir mecbûrî. Tevgerên neteweperest ên Azerî bi tundî tepisandin. Lê belê ew bi xwe jî Azerî bû; lê têgihiştina "nasnameya Şîî ji nasnameya etnîkî bilindtir e" pejirand. Belûcên Sune wekî "yên ku ji Komara Îslamî re ne dilsoz in" dît; wî jî mîna Şah hewl da herêma Belûcistanê bi birçîbûnê teslîm bigire. Bi heman awayî nasnameya Ereban a li Xuzistanê red kir, mafên wan ên çandî nehatin naskirin, dest danî ser dahatên petrolê û li herêmên wan veberhênan nekir.
Piştî ku Xumênî di sala 1989’an de jiyana xwe ji dest da, li şûna wî xelefê wî Ayetullah Elî Xameney hat. Di dema lîderiya Xameney de Îran; gelek caran bi protestoyên girseyî, tevgerên civakî û tundiya dewletê hejiya. Serhildanên xwendekaran, serhildanên benzînê, protestoyên aborî û şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî" bi zextên giran ên rejîmê re rû bi rû man.
LI SER MASEYA HEVDÎTINÊ HATE QETIL KIRIN
Xameney ne tenê li hundirê welat, li derveyî welat jî êrîşên bixwîn pêkanîn. Di Tîrmeha 1989’an de li Viyanayê, dema ku serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) Dr. Ebdulrehman Qasimlo bi heyetên Îranî re li ser maseya “hevdîtina aştiyê” bû, suîkast li dijî wî hat kirin. Ev suîkast, peyama yekem a tund a serdema Xameney a li hemberî Kurdan bû. Di sala 1992’yan de jî xelefê Qasimlo, Dr. Sadiq Şerefkendî li Restorana Mykonos a Berlînê qetil kir. Bi rastî Îran dewletek e ku di 100 salên dawî de hema hema hemû lîderên Kurd bi vî rengî bi komplo û qetil kirine.
Rêveberiya Xameney a ku bi taybetî Kurd, Belûc, aktîvîstên siyasî û parêzvanên mafên mirovan wekî "dijminê dewletê" û "terorîst" pênase dike, cezayên giran heta cezayê darvekirinê pêk anîn. Ji Şah heta Xamaney, kesên ku Îran bi rêve birin, cihêrengiya etnîkî wekî gefekê dîtin û hewl dan bi tundiyê desthilatdariya xwe bidomînin.
YÊN WEKÎ GEF TÊN DÎTIN
Nexwe, gelên Îranê yên ku îro di bin siya şerê di navbera Îsraîl-DY-Îranê de, yê ku encama wî nayê zanîn de têkoşîna jiyanê didin kî ne? Îran a ku cîranê Tirkmenistan, Afganistan, Pakistan, Azerbaycan, Tirkiye û Ermenistanê ye; di hilberîna petrolê de ya nehemîn û di hilberîna gaza xwezayî de ya sêyemîn e li cîhanê. Axên berdar, rûbar û çiya dibin çavkaniya dewlemendiya xwezayî, lê bi taybetî gelên ku li herêmên sînor dijîn nikarin para xwe ji vê dewlemendiyê bigirin.
Ji hejmara 92 mîlyonî nêzî ji sedî 61 ji Farsan pêk tê; nifûsa Kurdan ji sedî 16, Azerî ji sedî 10, Ereb ji sedî 2 û Belûc jî ji sedî 2 xwedî rêje ne. Di encama qedexekirina ol û baweriyan a bi salan a rejîman de, ji sedî 90ê nifûsê wekî “Misilmanên Şîî” tê qebûlkirin. Lê belê gelên ku nehatine hesibandin, îro li herêmên cuda yên welat bi nasname û baweriyên xwe têkoşîna hebûnê didomînin.
BELÛC: GELÊ KU DU DEWLETAN PELÇIQANDIYE
Belûcên ku li parêzgeha Sîstan û Belûcistanê dijîn, li gel dewleta Pakistanê, bi zextên sîstematîk ên rejîma Îranê re jî rû bi rû ne. Li parêzgeha ku hişkesalî, bêkarî, feqîrî û bêparbûna ji xizmetên bingehîn ên jiyanê lê heye, pirsgirêkên aborî li gorî herêmên din pir girantir in. Ev jî dibe sedem ku Belûc axên xwe biterikînin û koçî derveyî parêzgehê û welatên cuda bikin. Ji aliyê din ve, Zahîdan di dema ku dibe navenda protesto û zextên giran ên dewletê, di salên dawî de bi dehan Belûc hatin girtin û darvekirin. Ji bo mînak, li gorî rapora Hengaw a sala 2025’an, rejîmê di sala dawî de 142 Belûc darve kirine. Kampanyaya Aktîvîstên Belûc (BAC) jî diyar kir ku rejîmê di navbera salên 2017-2024’an de herî kêm 621 kes darve kirine.
BERÊ TIRK, PAŞÊ FARIS
Azeriyên ku demekê di rêveberiya welat de xwedî gotin û rayedar bûn, ji gelên herî kevn ên Îranê ne. Her çend ji sedsala 11’an û vir ve nasnameya wan; di serî de bi destê xanedanên Tirk ên wekî Selçûqî, Qereqoyunî, Aqoyunî, Sefewî, Efşarî û Qacarî hatibe teşekirin jî, di serdema modern de hewl hat dayîn ku Azerî wekî "Îraniyên bi Tirkî diaxivin" an jî "Tirkên Çiya" werin qebûlkirin. Piştre bi destê Farisan nasnameya wan hat înkarkirin. Azeriyên ku niha di serî de li parêzgehên Azerbaycana Rojhilat, Azerbaycana Rojava û Erdebîlê û li herêmên wekî Zencan, Hemedan û hinekî jî li Tehranê dijîn, her gava ku mafê perwerdeya bi zimanê dayikê yê Azerî parastin, bi tawanên wekî "propagandaya li dijî dewletê" û "gefa ewlehiya neteweyî" re rû bi rû man. Li gorî daneyên Hengawê di sala 2025’an de 164 Azerî hatine darvekirin.
YÊN LI SER PERAVÊN DERYAYA XEZERÊ DIJÎN
Gîlakên ku li parêzgeha Gîlanê ya li ser peravên Deryaya Xezerê dijîn jî, ji gelên ku para xwe ji zextên sîstematîk girtine ne. Gîlakên ku tê diyarkirin nifûsa wan di navbera 3 heta 5 mîlyonan de ye; li bajarên wekî Reşt, Lahîcan, Enzelî û her wiha li Tehranê jiyana xwe didomînin. Dema ku zimanê wan ê dayikê Gîlakî di dibistanan de qedexe ye, mafên wan ên çandî jî tên sînordarkirin û hewl tê dayîn ku werin asîmîlekirin.
SIRGÛN, QIRKIRIN, ÎNKAR
Îro dema ku Ermenî tên gotin, qirkirina Ermeniyan a ku Împaratoriya Osmanî di sala 1915’an de pêkanî tê bîra piraniya mirovan. Di coxrafyaya ku nêzî mîlyonek Ermenî lê hatin qetilkirin, bi hezaran hatin girtin û sirgûnkirin de, yên ku derbasî Îranê bûn jî hebûn. Lê belê beriya Osmaniyan, di destpêka salên 1600’î de Şah Ebbas, Ermenî ji Kafkasyayê ber bi Îsfahanê ve sirgûn kirin. Ermeniyên ku nifûsa wan nêzî 120 hezar e, bêtir li bajarên wekî Tebrîz, Ûrmiye, Xoy û Selmasê dijîn. Her çend di serdema Şah Pehlewî de wekî “kêmarên olî” di destûrê de hatibin qebûlkirin jî, li gorî “hiqûqa şerîetê” ya heyî her gav di pileya duyemîn de ne. Tevî ku di dibistanên wan de bi Ermenî perwerde tê dayîn jî, mufredatê rejîm diyar dike; îbadetên wan tên sînordarkirin, çalakiyên dêrê an jî ayînên wan pir caran tên kontrolkirin.