Iraq û Başûrê Kurdistanê bi destpêkirina şerê DYE-Îsraîl û Îranê re bû yek ji qadên herî krîtîk a ku hem “hêzên wekaletê” hem jî dewlet rasterast lê ketine nava şer. Rejîma Îranê li aliyekê li Başûr bi taybetî li Hewlêr û Silêmanî kamp û baregehên partiyên Kurd bombebaran dike, li aliyê din êrîşî baregehên DYE’yê, saziyên dîplomasiyê û sahên petrolê dike. Li hemberî vê yekê DYE-Îsraîl jî Heşdî Şebî û komên din ên Şîa yên li Iraqê alîgirê Îranê, hedef digire. Êrîşên beramber, Iraqê ya ku gelek hêzên çekdar û krîzên siyasî lê hene, ber bi kaos û bêewlehiyê ve dibe.
Aliyê DYE-Îsraîl, bernameya enerjiyê ya nukleer a Îranê, tesîsên hilberandina fuzeyê, baregehên leşkerî û sîstemên parastinê hedef digire û dixwaze Tehranê ji her alî ve bêbandor bike. Tê zanîn ku bi vê re hewl didin planên mîna “Peymana Îbrahîmî” û “Jinûve avakirina Xezeyê” pêk bînin. Di vê çarçoveyê de dixwazin Hîzbûllaha alîgirê Îranê, Hûsiyan, Heşdî Şebî û komên din ên di bin bunyeya wê de tune bikin. Bi şerê ku 28’ê Sibatê destpê kir re, ji xeynî Hîzbûllaha Lubnanê komên Şîa yên li Iraqê jî hema bêje her roj tên bombebarankirin. Lê belê komên Şîa ji dervey hevkariya leşkerî ya bi Tehranê re, xwedî paşerojeke dîrokî ya bawerî û îdeolojîk e.
BAWERÎ Û HEVKARIYA ÎDEOLOJÎK
Di sedsala 7’an de Şîatî li Kufe û Kerbelayê belav bû, bi vê yekê re navbera Iraq-Îranê bingehê girêdana baweriyê hate danîn. Tirba Îmam Alî ya li Necefê û ya Îmam Huseyîn a li Kerbelayê, nuqteyên serdanê yên heciyên Îranî ne. Ayetullah Ruhullah Humeynî navbera salên 1965-1978’an li Necefê di sirgûnê de ma û dersên “Velayet-i Fakih” da, li medreseyên Xîz-Necef xwendekar hatin bicihkirin û bandora lîderê olî yê Iraqê Ayetullah Alî es-Sîstanî tora baweriyê hîn kûrtir kir.
Girêdanên siyasî yên navbera her du welatan jî, heya Şoreşa Îranê ya 1979’an baş bû. Lê belê bi hevrikiya îdeolojîk û sînorê re, girêdana wan xirab dibû û ev yek bû sedem ku navbera salên 1980-1988’an şerekî mezin biqewime. Her du aliyan jî di şer de windahiyek mezin da, her çendî ku piştî 8 salan qediyabe jî peywendî timî veguherîn rewşeke rageşî û bêbaweriyê. Mesele, Îranê di Şerê Kendavê yê 1991’an de destek neda Iraqê; rejîma Seddam Huseyîn jî Îran weke “gef” dîtibû.
Lê belê sala 2003’yan DYE’yê Iraq dagir kir, bi vê re komên girêdayî Îranê yên mîna “Konseya Bilind a Şoreşa Îslamê ya Iraq” û “Partiya Vexwendina Îslamê ya Iraq” hatin ser desthilatdariyê. Vê yekê bandora siyasî û olî ya Tehranê ya li ser Bexdayê, car din zêde kir. Ev bandor di şerê dewam dike de, bi rengekî zelal derdikeve holê. Komên milîtanên Şîa yên Iraqî ku piştgiriya xwe ji Îranê digirin, di bin sîwana “Berxwedana Îslamî ya Iraq” de li navendên leşkerî û dîplomatîk ên DYE’yê dixe.
Başe, gelo komên çekdar ên alîgirê Îranê yên li Iraqê ku di salên dawî de li herêma “Çarçoveya Berxwedanê” rola xwe diparêzin û stratejiyên xurtkirina cihê xwe ya di siyasetê Iraqê de dişopînin, kîjan in, bandora wan çiye û di şêwegirtina siyasî-civakî ya welêt de bi roleke çawa radibin?
LI DIJÎ DAÎŞ’Ê HATE AVAKIRIN, BÛ HÊZA HERÎ MEZIN
Li Iraqê koma çekdar a ku em herî zêde navê wê dibihîzin, Heşdî Şebî ye ku weke “Hêzên Seferberiyê yên Gel” jî tê zanîn. Dema ku DAÎŞ’ê sala 2014’an Mûsil bi dest xist, piştre komên çekdar ên cuda hatin ba hev û Heşdî Şebî hate avakirin. Demek kurt piştî hate avakirin lîderê olî yê Şîa Ayetullah Sîstanî fetvayek weşand; li Iraqê bang li her kesê ku bikare çek rake kir ku xaka xwe û mekanên xwe yên pîroz biparêzin. Xwest ku hemû hêzên çekdar werin ba hev. Piştî fetvayê piranî jê Şîa nêzî 67 komên çekdar ên cuda, di bin sîwana Heşdî Şebî de hatin ba hev.
Hin rêxistinên derketine pêş jî ev in: Koma Bedir, Asaib Ahl el-Hak, Seraya es-Selam, Kataib Hizbullah, Kataib Seyyid el-Şuheda, Kataib el-İmam Ali, hêzên Ebu’l-Fadl el-Abbas û Tevgera el-Nuceba.
Piştî ku DAÎŞ sala 2018’an li Iraqê hate têkbirin, hikûmeta Bexda Heşdî Şebî weke fermî nas kir û kir parçeyekî artêşa Iraqê. Serokwezîrê berê Haydar el-Îbadî meaşên ku ji budçeya navendî girêdayî Heşdî Şebî bên kirin diyar kir û nexşerêya ku nîşan dide wê yekîne çawa tevlî artêşê bên kirin, ragihand. Lê belê hin fraksiyonên di nava rêxistinê de, ji hikûmetê serbixwe biryar jî digirin. Hejmara milîsên Heşdî Şebî giştî 150-200 hezar e. Heşdî Şebî ji sala 2019’an ve bi DYE’yê re di nava nakokiyê de ye. Li aliyê din tê zanîn ku komên Şîa yên di nava Heşdî Şebî de belavî sê fikrên cuda bûne; komek piştgiriyê dide lîderê olî yê Îranê Ayetullah Alî Hamaney, komek piştgiriyê dide Ayetullah Alî Sîstanî û komek jî piştgiriyê dide lîderê Tevgera Sadr Mukteda es-Sadr.
HEVALBENDÊ ÎRANÊ YÊ HERÎ BAŞ
Hizbullaha Kataîbê ku weke ‘’baştirîn û bihêztirîn hevalbendê’’ Îranê tê dîtin, di sala 2003’yan de dema ku DYE kete Iraqê hate avakirin. Hizbullaha Kataîb a ku weke ‘’Lîwayên Partiya Xweda’’ yan jî ‘’Lîwayên Hizbillaha Iraqê’’ jî tê naskirin, bi taybetî li gel destpêkirina şerê Îsraîl û Hamasê li gel êrîşên xwe yên li dijî hêzên DYE’yê derket pêş.
Hizbullaha Kataîbê ya ku DYE’yê ew di sala 2009’an de li lîsteya ‘’rêxistinên terorî’’ zêde kir, heya sala 2020’an ji aliyê Femandarê Hêza Qudsê ya Îranê Qasim Suleymanî û welatiyê Îranê Ebu Mehdî el-Muhandis ve hate birêvebirin. Rêxistina ku leşkerên DYE’yê yên li Iraqê weke ‘’dagirkerên biyanî’’ dibîne, banga dike ku leşkerên biyanî ji welêt derkevin. Di sala 2011’an de li gel destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê li dijî komên Sunnî şer kir û a niha hê jî li Sûriyeyê çalak e.
Hin endamên Hizbullaha Kataîbê ya ku di nava Heşdî Şebiyê de jî hin tabûrên wê hene, di erkên astbilind de jî cih digirin. Tê diyarkirin ku zêdetir li Bexda û Anbarê çalak e û nêzîkî 10 hezar milîsên wê hene.
DUWAZDEMÎN LÎWAYA HEŞDÎ ŞEBIYÊ
Tevgera El-Nuceba, di sala 2013’yan de ji aliyê Akram al-Kaabî ve hate avakirin. Kaabî, beriya wê di nava Artêşa Mehdî ya Mukteda es- Sadr de û pêkhateyên Asaîb Ahl al- Heq de cih digirt. Lê belê Tevgera Nuceba ji ber nelihevkirinên di nava Asaîb Ahl al- Heq de weke fraksiyoneke cuda jê weqetiya. Tevgera Nuceba ya ku li gel Hêza Qudsê ya Muhafizên Şoreşa Îranê têkiliyên wê yên nêz hene, di navbera 3 hezar û 5 hezaran de endamên wê hene. Li herêmên Bexda, Anbar, Nînova û Selaheddînê çalak e û weke 12’emîn Lîwaya Heşdî Şebiyê xwediyê statuya fermî ye. Di Îlona 2025’an de ji aliyê DYE’yê ve li lîsteya ‘’rêxistina terorî ya biyanî’’ hate zêdekirin.
PARÊZKERÊ MEKANÊN ŞÎE YÊN LI SÛRIYEYÊ!
Kataîb Seyyid El Şuheda (Lîwayên Efendiyê Şehîdan), di sala 2013’yan de ji aliyê Abu Mustafa al-Sheibanî ve hate avakirin. Her wiha Abu Mustafa al-Sheibani yek ji damezrînerê Hizbullaha Kataîbê ye. Kataîb Seyyid El Şuheda, zêdetir di çarçoveya polîtîkaya ‘’parastina mekanên pîroz ên li Sûriyeyê’’ de tev digere. Ev koma ku sekreterê wê giştî Abu Ala al-Walaî ye, di sala 2023’yan de ji aliyê DYE’yê ve li lîsteya ‘’rêxistina terorî ya gerdûnî û taybet’’ û di sala 2025’an de jî li lîsteya ‘’rêxistina terorî ya biyanî’’ hate zêdekirin.
Tê texmînkirin ku koma di bin siya Heşdî Şebiyê de weke Lîwaya 14’emîn xwediyê statuya fermî ye, xwediyê nêzîkî 10 hezar endaman e. Li herêmên Bexda, Basra, Nînova, Selaheddîn, li herêmên sînor ên Iraq û Sûriyeyê bi taybetî jî li xeta Ebû Kemalê çalak e.
JI AVANÎBÛNA SIYASÎ BER BI RÊXISTINA ÇEKDARÎ VE
Tevgera Ensarullah el-Evfiye, di sala 20132yan de li bajarê Meysanê weke avaniyeke siyasî cara ewil bi navê ‘’Kayan al-Sadiq wa al-Ataa” (Saziya Duristî û Bexşê) hate damezrandin. Lê belê li gel avabûna Heşdî Şebî ya di sala 2014’an de weke Lîwaya 19’emîn kar û xebatên xwe bi rê ve birin. Di sala 2024’an de ji aliyê DYE’yê ve li lîsteya ‘’rêxistina terorî ya gerdûnî û taybet’’ û di sala 2025’an de jî li lîsteya ‘’rêxistina terorî ya biyanî’’ hate zêdekirin. Li herêmên weke Meysan, Bexda, Anbar û herêmên sînor ên Iraq û Sûriyeyê çalak in.
KOMA KU RÊ DIDE SIYASETA WELÊT
Seraya es-Selam (Lîwayên Aşitiyê) weke baskê çekdarî yê Tevgera Sadr a girêdayî Mukteda es-Sadrê tê qebûlkirin. Seraya es-Selam a ku di sala 2014’an de li dijî DAÎŞ’ê hate avakirin, her çend hinekî girêdayî Heşdî Şebiyê jî be piştî sala 2021’an weke avaniyeke cuda kar û xebatên xwe bi rê ve birin. Koma ku di navbera 10 û 15 hezaran de endamên wê hene, di sala 2025’an de navendên wê yên li Basra û Vasîtê ji aliyê Sadrê ve hatin girtin. Li herêmên weke Bexda, Basra, Vasît, Meysam, Necef û Samarrayê li lê van herêman nifûsa Şîa zêde ye, çalak e.
BAŞÛR, HERÊMA HERÎ LAWAZ
Rewşa Başûrê Kurdistanê jî ku gelekî ji şerî bandor dibe cudatir û lawaz e. Rejîma Îranê, partiyên Rojhilatê Kurdistanê û DYE jî komên alîkariyê didin Îranê hedef digirin. Ev rewş, hevsengiyên siyasî, aborî û ewlehiyên yên rêveberiyên PDK û KNK’ê dixe rîskê. Îran, yek ji wan welatên sereke ye ku Hêrêma Kurdistanê li gel bazirganiyê dike.
Îrana ku xwarin, berhemên çandiniyê, tekstîl û berhemên otomotîvê dişîne Herêma Kurdistanê, li herêmê di heman demê de di projeyên binesazî û xizmetguzariyê de xwediyê razemeniyên mezin e; tê diyarkirin ku zêdetirî 10 karkerên Îranî li herêmê dixebitin. Dîsa di navbera Hewlêr û Tehranê bi awayekî rêkûpêk seferên balafiran tên kirin, lihevkirinên weke herêma bazirganiya serbest a Pêncwênê tê birêvebirin. Ji ber wê yekê kûrbûna şerî bes ne gefeke li ser jiyana Kurdan e di heman demê de wê bibe sedema rageşiyên aborî û siyasî.
DESTKEFTIYÊN ŞENGALÊ DI XETEREYÊ DE NE
Rewşa şer û kaosa li Rojhilata Navîn, berê Kurdan bes nade Başûr û Rojhilat di heman demê de dide Şengalê jî. Şengala ku nêzîkî Mûsilê ye û Iraq-Başûr-Sûriyeyê bi hev ve girê dide, bala hezên herêmî li ser e. Dewleta Tirk ji bo ku Rojava û Şengalê dorpêç bike û xeta Musil û Kerkûkê bi dest bixe, Îran jî bi armanca ‘’xeleka korîdora Şîa’’ dixwaze dagir bike. Ji ber wê yekê rewşa Şengalê li gel belavtirbûna şerî xeternaktir dibe. Lê belê talûke bes bi vê yekê re sînordar nîne.
Kontrola kampên ku beriya şerî çeteyên DAÎŞ’ê û malbatên wan lê diman û girtîgehan ên li Sûriyeyê, li gel erêkirina DYE’yê ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) hate standin û ji Heyet Tahrir el-Şamê (HTŞ) re hate dewrkirin. Piştre nêzîkî heft hezar endamên çeteyan ên li van kamp û girtîgehan diman, ji Iraqê re hatin şandin û li bajarên krîtîk ên weke Nînova, Mûsil û Anbarê hatin bicihkirin.
Bi kurtasî hem hebûna DAÎŞ a ku di sala 2014’an de li dijî Êzîdiyan êrîşa komkujiyê pêk anî û hem jî şerê heyî Êzidiyên ku ji rêveberiya xweser bigirin heya xweparastinê ji nû ve rabûne ser piyan bi êrîşên nû re rû bi rû dihêlin. Hikûmeta Bexdayê, di nava vê rageşiyê de li şûna ku îradeya Êzidiyan û YBŞ, YJŞ û Hêzên Êzîdxanê nas bike berevajî wê polîtîkaya dorpêçkirina Şengalê bi rê ve dibe. Di destpêka îsal de hêzeke leşkerî ya mezin li sînorê Şengalê bi cih kir; li ser rêyên sereke, di navbera rêyên gundan de û di derbasbûna sînoran de gelek xalên kontrolê danîn. Li herêmên weke Xanesor, Sinûn û Qehtaniyê xalên kontrolê zêde bûn. Bi ser gelek gundan digire û çekên şexsî yên Êzidiyan berhev dike û hewl dide wan li hemberî êrîşeke muhtemel bêparastin bihêle.