Hevsengiyên herêmî dihejin

Tehran a ku bersivê dide operasyonên DYE û Îsraîlê, bes ne Îsraîl hin welatên Ereban ên bêalîbûna xwe îlan kirin jî hedef digire.

Êrîşên Îranê yên li ser welatên Ereban ên bi moşek û balafirên bêmirov (SIHA), Hesabên Tehranê yên stratejîk û qonaxa nû ya rageşiyên herêmî bi awayekî zelal radixistin ber çavan. Îranê li hemberî oprasyonên berfireh ên DYE û Îsraîlê yên di 28’ê Sibatê de dane destpêkirin, bes ne Îsraîl di serî de welatên Kendavê dewletên Ereban ên bêalîbûna xwe îlan kirin yan jî bi awayekî rasterast beşdarî şer nebûn jî hedef girtin.

ŞERÊ PSÎKOLOJÎK Û LÊGERÎNÊN PÊXÎMKERIYÊ

Tehran, ev demeke dirêj e bandora xwe ya  li herêmê ji Bexdayê heya Beyrûtê, ji Şamê  heya Sanayê li ser hêzên wekîl û korîdorên bejahî ava dike. Lê belê bi taybetî jî piştî êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê û lawazbûna bandora wê ya piştî pêvajoya Esat, Îranê li ser vê xetê qada xwe ya bandora wê lê hebû teng kir. Ev rewş bes ne windakirina bandora herêmî ye di heman demê de tê wateya lêpirsîna kapasîteya pêxîmkeriya leşkerî jî.

Rêveberiya Îranê êrîşên berbehs weke ‘’parastina rewa ya li hemberî baregehên DYE’yê û hebûna leşkerî’’ pênase dike û pispor jî balê dikşînin ser aliyên vê yekê yên psîkolojîk û stratejîk. Tê zanîn ku Îranê bandora xwe ya herêmî li ser tora hêzên wekîl û korîdorên lojîstîk ava kiriye.  Lê belê kêmbûna bandora wê ya li Sûriyeyê û berdewamkirina operasyonên hewayî yên Îsraîlê, Îran neçar kir ku ji nû ve pêxîmkeriya xwe nîşan bide Tê gotin ku hin xakên Ereban ên beriya niha weke ‘’qada ewle ya derbasbûnê’’ dihtin dîtin,  ji bo peyamdayînê hatine bikaranîn.

Li gorî pisporan Îran bi dîlemayeke stratejîk re rû bi rû ye: Yan wê bi awayekî pratîkî qebûl bike ku hegemonyaya wê ya herêmî lawaz bûye yan jî wê ‘’arenayeke’’ alternatîf peyda bike, projeksiyona hêzê bike û hewl bide ji nû ve pêxîmkeriya xwe ava bike. Girêdayî vê yekê êrîşên li ser welatên Ereban, ji hesabpirsîna ji van welatan ya bi awayekî rasterast wêdetir weke peyameke ji bo aktorên herêmî û gerdûnî ne.

PEYAMA JI RAYA GIŞTÎ YA NAVXWEYÎ RE

Tê gotin ku aliyekî din ê êrîşan têkildarî raya giştî ya navxweyî ye. Îran, di salên dawîn de bi pirsgirêkên aborî û nearamiyên civakî re rû bi rû ye.  Krîzên derve yên di pergalên siyasî yên girtî de  û pêngavên leşkerî,  weke amûrên beralîkirina balê ya li ser gefên derve tên dîtin.  Êrîş li ser çapemeniya Îranê di çarçoveya ‘’parastina serweriyê’’ û ‘’bergiriya li hemberî planên DYE û Îsraîlê’’ de pêşkêş dike ku ev yek jî nîşan dide ku ev gotin hem di polîtîkaya navxweyî de hem jî di ya derve de weke amûreke fonksiyonê tê bikaranîn.

BERJEWENDÎ Û PÊŞANÎ

Tê diyarkirin ku welatên ku ji aliyê Tehranê ve tên hedefgirtin, xwediyên binesaziyên nirxên bilind ên  operasyonel, qadên hewayî û rêyên derbasbûna behrî ne. Tê îfadekirin ku êrîşên li ser van qadan, peyama ‘’ger dorpêç teng bibe wê qada bandorê zêde bibe’’ dide DYE û Îsraîlê. Di heman demê de ev pêngav tên wateya ku di dema krîzê de bêalîbûn zêde  bi kêrî parastinê nayên û bi bi awayekî nerasterast hişyariyekê dide paytextên Ereban.

HEVSENGIYÊN HERÊMÎ JI NÛ VE TÊN NÎQAŞKIRIN

Tê diyarkirin ku êrîşan hevsengiyên ewlehiyê yên herêmî hejandine.  Li gorî nirxandina akademisyenê Îranîzan Dr. Nebil el-Atum a ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re, van geşedanan nêzîkatiya ‘’bêalîbûna ewle’’ xistiye zorê.  Welatên Kendavê û hin dewletên herêmê, cara ewil ji gefeke teorîk wêdetir bûn hedefa pratîkî. Tê îfadekirin ku ev rewş wê rê li ber kûrbûna koordînasyona leşkerî ya bi Rojava re û bikaranîna baregehan ya awayekî berfirehtir.

Akademîsyen û pisporê têkiliyên navneteweyî yê Urdunî Dr. el-Faris el-Helelme ji ANF’ê re axivî û destnîşan kir ku geşedanên berbehs wê rê li ber jinûvenîqaşkirina mîmariya ewlehiya herêmî veke.

Dr. el-Faris el-Helelme got: ‘’normalbûna Siûdî û Îranê ya Çînê navbeynkariya wê kir, di ceribandina krîzê ya cidî de li ser piyan nesekinî.’’ Dr. el-Faris diyar kir ku vê rewşê nîşan da ku lihevkirinên  normalbûnê yên di baweriyên avanî de bêyî guherînên şenber ên tevgerên Îranê  ji belgeyên dîplomatîk ên ku di dema krîzê de bi awayekî lez têk diçin wêdetir ne tiştekî din in.

Weke encam êrîşên Îranê yên li ser welatên Ereban, ji helwesteke awarte wêdetir weke xwenîşandana helwesta ku ev demeke dirêj e di piştperdeyê de kar dike tê nirxandin. Li gorî vê nêzîkatiyê Tehran, di navbera dostên bêdeng dimîne û dijminê tev digere de cudahiyeke diyar nake; her du aliyan jî hêmaneke lîstika stratejîk a mezin dibîne û wan weke hevkarên wekhev ên bi rastî jî rêzê li tercîhên serweriyê bigire, nabîne.