Gelên xwişk-bira û hevbext

Tevî ku li gel biryara kongreyê PKK’ê dawî li têkoşîna çekdarî anî jî gotinên eletewş ên weke ‘’Bila PKK çekan xwe deyne, belav bibe û biçe mala xwe’’ tên gotin. Ev, îfadeya rojane ya israra înkarkirina hebûna gelê Kurd e.

‘’Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Millî’’ ya ji aliyê Meclîsê ve hate avakirin, piştî xebata 6 mehan dawiyê rapora dihat payîn, weşand. A niha bi awayekî zêde rapora berbehs tê nîqaşkirin. Li ser raporê gotar tên nivîsandin, daxuyanî tên dayîn û panel tên lidarxistin. Tê fêmkirin ku nîqaşên heyî wê heya demeke din berdewam bikin.

Dema ku mirov li tevahiya raporê dinêre, tê dîtin ku gelekî baş hatiye sererastkirin. Tirkiya wê gelekî durist e û baş tê fêmkirin. A rastî têde gelek agahî jî hene.  Hema bibêjin weke lastîkê jî elastîk e. Yanî mirov bu ku ve bikşîne wê ber bi wî aliyî ve biçe. Di vê rewşê de,ya mayî ji kesên ku wê li ser raporê bixebitin re dimîne. Girêdayî raporê hin kes dikarin gelê Kurd înkar jî bike û dikarin çareseriya siyasî ya demokratîk a pirsgirêka Kurd jî pêş bixin.

Li gorî rapora ku Komîsyonê pêşkêşî Meclîs û gel kiriye, li Tirkiyeyê weke ku di 50 salên dawiyê de li ser navê PKK’ê di sedsala dawîn de tim ‘’Teror’’ hebûye. Yanî li Tirkiyeyê tim şer û pevçûneke navxweyî hebûye. Ev yek bûye sedem ku Tirkiye gelek tiştan winda bike û berê Tirkiyeyê daye nava krîzan. Dema ku mirov raporê dixwîne, vê yekê baş fêm dike. Helbet terora ku tê diyarkirin, tim ya gelê Kurd û PKK’ê ye. Lê belê ji ber ku nabe teror û şer û pevçûn yekalî nabin, derdikeve holê ku dewlet jî ev sed sal in di nava teror û şer û pevçûnan de ye.

Agahiya  ecêb û girîng ya di raporê de cih digire ev e: Ji 15’ê Tebaxa 1984’an heya niha dewletê her sal ji bo şer û pevçûnên berbehs di navbera 140 û 240 milyar dolarî de pere xerc kiriye. Nivîskarê raporê ev hejmar gelekî dîtine ku di dawiyê de dibêje ku ‘her sal 100 milyar dolar tê xerckirin.’ Helbet tu egereke vê daxistinê tune ye û ji ber vê yekê divê hejmarên di destpêkê de hatine dayîn weke yên rast werin qebûlkirin. Ji ber wê jî tê dîtin ku di nava şerê 41 salan ê li gel PKK’ê yê ji sala 1984’an û şûnde jî dewleta Tirk di navbera 6 û 10 trilyon dolarî de pere xerc kiriye. Ev weke îtîrafekê ji aliyê Komîsyona Meclîsê ve bi awayekî zelal hatine diyarkirin.

A niha em van her du tiştan dubare îfade bikin. Dewleta Komara Tirkiyeyê di tevahiya sedsala dawîn de tim û tim di nava şerekî ‘’Terorê’’ de ye. Di 41 salên dawîn de ji bo vîşerî di navbera 6 û 10 trilyon dolarî de pere xerc kiriye. Rapora berbehs vî pereyê ku hatiye xerckirin jî gelekî giran dibîne. Ji ber vê yekê jî ji ‘’Terora’’ ku rê li bervê yekê vekiriye jî lanetan dibarîne.  Yanî encaman wisa bi awayekî ecêb radixe ber çavan lê belê ji ber çi be bi tu awayî sedemên ku rê li ber vê yekê vekirine napirse yan jî lêkolîn nake. Bi şêwazeke hêsan sûcî dike yê terorê û hewl dide xwe jê dûr bixe.

Baş e be sedem yan jî sedemên ku ev sed sal in Tirkiyeyê di nava şerî de digire û di 41 salên dawîn de bi Tirkiyeyê di navbera 6 û 10 tirilyon dolarî de pere dane xerckirin, çi ne? Rapor, bi awayekî eşkere vê pirsê napirse lê belê di naveroka xwe de terorê weke sedem nîşan dide. Halbûkî teror encamek e, ne sedem e. Her wiha ne yekalî ye jî û ger kesekî li dijî dewletê serî li terorê dabe her hal dewlet jî li cih xwe nesekiniye û wê jî gelekî serî li terorê daye. Rapor hem terora dewletê vedişêre hem jî sedema rê li ber vê yekê vekiriye. Ji ber wê yekê bi tu awayî rexnedayîna xwe nake û bi israr rûbirûbûna paşerojê nake.

Ji ber vê yekê ye ku weke mînak bi tu awayî qala ‘’Pirsgirêka Kurd’’ nake. ‘’Înkarkirina Kurdan’’ ku bûye sedema pirsgirêka berbehs bi temamî vedişêre. Weke ku gelê Kurd aciz bûye, tevahiya sedsalê çek hilgirtiye û serî li tundiyê daye! A rastî tundiya ku jêre dibêje teror jî bi awayekî eşkere bilêv nake ku gelê Kurd kiriye jî û li gel dayîna navê rêxistinên weke PKK’ê di rastiyê de navê gelê Kurd dide. Weke me beriya niha jî anî ziman ku bi rastî jî rapora berbehs bi hosteyî û qurnazî hatiye amadekirin.

Halbûkî Kurdan di 900 salên dîroka hevpar a hezar salî de li hemberî Tirkan tişetekî xirab nekiriye, berevajî wê tim alîkarî daye û piştevanî kiriye. Rapora berbehs jî vê dîrokê bi kurtasî tîne ziman. Lê belê dibêje ku di sedsala dawîn de teror hatiye sepandin û têkildarî sedema vê yekê zêde tiştekî nabêje. Car caran qala deq û dolabên hêzên derve dike. Di vê xalê de jî her ji ber çi be gelê Kurd dibe muxatabê deq û dolabên hêzên derve û Tirkên ku her roj bi dewletên cîhanê re di nava têkiliyê de ye bi tu awayî bi tiştekî bi vî reng re rû bi rû namîne!...

Em bi kurtasî hinekî qala pêvajoya ji sed salî zêdetir ya raporê behsa wê nekiriye, bikin. Weke tê zanîn, Misaki Millî ya di pêşengtiya M. Kemal de weke welat pênaseya ‘’xakên ku Kurd û Tirk li ser dijîn’’ kiriye.  Kongreyên Sêwas û Erziromê ku Misaki Milliyê pêk tînin, dibin ew cîvîn ku piraniya Kurdan beşdar bûne. Di avabûna TBMM’ê ya di 23’yê Nîsana 1920’an de vedibe û xebatên wê yên salên destpêkê de parlamenterên herî çalak dîsa yên Kurdistanê ne. Li dijî dagirkeriya Fransa û Îngilistanê  şerê herî mezin dîsa ji aliyê Kurdan ve tê birêvebirin. Li hemberî dagirkeriya Yewnanan Diyab Axayê Parlamenterê Dêrsimê dibe sedem ku Meclîs li Enqereyê bimîne û li ber xwe bide. Di vê pêvajoyê de Mûstafa Kemal çend caran qala gelê Kurd û ‘dayîna xweseriyê’ dike.

Ger em bala xwe bidinê, di navbera salên 1919-1924’an de mijareke weke serî rakirina Kurdan a li hemberî Tirkan û sepandina terorê tune ye.  Baş e terora ku rapora Komîsyonê gelek caran bilêv dike, kengî dest pê dike? Gelek baş tê zanîn ku ji sala 1925’an û pê ve dest pê dike. Baş e çima wisa dibe? Eşkere ye ku Qanûna Bingehîn a duyemîn a di sala 1924’an de tê amadekirin, Kurdan înkar dike û rê li ber dewletê vedike ku êrîşî gelê Kurd bike. Berxwedanên Kurdan ên weke terorê tên binavkirin, aha li hemberî van êrîşên înkar û tunekirinê ji bo parastinê pêş dikevin.  Ji sala 1924’an û pê ve înkarkirina gelê Kurd ya ji aliyê dewletê ve, Tirkiyeyê di nava şer û pevçûnên sedsalî de digire.

Wê demê divê çi were kirin? Eşkere ye ku helbet divê terora sedsalî ya weke encam rû daye, were şermezarkirin lê belê li gel wê jî zîhniyet û siyaseta dewleta ku hebûna gelê Kurd înkar dike û rê li ber terorê vekiriye, werin şermezarkirin û werin guhertin. Yanî divê were qebûlkirin ku Kurd gelekî cuda ye. Helbet girêdayî vê yekê jî divê mafên gelê Kurd ên neteweyî û demokratîk jî werin naskirin.

Di rastiyê de rapora Komîsyonê qebûl dike ku Kurd gelekî cuda ye. Wiha dibêje; ‘’Kurd û Tirk… gelên xwişk-bira ne.’’ Di vê hevokê de bi awayekî zelal qebûl dike ku Kurd gelekî cuda ye. L belê weke me li jorê jî anî ziman wisa bi hosteyî hatiye nivîsandin ku hem bi vî awayî hebûna gelê Kurd îfade dike hem jî di plana giştî de vê yekê bi hosteyî vedişêre û înkarkirina gelê Kurd didomîne.

Bêguman divê êdî hemû qurnazî jî ji holê rabin. Madem gelekî Kurd heye, heya niha weke ku sed sal in tê kirin, nayê înkarkirin wê demê divê mafên vî gelî yên çandî û demokratîk jî werin qebûlkirin. Li gorî vê yekê divê di raporê de bi awayekî baş tiştên ku divê werin kirin, cih bigirin. Divê perwerdeya bi zimanê Kurdî were kirin, hemû astengiyên li pêşiya pêşxistina çand û zimanê Kurdî werin rakirin û pêşî were vekirin ku bi awayekî azad pêş bikeve.

Dema ku em lê dinêrin di rapora Komîsyonê de têkildarî van yekan tu tişt tune ye. Dîsa di sepana pratîkî de tu guherîn tune ne. Ev jî dibe hewla domandina înkara sedsalî ya bi awayekî veşartî. Ji bo vê yekê bûyerên di paşerojê de ji aliyê gelek derdoran ve dubare tên rojevê. Tevî ku li gel biryara kongreyê PKK’ê dawî li têkoşîna çekdarî anî jî gotinên eletewş ên weke ‘’Bila PKK çekan xwe deyne, belav bibe û biçe mala xwe’’ tên gotin. Ev, îfadeya rojane ya israra înkarkirina hebûna gelê Kurd e. Diyar e ku gelê Kurd êdî hişyar û zanedar e.  Xapandin û çewisandina wan êdî ne pêkan e. Bila êdî hemû kes hişê xwe bîne serê xwe û  tu kes rê li ber windakirina wextî ya berhewa veneke!

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka