Tê diyarkirin ku tevî hevdîtinên li Sûriyeyê tên kirin jî di mijara pevguherîna dîlan de pêşketineke şênber çênebûye. Çavkaniyên QSD’ê diyar dikin ku yek ji xala lihevkirina 29’ê Çileyê ya ‘’Serbestberdana şervan û welatiyên sivîl ên di navbera Şam û QSD’ê de tên ragirtin’’ nayê bicihanîn.
Tê ragihandin ku ji êrîşên li ser Helebê heya niha weke di serdemên berê yên şer û pevçûnan de xala serbestberdana dîlan nayê bicihanîn. Tê diyarkirin ku 59 kesên ku du rojan beriya niha Hikûmeta Veguhêz a Şamê ew serbest berdane, ne şervanên QSD’ê ne, sivîlên ji bajarên cuda ên Sûriyeyê hatine girtin û kesên ku beriya niha ji QSD’ê veqetiyane.
AQÛBETA DÎLÊN HELEBÊ NAYÊ ZANÎN
Têkildarî aqûbeta bi sedan welatiyên sivîl ên di êrîşên li ser Helebê yên 6’ê Çileyê de dîl hatine girtin hê jî agahiyeke zelal tune ye. QSD, neavêtina pêngaveke fermî ya têkildarî aqûbeta van kesên berbehs weke binpêkirina lihevkirinê ya bi awayekî eşkere dinirxîne.
REWŞA LI QADÊ TABLOYEKE CUDA NÎŞAN DIDE
Tevî daxuyaniyên têkildarî entegrasyona di xeta Şamû Rojava de ‘’derbasî qonaxa duyemîn bûye’’ jî geşedanên li qadê ne weke van gotinan e. Temasên di meha dawîn de hatine kirin têkildarî mijarên ewlehiyê ne û ev yek rê li ber xuyakirina çorçoveya giştî ya entegrasyonê digire.
Serenavên sereke yên li qadê ev in:
-Li bajaran bicihkirina yekîneyên ewlehiyê
-Vekirina rêya di navbera Hesekê û Reqayê
-Domandina dorpêça li derdora Kobanê
Nelihevkirina li ser van xalan nîşan dide ku di sepandina lihevkirinê de derengketin heye û di navbera aliyan de taktîkên gîrokirinê berdewam dikin.
DORPÊÇA LI SER KOBANÊ Û KRÎZA MIROVÎ
Tê îfadekirin ku li bejahiyên Kobanê û hin gundan hê jî herêmên di bin dagirkeriyê de ne hene û komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk hê jî bi temamî venekişiyane. Nevebûna rêya M5’ê û dorpêça ku ev 45 roj in berdewam dike, li herêmê rê li ber krîzeke mirovî ya mezin vekirine. Çavkaniyên herêmî diyar dikin ku xwegihandina xwarin û xizmeta tenduristiyê hatiye astengkirin û rewş her ku diçe girantir dibe.
BANDORA AKTORÊN DERVE
Tê ragihandin ku hevdîtinên têkildarî entegrasyonê yên di navbera Şam û Rojava de, di bin siya avaniya siyasî ya giştî ya Sûriyeyê û bandora aktorên derve de pêş dikevin. Ji ber pozîsyona Hikûmeta Veguhêz a Şamê û destwerdanên aktorên herêmî, avakirina hikûmeta Sûriyeyê ya berfireh û avakirina pergala parlamentoya piranîparêz ji aliyê pisporan ve weke pêvajoyeke demdirêj û zehmet tê nirxandin.
Avaniya Sûriyeyê ya pirçandî û piretnîsîteyî di mijarên avakirina hikûmeteke nû û pergala parlamenter de zehmetiyên zêde derdixin. Tê îfadekirin ku ji ber vê yekê pêvajoya entegrasyonê bes bi hevdîtinên di navbera xeta Şam û Rojava de bi encam nabin û dînamîkên siyasî û civakî yên li seranserê welêt jî wê diyarker bin.
DU VEBIJARKÊN MUHTEMEL ÊN LI PÊŞIYA ŞAMÊ
Tê nirxandin ku li gorî geşedanên li qadê rêveberiya Şamê bi du vebijarkên sereke re rû bi rû ye:
-Bicihanîna xalên lihevkirina 29’ê Çileyê û şênberkirina pêvajoya li gel QSD’ê tê birêvebirin,
-Yan jî ji Hikûmeta Veguhêz a Şamê ya ku Ahmed el-Şara dixwaze kontrol bike serbixwe, arestebûna ber bi tabloyeke siyasî ya perçetir û piraktorî.
Pispor diyar dikin ku di şert û mercên ku bandora aktorên derve berdewam dike de tercîha Şamê wê bi awayekî rasterast mîmariya siyasî ya Şamê ya di pêşerojê de diyar bike.