Navbera DYE-Îsraîl û Îranê şer didome, li ser sînorê Iraq-Sûriyeyê jî rageşî car din zêde dibe. Artêşa Iraqê di serî de herêmên mîna Ebu Kemal û Kaîm ji nuqteyên krîtîk ên sînor vekişiya, ev yek li herêmê weke nîşaneya amadekariya şer tê nirxandin. Êrîşên hewayî yên DYE’yê yên ku rojên dawî Heşdî Şebî hedef digire, weke hemleyeke ji bo lewazkirina bandora Îranê ya li ser xeta sînor tê şîrovekirin. Her wiha tê diyarkirin ku ji ber nêzîkbûna Ebu Kemal û Kaîm, şerê muhtemel ê navbera Heşdî Şebî û HTŞ’ê li her du aliyên sînor jî dibe hevsengiyan biguherîne.
Navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Şamê, 29’ê Çileyê peyman hate îmzekirin, piştî peymanê lêgerîna hevsengiya nû ya li sahê bal dikêşe. Hevdîtinên di çarçoveya ewlehiyê de tên kirin, bi rengekî demkî atmosfera li Sûriyeyê nerm dike, lê belê agahiyên nû tên ku dibe li saha Iraqê veguhere zemînekî şer ê nû. Ji xeynî vê tê îfadekirin ku dînamîkên ku QSD-Şamê car din ber bi şer ve bibin, hîna xurt in. Tê destnîşankirin ku hêmana diyarker a esas a li herêmê jî, bandora berfirehbûna rageşiya Îran û Îsraîlê ye. Li gorî analîstan, li herêmê deriyê şerekî nû yê di çarçoveya Şîa-Sunnî de vebûye.
SENARYOYA LUBNANÊ YA HTŞ’Ê
Çavkaniyên li sahê radigihînin ku têkildarî zêdebûna rageşiya li xeta Sûriye-Lubnanê, senaryoyên nû tên nîqaşkirin. Li gorî çavkaniyan, komên çete yên di bin bunyeya HTŞ’ê de planên bi cih bûna li dijî Hîzbûllaha Lubnanê dikin.
QSD jî weke sereke ewlehiya herêmên Kurd diparêze, dixwaze bibîne ku peymana bi Şamê re hatî îmzekirin li sahê bikeve meriyetê. Her çendî ku vegera Efrîniyan û Endamê Fermandariya Giştî ya QSD’ê Sîpan Hemo weke Alîkarê Wezîrê Parastinê diyarkirin weke nîşaneya “niyeta baş” were nirxandin jî, tabloya li sahê têra xwe tevlîhev e. Çavkanî diyar dikin ku têkildarî pevguhertina dîlgirtiyan aliyan li ser lîsteyan li hev kiriye û tê diyarkirin ku beriya Newrozê her du alî wê dîlgirtiyan berdin.
JI BO HÊZÊN SENADID PÊŞNIYARA ŞER
Liv û tevgera li herêmê didome, li gorî agahiyên me bi dest xistine pêşniyar li hêzên Senadid hate kirin ku tevlî operasyona li dijî Heşdî Şebî bibin; hêzên Senadid bi rengekî germ nêzî pêşniyarê nebû. Tê diyarkirin ku ev pêşniyar armanc dike li xeta sînor car din şêwe bide kontrolê. Hat ragihandin ku ji bo ekîba lîderê HTŞ’ê Colani (Ahmed el-Şera) peyamek hate ragihandin û wiha hate gotin, “Hêza me nîne, em nikarin bi Heşdî Şebî re şer bikin.” Tevî vê yekê jî tê ragihandin ku li xeta Ebu Kemal, Dêrazor, Til Koçer, Kaîm û Qamişloyê amadekariyên şerekî muhtemel tê hîskirin.
ŞERÊN HÊZÊ YÊN NÛ
Li aliyê din, vekişîna artêşa Iraqê ya ji sînor û êrîşên DYE’yê yên li ser Heşdî Şebî, li herêmê zemînê şerekî hêzê yê nû çêdike. Agahî tên ku ekîba Colanî û HTŞ di rojên dawî de li gelek bajarên Sûriyeyê civînan lidar dixin.
LÊGERÎNA COLANÎ YA HIKÛMETÊ Û NEDIYARÎ
Hewldana Colanî ya avakirina hikûmetê jî di nava nediyariyek cidî de ye. Tasfiyeya ekîba Colanî kete rojevê, ev yek nîşan dide ku ev pêvajo ji aliyê aktorên herêmî û navneteweyî ve tê şopandin.
Tê diyarkirin ku ji xeynî van geşedanan DAÎŞ li herêmên Reqa, Dêrazor, Şihêl û Dibanê bangên rêxistinbûna jinûve dike, bi taybetî li Reqayê hucreyên vekirî tenê du bijartekan pêşkêşî gel dikin û fealiyet dimeşînin. Bijartek jî wiha ne: Yan tevlî DAÎŞ’ê bibe, yan jî herêmê biterikîne.
JI BO SIBEROJÊ SÊ FAKTORÊN KRÎTÎK
Çavkaniyên li sahê bal dikişînin ser sê faktorên esas ên ku dê siberoja Sûriyeyê diyar bike:
* Bê kêmahî bicihanîna peymana QSD-Şamê. Li sahê bicihanîna Peymana 29’ê Çileyê û domandina wê, li Sûriyeyê dibe ku îhtimala çareseriya siyasî xurt bike.
* Senaryoya ku HTŞ li Lubnanê li dijî Hîzbûllahê were bikaranîn û li xeta Iraq-Sûriyeyê şerê HTŞ-Heşdî Şebî, îşareta wê yekê dide ku şerekî herêmî li ber derî ye.
* DAÎŞ li navenda Iraq-Sûriyeyê ket nava hewldana rêxistinbûneke nû, ev yek fikarê çêdike ku car din weke hêzêke qirker li sahê bikeve nava liv û tevgerê.