Her çend hevdîtinên di navbera rêveberiya Şamê û Rojava de weke ku bi awayekî erênî pêş dikevin, xuya bikin jî kiryarên li qadê rewş berovajî wê ne. Hevsengiya hêzên dîtir, bi taybetî jî li gel destwerdanên Tirkiyeyê û nîqaşên têkildarî vekişîna DYE’yê rewş tevlievtir bûye. Çavkaniyên li qadê diyar dikin ku pêvajoya ku di bin navê ‘’entegrasyonê’’ de tê birêvekirin, bi kiryarî sekiniye.
ZEXTÊN TIRKIYEYÊ PÊVAJOYÊ DIXITÎMÎNE
Tê îfadekirin ku astengiya herî mezin a xeta Rojava-Şamê ji ber zexta leşkerî û îstixbaratî ya Tirkiyeyê rû dide. Her wiha tê gotin, Ziad El Ayeş ê ku ji bo şopandina bicihanîna peymana navbera QSD û Hikumeta Demkî ya Şamê hate wezîfedarkirin leşkerekî selefî ye ku ji aliyê MÎT'ê ve hatiye perwerdekirin û di rêxistiniya şaneyan de di asta yekemîn de rol lîstiye. HTe gotin, Daîreya Ewlekariya Taybet a Navendî ya li Şamê jî di pratîkê de girêdayî El Ayeş dixebite, bi taybetî personelên têne hilbijartin ji kadroyên selefî pêk tên.
Çavkaniyên xwecihî diyar dikin ku Enqere hem bi rêyên siyasî hem jî leşkerî timî rê li ber Şamê dixe û ji ber vê yekê xalên krîtîk ên peymanê bi cih nayên anîn.
Di atmosfereke bi vî rengî de endamên fermandariya QSD'ê 22'ê Sibateê roja Yekşemê bi Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê re li Şamê hin hevdîtin kir. Mijarên avakirina tûgayên hevpar û pozîsyona Alîkariya Wezareta Parastinê hate nirxandin, lê belê hîn nediyar e bê wezîfe ji kê re bê dayin.
DORPÊÇA LI SER KOBANÊ
Dorpêça li ser Kobanê ku meheke dewam dike, yek ji xalên herî hesas ên navbera aliyan e. Rêxistiniyên çekdar ên ser bi dewleta Tirk ku bi talan, fîdye û revandinê têne naskirin di dorpêçê de xwedî roleke çalak in.
Çavkaniyên li qadê diyar kirin ku hêzên Şamê vê dorpêçê di pratîkê de dewam dikin û bi planên dewleta Tirk tevdigerin. Ev rewş radixe pêş çavan ku li pişt perdeya pêvajoya bi navê 'entegrasyonê' tê meşandin, Enqere roleke diyarker dilîze.
DAÎŞ JI VALAHIYÊ SÛDÊ WERDIGIRE
Bi kûrbûna siyasî re DAÎŞ bi taybetî li ser Dêrazorê xwe jinûve bi rêxistin dike. Rêxistinê rojên dawî li pey hev êriş kir.
Îro li El Basirê êriş bir ser nuqteyeke leşkerî ya hêzên Şamê. Li Deybanê êriş bir ser avahiyeke hikumetê û li vê herêmê gule li komên ser bi HTŞ'ê reşand. Çavkaniyên ewlekariyê yên xwecihî dibêjin, rêxistin xwe bi lez berdide nava her qadên vala dimîne.
NÎQAŞÊN LI SER VEKIŞÎNA DEWLETÊN YEKBÛYÎ YÊN EMERÎKAYÊ
Xuya ye nîqaşên li ser vekişîna Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) ji Sûriyeyê wê hevsengiyên li qadê hemûyan jinûve biguherîne. Dema ji bo vekişînê jî weke 2'ê Adarê tê destnîşankirin. Ev yek fermî nebû be jî çavkaniyên xwecihî diyar dikkin ku Washington "vekişîna bi temamî" bi rengekî cidî dinirxîne.
Îro hêzên DYE'yê xwe ji baregeha Qasrakê ya li bejahiya Hesekê vekişandin. Çavkaniyên li herêmê gotin, "DYE tenê yekîneyeke xwe dihêle û bi giranî ji Sûriyeyê vedikişe."
Ev yek hem li qada siyasî hem jî ya leşkerî valahiyeke mezin bi xwe re tîne. Rîsk heye ku DAÎŞ ji nû ve bi ser xwe ve bê û li hemberî aktorên herêmî gavên êrişkar biavêje û peleke nû ya şer rû bide.
AMADEKARIYA VEGERA LI EFRÎNÊ Û DORPÊÇA LI SER KOBANÊ
Bi sedan malbatên Efrînî yên ku piştî dagirkirina Efrînê ya sala 2018'an koçber bûn, amadekariyên xwe yên ji bo vegerê qedandine. Heyetek ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rojava li Efrînê lêkolîn kir. Efrîn ji sala 2018'an û vir ve ji aliyê demografîk ve gelekî guherî ye. Tê plankirin ku destpêkê 400 malbat li Efrînê vegerin.
Lê belê nakokiya li qadê balê dikişîne:
Li aliyekî malbatên Efrînî amadekariyê ji vegerê re dikin, li aliyê din jî Kobanê meheke dorpêçkirî ye.
Ev pirs li Rojava gelekî tê kirin:
"Eger vegera li Efrînê pêkan be, çima Kobanê hîn dorpêçkirî ye?
Ev nakokî jî fikarên li ser bicihanîna peymanê ya li qadê kûrtir dike.