Rêber Apo di 27'ê Sibata 2025'an de li gel sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi berpirsyarî û mîsyoneke dîrokî rabû û ji bo pirsgirêka Kurd a ku bi sedan sal in li benda çareseriyê ye bangeke dîrokî kir.
Banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber Apo li Tirkikyeyê derî li pêvajoyeke nû vekir. Heman piştî wê jî bi banga ji bo bêçekbûna PKK'ê re ku gaveke gelekî bi wêrekî û mezin bû, pêvajo derbasî qonaxeke nû bû. Ev yek ji bo derbaskirina asteke girîng a ku çarçoveya siyasî û qanûnî ya pêvajoyê diyar dike, gaveke dîrokî bû. PKK'ê bersiv da bangên dîrokî yên Rêber Apo û ragihand ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê ew amade ye berpirsyariyên xwe bi cih bîne. PKK'ê li ser bingeha dilsoziya tam a bi Rêber Apo re diyar kir ku ew piştgiriyê dide vê gava dîrokî.
PKK bi vê sînorkirî nema. Rêveberiya PKK'ê di navbera 5-7'ê Gulanê de li hev civiya, biryara fesixkirina PKK'ê di 12'ê Gulanê de bi raya giştî re parve kir. Demeke kurt piştî meha Gulanê li ser banga Rêber Apo di 11'ê Tîrmehê de bi pêşengiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat, ji rêveberiya PKK'ê Behzat Çarçel û Têkoşîn Ozan koma ji 30 gerîlayên PKK'ê ku 15 jê jin, 15 jî mêr bûn, derketin pêşberî raya giştî, çekên xwe şewitandin û qonaxeke nû ya pêvajoyê dan destpêkirin.
Yek ji gavê yekalî ku Rêber Apo û PKK'ê ji bo selametiya pêvajoyê avêtin, di meha Cotmehê de bû. Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok li gel komek ji gerîla ku ji Bakurê Kurdistanê derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bûbû di 26'ê Cotmehê de derket pêşberî çapemeniyê û biryara vekişandina hêzên çekdar ji Tirkiyeyê ber bi qada Başûrê Kurdistanê ve eşkere kir.
PKK'ê ji 27'ê Sibatê heta bi meha Cotmehê ji bo aştiyê gavên dîrokî avêt, lê belê di nava salekê de ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP'ê ve gavên şênber ên ku pêvajoyê bi pêş ve bibe nehate avêtin.
SILAVDAYÎN Û PEYAMA 'DEMA NÛ'
1'ê Cotmeha 2024'an di destpêkirina Sala Qanûndanînê ya 3'emîn a Dema 28'emîn a Meclîsa Tirkiyeyê de Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî silav da Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û parlamenterên DEM Partiyê. Ev silav weke nîşaneya destpêkê ya destpêkirina pêvajoyê bû sembol. Bahçelî heman rojê daxuyaniyek da û got, "Em dest bi pêvajoyeke nû dikin. Dema ku em ji bo cîhanê daxwaza aştiyê dikin divê li welatê xwe jî aştiyê pêk bînin."
Di daxuyaniyên destpêkê yên DEM Partiyê de jî hate ragihandin ku ev peyam 'bi wate ye' û hate destnîşankirin ku ji bo çareseriyeke mayinde divê gavên şênber bêne avêtin.
BAHÇELÎ BANG LI RÊBER APO KIR
Devlet Bahçelî 8'ê Cotmehê di Civîna Koma MHP'ê de anî ziman ku ev silavdayina ji bo DEM Partiyê xwedî peyama 'xwişk-biratî û yekîtiya mîlî' ye. 22'ê Cotmehê Bahçelî banga xwe hîn bi pêş ve bir û pêşniyar kir ku tecrîda li ser Rêber Apo bê rakirin, li Meclîsê, li koma DEM Partiyê biaxive; her wiha destnîşan kir ku divê ji bo 'mafê hêviyê' zemîna qanûnî bê avakirin.
Piştî vê bangê, li dû qedexeya hevdîtinê ya ji 43 mehan yekemcar li Îmraliyê hevdîtina malbatê hate kirin. Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan ragihand ku bi apê xwe Rêber Apo re hevdîtin kiriye. Peyama Rêber Apo parve kir ku got, "Eger şert û merc bêne afirandin ez dikarim pêvajoyê ji ser zemîna şer vekişînim ser zemîna hiqûqî û siyasî."
PEYAMÊN DIYALOGÊ YÊN DI BIN SIYA QEYÛMAN DE
Di pêvajoyê de li aliyekî hevdîtinên li Îmraliyê û serdanên partiyên siyasî dewam dikir, li aliyê din jî şaredariyên DEM Partiyê hatin desteserkirin.
Di vê pêvajoyê de ku bi binçavkirina Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer destpê kir, şaredariyên Mêrdîn, Êlih, Xelfetî, Dersim, Miks, Akdenîz, Sêrt, Wan û Qaxizmanê hatin desteserkirin. Rêveberên DEM Partiyê gotin, "Hem aştî hem jî qeyûm nabe" û nerazîbûn nîşan dan.
HEYETA ÎMRALIYÊ Û TÛRÊN MECLÎSÊ
Di 28'ê Kanûna 2024'an de parlamenterên DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Bûldan li Îmraliyê hevdîtin bi Rêber Apo re kirin. Peyama Rêber Apo ji raya giştî re eşkere kirin ku gotibû, "Jinûve xurtkirina xwişk-biratiya Tirk-Kurd berpirsyariyeke dîrokî ye."
Meha Çileya 2025'an Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bi partiyên siyasî MHP, AKP, CHP û partiyên din ên siyasî li Meclîsê hevdîtin kir. 18'ê Çileyê Erdogan got, pêvajo nêzî qonaxa dawî bûye. 22'ê Çileyê hevdîtina duyemîn li Îmraliyê hate kirin û Rêber Apo ragihand ku ew amadekariyan dike. Meha Sibatê rêveberiya DEM Partiyê ragihand ku Rêber Apo wê bangeke dîrokî bike.
27'Ê SIBATÊ: BANGA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK
27'ê Sibata 2025'an Heyeta DEM Partiyê li Îmraliyê bi Rêber Apo re hevdîtina sêyemîn pêk anî. Piştî vê hevdîtinê "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" li Stenbolê ji raya giştî re hate eşkerekirin. Rêber Apo di bangê de got "Di vê atmosferê de ku bi banga Birêz Devlet Bahçelî, îradeya Birêz Serokkomar û nêzîkatiyên erênî yên partiyê din afirî, banga danîna çekan dikim û berpirsyariya vê banga dîrokî hildigirim ser xwe. Divê kom hemû çekan dîne û PKK xwe fesix bike."
Ev bang weke xala herî krîtîk a pêvajoyê hate nirxandin.
GULAN-TÎRMEH 2025: KONGREYA 12'EMÎN Û ŞEWITANDINA ÇEKAN
Rêveberiya PKK'ê di navbera 5-7'ê Gulanê de li hev kom bû, Kongreya 12'emîn a PKK'ê lidar xist û biryar da ku çek bê danîn, rêxistin bê fesixkirin. Ev biryar 12'ê Gulanê hate ragihandin. Di Kongrya 12'emîn de ku kêliyeke dîrokî bû li ser pêvajoyê û dema nû tespîtên girîng hatin kirin û biryarê girîng hatin wergirtin. Di encamê de hemû karên bi navê PKK'ê têne meşandin hatin bidawîkirin.
Di Kongreya 12'emîn de ku biryara fesixkirina PKK'ê û bidawîkirina rêbaza têkoşîna çekdarî hate wergirtin, hate ragihandin ku ev gav wê zemîneke xurt pêşkêşî çareseriya demokratîk û aştiya mayinde bike.
Di Kongreya 12'emîn a PKK'ê de di serî de hikumet û partiya li muxalefeta bingehîn bang li hemû partiyên siyasî yên li meclîsê têne temsîlkirin, rêxistinên civakî ıyên sivîl, saziyên bawerî û çapemeniya demokratîk, rûspî, rewşenbîr, akademîsyen, hunermend, sendîkayên karker-kedkar, rêxistinên jin-ciwan, tevgerên ekolojîst hate kirin ku bi berpirsyarî rabin û tevlî pêvajoya aştî û civaka demokratîk bibin.
ŞIKEFTA CASENÊ Û KÊLIYA DÎROKÎ
Piştî kongreya fesixkirinê ya dîrokî, gaveke din a dîrokî ya ne ji rêzê jî di 11'ê Tîrmeha 2025'an de hate avêtin. Li Şikefta Caseneyê ya li bejahiya navçeya Dukanê ya bajarê Silêmaniye yê Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê ya Iraqê merasîma 'çekdanînê' hate lidarxistin. Hevseroka Giştî ya KCK'ê Besê Hozat û endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Nedîm Seven bi Tirkî û Kurdî daxuyanî dan û bang li dewletê kirin ku sererastkirinên qanûnî têkildarî pêvajoyê bike. Ragihandin ku ji niha û pê ve wê bi navê "Koma Aştî û Civaka Demokratîk" têkoşîna xwe li ser zemîna qanûnî dewam bikin. Piştî vê daxuyaniyê koma gerîla ya ji 30 kesî çekên xwe şewitand û bersiv dan banga dîrokî ya Rêber Apo. Van gavan di heman demê de bandora diyarker a Rêber Apo ya li ser tevgera PKK'ê û gelê Kurd raxist pêş çavan.
LI MECLÎSÊ KOMÎSYONA DEMOKRASÎ, XWIŞK-BIRATÎ Û PIŞTEVANIYA MÎLLÎ
Di Tebaxa 2025'an de di encama hewldanên berfireh û têkoşîneke bi israr a Rêber Apo de li Meclîsê Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî ava bû û bi rengekî fermî dest bi kar kir. Di vê çarçoveyê de ji 11 partiyên siyasî yên li Meclîsê têne temsîlkirin 51 endam ji bo komîsyonê diyar bû. Armanca komîsyonê piştî fesixkirina PKK'ê û çekdanînê çarçoveya qanûnî û reformên demokratîk, aştiya civakî ava bike.
Komîsyonê di navbera Tebaxa 2025 û Sibata 2026'an de 21 civîn lidar xist. Civîna 21'emîn di 18'ê Sibata 2026'an de rûniştina ji bo erêkirina pêşnûmeya raporê bû. Komîsyonê di dema derbasbûyî de Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê jî di nav de li 137 sazî û kesayetan guhdarî kir.
Di civîna 5'emîn a komîsyonê de axaftina bi Kurdî ya ji Dayikên Aştiyê Nezahat Teke hate astengkirin û ev yek bû sedema nerazîbûnan.
PKK'Ê BIRYAR DA KU HÊZÊN XWE YÊN ÇEKDAR JI NAVA TIRKIYEYÊ VEKIŞÎNE
Piştî civîna 15'emîn a komîsyonê Tevgera Azadiyê ya Kurd biryareke din a dîrokî da. Rêveberiya PKK'ê 26'ê Cotmeha 2025'an ragihand ku di çarçoveya pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" de wan hêzên xwe yên çekdar ên li Tirkiyeyê vekişandine nava Herêmên Parastinê yên Medyayê. Piştî fesixkirina PKK'ê ya meha Gulanê daxuyanî bi navê Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd hate dayin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku biryar bi erêkirina Rêber Apo hate wergirtin.
KOMÎSYON ÇÛ ÎMRALIYÊ
Endamên komîsyonê piştî nirxandinên li ser karên xwe yên di civîna 18'emîn de ku 21'ê Mijdarê pêk anî, li pêşberî helwesta Rêber Apo neçar ma û heyetek endamên komîsyonê yên ji AKP, MHP û DEM Partiyê çû Îmraliyê û bi Rêber Apo re hevdîtin kir, nêrînên Rêber Apo yên li ser pêvajoyê û komîsyonê wergirt. Di civîna 19'emîn de ku 4'ê Kanûnê hate lidarxistin, endamên komîsyonê yên ku hevdîtin bi Rêber Apo re kirin, noteke kurt a têkildarî hevdîtinê bi komîsyonê re parve kirin.
RAPORA HEVPAR HATE QEBÛLKIRIN
Di civînê de biryar hate dayin ku dema karkirinê ya komîsyonê ji bo du mehên din bê dirêjkirin û di civîna 21'emîn a 18'ê Sibata 2026'an de rapora hevpar hate qebûlkirin.
Li gel banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo, gavên dîrokî yên PKK'ê yên di mehên Gulan, Tîrmeh û Cotmehê de avêt, dewleta Tirk ji bo pêşvebirina pêvajoyê ji bilî 21 civînên komîsyonê gavek neavêt.
'MAFÊ HÊVIYÊ' YÊ JI BO RÊBER APO
Di vê pêvajoyê de yek ji mijarên girîng çalakiyên gelê Kurd ên li Kurdistan û Tirkiyeyê bû ku ji bo bicihanîna biryara 'mafê hêviyê' ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hatin lidarxistin. Gelê Kurd û saziyên wê yên rêxistinbûyî diyar kirin ku ji bo serketina pêvajoyê divê ev maf bi cih bê anîn û Rêber Apo azad bibe.
Di rapora komîsyonê de 'mafê hêviyê' yekser nebe jî hate ragihandin ku divê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi cih bêne anîn.
LI GEL BANGA DÎROKÎ BAHANEYA TIRKIYEYÊ YA LI SER ROJAVA
Di vê pêvajoyê de li gel bûyerên polîtîkaya navxweyî ya li Tirkiyeyê, têkildarî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) gelek bûyer qewimîn. Serokkomarê dewleta Tirk, Wezîrê Parastinê, Wezîrê Karên Derve û Serokê MÎT'ê li gel banga dîrokî ya Rêber Apo û gavên şênber ên PKK'ê di pratîkê de gaveke şênber neavêtin, lê statuya Rojava kirin bahane û hewl dan pêvajoyê sabote bikin. Bİ taybetî hevdîtina wezîrên karên derve û dewletê yên dewleta Tirk ên bi serkêşê hikumeta demkî Colanî, hewldanên dîzaynkirina rejîma Sûriyeyê li ser dijminatiya li Kurdan, êrişên li se destketiyên bi salan ên gelê Kurd û Rojava pêvajoya li Tirkiyeyê destpê kir gihand asteke krîtîk.
ÊRIŞÊN LI SER ROJAVA DESTPÊ KIRIN
Dewleta Tirk a dagirker û rêveberiya Şamê ya ku piştgiriyê jê werdigire, operasyonên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê demeke dirêj dewam kirin. Di vê çarçoveyê de êriş birin ser nuqteyên krîtîk ên weke Kobanê, Minbic û Bendava Tişrînê; sivîl hatin kuştin, xisar li binesaziyê bû. Ev êriş parçeyek ji şerê beriya banga 27'ê Sibatê bûn.
ŞERÊ NAVBERA HTŞ-DAÎŞ Û QSD'Ê
HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk a dagirker li hemberî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dest bi şer kirin. Şer û êrişên ku li taxên Kurdan ên Helebê Eşrefiyê û Şêxmeqsûd destpê kirin mezin bû û derbasî rojhilatê çemê Firatê bû. Ev yek nîşaneya demeke aloz a li ser mijara kontrola herêmê û entegrasyonê bû.
BANGA SEFERBERIYÊ YA 18'Ê ÇILEYÊ Û ŞERÊ RÛMETÊ
Li hemberî vê plana êrişê ya berfireh û navneteweyî Rêveberiya Xweser li rojhilatê Firatê di 18'ê Çileyê de seferberî ragihand. Seferberiya rêveberiyê û banga ji bo Şerê Rûmetê li çar parçeyên Kurdistanê û her devera cîhanê bersiva xwe wergirt. Di serî de Bakur, Başûr, Rojhilat û ROjava Kurd û dostên wan li her devera cîhanê bi rojan daketin qadan û piştgirî dan Şerê Gel ê Şoreşgerî.
Gel ku sînor ji holê rakir, derbasî Rojava bû. Ji bo parastina destketiyên li Rojava Kurdan berê xwe dan Rojava û li dora Rojava ji mirovan dîwarek lê kirin.
Di demeke bi vî rengî de Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî ji bo rawestandina êrişan û pêşîgirtina li komkujiya li hemberî gelê Kurd trafîkeke berfireh a dîplomasiyê meşand. Şerê navbera hikumeta demkî û QSD'ê dem bi dem sekinî lê belê veneguherî agirbesteke mayinde û êrişan dewam kirin.
Di navbera 29-30'ê Çileya 2026'an de di navbera QSD û hikumeta Şamê ya demkî de peymaneke nû hate îmzekirin. Li pişt vê peymanê destwerdana Rêber Apo hebû.
Piştî Peymana 29'ê Çileyê bi navê Kurdên li Rojava Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî û Seroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed beşdarî Konferansa Ewlekariyê ya li bajarê Elmanya Munchenê bûn.
Pêvajoya ku Rêber Apo da destpêkirin ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn deriyê jiyana hevpar a demokratîk û wekhev vekir. Hate dîtin ku pêvajo bi hewldanên Rêber Apo dimeşe, dewleta Tirk gavên cihê baweriyê neavêt; bal li ser sererastkirinên qanûnî ye.