Gelo qirkirineke din li ser Êzidiyan tê ferzkirin?

Iraq a ku sala 2014'an Êzidî di nava lepên çeteyên DAÎŞ'ê de hişt, gelo wê civaka Êzidî bi qirkirineke nû re rû bi rû bihêle, yan jî wê mafên wan ên bingehîn, xweparastin jî di nav de radestî wan bike. Em ê vê yekê di rojên pêş de bibînin.

Şengal û civaka Êzidî ku sala 2014'an komkujiyeke giran hat serê wan, rewşa wan careke din di rojevê de ye. Hem di nava civaka Êzidî de hem jî li nava raya giştî bîra fermanê zindî ye û her kes dibîne û pê dihese, di vê demê de ku herêm ji nû ve tê dîzaynkirin Êzidî bi metirsiya fermaneke nû re dikarin rû bi rû bimînin.

Çawa ku di Hezîrana 2014'an de bi civîna li paytexta Urdun Ammanê DAÎŞ daxistin qadê û bi hovîtiyeke mezin hewl hate dayin ku herêm bê dîzaynkirin, tê dîtin ku civîn û peymanên weke vê jinûve di rojevê de ne; qada Sûriyeyê radestî HTŞ'ê hatiye kirin, planên destwerdana li Iraq û Îranê di rojevê de ye. Di pêvajoyeke bi vî rengî de rewşa civaka Êzidî û Şengal gelekî hesas û krîtîk e.

Bûyerên heyî bêguman pêwendiya xwe bi rewşa herêmî ve heye. Lîstik û planên li ser Rojava ku weke 'Komploya 15'ê Sibatê ya Duyemîn' tê pênasekirin, tê wateya ku hewldanên qirkirinê li qada Şengalê bê dewamkirin. Lewma rewşa li Şengalê lokal an jî demkî nîne; rewşeke destpêka bernameyeke stratejîk e ku xwe dispêre planên herêmî.

ARMANC EW E KU GELÊ ŞENGALÊ BÊPARASTIN BÊ HIŞTIN

Bi qasî ku di çapemeniyê de hate weşandin, piştî daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan, liv û tevgera artêşa Iraqê ya li qada Şengalê gelekî zêde bûye. Ev tevger ji aliyekî ve ji bo parastina sînorê Sûriye-Iraqê jî be bi esasî pozîsyoneke welê afirî ye ku Şengal ji aliyê leşkerî ve hatiye dorpêçkirin.

Hewldana avakirina nuqteyên kontrolê yên leşkerî yên nû li navenda Şengalê û di demekê de ku metirsiyên li ser Şengalê zêde bûne destpêkirina kampanya bêçekkirina Şengalê bêguman pêwendiya xwe bi parastina Şengalê û civaka Êzidî nîne, lê ji bo bêparastin hiştina gelê Şengalê ye.

Ji xwe gelê Şengalê jî ji ber ku vê polîtîkayê û metirsiya heyî dibîne, diyar dike ku ew ê parastina xwe radestî kesî neke.

Hişê dîrokî yê civaka Êzidî gelekî zindî ye. Di salên 1973-74'an de di dema Saddam Huseyîn de Êzidî hatin bêçekkirin, piştre jî Êzidî ji gundên çiyê hatin qutkirin û li deştê li kampên ku 'mucemmeh' jê re dihate gotin, hatin bicihkirin. Beriya fermana 2014'an jî bi destê PDK û artêşa Iraqê amûrên parastinê yên civaka Êzidî ji wan hate standin û piştre jî êrişên DAÎŞ'ê destpê kirin.

Niha jî di demekê de ku Sûriye û Iraq dikele, bi deh hezaran komên selefî têne birêxistinkirin û hewl tê dayin ku Çiyayê Şengalê yê ku ji yek ji qadên stratejîk ên sînorê Sûriye-Iraqê ye ji parastinê bêpar bê hiştin, divê were dîtin ku encamên vê yekê wê gelekî giran be.

Di arçoveya planeke ku dewleta Tirk ferz dike û Iraqê jî heta radeyekê qebûl kiriye, gavên têne avêtin ji bo bêçekkirina hêzên xweparastinê yên Şengalê (YBŞ-YJŞ û Asayîş) e; jihevbelavkirina hêzên parastinê yên Şengalê bi rê û rêbazên cuda ye, bêparastin hiştina Şengalê û civaka Êzidî ye. Eger ev yek bibe wê saziyên demokratîk ên ku civaka Êzidî piştî fermanê bi ked û berdêleke mezin ava kir bêne belavkirin. Hesabê vê yekê tê kirin.

Lewma armanca esasî ew e ku Şengalê bêparastin û bêrêveberî bihêlin û li êrişên nû yên qirkirinê re pêşkêş bike. Nûçeyên ku bi rengê 'Artêşa Iraqê diavêje ser malan û çekan kom dike' di çapemeniyê de belav dibin, meseleya komkirina çekên şexsî nîne. Hewl tê dayin ku zemîna civakî ya plana belavkirina avaniya xweparastinê û bêçekkirina hêzên xweparastinê yên Şengalê bê afirandin. Bi vî rengî hewl tê dayin ku armanca bingehîn bê veşartin û bi şêweyê 'Çekên neqeydkirî li malan heye, artêşa Iraqê jî van kom dike û qeyd dike' ev hewldan bê rewakirin.

DEWLETA IRAQÊ DIXWAZE ŞENGALÊ BIKE QURBANÊ BAZARIYÊN QIRÊJ

Di rewşeke welê de ku li ser sînorê Sûriye-Iraqê ewqas liv û tevgera çeteyan heye; li nava Iraqê ji çeteyên Sûnî selefî yên ji bingeha Baas a berê bi deh hezaran çete têne birêxistinkirin; hewldana belavkirina hêzên xweparastinê yên Şengalê tê wê wateyê ku fermana 2014'an bê temamkirin.

Dewleta Iraqê ku ji fermana 2014'an berpirsyar e û qirkirin hîn jî qebûl nekiriye, li şûna ku hesabê vê yekê bide civaka Şengalê zmeîna êrişên nû diafirîne. Hin hêzên di nava hikumeta Iraqê ya heyî û artêşê de ne dixwazin Şengalê bikin qurbanê bazarî û hesabên xwe yên qirêj.

Di rewşa heyî de Şengal hem di bin gefa gengaz a bi deh hezaran çeteyên Sûnî selefî de ye, hem jî ji aliyê artêşa Iraqê ve hatiye dorpêçkirin. Bicihbûna heyî ya artêşa Iraqê li Şengalê ne ji bo parastina civaka Êzidî û gelê Şengalê ye. Eger bi vî rengî bûya wê di vê astê de dor li Şengalê nepêçandibûya; wê hewl nedabûya hêzên xweparastinê yên Şengalê belav bike ku ji roja fermanê û vir ve berdêlên mezin dane.

Di demekê de ku Iraq bi xwe di bin gefeke ewqasî mezin de ye û Bexda hatiye dorpêçkirin, gelo wateya hewldana dorpêçkirina Şengalê çi ye? Li şûna ku Iraq bi hêzên xweparastinê yên Şengalê bi YBŞ-YJŞ û Asayîşê re hevkariyê bike, hebûna van hêzan qebûl bike û li hemberî gefan bi hev re tevbigere, eşkere ye ku dorpêçkirina Şengalê xizmetê ji planeke xetere re dike.

Gelo temamiya dewleta Iraqê ev plan erê kiriye? Hin derdorên li nava hikumetê û artêşê gelo bi dewleta Tirk re hevkariyê dikin û hewl didin vê planê bi cih bînin? Bersiva van pirsan wê di demeke nêz de diyar bibe.

Her wiha li herêmê karên MÎT'ê jî zêde bûne. Dewleta Iraqê bi dewleta Tirk re li herêmê hin karên hevpar dike. Dema dawî li qada Mûsilê li baregeha MÎT'ê ya Başîqayê liv û tevger zêde bûye. Endamên MÎT'ê bi rêya telefonê xwe digihînin hin kesên li Şengalê bi taybetî jî xebatkarên saziyên demokratîk û saziyên Rêveberiya Xweser û pêşniyara sîxuriyê li wan dike, ajantiyê li wan ferz dike.

Her wiha bi rêya medya şerê taybet jî li hemberî gel hin karên psîkolojîk dimeşîne. Mînak bi rêya hişê çêkirî dîmenên welê tê weşandin ku dixwazin nîşan bidin ku wê artêşa Tirk li çiyayê Şengalê baregeheke leşkerî ava bike. Yanî li gel karên leşkerî û îstîxbaratî li hemberî Şengalê amûrên şerê taybet jî têne bikaranîn.

'JI QIRKIRINA ÊZIDIYAN BER BI RONESANSA ÊZIDIYAN VE'

Li hemberî van gef û lîstikan civaka Êzidî jî di her firsendê de helwest û biryardariya xwe ya ji bo berxwedanê nîşan dide. Êzidî li hemberî lîstikan dibêjin, "Em êdî ew Êzidiyên berê yên bêparastin û bêrêxistin nînin." Yanî Êzidî destnîşan dikin ku ew xwedî wê hişmendî, helwest û biryardariyê ne ku dikarin li ber van lîstik û komployan rabin. Îradeya parastina xak, bawerî, çand û saziyên xwe li nava Êzidiyan xurt e. Xelkê Şengalê diyar dike ku ew ê planên heyî yên têne ferzkirin qebûl neke, xaka xwe biparêze û weke berê bêparastin û bêrêxistin nemîne.

Rêveberiya Xweser a Şengalê diyar kir ku li ser bingeha têkbirina plana dewleta Tirk ew dixwaze bi dewlet û hikumeta Iraqê re diyalog û muzakereyên çareseriyê pêk bînin; li ser vê bingehê hin hewldan dewam dikin. Civaka Êzidî ya Şengalê di çarçoveya Destûra Bingehîn a Iraqê de ji çareseriya mijarên leşkerî, siyasî û rêveberiyê re amade ye. Lê belê ya ku Şengalê li derveyî hiqûqê dihêle û mafên Êzidiyan nade dewleta Iraqê ye.

Iraq a ku sala 2014'an Êzidî di nava lepên çeteyên DAÎŞ'ê de hişt, gelo wê civaka Êzidî bi qirkirineke nû re rû bi rû bihêle, yan jî wê mafên wan ên bingehîn, xweparastin jî di nav de radestî wan bike. Em ê vê yekê di rojên pêş de bibînin.

Lê belê çi dibe bila bibe civaka Êzidî bi hemû saziyên xwe wê li ber her cûre plana qirkirinê rabe; wê careke din nehêle ku qirkirin lê bê ferzkirin. Weke ku Rêber Apo got, wê ji qirkirina Êzidiyan ber bi ronesansa Êzidiyan ve biherike.