Durûtiya hegemonîk û li Sûriyeyê ‘aramiya ku dikare were kontrolkirin’

Axaftineke ku di Neteweyên Yekbûyî de bi çepikan tê pêşwazîkirin ne rewa ye, nîşandana figureke li gorî berjewendiyên pergala navneteweyî ye. Ji ber vê yekê xuyabûna Şara ya li ser kursiya NY’ê, ji vîtrîneke sembolîk pêk tê.

HUSEYÎN SALÎH DÛRMÛŞ

Bîrewerê Emerîkî yê ji eslê xwe Libnanî û matematîkzan Nassim Nicholas Taleb, ji bo fêmkirina serdema nediyariyê sê têgehan pêşkêş dike: sînyalên lawaz, tîzektî û antîtîzektî. Sînyalên lawaz, pêşhişyariyên guherînên mezin in; tîzektî, avaniyên girêdayî velîkên derve nîşan dide; antîtîzektî jî pergalên ku ji krîzan hêzê berhev dike, pênase dike. Her çend di xwendina ewil de zor jî be Taleb, têkildarî avaniyên nû yên xwe li ser nediyariyê vehandine yên serdema me ya nûjen û fêmkirina wan şîfreyan hin sermeseleyan dide.

Li gorî Taleb, mijara sereke, ne ‘’derpêşkirin e’’, dûrketine ji tîzektiyê û avakirina pergalên antîtîzektî ye.

Hişyariya wî ya sereke ev e: Hewldana dîtina pêşerojê ya bi texmînan bêkêr e; mijara sereke, xwendina tevahiya îşaretên biçûk û sînyalên lawaz e.

Geşedanên ku ev deh salên dawîn e li Sriyeyê rû dane, yek ji minaka herî şênber a vê çarçoveyê ye. Bi taybetî jî li gel ceribandin û tecrûbeyên Rojava ên demokratîk, sekuler û pirparêzî û pêşketina rejîma Ahmet Şara, helwesta durûtiya hêzên hegemonîk û Tirkiyeyê nîşan didin.

Rojava weke înovasyoneke siyasî ya nirxan diafirîne, ji sala 2012’yan ve, di nava şerê navxweyî yê Sûrîyeyê de ji bo gelê Kurd li rojhilatê Firatê karî weke xweseriyeke fiêlî û  laboratûwarekê hebûna xwe bidomîne û wê mayînde bike. Meclîsên xwecihî,pergala hevserokatiyê, beşdarbûna jinan a ji bo siyasetê û nûnertiya piretnîkî, bes ne ji bo Rojhilata Navîn di heman demê de di asta gerdûnî de jî modeleke demokratîk ya resen pêşkêş kirin. Rojavayê, kêmasiya ewlehiyê çareser kir, beşdarbûna civakî xurt kir û rola jinan veguherand û jibo Kurdistanê bû hêvî. Yanî ji bo civakê karî bibe înovasyoneke siyasî ya rewa û nirxan diafirîne.

Ev hemû, di rastiyê de xeleka roja îroyîn ya zincîreke dirêj e ku bi têkoşîna gelê Kurd û pêşengtiya wî ya ji nîv sedsalê zêdetir û keda kesên ku bedel dane, hatiye honandindin.

Baş e, çima li Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîma Esad Rojava nehate tercîhkirin? Aha tam jî li vir, nirxên ku me li jorê rêz kirin, ji aliyê berjewendiyên pergalên navneteweyî ve veguherîn gefekê. Ji ber ku sazîbûna Rojava ya piranîparêz û berfireh, avaniyeke wisa bû ku ji derve nedihate kontrolkirin û beralîkirin. Tişta ku hêzên hegemonîk lê digeriyan jî ‘’aramiya ku dikare were kontrolkirin bû.’’ Avaniya Rojava ya nedihat derpêşkirin û ber bi ajandayeke serbixwe ve diçû, nekarî ji xeta hevparbûna stratejîk derbas bibe.

Di tercîha hêzên hegemonîk ya têkildarî vê mijarê de, bandora faktora Tirkiyeyê jî diyarker bû. Enqereyê, xweseriya demokratîk a li Rojava, li dijî paradîgmaya xwe ya ewlehiyê û weke gefeke hebûnê pênase kir; nekarî ji vê pozîsyonê derkeve. Ji ber vê yekê hemû piştgiriyên ji bo Rojava, ji aliyê Tirkiyeyê ve bi awayekî rasterast dihatin wateya krîzê.

Hêzên hegemonîk tercîha xwe ne ji demokrasiyê re, li ser dûrketina ji şerkirina bi Tirkiyeyê re kirin. Di encamê de gotinên welatên Rojava yên têkildarî demokrasiyê, li qadê ji endazyariya jeopolîtîk re hate qurbanîkirin. Pesnê Rojava hate dayîn lê belê ew nehate parastin; ne ku nirxan diafirîne, ji ber ku nedihate kontrolkirin piştevaniya wê nehate kirin.

Her çend were fikirîn ku tecrûbeyeke Şara ya antî tîzektî û berhevkirina hêzê ya ji krîzê hebe jî rola Tirkiye û Îngilistanê ya têkildarî vê mijarê gelekî girîng bû.

Di heman serdemê de, Ahmet Şara yê ku beriya niha di nava El Kaîde û HTŞ’ê de cih digirt, hate nîşandan û weke aktorekî jêneger hate pêşkêşkirin. Di gel ku dihat payîn ku bi îzolasyon, pêkanîn û zextên leşkerî lawaz bibe, karî ji hemû krîzan bi awayekî xurttir xwe rizgar bike. Ev, tê wateya diyardeya siyasî ya Nassim Taleb weke antîtîzektî pênase dike: Ji bo ku velîskan weke derfetekê bi kar bîne û bibe aktorekî rewa hêzên hegemonîk roleke çalak lîstin.

Geşedanên di dawiya sala 2024’an û destpêka sala 2025’an de, bûn vîtrîna vê veguherînê:

DYE’yê, dîplomatên pilebilind ên têkildarî dosyaya Sûriyeyê tesfiye kirin. Van dîplomatan, di nava avaniya Syrian Regional Platform (SPR) de ku weke balyozxaneya DYE’yê ya li Şamê ku ji sala 2012’yan ve girtî bû, dixebitîn.

Thomas Barrack zexta entegrasyonê zêde kir.

Wezîrê Karên Derve yê derçûyê lîsansa bilind a Beşa Zanista Siyasî û Têkiliyên Navneteweyî ya Zanîngeha Sabahattin Zaim a Stenbolê Şeybanî, li Washingtonê destê wî hate girtin û ew di nava senatoran de hate gerandin.

Ahmet Şara jî hate amadekirin ku derkeve ser kursiya NY’ê û derket axivî.

Fîgurê ku deh salan ‘’di lîsteya terorê de’’ cih girt, ji nişka ve bû figurekî muxatabê pergala navneteweyî. Çimkî Şara otorîteyeke ku navendî, yekmuxatabî û dikare bazirganî li ser were kirinî pêşkêş kir. Paşeroja wî ya cîhadîbûna tundraw jî bikaranîna wî zêde kir.

Hevdîtina wî ya li gel Dîrektorê berê yê Teşkîlata Îstixbarata Navendî ya DYE’yê (CIA)  General David Petraeus, perçeyekî vê senaryoyê bû.

Di gel ku dawî li Peymana 10’ê Adarê tê, tevî rîskên ku zêde dibin jî QSD hê jî li rojhilatê Firatê weke rêveberiyeke fiêlî hebûna xwe didomîne. Saziyên ewlheî, xizmetguzarî û rêveberiya xwecihî dixebitin. Lê belê li gel bidawîbûna Peymana 10’ê Adarê, sînyalên têkildarî rîska şer û pevçûnên nû zêde dibin:

Feraseta têkildarî kêmbûna piştgiriya DYE’yê ya ji bo Rojava, zextên Barrack yên entegrasyonê û hewlên bidestxistina rewabûna ji otorîteyên binakok re, qebûlkirina Şeybanî ya li Washingtonê û dubarekirina Tirkiyeyê ya oprasyona li dijî Rojava. Ev tablo, tîzektiya Rojava zêde dike. Çimkî bi qasî ku qada manewrayê teng dibe, giraniya ji hêzên derve re jî zêde dibe. Ji aliyê Tirkiyeyê ve jî ihtîmala demkurt ya  destkeftiyan, tevî bedêlên demdirêj jî di rojevê de tê girtin.

Axaftina Ahmet Şara ya li Desteya Giştî ya NY’ê, tevî ku weke sehneya herî berbiçav a vê antîtîzektiy xuya bike jî rastî cudatir e û ne wisa ye. Piştî 58 salan weke serokê demkî yê Sûriyeyê yê cara ewil li ser kursiya NY’ê axiviye, got ku ‘’Divê zincîrên me werin vekirin’’ û daxwaza rakirina pêkanînan kir.

Spasiyên xwe li Tirkiye, Erebistana Siûdî û Qeterê kirin û nîşan da ku wê di hevkêşeya nû ya herêmî de li ba kê bisekine.

Vê axaftinê sê peyam didan:

Ji welatên Rojava re: ‘’Me paşeroja radîkal li pişt xwe hişt û em ji bo edalet û reformê li vir in.’’

Ji herêmê re: ‘’Tirkiye û Kendav êdî hevparên me ne.’’

Ji pergala navneteweyî re: ‘’Em ji krîzê derketin, em otorîteyeke navendî ya amadeyî bazirganiyê ne.’’

Lê belê ev sehne, rastiya ku Şara bes ‘’aktoreke ku dikare were bikaranîn’’ venaşêrê. Ew hêjî Serokkomarekî demkî ye; di encama şerê Sûriyeyê yê navxweyî de û ku aligir e, zêdetirî milyonek însanan jiyana xwe ji dest dan, bi milyonan welatiyên Sûriyeyê neçar man ku koç bikin û NY’ya ku ew lê axivî di vê pêvajoyê de ji bilî temaşekirinê tiştek nekir.

Ji ber wê yekê ev axaftina ku di Neteweyên Yekbûyî de bi çepikan hate pêşwazîkirin ne rewa ye, nîşandana figureke li gorî berjewendiyên pergala navneteweyî ye. Ji ber vê yekê xuyabûna Şara ya li ser kursiya NY’ê ji vîtrîneke sembolîk pêk tê û nikare wêraniya mezin a li welêt û fikarên mezin bide jibîrkirin.

Bi zimanê Taleb, ev sehne lûtkeya antîtîzektiya Şara ye: Pêkanîn, îzolasyon û paşeroja tundraw ne ‘’zincîrek e’’; ji  bo sehneya rewabûnê tê veguherandin. Lê belê ev antîtîzektî, şanoyek e ku ne ji bo edaletê ji bi berjewendiyên têkiliyên hêzan xizmetê dike.

Di heman rojên ku Şara derketî ser kursiya NY’ê de, Enqere jî ji bo hevkêşiya xwe kar dike. Xîtaba Serokkomar Erdogan ya ‘’dostê min’’ a ji bo Trump, di rastiyê de mijara bazirganiya Rojhilata Navîn a nû nîşan dide: Dijminahiya li dijî gelê Kurd. Krîtîktirîn rojeva hevdîtina Erdogan a li Qesra Spî, vederkirina QSD’ê û tasfiyekirina Rêveberiya Xweser e. Enqereya ku Peymana 10’ê Adarê ji HTŞ’ê zêdetir tîne rojevê, vê peymanê ne weke çareseriyekê weke amûreke şer û pevçûnan nîşan dide.

Di bin gotina ‘’Bila QSD ji artêşê re were entegrekirin’’, hesabên bêparastin hiştina Rojava û hiştina ji bextê navenda tund ya  HTŞ’ê tên kirin. 

Ev tablo, durûtiya Tirkiyeyê bi awayekî zelal nîşan dide; ne demokrasî û aşitiyê, dijberiya li hemberî gelê Kurd li ser maseya bazirganiyê kiriye sermayeya xwe ya sereke. Ger Trump ev bendewarî qebûl kiribe, ev bes ne ji bo Rojava di heman demê de ji bo perspektîfa aşitî û civaka demokratîk ya bi banga PKK’ê û rêbertiya wê hatî vekirin jî tê wateya derbeyeke giran.

Di dawiyê de, ger em bi têgehên Taleb tabloya îroyîn ya heyî  binirxînin: Rejîma Ahmed Şara antîztîzek e: Ji krîzan xwe xurt dike û xwe jê derdikeve; ji aliyê pergala navneteweyî ve bi awayekî pragmatîk piştgiriya wê tê kirin û tê rewakirin û weke diyariyeke jehrî ji gelên Sûriyeyê re tê pêşkêşkirin.

Rojava tîzek e: Her çend bi nirxên xwe yên demokratîk û piranîparêz bi qîmet, lê belê ji ber ku girêdayî hêzên derve ye weke bêparastin xuya bike jî biryardariya dînamîkên wê yên hundirîn li gel rastiya ku Rojava dilê Kurdistanê ye hêzeke mezin pêşkêş dike.

Tirkiye stratejiyeke tîzek dişopîne: Ji bo berjewendiyên polîtîkaya hundirîn kûrkirina nearamiya herêmî weke stratejiyekê tercîh dike. Çîroka Rojava ya ji sala 2012’yan ve, ferqa di navbera  gotinên hêzên hegemon ên têkildarî demokrasiyê û ya berjewendiyên jeopolîtîk de derxist holê. Modela Kurdan a demokratîk, li ser gotinê pesnê wê hate kirin lê belêpiştevaniya wê nehate kirin; li şûna wê figureke tundraw, cîhadîst û dikare di çarçoveya berjewendiyan de were bikaranîn, hate tercîhkirin.

Îro jî pirsa krîtîk ev e: Rojavaya ku ya tune afirandiye, bedêl dane, xwe dispêre kevneşopiyeke berfireh a polîtîk û di dil hemû Kurdan de xwedî cihekî girîng e, wê di nava van hevsengiyên durû de têk biçe, yan na tevî hemû zextan jî wê bikaribe antîtîzektiya xwe ava bike û rêyeke nû veke?

Ev rê hem di çarçoveya demê de hem jî ya cihî de me hevdu ve girê dide; bi keda kesên bedêl dane hatiye honandin, ji paşerojê tê û berê xwedaye pêşerojê. 

Û aha tam jî ji ber vê yekê bersiv bes ne di plansaziyên pêşerojê yên hêzên hegemonîk de, di xeleka zincîra îroyîn de veşartî ye.