Li Sûriyeyê modela paşerojê nenavendîbûn e

Divê civaka navneteweyî piştgiriyê bide bicihhatina modeleke nenavendîbûnê ya li Sûriyeyê. Ev nêzîkatî ne destwerdana ‘avakirineke neteweyî’ ya kevneşop e, lê ji bo aramiya piştî şer razemeniyeke stratejîk a ji bo aramiyê ye.

Piştî ku rejîma Beşar Esad hilweşiya, sîstema rêveberiyê ya paşerojê ya Sûriyeyê bû yek ji meseleyên esasî ku li welêt û li asta navneteweyî herî zêde tê nîqaşkirin. Di navenda vê nîqaşê de jî ew pirs heye; gelo Sûriye ê avaniya xwe ya navendîperestiyê dewam bike yan na, yan jî wê xwe veguherîne sîstemeke nenavendî ya ku rêveberiya xwecihî ji xwe re dike esas.

Meyla rayedarên demkî yên li Şamê li ser dewamkirina rêveberiya navendî ye, lê belê gelek aktorên xwecihî yên bi bandor ên li qadê dixwazin ji herêmên cuda re xweseriyeke hîn bêhtir bê naskirin. Dema ku cihêrengiya etnîkî, olî û mezhebî ya Sûriyeyê li ber çavan tê girtin, nenavendîbûn ne tenê ya pêkanînê ye, di heman demê de ji bo avakirina sîstemeke rêveberiyê ya damîmî û avakirina aştiyê weke pêwîstiyeke stratejîk tê dîtin.

JI NAVENDÎBÛNÊ BER BI NENAVENDÎBÛNÊ: PIŞTPERDEYA DÎROKÎ

Hafiz Esad ku sala 1971’ê bû desthilatdar û kurê wî Beşar Esad ku sala 2000’î kete şûna wî li Sûriyeyê avaniyeke rêveberiyê ya gelekî navendî ava kirin. Bi Destûra Bingehîn a 1973’an de serokkomarî bi erkên berfireh hate xurtkirin; walî bi tayînkirinê hatin diyarkirin, meclîsên xwecihî tenê avaniyên sembolîk bûn ku biryarên navendê bi cih bînin. Ji bilî Şamê ti herêm ji aliyê siyasî, îdarî yan jî malî ve xweser nebû.

Di dema Beşar Esad de ji bo xurtkirina rêveberiyên xwecihî gavên bi têrkerî nehatin avêtin. Ev rewş di serhildana gel a sala 2011’an destpê kir de bû xwedî roleke girîng. Mirov di asta xwecihî de xwedî temsîliyet û mekanîzmaya biryardayinê de nebûn. Van şert û mercan, nelirêtiya bi rêk û pêk û pêşketina dûrî ji hevsengiyê bûn sedem ku di nava civakê de aciziyeke mezin rû bide.

Li dû serhildana 2011’an Esad ji bo rewabûna rejîma xwe biparêze sala 2012’an destûreke bingehÎn a nû qebûl kir û qanûna bi hejmara 107’an derxist ku nenavendîbûn ji bo rêveberiyên xwecihî diyar dikir. Lê belê ev sererastkirin di pêkanînê de di asta sembolîk de ma. Di rastiyê de otorîteya navendî ya li Şamê bi dewamî karên rêveberiyên xwecihî kontrol kir.

Nenavendîbûn ne tenê pêwîstiyeke siyasî ya hemdemî ye, di heman demê de li mîrateya dîrokî ya Sûriyeyê jî tê.

Destûra Bingehîn a Qraliyeta Ereb a Sûriyeyê ku sala 1920’î ava bû, sîstemeke nenavendî ya rêveberiya li ser bingeha rêveberiyên xweser ên welêt danîbû pêşiya xwe. Ev sîstem avaniyeke pêşverû bû ku cih dida temsîliyeta hindikahiyan û xweseriya herêmî. Her wiha dema ku di bin serweriya Fransayê de bû hin hêmanên federal hatin ceribandin; lê belê ev hemû di demeke kurt de veguherîn avaniyeke navendî.

Piştî sala 2011’an dema ku otorîteya navendî li hin herêman lawaz bû, konseyên herêmî, avaniyên civakî yên sivîl û rêveberiyên xweser derketin holê. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di bin kontrola Kurdan de ye, tecrûbeya herî pêşketî ya vê yekê ye. Di heman demê de serweriya li bakurrojava ya HTŞ a Îslamî sînorên derfetên rêveberiyên xwecihî nîşan da. HTŞ bi rengekî îronîk bû yek ji parêzvanên herî xurt ê navendîperestiyê.

DAXWAZA KURDAN A JI BO NENAVENDÎBÛNÊ

Kurd ku ji sedî 15 ê nifûsa Sûriyeyê ne, ji ber ku ji aliyê dîrokî ve li derve hatin hiştin, yek ji parêzvanên herî xurt ên nenavendîbûnê ye. Rêveberiya Xweser ku sala 2014’an hate ragihandin, modela rêveberiya pir etnîkî, pir zimanî ya li yek ji sê parên Sûriyeyê bi serketî bi cih tîne. Sîstema hevserokatiyê ji aliyê bicihanîna temsîliyeta etnîkî û zayendî ve balê dikişîne, modeleke balkêş pêşkêş dike û polîtîkaya wê ya perwerdeyê ya bi sê zimanan jî tevkariyê li parastina cihêrengiya çandî dike.

Di Nîsana 2025’an de komên cuda yên siyasî yên Kurd li hev kom bûn û piştî dema Esad vîzyoneke siyasî ya hevpar a li ser bingeha nenavendîbûnê rgaihandin. Ev model ne tenê ji bo herêmên Kurdan, her wiha ji bo tevahiya Sûriyeyê tê parastin.

BELAVBÛNA DAXWAZÊN NENAVENDÎBÛNÊ

Ne tenê Kurd, her wiha komên din ên etnîkî û mezhebî jî daxwazên xwe yên nenavendîbûnê bi dengekî bilind tînin ziman. Durzî, Elewî û Xiristiyan; bi fikarên ji ber rêveberiya navendî, dervemayin û bêbaweriyê, dixwazin li herêmên xwe hîn bêhtir bi xweserî xwe bi rê ve bibin. Pêwendiya van daxwazan yekser bi fikarên ji ber hikumeta demkî ya li Şamê heye ku bi bandora Îslamî ava dibe.

Her wiha piraniya Ereb ên Sûnî yek ji wan beşên civakî ne ku marjînalbûyîn, xizanî û kêmasiya binesaziyê ya sîstema navendî bandora herî giran li wan kiriye. Lewma nenavendîbûn ne tenê ji bo hindikahiyan, her wiha ji bo beşeke mezin a nifûsa welêt jî avaniyeke kêrhatî pêşkêş dike.

TIRS Û RASTÎ: GELO RÎSKEKE PARÇEBÛNÊ YE?

Li nava hin beşên civaka Sûriyeyê fikarên cidî li ser parçebûna welêt a bi nenavendîbûnê heye. Lê belê ev tirs û fikar bi giranî ji ber fikara windakirina otorîteyê ya propagandaya bi salan a rêveberiya navendî ye. Halbûkî nenavendîbûneke ku bi baldarî hatiye plankirin li şûna lawazkirina yekîtiya neteweyî dikare hîn xurt bike.

Bi vê modelê re polîtîkaya derve, parastin û maliye, ku karên bingehîn ên serweriyê ne, ji hikumeta navendî re tê hiştin; di mijarên perwerde, tenduristî, binesazî û aboriya herêmî de dikare erkê radestî rêveberiyên xwecihî bike. Bi vî rengî hem yekparebûna neteweyî dikare bê parastin, hem jî bersiv ji pêwîstiyên qadên xwecihî re bê dayin, rêveberiyeke bi vî rengî dikare bê avakirin.

Hevdîtinên navbera Şam, Rêveberiya Xweser û aktorên din ên xwecihî, dikare hîmên sîstemeke rêveberiyê dîne ku hemû beşan hembêz bike û ji bo tevahiya welêt derbasdar be. Di vir de beşên îdarî yên heyî divê di ber çavan re bêne derbaskirin, çavkanî bi rengekî adîl bêne belavkirin, mafên çandî bêne naskirin û temsîliyet mayinde bibe, bi sazî bibe. Reformên bi vî rengî divê destpêkê bêne kirin.

Divê civaka navneteweyî piştgiriyê bide bicihhatina modeleke nenavendîbûnê ya li Sûriyeyê. Ev nêzîkatî ne destwerdana ‘avakirineke neteweyî’ ya kevneşop e, lê ji bo aramiya piştî şer razemeniyeke stratejîk a ji bo aramiyê ye.

Ev hêz bi rêya alîkariyên malî û teknîkî dikarin avaniyên rêveberiyên xwecihî xurt bikin û piştgiriyê bidin pêvajoya reformê ya destûra bingehîn. Nenavendîbûn ne tenê bersiva li meseleya Kurd e, di heman demê de ji bo aramî, temsîliyet û berxwedêriya welêt ve avaniyeke pêwîst e.

Lewma piştî şer û hilweşîna 14 salan ji bo Sûriyeyê dem hatiye ku rêveberiyeke li derveyî navendîbûnê bi rengekî cidî bê nirxandin. Ev pêvajo ne tenê guhertina rejîmê ye, her wiha avakirina sîstemeke piralî û nû li herêmê ye. Ev yek jî bersiveke herî baş a li rastiya herêmê ye.