Mesele jî çareserî jî siyasî ne
Di rastiyê de li Tirkiyeyê hiqûq, tu caran ji bo kesên ne Tirk bin derbasdar nebû. Meseleya têkildarî gelê Kurd ji destpêkê ve ye siyasî ye û wê çareseriya wê jî siyasî be.
Di rastiyê de li Tirkiyeyê hiqûq, tu caran ji bo kesên ne Tirk bin derbasdar nebû. Meseleya têkildarî gelê Kurd ji destpêkê ve ye siyasî ye û wê çareseriya wê jî siyasî be.
Ger pêvajo bi rastî jî veguhere aşitî û çareseriyê bi rastî jî divê mijarên weke hiqûqa demokratîk çi ye, wê hiqûqa gelê Kurd çawa were kirin û wê temînatên qanûna bingehîn û hiqûqa navneteweyî çawa werin dabînkirin, werin nîqaşkirin. Bi ser de ne li ser hiqûqa heyî jî divê li gorî perspektîfa hiqûqa gerdûnî û ya hewce gav werin avêtin.
Di çarçoveya ‘mafê hêviyê’ yê têkildarî Abdullah Ocalan de du pirsgirêkên sereke hene:
* Nêzîkatiya hiqûqî ya Tirkiyeyê ya têkildarî Kurdan.
* Konseya Ewropayê li ser mijarê xwe giran dike.
A rastî li gorî hiqûqê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) têkildarî dosyaya Ocalan/Tirkiyeyê di Adara 2014’an de biryareke weke nabe ku kesek heya heya li girtîgehê bimîne, standibû. Girêdayî vê biryarê piştî demekê li gel guhertina şert û mercên siyasî û civakî, mafê îtirazê jî beyan kiribû. Di vê çarçoveyê de mekanîzmaya jinûvenirxandina dosyayê hate pêşniyarkirin.
BANGA KOMÎTEYA WEZÎRAN A DERENGMAYÎ
Şaxa ku li ser sepandina biryarên DMME’yê ya ji aliyê dewletên eleqedar ve disekine, Komîteya Wezîran agirêdayî Konseya Ewropayê ye. Komîteya Wezîran, kontrol dike ku wê ev biryar werin sepandin yan na. Ger ev biryar neyên sepandin mijarê tim ji aliyê Konseya Ewropayê ve di rêjevê de digire û ji bo çareseriyê ji dewleta eleqedar re prosedura hewce bi cih tîne. Ev dosyaya Birêz Ocalan, ji sala 2015’an ve ye li pêşiya Konseya Ewropayê bû. Tevî vê yekê jî ji Tirkiyeyê re yekem banga xwe ya cidî di sala 2021’an de kir. Ev bang, ji aliyê Tirkiyeyê ve nedihat wateya pêkanîneke cidî; zêdetir weke tavsiyeyê bû. Mijar, di Cotmeha 2024’an de jî bi awayekî cidîtir kete rojevê. Konseya Ewropayê bang li Tirkiyeyê kir ku ew têkildarî Birêz Ocalan di çarçoveya ‘mafê hêviyê’ de bi awayekî cidîtir li biryarê binêre û ji bo pêkhatina vî mafî sererastkirinên yasayî yên hewce bike.
Tirkiyeyê jî têkildarî vê mijarê tu sererastkirinên yasayî nekirin. Li gel ku niyeteke Tirkiyeyê ya kirina sererastkirineke bi vî rengî tune bû di heman demê de zextên Konseya Ewropayê jî baş hîs nekirin. Ji ber wê yekê jî gelekî rehet tev digere û têkildarî sererastkirinên yasayî jî tê pêngavan naavêje. Dosyaya Birêz Ocalan, di meha Îlonê de dubare kete rojeva Konseya Ewropayê. Konsey, mixabin ku li şûna biryareke cidî bigire, bes pêşniyar li Tirkiyeyê kirin. A rastî Konseya Ewropayê diviya girêdayî rêznameya xwe bangeke cidî li Tirkiyeyê bikira. Diviya derheqê Tirkiyeyê de komîsyonek bihata avakirin û ji aliyê vê komîsyonê ve pêvajoyeke kontrolkirinê ya tund bihata destpêkirin. Girêdayî pêkneanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve hişyariyên tund li Tirkiyeyê bihata kirin ku wê bi pêkanînên pir mezin re rû bi rû bîmîne.
MESEKE JI DESTPÊKÊ VE SIYASÎ YE
Di rastiyê de li Tirkiyeyê hiqûq, tu caran ji bo kesên ne Tirk bin derbasdar nebû. Bınesazıya vê ya hiqûqî tu caran nehate nîqaşkirin. Ji ber vê yekê jî li Tirkiyeyê qalkirina ‘hiqûqa neteweyan yan jî hiqûqa ji bo neteweyeke ji bilî Tirkan’ ne pêkan e. Li Tirkiyeyê tu caran çandeke hiqûqê, avakirineke hiqûqê û nêrîneke hiqûqê ya bi vî rengî çênebû. Ji ber vê yekê jî li Tirkiyeyê em bes dikarin qala hiqûqekê bikin yanî ‘hiqûqa ji bo Tirkên Sunî û Spî.’ Girêdayî vê yekê pirsgirêka Kurd, cezabirîna li Birêz Ocalan a giran, darizanidina siyasetmedarên Kurd yan jî sûcdarkirina bi terorîzmê ya hemû kesên ku ji bo mafên Kurdan li ber xwe didin, bi temamî encamên vê nêrînê ne. Ji ber hiqûqa Kurdan tune ye, jixwe mesele ji serî ve ye siyasî ye; ne meseleyeke hiqûqî ye. Ger ev mijar li Tirkiyeyê weke mijareke hiqûqî bihata nirxandin jî dîsa jî wê di çarçoveya ‘’hiqûqa Tirkên Spî’’ de bûna. Ev hiqûq jî tu pîvanên mirovî di nava xwe de nahewîne.
WÊ ÇARESERIYA WÊ JÎ SIYASÎ BE
Her wiha li welatên pêşketî di çarçoveya azadiya derbirinê, hiqûqa neteweyan, aîdiyeta etnîkî û mafên etnîkî de tawanbariyeke sûcî ya bi vî rengî nayê qebûlkirin yanî gotineke weke ‘’sucê siyasî’’ tune ye. Ji ber wê yekê jî mesele bi temamî siyasî ye û wê çareseriya wê jî siyasî be. Hiqûq, ji vê pêvajoyê re bes dikare di çarçoveya prensîbên gerdûnî û demokratîk de zemîneke hêsanker pêşkêş bike. Helbet ev yek jî tê wateya hêvîkirina ‘tişta hewce.’ Lê belê li Tirkiyeyê dema ku hiqûq tê sepandin di pratîkê de pirsgirêkeke din jî heye; pirsgirêka li şûna yasayê ‘‘şîroveya hiqûqî.’’ Yanî çarçoveyeke yasayekê heye, bi gotina hiqûqî ‘’ruhê yasayê’’ heye. Dadger û aliyên hiqûqî dema ku yasayê şîrove dikin li gorî daneheva hikûmet û dewletê, di çarçoveya îrade û xwesteka wan de şîrove dikin. Bi vî awayî şîroveyeke ne hiqûqî, ji aliyê hiqûqnasan ve weke ku şîroveyeke hiqûqî ye tê pêşkêşkirin. Li Tirkiyeyê ‘’şîrove’’, gelekî ji hiqûq û yasayan wêdetir e. Şîrove ketiye şûna hiqûqê û pratîkeke ku tu wateya yasayan nemaye, pêş ketiye. Ji ber vê yekê yasayaên heyî jî piştî demekê wateya xwe ji dest didin.
DÎNAMÎKÊN NAVXWEYÎ YÊN CIVAKÎ BI PIRSGIRÊK IN
Li Tirkiyeyê ger pêvajoya heyî veguhere aşitî û çareseriyê bi rastî jî divê mijarên weke hiqûqa demokratîk çi ye, wê hiqûqa gelê Kurd çawa were kirin û wê temînatên qanûna bingehîn û hiqûqa navneteweyî çawa werin dabînkirin û hwd. werin nîqaşkirin. Dema ku ev yek tê kirin jî divê ne di çarçoveya hiqûqa heyî de jî were kirin divê li gorî perspektîfa hiqûqa gerdûnî û ya hewce gav werin avêtin. Gırêdayî vê yekê bi taybetî jî siyaseta Ewropayê, divê ji Tirkiyeyê re rênîşanderiyeke siyasî bike. Ez ne di baweriyê de me ku dînamîkên navxweyî yên Tirkiyeyê ji demokratîkbûyînê re kêrhatî ne. Ji ber vê yekê ez wisa difikirim ku zexta siyasî ya ku derve li Tirkiyeyê were kirin gelekî girîng e. Li Tirkiyeyê ku bes xwe dispêre neteweyekê û olekê; di rêveberiyên ku ji hemû nasname, bawerî û fikrên din re girtî ye de hiqûq bes karê fermîkirina danehevên rêveberiyê dike.
* Omer Guneş, yek ji parêzerên Rêber Apo ye.