Dewleta Tirk ji dil û rast nêzî pirsgirêka Kurd nabe
Eger dewleta Tirk û desthilata wê bi rastî jî dixwazin şerê 50 salan bi dawî bibe û pirsgirêka Kurd çareser bibe divê bê dudilî gavên berbiçav bavêjin.
Eger dewleta Tirk û desthilata wê bi rastî jî dixwazin şerê 50 salan bi dawî bibe û pirsgirêka Kurd çareser bibe divê bê dudilî gavên berbiçav bavêjin.
Zihniyeta înkar û îmhayê ya sedsalî ya dewleta Tirk hê jî dewam dike. Lê ew bi xwe jî li xwe mikur tên ku ev pirstgirêk bi şer û qirkirinê çareser nabe. Dîsa ew bi xwe dibêjin, ji sedsalên komarê 50 sal bi şerê li dijî Kurdan re derbas bûn. Lê ev rastî eşkere derket holê, dewleta Tirk di şerê li dijî Kurdan de ti tiştek bi dest nexist. Berevajî vê, ji ber têkçuyîna xwe ya di vî şerî de bû dîl û mehkûmê hêzên navneteweyî.
Tirkiye ya ku ji bo Qibriseke 400 hezar kes dewletê dixwaze, lê ji bo 60 milyon Kurd dest ji dewletê berde, mafên bingehîn jî qebûl nake. Hê jî helwesta desthilata Erdogan a li hemberî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk zelal nîne. Di nêzîkatiya wan a li hember vê pêvajoyê de xuya dibe ku rast nêzikî pirsgirêka Kurd nabin. Desthilata Erdogan mîna sala 2013’an bibîne ku wê ev pêvajo dengan ji wan bibe, teqez dîsa wê serî li dek û dolabên têkbirina vê pêvajoyê bide. Ji xwe ya ku heta niha tê dîtin jî nîşan dide ku Erdogan bi hesab nêzî pêvajoyê dibe.
Di vê dema ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li ser aştî û çareseriyê niqaş tên kirin de, herkes ji desthilatê li benda gavên berbiçav e, lê ew destûrnameya şerê li dijî Kurdan dişînin meclisê. Armanca dirêjkirina destûrnameyên şer ên ji bo Iraq û Sûriyê berdewamkirina şerê li dijî Kurdan e. Wekî din ti wate û pênaseyeke vê yekê tune ye. Ev yek jî niyet û armanca wan a li hember pêvajoyê eşkere radixe ber çavan. Dewleta Tirk û desthilata wê li gel ku naxwazin bi Kurdên li nava sînorê xwe re li hev werin, hebûna Kurdên li welatên din jî qebûl nakin.
Kurdan ji bo aştî û çareseriyê çekên xwe şewitandin û dixwazin pirsgirêka wan di nava sînorên dewletan de bi rêbazên demokratîk çareser bibe. Di vê çarçoveyê de niha li Tirkiye û Sûriyê pêvajoyek heye û danûstandin tên kirin. Lê Enqere û Şam li şûna ku guh bidin daxwazên Kurdan û gavên demokratîk bavêjin di siyaseta înkarê de israr dikin. Şam jî di çarçoveya siyaseta Tirkiyê de helwesta xwe diyar dike û daxwazên xwe li ser Kurdan û gelên din ferz dike. Eşkere ye ev nêzîkatî wê rê li ber şer û qeyraneke kûrtir veke. Dewleta Tirk di çarçoveya pêvajoya aştî û civaka demokaratîk de divê însiyatîfê bigire û ji bo çareseriyê bi roleke çêker rabe. Lê dema em li zimanê rayedarên Tirk ên derbarê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dinêrin ji vê yekê dûr in û dixwazin desthilata HTŞ’ê li ser Kurdan ferz bikin. Bi taybetî Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan weke ku waliyê Şamê ye tevdigere û li ser navê Ereban diaxive.
Di demeke welê de ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herkes li bendê ye ku desthilat gavên çareseriyê bavêje, lê berevajî li dijî Kurdan faşîzm û nijadperestiyê gur dikin. Hêvî û bendewariyên gelên Tirkiyê yên aştiyê têk dibin. Eger dewleta Tirk û desthilata wê bi rastî jî dixwazin şerê 50 salan bi dawî bibe û pirsgirêka Kurd çareser bibe divê bê dudilî gavên berbiçav bavêjin. Di serî de divê tecrîda li ser Rêber Apo ku aktor û muzakerevanê sereke yê vê pêvajoyê ye bi dawî bikin, mafê hêviyê bi cih bînin. Divê li Sûriyê piştgiriya bi desthilata HTŞ’ê re bi dawî bikin û destê aştiyê dirêjî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin. Divê ji bajarên Kurdan ên ku dagirkirine vekişin. Divê bi deh hezaran leşkerên xwe yên li Başûrê Kurdistanê vekişînin. Dema ku van gavan bavêjin Kurd jî wê ji samîmiyeta wan û gotinên wan yên xwişk û biratiyê bawer bikin. Naxwe bi gotinên xwe yên ku heta niha dikin baweriyê nadin Kurdan û hêzên demokratîk.