'Azadiya Rêber Apo azadiya me ye'

Rêber Apo hemû jiyana xwe ji bo aştiyeke bi rûmet û azadiya mirovan feda kir. Divê were zanîn ku azadiya fizîkî ya Rêberê Apo ji bo gelan mijara man û nemanê ye. Bi taybet jî weke jin, azadiya Rêber Apo ji bo me heyatî ye.

Gelê Kurd li her devera Kurdistanê û cîhanê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo dengvedaneke pir mezin dane çêkir. Tevî dost û hevalên xwe li qad û meydanan bi çalakiyên cihêreng daxwaza azadiya fizîkî ya Rêbertî dikin. 

Rêber Apo 52 sal in ji bo aştî û azadiya mirovahiyê têkoşîn dike û bûye xwedî berhemeke zêrîn ku her kesî digire nava xwe.  Îro jî gihiştiye asta erk û mîsyon dide her kesî. Ji ber têkoşîna Rêbertî civakî ye û niha jî gerdûnî bûye. Mirov dikare bibêje ku têkoşîneke ji çarçoveya neteweyî derketiye û gerdûnî bûye.

Tevî wê têkoşîna berhemdar û pîroz jî Rêber Apo 27 sal in li Girava Îmraliyê weke rehîne tê girtin. Girava Îmraliyê ji serdema Bîzansiyan ve weke cihê tecrîdkirin û cezakirina mirovên navdar ava bûye. 

Pir baş tê zanîn bê çima Bîzansiyan girtîgeheke wiha li wê giravê dane çêkirin. Dewleta Tirk jî heman rêbazên tecrîd û tinekirina pêşeng, serok û kesayetên navdar li wê giravê pêş xistiye. Hewl daye wan mirovan hêdî hêdî wan ji hêla fîzîkî ve ji holê rake. 

26 sal temam bûye û derbasî 27 salan bûye ku Rêberê me Rêber Abdullah Ocalan li wê giravê weke tê girtin. 

Rêber Apo bi Banga 27’ê Sibatê dest bi pêvajoya çareseriya aştî û civaka demokratîk kir.  Lê hê jî li wê giravê tê ragirtin. Teqez divê were zanîn ku wê gelê Kurd vê wiha qebûl nake.

Piştî 6 salan dewleta Tirk destûr da sê parêzer biçin Girava Îmraliyê. Rêber Apo jî ev çûna parêzeran weke qonaxeke nû derbasbûna zemîna hiqûqî girtiye dest û nirxandiye. Em hemû jî dizanin rewşa wê giravê û rewşa tenduristiya Rêber Apo çawa ye. Temenê Rêbertî  ji 75 salî bihuriye. Divê demildest ji wê giravê were derxistin. Pêwîst e şertên ku Rêbertî karibe bi rehetî bixebite, siyasetê bimeşîne werin çêkirin. Kesên dixwazin aştî û demokrasî pêş bikeve hewce ye hurmetê bidin keda Rêberê Gelê Abdullah Ocalan û dev ji berjewendiyên xwe yên şexsî berdin. 

Rêber Apo hemû jiyana xwe ji bo aştiyeke bi rûmet û azadiya mirovan feda kir. Divê were zanîn ku azadiya fizîkî ya Rêberê Apo ji bo gelan mijara man û nemanê ye. Bi taybet jî weke jin, azadiya Rêber Apo ji bo me heyatî ye. Werin em hemû bi hev re li qadan dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” bilind dikin û bibêjin, “Azadiya Rêber Apo azadiya me ye.”