Xwedîderketina rast a li pêvajoyê

Çalakiya jinên ku ji Amedê û ber bi Enqereyê ve meşiyan, gelekî girîng e. Yanî divê em hemû pêvajoyê rast fêm bikin û bi awayekî xurt lê xwedî derkevin. Baş e wê rastfêmkirina pêvajoyê û xwedîlêderketina wê ya bi awayekî xurt çawa pêk werin?

Jinên ku di yekemîn hefteya meha Cotmehê de ji Amedê ber bi Enqereyê ve meşiyan, di 7’ê Cotmehê de bi fînaleke bicoş ya li TBMM’ê meşa xwe temam kirin. Hefteyekê ji Rihayê heya Dîlokê, ji Edeneyê heya Mêsînê li hemû bajarên li ser rêya xwe mitîngên bicoş ên ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo daxwaz dikin, li dar xistin. Daxwaz û dirûşmeyên xwe yên berbehs li Meclîsê jî bi dengekî bilind qîr kirin û hewl dan dengê xwe bigihînin hemû Tirkiyeyê.

Bêguman ev meşa jinên TJA’yî ji aliyê rastfêmkirin û xwedîlêderketina pêvajoyê ve gelekî girîng bû. Tevahiya hefteyekê li her derî ji bilî qîrkirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tiştekî din nekirin. Bi hemû hebûna xwe berê xwe dabûn azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Çimkî baş dizanin ku çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê girêdayî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ne. Çimkî baş fêm dikirin ku di serî de jin jiyana azad a ji bo hemû civakê girêdayî vê yekê ye.

Bi kurtasî di wê baweriyê de bûn ku Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk ne bendewariyên ji dewlet û desthilatdariya AKP’ê ne, berovajî wê divê hemû civak ji bo vê yekê bixebite û têkoşîna ji bo azadî û demokrasiyêpêş bixe. Baş fêm kiribûn ku divê li her derê rêxistinbûna civaka demokratîk pêş bixin, mal bi mal, kolan bi kolan bigerin, hemû kesî birêxistin bikin û berê wan bidin nava têkoşînê û girêdayî van yekan divê zîhniyet û siyaseta ku dijminahiya jinan û gelê Kurd dikin, hilweşînin.

Ji ber vê yekê çalakiya ‘’Em Bi Hêviyê Ber Bi Azadiyê Ve Dimeşin’’  bandor li gelek derdoran kir. Bidawîbûna wê ya di 7’ê Cotmehê de jî, xwedîlêderketina bîranîna seroka jin a leheng Gurbetellî Ersoz a 7’ê Cotmehê de tevlî karwanê şehîdan bûyeî îfade kir. Dîsa di 27’emîn salvegara wê de hate wateya bi awayekî xurt protestokirina êrîşa komployê ya di 9’ê Cotmeha 1998’an de hatî, destpêkirin.

Ji wê wêdetir ji Devlet Bahçelî yê ku heman rojê li Meclîsê di komcivîna MHP’ê de axivî û ji bo Rêber Abdullah Ocalan jî gotibû; ‘’Bila were li Meclîsê di nava koma DEM Partiyê de biaxive û heya dawiyê ji mafê hêviyê sûd werbigire’’ û ev gotinên xwe ji bîr kirine re bû bersiveke gelekî girîng. Çimkî dema ku jinan li Meclîsê dirûşmeya; ‘’Azadî ji Rêber Apo re’’ berz dikirin, Devlet Bahçelî yê ku li heman Meclîsê diaxivî, weke ku qala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo yê ku li Îmraliyê rehîn digirin, nekir jî gotinên ku hema bibêjin bi şêwazeke telîmatan  dianîn ziman.

Hin kes hewl didin gotinên Devlet Bahçelî ku gotiye dibe ku çend parlamenterên di Komîsyonê de cih digirin, dikarin biçin bi Rêber Apo re hevdîtinê pêk bînin weke tişteke erênî nîşan didin û di nava civakê de bendewariyeke sexte biafirînin. Lê belê Heyeta DEM Partiyê ya ji parlamenteran pêk tê, dikare hema bibêjin hemû mehan biçe Îmraliyê û hevdîtinan pêk tînin. Lê belê ev yek gelek tiştan naguherîne. Çima? Çimkî Rêber Abdullah Ocalan ji zû de ye zêdetir tişta ku li Îmraliyê bike, kiriye. Tiştekî din a ku girêdayî şert û mercên rehînebûnê de bike, nema. Ger dewlet û desthilatdariyê soza bigirta û hinekî gavên demokratîk biavêtana, wê heya niha ji zû de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bihata dabînkirin.

Lê belê geşedaneke bi vî rengî rû neda. Li Îmraliyê tiştek neguherî. Dewlet û desthilatdariyê têkildarî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tu pêngav neavêtin. Ev tê wê wateyê ku nexwe dewlet û desthilatdarî sozên ku dane nagirin, tu fikr û bernameyeke wan a têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê tune ne. Weke Devlet Bahçelî, bê navber ji Rêber Apo tiştên û daxwaz dikin. Bi serde li bendê ne ku van yekan di bin şert û mercên Îmraliyê de bike.  Weke Komîsyonê, bi deq û dolaban hewl didin demê dirêj bikin.

Ji ber wê yekê di çarçoveya pêvajoya heyî de bê wate ye ku mirov bendewariya dewlet û desthilatdariyê be. Lewra bi awayekî veşartî amadekariyên dualî dikin. Ya yekem, li gel amadekirina pêşnûmayeke dişibe ‘’Qanûnên Poşmaniyê’’ yên berê û wê ji Meclîsê derbas bikin û bêçekbûn û belavbûnê li Gerîlayên Azadiya Kurd ferz bikin. Ya duyem jî amadekariyên êrîşên leşkerî yên li hemberî kesên vê yekê qebûl nekin. Pir eşkere ye ku ev deq û dolabên pir cidî û talûkeyên eşkere ne.

Nexwe tiştekî ku li ser navê Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk ji dewlet û desthilatdariya AKP’ê were xwestin, nemaye. A rastî di destpêkê de jî tiştekî cidî ya ku jê were xwestin, tune bû. Dema ku Rêber Apo di 27’ê Sibatê de Banga Aşitî û Civaka Demokratîk kir, bi awayekî eşkere diyar kir ku ev bang ji desthilatdariyê zêdetir ji bo muxalefet û hemû beşên civakê ye. Diyar kir ku ‘’Tu lihevkirin tune ne’’ û bang li her kesî kiribû ku pêvajoyê rast fêm bikin û bi awayekî xurt lê xwedî derkevin.  Bi awayekî eşkere anîbû ziman ku pêvajo di esasê xwe de pêngaveke azadî û demokrasiyê ye, ji ber wê yekê jî di serî de jin û ciwan divê hemû beşên civakê bi awayekî xurttir xwe birêxistin bikin û wê bi têkoşînê pêvajo bigihîje serkeftinê. 

A niha divê hemû kes, em hemû vê rastiyê baş bibînin û fêm bikin. Di hefteya yekemîn a meha Cotmehê de ev çalakiya jinên ku berê xwe dabûn azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û ji Amedê ber bi Enqereyê ve meşiyan,  gelekî girîng e. Yanî divê em hemû pêvajoyê rast fêm bikin û bi awayekî xurt lê xwedî derkevin. Baş e wê rastfêmkirina pêvajoyê û xwedîlêderketina wê ya bi awayekî xurt çawa pêk werin?

Beriya her tiştî, divê em dev ji nêrîn û helwesta bendewariya ji dewlet û desthilatdariyê berdin û bizanibin ku serkeftina Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk girêdayî têkoşîna xurttir û birêxistibûna zêdetir e û vê yekê pêk bînin. Bi taybetî jî divê ciwan vê rastiyê baş bizanibin û pêk bînin.

Pir eşkere ye ku tiştên ku di vêçarçoveyê de hatine kirin gelekî lawaz û kêm in. Bêguman ne ku tu tişt nayê kirin, hewl tê dayîn ku hin tişt werin kirin. Lê belê ev ji aliyê pêşketina siyaseta demokratîk û beralîkirina derdorê ve  têrê nakin, kêm in. Çalakiyên heyî biçûk, perçe perçe û bêbandor in. Dîsa ji hev qut in, yanî mayîn de nînin. Çalakiyên ku mohra xwe li derdora siyasî dibe û rê bide wê nayên kirin. Diyar e ku birêxistinbûn kêm e. Li şûna ku bi girseyî mal bi mal bigerin û însanan perwerde û birêxistin bikin, dayîna daxuyaniyên li ser çapemeniyê kêm dimînin. Hema bibêjin ku şêwazeke bi vî rengî serwer e.

Dîsa rojeva gelek çalakiyan cuda ye. Erê li ser rexnekirin û teşhîrkirina desthilatdariya heyî tên avakirin, lê belê weke ku berê xwe nadin armancên cuda di heman demê de bandoreke mezin li civakê jî nakin. Rê li ber avakirina ferasetê ya di nava civakê de û pêşketina birêxistinbûnê venakin. Halbûkî nifteya çareseriya hemû pirsgirêkan azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e. Ji ber wê yekê jî divê hemû çalakiyên demokratîk azadiya fîzîkî ya Rêber Apo esas bigirin.

Ger em bala xwe bidinê, şert û merc ji bo birêxistinbûna demokratîk û pêşxistina çalakiyan guncav in, derfet û firsend zêde hene. Rêber Apo li gel Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk, rewşeke bi vî rengî derxist holêû afirand. Ji ber wê yekê div hemû kesên welatparêz û hêzên demokratîk vê rastiyê baş bibînin, birêxistibûn û çalakiyê xwe pêş bixin û vê rewşê wisa binirxînin.

Em di 27’emîn salvegra êrîşa komloya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an de ne. Ev hemû rejîma zext û zulmê bi vê êrîşê û pergala Îmraliyê ya tecrîd û eşkenceyê derketine holê. Wê demê tam jî dema wê ye ku em li dijî êrîşa komploya navneteweyî derkevin û bi awayekî xurttir daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bikin. Divê li her derê dirûşmeyên ku daxwaza hilweşandina pergala Îmraliyê ya rehîngirtinê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin, werin berzkirin. Divê careke din ji her kesî re were nîşandan ku hêza gel ji ya dîktatorên faşîst mezintir e. Girêdayî vê yekê em bang li her kesî dikin ku bi awayekî xurttir beşdarî çalakiyên şermezarkirina komployê û daxwazkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku wê dawiya hefteyê werin lidarxistin, bibin!

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka