Em bi têkoşîna jinên Kurd û Sûriyeyî serbilind in

Jinên şoreşger weke hêza YPJ’ê xwe rêxistin kirin, jin û civakê diparêzin. Têkoşîna jinan careke din da îsbatkirin ku hêza jinan her tim avaker e. Em dibînin ku li qada siyasî û civakî de jî gelek jin bi awayekî aktîf bi rola pêşengtiyê radibin.

Di tevahî şoreşên gelan de jin xwedî rol û ked in. Di kar û barên şoreşê de xwedî berhemeke mezin in, lê mixabin di dîrokê de hatiye dîtin ku piştî her şoreşê keda jinan hatiye paşguhkirin. Careke din jin weke mîna kevaniya malê ye lê hatiye temaşekirin. Di arşîva wan şoreşan de qet navê jinan nehatiye qeydkirin. Tenê navê mêran weke şehîd, qehreman û kedkar hatiye tescîlkirin. Jin jî tenê weke dayik, xwişk, keç û hevjîn hatiye dîtin.

Weke mînak di şoreşên Çînê, Kûba, Vîetnam, Rûsya û hwd. şoreşên sosyalîst de jin bûn xwedî rol. Lê piştî şoreşê, jin vegeriyane ser erkên xwe yên malê û weke berê li wan hat temaşekirin. Lê di şoreşa Kurdistanê de jinan nîvê sedsalekê di şer û têkoşînê de rola xwe lîstin e. Bi sedan jinên Kurd ên qehreman di nav refên gerîla de canê xwe feda kirine. Şêre jinên ji wan gerîlayên egîd û leheng bandor bûn, di şoreşa Rojava de jî di sengerên herî pêş de şer kirin û ji mêran re bûne fermandar. Gelek mînakên jinên wiha çeleng û fedayî hene ku bûne sembola dilêrî û fedayetiya bi qehremanî. Jinên weke Avesta Xabûr, Arîn Mîrkan, Barîn Kobanê, Rêvan Kobanê û gelek jinên weke wan di dîroka zêrîn a şoreşa mirovahiyê ya Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de cih girtin.

Ew jinên welê ne ku bi têkoşîna xwe destanên wêrekî, fedayetî, egîdî û qehremaniyê xêz kirin. Ji tevahî jinan re bûn mînak û nimûneya jiyana azad û wekhev. Em hemû jî dizanin ku jinê mohra xwe li pêşxistina şoreşa Rojava xistin. Li ser vî esasî vê şoreşê deng xwe veda. Heya kêliyên dawiyê yên jiyana xwe li ber xwe dan û gelekan jî di nava dijmin de xwe parçe parçe kirin. Ew fedaiyên wê bi hezarên salan di dîroka têkoşîna gelan de behsa wan bê kirin, ji tevahî jinan re bûn îlhama têkoşînê. Rola jinan di şoreşa Rojava de sereke û bingehîn e. Gelekî girîng e mirov têkoşîna jinan vebêje, qala kesayetên wan ên efsanewî bike, wan bi jinan û civakê bide naskirin. Ev di heman de demê erk û wezîfeyeke herî pîroz a me hemûyan e.

Di destpêka şoreşê de Rêber Apo got, “Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye.” Bi taybet jî piştî çalakiya fedayî ya şehîd Arîn Mîrkan û şehîd Rêvan Kobanê, navê şoreşa Rojava bû şoreşa jinê. Jinan di nav şoreşê de şer kirin, fedakarî û qehremaniyeke bêhempa raber kirin. Dema mirov hewl dide şoreşê pênase bike, hema yekser jin tê bîra mirov. 

Jinên şoreşger weke hêza YPJ’ê xwe rêxistin kirin, jin û civakê diparêzin. Têkoşîna jinan careke din da îsbatkirin ku hêza jinan her tim avaker e. Em dibînin ku li qada siyasî û civakî de jî gelek jin bi awayekî aktîf bi rola pêşengtiyê radibin. Weke tê zanîn rewş û pirsgirêkên jinan beriya şoreşê ji ber desthilatdariya rejîma Baas pir xerab bû, lê piştî şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jinan hênaseke azad kişandin û bi serbilindî di nav refên şoreşê de cih girtin. Li ser vî esasî di nav civakê de bûn xwedî rol, vîn, mîsyon û bi serbilindî xwe temsîl dikin. Em jî weke jin bi têkoşîna jinên Kurd û Sûriyeyî serbilind in.