Meha Cotmehê hat û vekirina TBMM’ê ku her kes bi meraq li bendê bû, bi boykotê re pêk hat. Serokkomar Erdogan di vekirina Meclîsê de ku ji aliyê CHP’ê û hin partiyên çepgir ve hate boykotkirin axivî, behsa gavên ku ji aliyê Kurdan ve hatiye avêtin kir û der barê pêvajoyê de peyamên ‘hêvîdar’ da. Pesna xebatên komîsyona meclîsê da û diyar kir ku wê komîsyon li ser pêşniyarên hatine girtin, derbasî qonaxa din bibe.
Di axaftina xwe ya vekirinê ya li Meclîsê de di 1’ê Cotmehê de ji Tayyîp Erdogan dihat hêvîkirin ku ne tenê spasiya serokê MHP’ê Devlet Bahçelî û DEM Partiyê bike, di heman demê de peyamên zelaltir û şênber jî bide. Xebata Komîsyona Meclîsê ya bi serokatiya Numan Kurtulmuş, encameke ku hêvî kêm dike, derxist holê. Wekî din, daxuyaniyên dawî yên Serokê Komîsyonê Numan Kurtulmuş, li aliyek ji bo hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şêlobûn çêkir û gotina wî yên Meclîs dê şertên qanûnî piştî ku rêxistin, bi hemû pêkhateyên xwe bi tevahî bêçek bibe bicîh bîne dubare kir û ev yek rastî nerazîbûnên cidî hat.
Îro, hem ev vekirin û hem jî axaftin têne nîqaşkirin. Aliyê Kurd bi eşkereyî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dixwaze û destnîşan dike ku pêşveçûna pêvajoyê bi vê yekê ve girêdayî ye. Çalakiyên demokratîk ên ku ji bo vê armancê têne kirin hem li welêt û hem jî li derveyî welêt her ku diçe berfirehtir dibin. Kurd hem azadiya xwe û hem jî demokratîkbûna Tirkiyeyê di azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de dibînin.
Meha Cotmehê her wiha salvegera 27’emîn a komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ev komplo destpêka sîstema Îmraliyê bû, ku niha li ber hilweşînê ye. Rêber Apo 27 sal in li dijî vê êrîşa giran berxwedaneke dijwar dimeşîne.
Gava yekem a komployê dema ku, di bin zexta Serokê wê demê yê Emerîkayê Bill Clinton de, hikûmeta Sûriyeyê ji Abdullah Ocalan xwest ku ji welêt derkeve, hate avêtin. Piştî vê biryarê, rêveberên Îsraîl û Brîtanyayê jî destek dan vê biryarê. Li hember vê biryarê Rêber Apo ku ne xwedî amadekariyek mezin bû, demekê fikirî ku di navbera Ewropa û herêmê de biçe û were, lê di 9’ê Cotmehê de wî biryar da ku biçe Yewnanîstanê.
Komplo bi vî rengî hate kirin. Plan ew bû ku rê li ber ketina Rêber Apo bo Yewnanîstanê bigirin û wî neçar bikin ku vegere û li ser Deryaya Spî lêxin û wî tune bikin. Lê belê Rêber Apo ji wir derbasbûna Rûsyayê hilbijart û ev plan têk bir.
Piştî çûyîna Rêber Apo bo Rûsyayê, êrîşeke giran a navneteweyî dest pê kir. DYE, Brîtanya û Îsraîlê ev êrîş organîze kirin. Rêber Apo hewl da ku bi çûna Romayê dorpêçê bişkîne. Romayê dikarîbû biba wesîleya gaveke girîng ber bi destpêkek nû ve, lê Ewropayê, bi taybetî Elmanya û Fransayê, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd ti îrade nîşan nedan û teslîmî zexta DYE’yê bûn.
Dema ku planên ku bi rêya Tacîkistan, Belarûs û Yewnanîstanê hatibûn çêkirin negihîştin encamê, DYE-Brîtanya û Îsraîlê taktîkên cûrbecûr bikar anîn da ku Rêber Apo bikişînin Kenyayê. Dema ku plana tunekirina Rêber Apo li wir têk çû, bi Tirkiyeyê re bazarî dest pê kirin. DYE’yê, bi baweriya ku Rêber Apo dê li Tirkiyeyê were îdamkirin, xwest ku tunekirinê bi vî rengî pêk bîne. Piştî bazariya ku ji hêla CIA’yê ve hatin kirin, Rêber Apo di 15’ê Sibata 1999’an de li Kenyayê bi komployek radestî Tirkiyeyê hat kirin.
Serokwezîrê wê demê Bulent Ecevît di daxuyaniyekê de ku di sibeha 16’ê Sibatê de da, hem ew ‘mizgînî’ dide raya giştî ya Tirkiyeyê û hem jî bi fikar xuya dikir. Sedema vê rewşê zû eşkere bû ji xwe: Ecevît nikarîbû fêm bike ka çima DYE’yê Rêber Apo radestî Tirkiyeyê kiriye. Bi rastî, di salên piştre de, wî bi berdewamî gotina, "Ez fêm nakim çima DYE’yê Apo radestî me kir" dubare kir.
Rêber Abdullah Ocalan ji destpêkê ve tiştê ku Ecevît nekarî fêm bike fêm kir û bi israr hewl da ku wê ji hikûmet û civaka Tirkiyeyê re rave bike. Li gorî Rêber Apo, komployê ne tenê Kurdan, di heman demê de Tirkiyeyê jî hedef girt. Armanc astengkirina azadiya Kurdan û astengkirina demokratîkbûna Tirkiyeyê bû. Rêya bidestxistina vê yekê afirandina pevçûnek bêdawî ya Tirk-Kurd bû. Darvekirina Rêber Apo li Tirkiyeyê helbet dê rê li ber vê vekiriba. Ji ber vê yekê, ji destpêkê ve, Rêber Apo Îmralî di vê çarçoveyê de veguherand qadeke xebatê û "aştî û çareseriyek demokratîk" parast.
Di wê demê de, hin kesan nêrînên Rêber Apo fêm dikirin û hinên din li dijî wan bûn. Hinan guhdarî dikirin û hinên din êrîş dikirin. Lê di dawiyê de, van hewldanan encam dan: di nav hikûmeta Tirkiyeyê de astek diyarkirî ya aqil derket holê û cezayê darvekirinê nehat bicîh anîn. Piştre, cezayê darvekirinê bi tevahî ji destûr û qanûnan hate derxistin, li şûna wê cezayê hepsa heta hetayê ya girankirî hate birîn. Piştî van pêşketinan, Devlet Bahçelî Ecevît ku cîgirê wî bû, neçar kir ku hilbijartinên pêşwext îlan bike.
Rastiya ku Ecevît 27 sal berê hewl dida fêm bike, niha ji aliyê her kesî ve bi hêsanî û zelal tê fêmkirin. Niha pir eşkeretir e ku aliyekî girîng ê komployê, ku di wê demê de bi giranî di bin zexta Îsraîlê de pêş ket, Tirkiye jî hedef girtiye. Ev êdî ne hewceyî analîzek kûr e; her kesê ku bi baldarî binêre dikare bi hêsanî wê bibîne.
Ji ber ku Îsraîl niha bi eşkereyî daxwaza xwe ya berdewamiya pevçûna Tirkiye-Kurd diyar dike. Lê dîsa jî, dema ku Rêber Apo 27 sal berê radestî Tirkiyeyê hat kirin, gelek kesan li Tirkiyeyê bawer kir ku ragirtina Rêber Apo bi alîkariya DYE, Brîtanya û Îsraîlê ya ji bo Tirkiyeyê pêk hatiye. Lê belê, Rêber Apo bi israr rastiyê parast û li dijî vê rewşê helwestek domdar raber kir. Ev rastî niha li ber çavên her kesî derketiye holê.
Dibe ku îroniya dîrokê be ku di salvegera 26’emîn a komployê de, Devlet Bahçelî careke din yekem kes li Tirkiyeyê bû ku vê rastiyê anî ziman. Bahçelî di 1’ê Cotmeha 2024’an de di vekirina Meclîsê de çû ber koma DEM Partiyê, silav da û di axaftina xwe ya koma meclîsê ya 22’yê Cotmehê de pêşniyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan "PKK’ê fesix bike, dawî li şerê çekdarî bîne û bi vê şertê dikare di Koma DEM Partiyê de biaxive.” Ev daxuyaniyên wî her kesî matmayî kiribû.
Niha, salek di ser vê bûyerê re derbas bûye. Di vê demê de, Rêber Abdullah Ocalan stratejiya xwe ya ji bo fesixkirina PKK’ê û bidawîanîna şerê çekdarî pêk anî: Di 11’ê Tîrmehê de bi merasîma şewitandina çekan Rêber Abdullah Ocalan hemû gumanên li ser karanîna çekan ji holê rakir. Bi pêşengiya Rêber Apo, aliyê Kurd di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de gavên ku di aqilê kesî de nebûn avêtin.
Lê tevî van gavan jî, şert û mercên dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê berdewam dikin. Di sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê de ti guhertinên girîng nehatine kirin. Ev rewş hemû Kurdan û dostên wan ên demokratîk pir aciz dike. Ji ber vê yekê, çalakiyên azadiyê li her qadê belav dibe. Dihat payîn ku Serokkomar Tayyîp Erdogan di vekirina meclîsê de peyamek şênber li ser vê mijarê bide, lê wî nekir. Erdogan careke din helwesta xwe ya mijûlkirinê nîşan da. Tenê rêya mayî ew e ku her roj ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi awayekî xurttir têkoşîn meşandin e!
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka