Li Sûriyê rêbazên Tirkiye û DAIŞ’ê

Em dibînin ku di van demên dawiyê de siyaseta êrişkarî û rageşiyê ya rêveberiya Şamê zêdetir bûye. Careke din bingeha xurtkirina DAIŞ’ê ava dikin. Hewl didin li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşa heyî xirab bikin û bê aramiyê ava bikin.

Piştî hilweşîna rejima Baasê li Sûriyê ti guhertinek çênebû û xuya ye wê zû bi zû çênebe jî. Dewleta Tirk û hêzên din tişta ku dixwestin bi destê DAIŞ’ê û komên din bikin, niha dixwazin bi destê HTŞ’ê bikin. Di zêhniyetê de ti guherîn tune ye.

Vê gavê li Sûriyê rêbazên dewleta Tirk û DAIŞ’ê li ser kar e. Dixwazin van rêbazan nûjen bikin, bi rûpoşa siyasetê ya HTŞ’ê rewa bikin û bi gelên Sûriyê û cîhanê bidin qebûlkirin. Careke din durûtî û bê exlaqiya desthilat û dewletê li pêşberî gelên Sûriyê ye. Dixwazin desthilata komên ku bi salan li Îdlibê parastin û xwedîkirin li ser gelên Sûriyê ferz bikin. Çawa ku li Lazqiyê û Siwêdayê hate dîtin, dixwazin vê yekê jî bi rêbazên êriş, kuştin û komkujiyan bikin.

Em dibînin ku di van demên dawiyê de siyaseta êrişkarî û rageşiyê ya rêveberiya Şamê zêdetir bûye. Careke din bingeha xurtkirina DAIŞ’ê ava dikin. Hewl didin li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşa heyî xirab bikin û bê aramiyê ava bikin. Bi rêya olperestên selefî hewl didin zêhniyeta cîhadîst careke din bi rêxistin bikin.

Dewleta Tirk piştgiriya ku dida DAIŞ’ê bi heman rengî ji bo HTŞ’ê didomîne. Ji bo ku desthilata HTŞ’ê li ser pêyan bimîne bi hemû hêza xwe dixebite. Ji ber vê jî êriş û komkujiyên li dijî gelên Sûriyê ku tên kirin rewa dikin û heta piştgiriyê didin. Li dijî daxwazên azadî û demokratîk yên gelên Sûriyê ne. Naxwazin Rêveberiya Xweser û Şam li hev bikin. Naxwazin rêveberiya Şamê li gorî Peymana 10’ê Adarê tevbigere. 

Dewleta Tirk ku ji sala 2016’an ve gelek bajarên Sûriyê dagirkirî ye, her dem qala yekbûna xaka Sûriyê dike. Hê jî hewl dide vê dagirkeriya xwe berfireh û mayînde bike. Heta niha hêzên navnetewî û desthilata Şamê li dijî vê dagirkeriya Tirkiyê ti helwestek nîşan nedane. Tevî vê rastiyê jî, daxwazên demokratîkbûn û nenavendî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê weke cihêkarî û perçekirina Sûriyê dihesibînin. Eşkere ye niha gefa herî mezin û astengiya herî mezin ya li ser Sûriyê dewleta Tirk e. HTŞ jî ji bo ku li ser desthilatê bimîne li gorî daxwazên wan tevdigere û siyaseta teslîmiyetê dimeşîne.

Herî dawî serokê desthilata Şamê Colanî çuyîna Amerîkayê ji bo xwe weke serketineke mezin nîşan da. Eşkere ye bi beşdariya civîna Neteweyên Yekbûyî dixwazin rewabûnê bidin Colanî û bi gelên Sûriyê bidin qebûlkirin. Dîsa dixwazin bi Îsraîlê re jî li hev bînin û entegreyî pergalê bikin. Lê li miqabilî vê çavên xwe li kiryarên desthilata Şamê yên hovane ên li dijî gelên Sûriyê digirin û daxwazên azadî û demokrasiyê ên gel ji nedîtî ve tên. Yanî qanûna sedsalî ya Ewropayê a li ser Rojhilata Navîn careke din li Sûriyê li ser kar e. Dîktator û destpotan ava dikin û îradeya gelan tune dihesibînin.

Tê gotin ku hevdîtinên di navbera Rêveberiya Xweser û Rêveberiya Şamê de berdewam dikin. Lê heta niha van hevdîtinan encamek berbiçav nedaye û tenê weke hewldaneke mijûlkirin û li demê belavkirinê tê nirxandin. Rêveberiya Şamê li ser daxwaza dewleta Tirk tesfiyekirina Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk ferz dike. Li hember vê jî qala hinek mafên çandî dike ku çarçoveya wê jî ne zelal e. 

Vê gave li Sûriyê pêvajoyeke hesas û ne zelal heye. Sedema vê yekê jî destwerdanên dewleta Tirk û polîtîkayên hêzên navnetewî ên berjewendîparêz in. Eger dewleta Tirk destên xwe ji nava Sûriyê bikişîne wê pirsgirêk zû çareser bibin. Lê ev rastî ye; dewleta Tirk divê li gorî bûyer û pêşketinên li Sûriyê nêzîkî pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyê nebe. Bi rastî jî eger dewleta Tirk dixwaze pirsgirêka Kurd ya li Bakurê Kurdistanê çareser bike, dive dest ji dijminatiya li dijî Rojavayê Kurdistanê berde.