Kêlî yan jî ‘niha’ dîrokê di nava xwe de dihewîne. Dîrok nebe kêlî jî nayê jiyandin û wê ‘niha’ ya em behs dikin, bi tinebûnê re rû bi rû bimîne. Ger em bi zanebûn kêliyê dijîn ji ber em di ferqa dîroka xwe de ne. Ger her mirovek ji me niha jiyan dike, ji ber beriya me dapîr û bapîrên me kêlî têr û tije jiyan kirine. Lewma gotina pêşiyan ya ku dibêje; ‘her tişt li ser koka xwe şîn tê’ weke encama zanebûneke dîrokî ya mirovahiyê heyanî roja me ya îro xwe berdewam dike.
Dema tê gotin kok, bi qasî em behsa hezaran salan dikin, ewqasî jî em behsa rastiya mirovahiyê û nirxên hevpar ên dîrokî dikin. Em behsa nirxên dîrokî yên di roja îro de, di dewlet netew û erdnîgariyê de sînordar maye nakin, em behsa çandeke dirêj û kûr a dîrokî û kevnar, komînalîte û jiyana li derdora jin dayîkê dikin. Weke perçeyek ji xwezayê hewce dike em bizanin rastiyên me yên dîrokî xwe dispêrin kîjan çand û kevneşopiyê û li ser vê bingehî em nav li jiyana xwe ya îroyîn bijîn.
Gelê Kurd kevintirîn gelê herêma Rojhilata Navîn û cîhanê ye, lêkolînên di warê genetîk, etnografîk, lengûîstîk (zimannasî), etimolojîk û arkeolojîk de hemû diyar dikin ku ev gel kevintirîn gelê herêmê ye. Li hemû deverên cîhanê mirov jiyan dikin, lê belê xeta Toros-Zagrosê hinek din cûda ye ji ber yekem car nivîs li vê xakê hatiye peydakirin.
Di roja îro de û bi saya têkoşîn û keda Rêber Apo êdî rastiya dîrokê weke heyî tê xwendin. Rêber Apo dîroka ji aliyê serdestan ve hatibû nûxûmandin eşkere kir, rastiya dîroka gelê Kurd ronî kir. Bi saya vê têkoşînê Kurdan dîroka xwe baştir nas kir.
KOK, ÇANDA ARYEN E
Pêşketina koma zimanê Aryen yek ji sedemên wê yên bingehîn ew e ku di herêmeke navend de derketiye û belav bûye. Gelê Kurd bi qasî xaka Mezopotamya kevnar e û sêgoşeya Kevana Zêrîn bûye cihê herî guncaw a belavbûn û mayîndebûna çanda Aryen.
Bi avabûna şaristaniyê (BZ. 4000) re gelê Kurd jî li ser heman xakê bi navên, weke Kurtî, Hûrî, Gotî, Kasît, Mîtanî, Naîrî, Urartuyî, Sobarî, Medî û hwd. jiyana xwe dane berdewamkirin.
Her çendî, çand û zimanê Aryenî ji aliyên gelên weke Kurd, Fars, Belûcî û Afganan ve hatibe afirandin jî, lê dema mirov dirêjahî û kûrahiya dîrokê digire dest û daneyên dîrokî yên heyî lêkolîn dike, çand û zimanê Aryenî herî zêde ji aliyê proto-Kurd ve hatiye afirandin. Di herêma Kurdistanê de asawarên ku hatine derxistin vê yekê piştrast dikin. Ev yek herî zêde di berhem, motîf, mûzîk, lîstik, govend, efsane, destan, ziman û çanda Kurdan de dikare bê dîtin.
Dema em behsa zimanê Kurdî dikin em behsa kevintirîn ziman li ser asta cîhanê dikin. Dema em ziman û çanda Aryen digirin dest, divê em rastiya dîrokî ya vê zimanî û çandê baştir nas bikin. Di heman demê de sedemên heyanî roja îro ewqas êrîş jî li ser pêk hatine fêm bikin.
Ji bo em dara zimanê Kurdî di nava daristana zimanên mirovahiyê de tim û tim şîn û zindî bihêlin, hewce dike em dara xwe ji kurman û nexweşiyan biparêzin. Dema ku Kurdek ne bi zimanê dayîkê lê bi zimanên biyanî tenê biaxive, wê demê kurm dixe dara zimanê xwe. Em ji zimanên netewên din re nabêjin na, lê belê bi şertê ev ne li ser hesabê windakirina zimanê me be. Heyanî niha neyar ev bi darê zorê û bi rêbazên cûrbecûr li ser me sepandin. Lê dema em ne bi zimanê xwe, bi zimanê gelên din biavixin beriya her tiştî em ji xwe biyanî dibin.
Ziman amûra bingehîn a hişmendiya têkiliyên di navbera mirovan de ye, di heman demê de amûra bingehîn a civakbûnê ye jî. Ji ber bi pêşketina ziman re amûrên din jî peşketine û bi hev re di nava bandorbûnê de pêvajoyek hatiye jiyandin û van pêşketinan di warê hişmendî de guhartin bi xwe re derxistine holê. Ziman bûye berdevkê amûran û amûr jî bûne rêbazek di pêşketina ziman de. Di nîzama zimanê mirovahiyê de hêza fikrê di pêş de ye. Bi pêşketin û veguherîna di laş de pêk hatiye bi pêwîstiyên weke xwe parastinê, xwe têr kirinê û zêdekirinê re jî di warê zihnî de jî pêşketin pêk hatine. Ji lewra em dibêjin; ‘şoreşa ziman’.
ROLÊ JIN-DAYÎKÊ DI PÊŞKETINA ZIMAN DE
Ji destpêka mirovahiyê û beriya dest bi zimanê nivîskî were kirin, em ê bibînin ku keda jin dayîkê di pêşde birina ziman de bûye xwedî risteke bingehîn a civakbûnê. Lewma di serî de divê em bal bikşînin ser mijareke girîng ku tenê zimanê nivîskî weke dîroka ziman tê dîtin û ev bi serê xwe mijara înkarê ye. Lewma em dikarin bêjin înkara yekem li ser keda jinê pêk hatiye û înkara hebûna netewekî ji qedexeya li ser ziman destpê dike. Ji ber hemû vedîtinên di pêvajoyên dawî de li Kurdistanê weke (Girê Miraza BZ. 12.000) wêne û tîpên hatine xêzkirin diyar dikin ku ji aliyê komên proto Kurd ve hîn ji beriya Sumeran ve nîvîs hatiye îcadkirin.
Rastiya jin a ku bi xwezayê re yek e heta roja me jî berdewam dike. Ji destpêka dîrokê û heyanî roja îro her bayek, baranek, berf, meh û hemû rûdawên di xwezayê de, navên wê di zimanê dayîk û dapîrên me de hene û zimanê ku em weke netewa Kurd pê diaxivin jî xwedî bingeheke zanistî ya dîrokî ye û xwe dispêre heqîqeteke dîrokî ya vê erdnîgariyê. Ev nav bi zimanê Kurdî ne û gelê Kurd heyanî roja îro vî zimanî bi kar tîne û hebûna xwe pê diparêze û berdewam dike.
Ger were bîra me hemûyan ku beriya em biçin dibistanên dagirkeriyê, em hemû di zaroktiya xwe de ji aliyê dapîrên xwe ve fêrî destan, serpêhatî û çîrokên welatê xwe bûne. Zarokên Kurd dema dest bi dibistanê dikin di warê derûnî de zahmetiyê dijîn ji ber zimanê pê ji dayîka xwe perwerde dîtiye û fêrî axaftinê bûne, ne heman zimanê ku di dibistanê de pê re tê axaftin e.
Beriya her tiştî zimanê dibistanê bo wan zarokan zimeneke biyaniye û tu têkiliya zimanê dibistanê bi hişmendiya zimanê dayîkê re nîne. Tiştekî derveyî xwezaya zarok li ser wan tê ferzkirin, mirov dikare di vê mijarê de bêje ku hişmendiya înşa kirî di vê pêvajoyê de didin zarokan. Lewma yek xal heye di bîra me hemûyan de ye ew jî zarok di salên destpêkê de ji dibistanê direvin û tehemula wan ji dibistanê re nîne, sedem jî ji ber tiştên ji wan re tên gotin fêm nakin û wate nadin. Zarok di ferqa vê yekê de ye, lewma pir zarok hene di wê pêvajoyê de ji malbatê re dibêjin em ji mamoste fêm nakin. Em hemû bi vê rastiya bi jan re rû bi rû mane û gotin di cih de be zarok di wê temenê biçûk de lal dibe. Divê were gotin ku di cîhanê de pergaleke wiha ya ziman nîne, tenê ev polîtîka li ser gelê Kurd hatiye ferzkirin. Di zanista civakî û di warê derûnî de ev yek şopên mezin li ser zarokan ava dike.
Dewlemendiya zimanê Kurdî di giyana dayîk û dapîrên me de veşartiye. Lewma rista dayîkê ji serdemên civaka xwezayî heyanî roja îro leyîstiye, parastina nirxên herî kevnar a mirovahiyê ye û di navenda vê de çand û parastina ziman heye. Ji ber eksena jiyana li dora dayîkê, jiyaneke li ser bingehê komunal hatiye avakirin e lewma wekî zimanê dayîkê tê binavkirin.
XWEDÎ LI ZIMANÊ XWE DERKETIN PARASTINA CEWHERÎ YE
Di gotinên pêşiyan de tê gotin ku; ‘dema mirovek dimire tenê tiştek li pey dimîne, ew jî navê mirove’ lê belê dagirkeriyê di Kurdistanê de ev yek jî qedexe danî ser. Yek ji rêbazên bişaftinê ew bû ku destûr ji navên Kurdî re jî nehate dayîn. Lewma di Kurdistanê de dema em behsa ziman dikin, em behsa çanda berxwedanê dikin û em nikarin mijara ziman ji çanda berxwedaniyê cûda bigirin dest.
Divê ji bo zimanê dayîkê em tim di nava tekoşînê de bin û hemû qadên me ya jiyan û xebatê bi zimanê Kurdî be. Ev me nake netewperest, yan jî zimanperest. Çendî em bi zimanê xwe biaxivin em ê ewqasî çanda xwe mayînde bikin. Divê li hember hemû rêbazên bişaftin û xwebişaftinê xwedî tekoşîn û helwest bin. Ji ber ziman rêgezek bingehîn a welatparêziyê ye.
Li ser vê bingehî zimanê xwe parastin di heman demê de çand, dîrok, av, ax, daristan û hewaya xwe parastin e. Ev jî dikeve çerçoveya parastina cewherî. Rêbertî jî şerê welatparêziyê weke parastina ziman û dîrokê bi nav dike. Dema em van rêgezan esas bigirin em ê di tekoşîna parastinê de encamên tên xwestin bi dest bixînin. Ji xwe rêgeza komînê jî li ser van bingehan pêk tê.
Dema em li ser ziman û çanda xwe jiyan bikin, bandora şerê taybet ya ku bi xwe re perçebûnê ava dike jî namîne. Yek ji rêbazên tekoşînê li hember rêbazên şerê taybet û polîtîkayên bişaftinê pêşxistina pergala parastina cewherî ye.
Li kîjan qadê şer li hemberî me bi rêve diçe, di wê qadê de berxwedaniya civakbûnê bi hêz were kirin, yek ji xalên herî girînge. Ji ber di Kurdistanê de şer li hember civakbûnê tê meşandin, ger em civakbûna xwe biparêzin wê demê nirxên ku civakbûna me jî ava dike, pêwîste werin parastin. Ger zimanê me yek ji nîşaneyên civakbûna me ye, em ê şerê herî bi hêz li hember rêbazên şerê taybet yên li ser zimanê Kurdî tê sepandin bimeşînin.
Ev yek wê çawa pêk were bi xwedî derketina gelê Kurd li rastiyên netewî dikare pêk were. Tekoşîna Tevgera Azadiyê ya 52 salan jî li ser bingehê dana qebûlkirina hebûna Kurd hate meşandin. Siyaseta ku dewleta Tirk jî bi rêve dibe li ser vê bingeha tûnekirina vê hebûnê ye.
Tê gotin ku Kurd bi zimanê Kurdî na axivin û hejmara kesên bi Kurdî diaxivin gelek kêm e. Ji xwe kesên bi temen mezin ger biçin ser dilovaniya xwe, ji xwe nifşên nû bi hişmendiya me hatine perwerdekirin û ew jî bi Kurdî napeyivin. Li zimanê xwe xwedî derketin yek ji rêbazên tekoşîna parastina ziman vala derxistina van tezên ku dagirkerî ferz dike ye.
Xaleke girîng ew e ku em ji bo parastina zimanê xwe, di serî de axa xwe biparêzin. Parastina axê bi gelek rêbazan pêk tê. Axa xwe avdan, çandin û şîn û zindî hîştin wê bihêle em her dem li ser axa xwe jiyan bikin û jiyana xwe berdewam bikin. Dema em axa xwe neçînin û av nedin wê ti girêdana me bi axa me re bimîne? Ji xwe siyaseta vala kirina gundên Kurdan li ser esasê ku Kurd ji axa xwe qut bibe bi rêve diçe. Lewma bo em ziman û çanda xwe biparêzin pêwîstî pê heye di serî de em ax û erdnîgariya xwe biparêzin, ev jî ji nû ve bi înşakirina jiyanê di gundên me de dikare pêk were. Li gel vê ger em li derveyî welat dijîn, divê em vegerin gundên xwe û jiyanê careke din li ser axa xwe berdewam bikin. Bi vê rengî wê gotinên Kurdî yên ji bîra me çûne careke din bikevin ser zarê me û em ê bi Kurdî bijîn.
Dema em behsa parastina cewherî jî dikin em behsa çandina axa xwe dikin ku dema me li ser axa xwe jiyan kir, çand û berhema wê rakir em bi vê awayî xwedî li dîroka dapîr û bapîrên xwe derdikevin. Bi vê rengî em ê xwedî li ziman û çanda xwe jî derkevin. Em nikarin parastina cewherî jî tenê weke parastineke çekdarî bigirin dest, xwedî li zimanê xwe derketin parastina cewheriye. Hêza parastina cewherî ew hêze ku xwedî li zimanê xwe, çanda xwe, axa xwe derdikeve û ev welatparêziya herî bi rumet e. Ji bo em xwedî li ax, ziman û çanda xwe derkevin jî pêwîste em xwedî li dîroka xwe derkevin. Kesên xwedî li dîroka xwe dernekevin nikarin parastina ziman, çand û axa xwe jî bikin.
ZIMANÊ KURDÎ JI ÇANDA BERXWEDANÊ QUT NÎNE
Ziman, çand û wêje xwe dispêre perwerdekirina civakê û bi pergala perwerdehiyê re ziman û wêje derbasî pevajoya peşketinê dibe. Bi vê rengî hiş û bîreke zindî bo hebûna civakan ava dike. Her wiha bi hêzbûna ziman, çand û wêje, çavkaniya xwe ji erdnigariyê teşe digire. Li devereke nivîsîn nebe jî bi awayekî devokî hebûna xwe berdewam dike.
Wêje, hêza berxwedanê ji ziman digire ji ber ku ziman û wêje wek hestî û goşt in. Bi hev ve hatine hunandin û her dem bi hev re jiyan e û bêyî hev nabe. Lewra Rêber Apo tim giringî daye xurtkirina karûbarên wêjeyî. Lê sazûmana bingehîn ziman e. Ji ber zimanekî bê wêje mirî ye û wêje, giyanê dide ziman. Di dîrokê de pir gel hene ku ji ber sedema wêje û zimanê wan hev temam nekirine, tine bûne. Ev rewşa dîrokî girîngiya wêjeyê, dide diyarkirin. Ji ber sedema desthilatdariya pergala netew-dewletê li gelek aliyên cîhanê çand, ziman, wêje û qirkirina netewî hatine pêkanîn û ev polîtîka hayanî roja îro li ser netewa Kurd tê ferzkirin.
Zimanê me, li hember hemû bişaftin û qirkirinan, bi wêjeya xwe li berxwedaye. Bi çîrok, serpêhatî, destan û stranan xwe têr kiriye. Bi wêjeya xwe li berxwedaye û di vê rikberiyê de serkeftiye. Di vê mijarê de ya girîng û bingehîn ew e ku divê bingeha ziman neyê xirakirin. Bo zimanê me were parastin û tim zindî bimîne gelek bedelên giran buha hatine dayîn. Li gel vê rexmî zext û qedexeyan di roja îro de xebatên ragihandinê, xebatên rewşenbîrî, wêjeyî bi rêve çûne û mîrateyeke girîng li ser mîrateya dîroka zimanê Kurdî zêde bûne.
Ji bo gelê Kurd ji dîrokê heyanî roja îro di warê axaftinê, dengbêjî û destanan de me zimanê xwe heyanî vê kêliyê zindî hîşt. Lê belê êdî hewce dike em her ferdek netewa Kurd bizanin bi zimanê dayîka xwe binivîsin. Ji ber pêşketinên teknolojî xeteriya ku zimanê devkî bi demê re bihele û dîrok bi windabûnê re rû bi rû bimîne hene. Bi saya keda Rêber APO û Tevgera Azadiyê xeteriya windabûna zimanê Kurdî hate derbas kirin û ji bo ji vê xeteriyê rizgar bibe berdelên hêja jî hatin dayîn. Lewma dor hatiye êdî em heqîqeta xwe ya dîrokî, çandî û wêjeyî bi zimanê Kurdî bikin belge û weke mîrate bibe malê dîrok û pêşerojê. Dem hatiye em zimanê xwe bi hemû zaraveyên wê pêşde bibin, biparêzin û komîna zimanê Kurdî ava bikin.