Beriya niha bi 11 salan ji 5'ê Nîsana 2015'an û pê ve hevdîtin bi Îmraliyê re nehate kirin. Di 24'ê Tîrmeha 2015'an de di serî de Qendîl qadên gerîla bi dehan balafiran hatin bombekirin. Bi vî rengî rewşa bêşer a demdirêj bi dawî bû. Hevdîtinên li Oslo û Îmraliyê bi muxatabên Kurd re hatin kirin jî ji aliyê desthilatdariya AKP'ê ve hatin xerakirin. AKP'ê MHP û rastgiriya neteweperest ber bi xwe ve kişand û li dijî gelê Kurd, siyaseta demokratîk a Kurd û hêzên demokrasiyê êrişeke giran da destpêkirin ku 11 salan dewam kir. Ev êriş piştî wê yekê destpê kir ku DAÎŞ li Kobanê hate têkbirin û Kurd li Sûriyeyê bûn xwedî hêzeke girîng a siyasî û leşkereî. Li hemberî vê asta Kurdan a li Rojava şer hate ragihandin.
Êrişa çeteyên bi piştevaniya Tirkiyeyê ya li hemberî taxên Kurdan ên li Helebê hem ji bo tinekirina destketiyên Kurdan ên li Sûriyeyê ne hem jî ji bo sabotekirina hevdîtinên li Îmraliyê ye. Rayedarên desthilatdariya AKP'ê û weşanên çapemeniya alîgirê wê nîşan didin ku li pişt êrişa li ser Helebê ne û dewleta Tirk bi xwe di nav de heye. Ji xwe vê venaşêrin; her wiha koçberkirina Kurdan a ji Helebê weke serketina dewleta Tirk tê nîşandan. Bikaranîna balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk (SÎHA) li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê nîşaneya şênber a vê yekê ye. Ji xwe Wezîrê parastinê gotibû, eger alîkariyê ji me bixwazin em ê ya pêwîst bikin.
Piştî ku Kurd li Sûriyeyê bûn xwedî xwerêveberiyê rayedarên dewleta Tirk gotibûn, em ê şaştiya ku me li Iraqê kir li Sûriyeyê nekin, bi vî rengî diyar kirin ku wê nehêlin Kurd li Sûriyeyê bibin xwedî xwerêveberiya çandî, nasname û ziman. Ev yek di heman demê de tê wê wateyê ku eger firsenda wê bibîne wê Herêma Federe ya Kurdistanê jî ji holê rakin. Ji xwe ji ber ku di şerê li dijî PKK'ê de hevkarî bi wan re dikir, xwe li Herêma Federe ya Kurd a Iraqê radigirtin. Ji ber ku têkoşîna PKK'ê jî zor dida dewleta Tirk, weke ku Herêma Federe qebûl kirine xwe nîşan didan. Niha hesabê wê yekê dikin ku eger PKK'ê tasfiye bikin wê dor bê wan.
Dijminatiya li Kurdan a di vê astê de berhema polîtîka û fikrekî neçê ye. Ji xwe polîtîka û fikrê ji bo qirkirina Kurdan di encama vê nêzîkatiyê de derdikeve holê. Valakirina taxên ku bi sed hezaran Kurd lê ne tenê dikare kêfa mirovên xwedî vê polîtîka û vî mejiyî bîne. Dewleta Tirk gelek caran kete nava kiryarên bi vî rengî. Ji ber vê jî nikare bê gotin ku dewleta Tirk li dijî terorê ye lê ne li dijî Kurdan e. Di sala 2017'an de piştî referandûma li Herêma Federe ya Kurd hate kirin, bi artêşa Iraqê re tetbîqata leşkerî kir ku ev yek hîn di bîra mirovan de ye.
Desthilatdariya AKP-MHP'ê qala xwişk û biratiya Kurd û Tirkan dike. Xeyala wê yekê dike ku di sedsala duyemîn a komarê de bi vê xwişk û biratiyê Tirkiyeyeke xurt bê avakirin. Ev xeyaleke xweş e. Lê belê dijminatiya ku li Sûriyeyê li Kurdan tê kirin, gelo ne sabotejek e li dijî vê xwişk û biratiya Kurd û Tirkan? Yên ku xwişk û biratiya Kurd û Tirkan naxwazin ew mirov in ku bi dijminane nêzî Kurdên li Sûriyeyê dibin. Yên ku valakirian taxên Kurdan ên li Helebê weke serketina Tirkiyeyê nîşan didin, ma ne dijberê pêvajoyê ne? Yên ku li Tirkiyeyê polîtîkayeke bi vî rengî li hemberî Kurdan dimeşînin, bi hin hêzên derve re li heman refî ne ku dixwazin şerê Kurd û Tirkiyeyê bi demdirêjî dewam bike. Polîtîkaya qirkirina Kurdan a sed salî û dijminatiya li Kurdan a li ser vê bingehê çavên li Tirkiyeyê kor kiriye. Vê yekê jî weke neteweperestiyê nîşan didin. Ev jî radixe pêş çavan ku li Tirkiyeyê çawa ku her tişt berevajî tê nîşandan, ev têgeh jî berevajî hatine nîşandan û ji bo armancên cuda têne bikaranîn.
Êrişên li Helebê fikarên li ser pêvajoyê zêde kiriye. Ev êriş hem muzakerevanê sereke yê Kurdan Abdullah Ocalan ku pêvajoyê bi sebir dimeşîne, hem jî rêxistina wî ya ku li gorî perspektîfên Îmraliyê tevdigere û gelê Kurd tengav dike. Gelo desthilatdariya AKP-MHP'ê dixwaze hin tiştên neyên qebûlkirin ferz bike û bi derxistina qanûneke neyê qebûlkirin pêvajoyê xera bike û jinûve şer bide destpêkirin? Ji ber ku cîhan tev zane ku Kurd wê ti ferzkirin û polîtîkayên ku wan tine dihesibînin qebûl nekin.
Eger dewlet hesabê wê yekê dike ku hêzên derve wê piştgiriyê bide polîtîkayên wê yên ku hemû derfetên xwe bi kar tîne, yan jî wê li hemberî vê yekê bêdeng bimînin û ew bi xwe jî vê bêdengiyê di êrişên li dijî Kurdan de bi kar bîne, wê demê ev nêzîkatiyeke welê ye ku paşerojê nabîne, ji pêşdîtinê bêpar e. Ev hêz gurzekî giha dirêj dikin, piştre jî dixe bin kontrola xwe. Vî aliyê lawaz ê Tirkiyeyê jî ji niha û pê ve bi vî rengî bi kar tînin.
Çavkanî: Rojnameya Yenî Yaşam