Îran divê xeta sêyem a gelan tercîh bike, ne şer

DYE û Îsraîl hewl didin Îranê bi rêya serhildanên civakî teslîm bigirin. Halbûkî Îran li şûna şer an jî teslîmiyetê pêwîstiya xwe bi 'rêya sêyemîn' heye ku herdu rêyan jî red dike.

Karakterê kapîtalîzma global, di navbera hêzên nav sîstemê de têkoşîneke dijwar li gorî berjewendiyên xwe nabîne. Kamp û blokên tûj û dijwar; bandoreke gelekî neyînî li ser sîstema kapîtalîst dike, lewra di rewşeke wisa de wê sermaye bi awayekî ewle û serbest nikaribe li cîhanê bigere û biherike. Tenê piştî şerê sar qediya, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) li hemberî hêzên siyasî û dewletên li pêşiya bi ewle û serbest herikîna sermayê bûne asteng şer îlan kir. Rehendekî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn jî rakirina astengên li pêşiya bi ewle û serbest herikîna sermayeyê bû.

Ji ber kapîtalîzma globalbûyî, hevsengiyên siyasî, alîgirî û blok bi tevayî li hemberî hev nasekinin. Wê bi şêwazê pîramîdê sazûmaniya hêzê pêk were. Di navbera hêzên modernîteya kapîtalîst de, hiyerarşiyeke hêzê ya ku bi demê re biguhere derkeve holê. Yanî di pêlikên pîramîdê de wê hinek herin jor û hinekê jî herin jêr, dibe ku ev guherbar be. Lewra di navbera hêzên modernîteya kapîtalîst a globalbûyî de wê têkoşîn daîmî hebe. Bê guman di vê şêwazê şer ê nû de jî wê hin hêz nêzî hev bin. Helbet wê di têkoşîna cihgirtinê de di navbera hêzên siyasî de nakokî derkevin, hin hêz jî wê vê binirxînin. Yanî nakokiyên ku hêzên siyasî binirxînin wê bi dawî nebin.

Li ser vî esasî Rêber Apo jî dabû diyar kirin ku şerê cîhanê yê sêyemîn, bi şerê yekemîn ê ku li kendavê destpê kiribû re, niha gihîştiye qonaxa xwe ya herî hesas a dawiyê. Bi van şeran ve girêdayî, gelek sîstemên kevneperest, şoven û netewe-dewlet hatin guhertin. Ev guhertinên ku di netewe-dewletê de çêbûne, ji ber wê sedemê ye ku li hember projeyên sîstemên cîhanê, astengiyan çêdikin. Ji bo vê jî pêwîstî dibînin ku di pergala dewletbûnê de, guhertinê çêbikin.

Tenê du netewe-dewlet li Rojhilata Navîn hene ku hewl didin kevneşopiya xwe bidomînin, ew jî Îran û Tirkiye ne. Ji bo vê hêzên hegemon di guhertina Rojhilata Navîn de, wan dewlet-neteweyan dike armanca mudexeleyê. Lê Rêber Apo bi bangawaziya xwe ya 27’ê Sibatê re Tirkiye ji wê mudexeleyê rizgar kir. Rêber Apo hewl dide ku pirsgirêk û aloziyên heyî, bi rêya aştî û demokratîkbûnê çareser bike. Ji bo vê jî Rêber Apo hêza xwe ya teorî û pratîkî danî holê.

Fikirên ku Rêber Apo bi pêş xistiye, ji her felekatê û şerekî dijwar re, dikare bibe hêza alternatîf a gavavêtinên stratejîk. Lê hêzên hegemonîk vê projeya çareseriyê qebûl nakin. Ji ber li gorî berjewendiyê wan nîne, li pêşiya pêkanîna planên wan ên li ser jinûve dîzayînkirina Rojhilata Navîn dibe asteng.

Modernîteya Kapîtalîst bi Modernîteya Demokratîk re ketiye nava şerekî. Ji bo wê aliyekî de têkoşîna aştî û demokratîkbûnê tê dayîn û li aliyekî jî projeyên li dij demokratîkbûnê ku li ser esasê berjewandiyên desthilatê ne, tên pêş xistin. Hêzên hegemonîk ên cîhanî dixwazin hemû pirsgirêkan li gorî berjewandiyên xwe çareser bikin. Belkî Îsraîl bixwaze hem hêza Îranê ya nukleerî têk bibe û hem jî rejîmê ji bingeh de birûxîne, lê planên ku Emêrîka li ser Îranê dike cuda ye. Ew dixwaze teslîm bigire, bi plana agirbestê jî xwestin Îranê mecbûrî teslîmiyetê bikin, ji bo wê jî her hewl dan ku bi lezgînî agirbest bê pêk anîn.

Ji bo wê jî di şerê cîhanê yê sêyemîn de, dewleta ku herî zêde di nava aloziyan de bû û hîn jî di nav de ye Îran e. Bi hemû aliyan Îran kete dorpêçê. Ji aliyê siyasî, aborî, leşkerî, dîplomatîk û çandî ve, Îran di nava krîzeke mezin de ma. Rojane di bin zextên dijwar ên hêzên hegemonîk de ye. Bi mudaxeleya Hamas û Lubnanê, bi kuştina lîderê Hîzbûllahê Nasirlah re, bi terorkirina pêşengên Hamasê li Tehranê re, bi ketina rejîma Baas re şikandina baskê Şîa ya li Sûriyê re, Îran kete nava şerekî raste rast. Her ku şerê cîhanê yê sêyemîn gur û geş dibe, Îran jî hewldan dide ku şer derbixe derveyî sînorên xwe. Ji bo wê jî di rewşa elanî de, pêşberî her kesî di nava şer û gefan de ye, lê di pişt perdê de jî, lihevkirinan pêk tîne û serê xwe ditewîne. Yanê xwe wisa nîşan dide ku pir bi hêz e, lê di rastiyê de, ne ew rûyê ku xwe nîşan dide ye.

Ew êrîşên bê navber û rehm li ser civakê, cezayên îdamê, kujerên ne diyar, polîtîkayên înkarê ku dimeşîne nîşan dide ku rejîma Îranê, ji dest dayîna desthilata xwe çiqas ditirse û di nava fikarên wê de ye. Hemû zextên siyasî, leşkerî û aborî yên ku ji derve li ser dewletê dimeşe, rejîma Îranê jî dixwaze van kiryaran, li ser civakê bide meşandin û wisa nîşan bide ku li ser linga ye. Bi taybet bi şerê 12 rojan ku di 13’ê Hezîranê de pêk hat, ev rewşên ku em qala wan dikin, zêdetir derketin pêş.

Şerê di navbera Îran û Îsraîlê de rû daye, ne şerekî guhertin an jî rûxandina rejîmê bû, şerekî bi armanca hegemonya û desthilatdariyê bû. Bêguman di vî şerî de Îranê, windahiyên cidî da. Ketina Mossad û CIA ji cihên stratejîk ên Îranê re û ew xistina bin kontrola xwe, ji bo şikandina perestîja Îtlaatê, derbe lêdaneke mezin a li şah damara rejîmê bû. Ji ber ku rejîma Îranê heta niha her tim bi Îtlaatê, xwe dinepixand lê îstîxbarata wê jî derbe xwar. Heman demê de kuştina fermandarê wan ê paye bilind a leşkerî, zirareke mezin da artêşê, vê di nava artêşê de tirs û xofeke mezin da ava kirin. Bi qasî ku xuya dike, ev rewş hêjî dewam dike.

Her ji destpêkê ve jî armanca DYE û Îsraîlê ne hilweşîna rejîma bû, tenê dixwastin derbeyekê li çavkaniyên çêkirina çekên wê yên nukleerî û çekên atomî bidin. Bi vê derbe lêdanê jî xwestin komên ku destê wan di desteka vê projeyê de heye, destê xwe jê bikêşin. Ku ew jî yên weke Hussiyan, Huzbillah, Hamas û hwd. Ji ber dizanin zeîfbûna Îranê, wê di nava civakê de bi xwe re, nerazîbûnan bîne. Yanê xwastin bi hêza serhildanê ya civakê, Îranê teslîm bigrin.

Yan Îran wê berxwedanê tercîh bike û şer gur bike, ku ew jî wê bibe sedema xwînrijandina zêde û komkujiyên gelan, heman demê de ev şer wê ti feydeya xwe ji bo Îranê çênebe. Yan jî Îran wê teslîm bibe û hemû daxwazên hêzên hegemonîk bi cih bîne. Lê ji bo Îranê ya pêwîst ew e ku ne şer û ne jî teslîmiyet, her duyan jî qebûl neke û xeta sêyemîn a gelan esas bigire. Bi gelên xwecihî re jiyanekî azad û demokratîk bi rûmet bijî.

Piştî şerê 12 rojan ê navbera Îran-Îsraîlê, bûya sedema aloziyên aborî û civakî kûrtir bibe. Pirsgirêkên aborî ewqasî zêde bûne ku êdî civak nikare debara xwe bike, feqîrtî gihîştiye xeta herî dawî. Ji bo ku tenê ji nîv danê re nan peyda bikin, canê xwe winda dikin.

Heman demê êrîşên bê navber ên li ser xwezayê ku talan û wêran dike jî dibe sedem ku zuhabûn rû bide. Çem, kanî û derya diçikin, pirsgirêkên civakê kûrtir dibin. Metirsiya li ser jiyana zindiyan jî zêde dibe.

Pêkhatina van hemû rewşan li ser ruh û çawaniya civakê bandor dike. Moral û motavasyona gel dikeve. Li hemberî van rewşan jî, dewlet nahêle ku civak li ser çareseriya pirsgirêkên ku derketine pêşî bifikire. Dewlet dibêje; yan polîtîkayê ku ez li ser te dimeşînim bêyî ku tu red bikî û nerazîbûn nîşan bidî qebûl bike, yan jî serî bitewîne û teslîm bibe, yan jî tu yê bimire. Ji ber êdî rêyeke din jî li pêşiya civakê nahêle, ku bikaribe di wê riyê de bi rûmet bijî.

Bi taybet piştî şerê 12 rojan êrîşên ser civakê pir zêde bûne. Bîlançoya girtinê êdî nayê hesibandin. Her roj bê navber madeyên hişbir û fihûşê bi pêş dixîne. Polîtîkayên sîxûrtiyê li ser jin û ciwanan bi zextê ferz dike. Ji bo vê jî di Îranê de û bi taybet jî di Rojhilatê Kurdistanê de, tu aramî ji bo gel nemaye.

Li beramber van hemû êrîşan, pêwîste civak xwedî li nirxên xwe derbikeve. Têkoşîna xwe ya siyasî û demokratîk bimeşîne. Di çarçoveya parastina xwe ya cewherî de xwedî li nirxên xwe yên civakî yên exlaqî û polîtîk derbikeve. Xwe rêxistin kirin, civaka xwe rêxistin kirin e, ku ev jî tê wateya ku tu dikarî hemberî hemû êrîşan xwe û civaka xwe biparêzî. Lewma xwe parastin tenê amûrekî hemberî çek an jî êrîşên leşkerî nîne, bingeha hebûn, çand, ziman, exlaq û dîroka te ye, ku parastina van hemûyan jî dibe vegera li ser koka xwe. Ji bo vê jî bi taybet jin pêwîste xwe bi rêxistin û zana bikin. Ji ber jina ku van di xwe de pêk bîne, dibe ya xwe, xwedî li îrade û kesayeta azad derdikeve, heman demê de ya herî girîng jî dibe parêzvana nirxên xwe yên civakî.

Pêwîste civak hemberî hemû êrîşên sîstema desthilat û zihniyeta wê ya kujerê kastîk ku ser civakê hikum dike, pergala xwe ya neteweya demokratîk bi hêz bike û xwedî li parastina wê derbikeve. Ev eşkere ye ku ya li Îranê aramiya siyasî û civakî pêk bîne, demokratikbûna xwe dispêre civaka demokratîk a bi zîhniyeta neteweya demokratîk e. Di mijara demokratîkbûna Îranê de, avantajeke mezin a gelê Kurd heye, ji bo wê jî pêwîste ev firsend rast bê nirxandin. Li her dera Rojhilata Navîn ku pirsgirêkên giran diqewimin, şensê serketina vê xetê bilind e. Li hemberî pêşketina vê xetê ti hêz nikare bibe asteng. Ev xet herikîna dîrokê temsîl dike.