Şervan, fermandar û pênûsa heqîqetê: Tûfan Sefkan

Tûfan Sefkan şoreşgeriya ku weke şervanekî destpê kir, weke fermandarekî gerîla û neferekî çapemeniya azad dewam kir. Çîroka Tûfan ku lêgerîner û şervanekî heqîqetê bû, ew çîrok e ku xwe kiriye rastî bi xwe.

Di nava gelê Dersimê de weke 'Deriyê Zîv' tê naskirin. Bi ilm û têgihiştinê mirov ji vî derî derbas dibin. Ji ber vê yekê gelekî kêm kariye jê derbas bibe; yên ku dixwestin vê cografyayê qirêj bikin nekarîn ji vî derî derbas bibin. Ji aliyê erdnîgarî ve li rojhilatê wê Çemê Perî, li bakurê wê Rêzeçiyayên Mûnzûrê, li rojavayê wê Çemê Firatê û li başûrê wê jî Çemê Mûratê hene. Ev cografya pîroz ku bexçeyê gel û baweriyan e, hewl tim bû hedefa hêzên serwer ku wê bikin yek tîp, ji cewhera wê dûr bixîne û serweriyê lê bike.

Çîroka yek ji ewladên leheng ên warê pîroz Dersimê Tûfan Sefkan (Ûlaş Guven) jî bi gelek kêliyên bedew ên çiyê dixemilîne dagirtî ye. Tûfan Sefkan bi jiyan û têkoşîna xwe zarokekî cewherî yê vê erdnîgariya pîroz e.

Malbata wî ku ji gundê Agdat ê navçeya Pulur a Dersimê ye, di encama zextên dijmin de neçar ma ku koçî yek ji metropolên Tirkiyeyê Bûrsayê bike û ew bi xwe di sala 1989'an de li Bûrsayê ji dayik bû. Dema ku li Bûrsayê mezin bû her tim bi aliyekî xwe yê kêmmayî hesiya. Her ku demê rûpelên dîrokê weke pelekî ji kaxizê diqulipand û sal derbas dibûn, ew jî diket pey wî parçeyê kêmmayî yê kesayeta xwe.

Tûfan li nava malbateke Elewî ya Dersimê ji dayik bû. Çarenûsa wî wan salan di destê wî de nebû, wê bijiya, bidîta û hewl bida ji bo xwe jiyanekê ava bikira.

Li cihê lê ji dayik bû û mezin bû, hîn ji destpêkê ve zimanekî biyanî lê hate fezkirin. Zimanê lîstikên wî, hevalên wî, kêfxweşiyên wî, xemgîniyên wî, xeyalên wî li şûna zimanê dayikê, zimanekî cuda bû. Ev ziman zimanê Tirkî bû ku zimanê wê hovîtiyê bû ku li Agirî, Dersim, Botan, Amedê, li seranserê vê xakê komkujî li gelê Kurd kiribû. Gelo jibîrkirina vê yekê pêkan bû? Ji ber van hemûyan, zimanê ku lê dihate ferzkirin xwedî şopên dilşewat bû.

DI NAVA TÊKOŞÎNÊ DE TÛFAN BÛ MIFTEYA TÊKOŞÎNA HEQÎQETÊ

Heqîqet li pêş çavên her kesî bû, lê belê nedîtina wê gelo nedihat wateya reva ji kesayetiya xwe? Tê zanîn, dema ku mirov dest bi têkoşîna azadiyê ya ji bo lêgerîna heqîqetê kir, jiyana xwe bi temamî dibe warê vê têkoşînê. Ji bo Tûfan jî ev têkoşîn bû mifteya têkoşîna heqîqetê ku di vê têkoşînê de dixwest xwe bigihîne azadiyê.

Tûfan her ku dîroka gelê xwe xwend û zane bû; têgihişt ku weke gel hiştina bêrêbertî dibe sedema çi û xwest, paşeroja xwe bi vê têgihiştinê ava bike. Li ser vê bingehê kete nava lêgerîna wê yekê ku bersivê bide şert û mercên tecrîda giran a li ser Rêber Apo. Têgihişt ku di vê mijarê de divê gavên pratîkî biavêje.

HEWLDAN BÛ TAYBETMENDIYA WÎ YA HERÎ BINGEHÎN

Tevlîbûna li nava têkoşînê ji hestekê wêdetir ji bo wî daxwazeke kûr e. Êdî li benda hatina wê keştiyê ma ku wî bibe bendergeheke cuda. Ji bo ev bendemayin dirêj neke tevlî nava karên kovara Ozgur Halkê bû. Hewldan di kesayetiya wî de veguherî taybetmendiyeke bingehîn a karakterê. Zor û zehmetiyên lê rast hat, îradeya wî kir weke pola. Her tim xwest ber bi pêş ve gavê biavêje û li ser vê bingehê biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Di zivistana 2009'an de li Zagrosê ku warê koka mirovahiyê ye, tevlî nava refên gerîla bû.

Bi çiyê re ku gelek hest û fikir diyarî mirovan tê kirin, rojeke nû hilat û ji bo yên didin pey heqîqetê veguherî ronahiya azadiyê.

Tûfan dema ku li Çiyayên Cîlo yên bi heybet gava xwe ya destpêkê avêt, dilrehet û kêfxweş bû. Weke ku nû ji dayik bûye xwe dilivand.

Li pêşberî çiyayên bi heybet dema ku difikirî, bajar weke girtîgehekê jê re dihat; weke ku ewqas dem girtî ma be. Li pêşiya wî gavên destpêkê yên jiyaneke nû hene. Ev gav wê bi rengekî zane bê avêtin. Hesreta wî ya ji bo çiyê gelekî mezin e; ji ber ku ewladê qewmeke çiyayî ye. Di xeyalên wî de timî çiya hebû. Ji ber vê yekê jî jiyana gerîla ji bo wî naskirî bû.

DI NAVA GERÎLA DE TIŞTEKÎ WEKE 'DAWÎ' NÎNE

Tûfan nehişt ku hêrsa wî ya li hemberî dijmin çavê wî sor bike, her tim xwest bi rengekî zane gavan biavêje û têbikoşe. Di nava gerîla de tiştekî weke 'dawî' nîne; ji ber ku her dawiyek dema destpêkirinên nû ye. Şervanên ronahiyê xwedî wê armancê ne ku di her kêliyê de li her cihî bin.

Tûfan jî hest, fikir, daxwaz û dilxwaziya xwe kir bingeha jiyana xwe ya gerîlatiyê. Tê zanîn ku di nava gerîla de dilsoziyeke mezin bi jiyanê û têkoşînê re peyda dibe. Tûfan di her berpirsyariya wezîfeyekê de her dilopa xwedana di nava jiyan û têkoşînê de rijandî bi wate kir û xwest vê têkiliyê hîn xurt bike.

Tûfan ji bo karên çapemeniyê hate wezîfedarkirin ku yek ji rêyên çalakî û zimanê têkoşîna azadiyê li çiyayên azad e. Piştî pratîka gerîlatiyê ku demeke dirêj li gelek qadan meşand, bi vê wezîfeya nû re xwe kir ziman û pênûsa têkoşînan gerîla. Li çiyê şahidî ji her jidayikbûna heqîqetê re kir, hewl dai bibe hevparê wê şahidiyê.

Weke pêwîstiya sekna şoreşgerî bi her awayî xwedî li vê wezîfeyê derket; weke şopdarê Halîl Dag, Gûrbetellî Ersoz, Elî Kanîroj kar kir, gav bi gav da ser şopa wan. Carna kenê gerîla, carna çeperek, carna jî kelecana têkoşînê ya gerîlayên bi ser dijmin ve diçûn bi kameraya xwe kişand.

Dema ku ev dikir, di her kêliya jiyana gerîla de cih digirt. Ji gerîlar re dibû alîkar, hêz û moral dida hevrêyên xwe.

Gotina 'Pênûs ji şûr bêhtir tûj e' vegotina rastiyekê ye. Gotina ku li ber rastiya ronahiyê tê gotin, her ku tê parvekirin bi wate dibe û bi qîmet dibe. Tûfan jî li ser vê bingehê ji bo her kesî bike hevparê jiyan û têkoşîna hevrêyên xwe, ku hesreta azadiyê ya gelan mezin dike, kamera û pênûsa xwe weke asteke girîng di rêya ber bi heqîqetê de bi kar anî û şopeke welê li dîrokê hişt ku neyê jibîrkirin.

Tûfan Sefkan şoreşgeriya ku weke şervanekî destpê kir, weke fermandarekî gerîla û neferekî çapemeniya azad dewam kir. Di 13'ê Cotmeha 2024'an de di êrişeke dijmin de tevlî karwanê nemiran bû. Çîroka Tûfan ku lêgerîner û şervanekî heqîqetê bû, ew çîrok e ku xwe kiriye rastî bi xwe. Di nav de kêfxweşî, bedewî û cewhera dilsoziya bi rastiyê heye.

Kamera û pênûsa ku ji şehîdan wergirt, wê ji bo rûmeta mirovahiyê rastiyan timî nîşan bidin. Çîroka wî bi dawî nebûye; wê di têkoşîna hevrêyên wî de dewam bike. Hevrêyên wî, di her gotinê, her wêneyê de û di vegotina her rastiyê de wê xwedî li wî derkevin.