Pêvajoya şer a vê dawiyê li Helebê, ji bo Kurdan ne tenê pêşketineke leşkerî an jî taktîkî ye. Ev pêvajo hişyariyeke hişk e ku bi awayekî zelal rastiyên dema nû radixe ber çavan. Divê ne ji gotinan ji pratîkê rasterast ders werin derxistin.
TRUMP MÎXA DAWÎ LI TABÛTA VÊ AVAHIYÊ XIST
Pêşî, eşkere bûye ku sîstema navneteweyî êdî roleke parastinê an hevsengiyê ji bo Kurdan nalîze. Pergala qanûnî, hevpeymanî û piralî ya ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn hatibû avakirin bi bandor hilweşiyaye. Vê yekê bêdengî û bêcezatiya hêzên mezin û ên herêmî normalîze kiriye. Divê her kes vê rastiyê qebûl bike û li pêşiya xwe binêre. Pergala qanûnî, hevpeymanî û piralî hilweşiya û Donald Trump mîxa dawî li tabûta vê avahiyê xist.
Pêvajoya Helebê her wiha guherînek di cewherê şerê ku li dijî Kurdan tê meşandin de, eşkere kir. Êdî ne pevçûnek klasîk e; ew têgihîştinek nû ya şer tê meşandin, ku tê de cudahiya di navbera sivîl û leşkeran de tê rakirin û nexweşxane, tax û laşên jinan têne hedefgirtin. Armanc ne tenê qad bi dest xistine, di heman demê de birînkirina bîra civakê û qelskirina îradeya wê ya berxwedanê ye.
GEF NE TENÊ JI ENIYÊN ŞER, DI HEMAN DEMÊ DE JI MASEYÊN DANÛSTANDINÊN SIYASÎ JÎ TÊ
Mînaka Helebê nîşan da ku deverên ku Kurd lê dijîn dikarin di her kêliyê de bibin hedef û ev gef ne tenê ji eniyên şer, di heman demê de ji danûstandinên siyasî jî tê. Tiştê ku li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê qewimî, provayek stratejiyeke berfirehtir a zext û tasfiyeyê li dijî Rojava ye; dîtina vê yekê wekî "nakokiyeke herêmî" dê şaş be.
Di norma nû ya şer de, tundiya bi wekalet tê rewakirin û dewlet bi rêya avahiyên cîhadîst û paramîlîter bêyî ku rasterast berpirsiyariyê bigirin ser xwe, armancên xwe bi dest dixin. Barbariya li dijî şervanên jin ên Kurd li Helebê ne îstîsna ye, nîşaneyek rojane ya berdewamiya dîrokî ye. Ev girêdana ku di navbera polîtîkayên sedsalane yên Tirkiyeyê yên li hember Kurdan û pratîkên DAÎŞ’ê û avahiyên weke HTŞ’ê û komên mîna wê de hatiye avakirin ne tesaduf e, hevpariya zihniyetekê ne.
QÊRÎNA ZIYAD HELEB ÎFADEYA KÊLIYA KU CÎHAN JI MUXATAB BÛNÊ DERKETIYE
Şikestina ku ji ber vê pêvajoyê çêbûye ne tenê bi hilweşandina fîzîkî ve sînordar e. Qîrîna ku piştî Ziyad Heleb bilind bû, sembola qonaxeke werçerxê di dîroka Kurdan de ye. Gotina ‘Bila alem giş bimire’ nayê wateya pejirandina mirinê û ne jî bangek ji bo alîkariyê ye, lê belê tesbîteke ku cîhan êdî ji rewşa muxateb bûnê derketiye û nîşaneya xatir xwestin ji baweriyên sexte ye. Ji ber vê ev ne tenê teqîneke di warê hestî de derket holê, bi xwînsarî tesbîtkirina rewşa dawî bû.
Li Helebê, eşkere bûye ku parastin ne tenê leşkerî ye. Îradeya xelkê taxê û berxwedana wan a civakî di berxwedanê de diyarker bûne. Ev yek eşkere dike ku parastin meseleyek kapasîteya tevgir e ku rêxistina civakî, rewatiya herêmî, tenduristî, ragihandin û bîranîn û her wiha çekan vedihewîne.
PÊDIVÎ BI JI NÛ VE GUHERTINÊ HEYE
Ev pêvajo bi awayekî zelal ne amadebûna siyaseta Kurd eşkere kiriye. Pirsgirêk ne tenê leşkerî an dîplomatîk e; ew di warên derûnî, siyasî û rêxistinî de ji nû ve avakirinek radîkal hewce dike. Faktora diyarker li vir ne niyet e, dem e. Xetera herî mezin ji bo Kurdan ne avêtina gava xelet e, paş xistina gava rast e. Her biryarek derengmayî dibe biryarek ji hêla yên din ve hatî girtin.
Piştî Peymana 1’ê Nîsanê, tenê hêzên ewlehiyê yên bi çekên takekesî li herêmê man. Li hember vê, Şam û Enqereyê bi awayekî koordîne, bi deh hezaran çeteyên cîhadîst, bi sedan tank û wesayîtên şer ên nûjen bicîh kirin. Ev ne tesaduf e. Armanc ew e ku di navbera Kurdan de şikestinek siyasî, civakî û psîkolojîk çêbibe û wan bixe nav krîzek kûr. Armanc ne tenê bidestxistina herêmê ye, di heman demê de asêkirina civakek bêparastin di nav bêçaretî û teslîmbûnê de ye. Ji ber vê yekê, tiştê ku diqewime ne operasyonek ewlehiyê ye, hewldaneke bizanabûne ku îradeya wan bişkîne û ji holê rake.
Pêvajoya Helebê nîşan da ku serdema "li bendê mayînê", "hêvî kirin" û "pişta xwe dayîna hêzên derve " ji bo Kurdan bi dawî bûye. Eşkere bûye ku entegrasyonên stratejîk ên ku ji hêla aktorên derve ve hatine ferzkirin, ku Kurdan pasîf kirine xefik bûn. Serdema li pêş me serdema rastiya ku li ser bingeha xwebaweriyê, pêşbînîkirina xetereyan, berçavgirtina gefên piralî û danîna gel di navendê de ye. Ev rastî ne reşbînî ye, ji bo jiyanê û serketinê rêya herî rast e.
Gelê Kurd di hemû qonaxên krîtîk ên dîroka nêzîk de pêşengiya siyasetê kiriye û roteyek daye wê. Ji ber vê yekê baweriya ku gel daye pêşengên xwe, divê bêbersiv neyê hiştin.
Bûyerên ku li Helebê qewimî divê ne wek "xala şikestinê", wek "dawiyek" bigire dest. Êdî hiqûqa navneteweyî, nirxên rojavayî, piralîbûn û pergala li ser bingeha hevpeymaniyê ji bo Kurdan derbasdariya xwe winda kirine. Dawiya vê pergalê bi bêdengiya kolektîf a ku di dema bombebarankirina nexweşxaneyan, tehşîrkirina laşên şervanên jin û hedefgirtina sivîlan li Helebê de hat. Cîhan bi bêdengiya xwe ya li wir, tine bû.
BI BENDEWARIYÊN ÎHTIYATÎ RE NE PÊKAN E KU MIROV BIPÊŞVE BIÇE
Êdî ne mimkûn e ku bi gotinên nîvço mayî û bendewariyên îhtiyatî re pêşve çûyîn çêbibe. Divê Kurd îradeyek zelal û bihêz nîşan bidin, hemû îhtimalan li ber çavan bigirin, da ku planên dijminên xwe têk bibin. Avahiyên desthilatdariyê yên heyî li Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê armanc nakin ku ji bo Kurdan çareseriyek adilane û mayînde bibînin. Armanca hevpar a van hêzan ew e ku Kurdan di rewşekê de bihêlin ku ew bikaribin werin kontrol kirin, parçe kirin û ger hewce bike ji holê werin rakirin.
Nedîtina vê rastiyê êdî ne xeteyek siyasî ye, rîskek a hebûnî ye. Çareserî nikare bi dilovanî an berjewendiyên demkî yên van hêzan ve were girêdan. Ya ku hewce ye gavek biryardar e ku hemû hesabên wan têk bibe û hevsengiyên avakirî hilweşîne. Ev radîkalbûn ne hemaset e, wêrekiya bi rengekî zelal û eşkere îradeya çarenûsa xwe diyarkirine.
CIVAKEK KU DIKARE XWE BIRÊVE BIBE HEYE
Divê em niha bi aqilê kolektîf tevbigerin. Ji ber ku dijmin ne ji hêza xwe, ji qelsiyên me hêzê digire. Qelsiyên navxweyî, neyekbûn, derengmayîn û bêbiryarî îro ne xetereyên duyemîn in, xetereyên rasterast ên hebûnê ne.
Êdî divê serdema tevlîbûna di senaryoyên entegrasyonê yên ku ji hêla hêzên din ve hatine çêkirin de, bi dawî bibe. Mesele ne danûstandinên çêtir e, redkirina vê lîstikê ye. Kurd nikarin çarenûsa xwe ji yên din re bihêlin. Rawestandina li ser lingên xwe ne bitenê mayîn e, nîşandana îradeyek xurt e.
Cîhanek ku me biparêze nîne. Li benda parastinê mayîn jî şaş e. Civakek ku dikare xwe birêve bibe heye. Li Helebê vê civakê bi zelalî nîşan da ku ew ê paşve gav neavêje û teslîm nebe. Dersa ji Helebê derketiye ev e.
Cîhan guheriye. Divê Kurd jî vê guherînê ne bi hestyarî, bi xwînsarî, aqilmendî û îradeyek kolektîf pêşwazî bikin.