Nêzîkatiya ne cidî ya dewleta Tirk a li pêvajoyê

Dewleta Tirk niha ji bo ku di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şamê de şer derxe bi hemû hêza xwe dixebite. Mîna ku ew rêveberiya Şamê ne tevdigerin û hikûmeta demkî jî bi rêve dibin.

Careke din eşkere bû ku tu armanceke dewleta Tirk ya çareserkirina pirsgirêka Kurd tune ye. Ev yek roj bi roj hê zêdetir xwe nîşan dide. Cidî nêzîkî pêvajoya aştî û civaka demokratîk nabin. Hewl didin vê pêvajoyê ji bo xwe weke amûr û derfeteke bi destxistina berjewendiyan û bi serxistina planên xwe yên tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi kar bînin.

Naxwe hindik ma saleke banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo tije bibe. Di nava vê salê de ji bo ev pêvajo bi ser bikeve û çareser pêk were PKK’ê agirbesta yek alî ragihand, xwe fesix kir, şerê çekdarî rawestand, çek şewitand û hêzên xwe ji bakurê Kurdistanê, Tirkiyê û herêmên sînor vekişand. Lê gelo di nava vê salê de dewleta Tirk çi kir û çi gav avêt? Bersiva vê pirsê jî dikare wiha bê dayîn: Ti tiştek nekir, tenê bi gotinên pûç û binên wê vala qala xwişk û biratiya Kurd û Tirkdan kir. Di vê pêvajoyê de carekê jî qala pirsgirêka Kurd nekirin, tenê weke teror pênase kirin. Gotinên mezin û qerase yên ku Devlet Bahçelî kirin ne ti kesî cidî girtin û ne jî ew li pey gotinên xwe ket. Komîsyona ku li meclisê avakirin tenê civîn lidarxistin û hê jî qala amadekirina raporê dikin. Rayedarên Tirk behsa guherînan qanûnan dikin lê ne diyar e bê ka behsa kîjan qanûnan dikin. Bi kurt û kurmancî dewleta Tirk ji nûve xwe ji bo êriş û planeke tasfiyekirinê ya berfireh amade dike.

Dewleta Tirk di alozî û ji nûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn de dixwaze bibe xwedî rol û para xwe jê bigire. Di vê mijarê de armanca yekemîn pêşîgirtina li statuya Kurdan e. Ji bo vê jî amade ye her tawizê bide. Erdogan ku projeyeke hêzên navneteweyî ye, neçare li gorî planên Amerîka û Îsraîlê yên li herêmê tevbigere. Li miqabilî daxwaza wan jî yekemîn armanca dewleta Tirk ew e ku pirsgirêka Kurd ji navberê derxe û bi rêbazên cuda tasfiye bike. Eşkere ye vê yekê jî dixwaze ji Sûriyê dest pê bike.

Lingekî girîng yê pêvajoya aştî û civaka demokratîk jî, Sûriye û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Bi destpêkirina pêvajoyê re li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî şer rawestiya, peymana 10’ê Adarê û peymana 1’ê Nîsanê hatin îmzekirin. Lê hikûmeta demkî ya Sûriyê heta niha jî li gorî van peymanan tevnagere û ev peyman li ber têkçûnê ne. Sedema sereke ya bi cih neanîna van peymanan jî dewleta Tirk e. Dewleta Tirk niha ji bo ku di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şamê de şer derxe bi hemû hêza xwe dixebite. Mîna ku ew rêveberiya Şamê ne tevdigerin û hikûmeta demkî jî bi rêve dibin. Vê gavê niha aqilmendê rêveberiya demkî ya Şamê dewleta Tirk e û Şam li gorî gotin û şîretên wan tevdigere.

Piştî hevdîtina QSD’ê û Şamê ya vê dawiyê bi rojekê êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê destpêkirin. Komên çete yên ku vê gavê êrişî van her du taxan dikin jî yekser girêdayî dewleta Tirk in lê di bin banê hikûmeta demkî de ne. Di vê dema ku mijara tevlêbûna QSD’ê ya li nava artêşê tê niqaşkirin de, destpêkirina êrişan hewldana astengkirina vê ye. Armanca dewleta Tirk zelal e, ji bo tunekirina statuya Kurdan ya li Sûriyê tişta ji destê wan were wê bikin û ji bo vê çi tawîz hewce bike wê bidin. Ji vê vê jî wê bixwazin di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de şer derxin, ew û komên xwe yên çete jî piştgiriyê bidin wan. Ji xwe ya vê gavê li Helebê tê kirin jî ev e.

Di van demên dawiyê de zêdebûna gefên dewleta Tirk yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan dide ku wê êriş li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sînordar nemînin û wê berê êrişan bidin ser herêmên din jî. Wê bixwazin bi zext û êrişan rejima yekperest li hemû Sûriyê serwer bikin û daxwazên pegaleke nenavendî û Sûriyeke demokratîk ji holê rakin. Armanca sereke jî wê hewl bidin sîstema demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji holê rakin. Xuyaye dewleta Tirk ya ku li Rojava xwe ji bo şerekî li dijî Kurdan amade dike wê li bakur aştiyê neke.