Avakirina civakî ya azadiyê: Lêkolîneke teorîk a li ser feraseta sosyalîzmê ya Rêber Apo

Rêber Apo feraseta sosyalîzmê berfirehbûna ontolojîk û sosyolojîk bi têgeha civakîparêziyê dike yek. Sosyalîzmê weke kapasîteya rêxistinbûna civakê dinirxîne.

Pirsgirêka azadiya civakî esasê fikrê siyasî yê nûjen e, lê di heman demê de yek ji sernavên herî bi pirsgirêk e. Bi taybetî di nava kevneşopiya Marksîst de pêwendiya azadiyê bi giranî bi veguherîna têkiliyên hilberînê û jiholêrakirina serweriya çînî de tê danîn. Ev nêzîkatî ji aliyê ronîkirina rêvebirina avanî ya mêtingeriya kapîtalîst çarçoveyeke teorîk a xurt pêşkêş kiribe jî tecrûbeya dîrokî nîşan da ku azadî tenê bi bi veguherîna têkiliyên aborî ji ber xwe ve derneketiye holê.

Dema ku desthilatdariya çînî guherî jî têkiliyên serweriyê bi şêweyên cuda jinûve der dibin ku ev yek jî nîşan dide, ku divê meseleya azadiyê bi rengekî teorîk ê hîn kûrtir bê lêpirsîn.

Eşkere ye ku azadyia civakî divê bi têkiliya hebûnê û şêweyê têgihiştina xwe bi xwe ya civakê bê nirxandin. Bi gotineke din, azadî ne destketiyeke siyasî ye ku piştre bê bidestxistin; pêvajoyeke ku di nava qebûlên ontolojîk, têkiliyên civakî û şêweyên çalakiya pratîkî de ava dibe. Gava mirov û civak weke kirdeyên li cih bê nirxandin, azadî bivê nevê di kategoriya çînî de tê destnîşankirin; li hemberî vê yekê jî nêzîkatiyên ku hebûnê weke hebûna dîrokî, pêvajoyî û têkiliyan têdigihêje jî mercên civakî û madî yên azadiyê berfireh dikin.

Gava ji vî alî ve tê dîtin, nêzîkatiya Rêber Apo ku sosyalîzmê bi rengê civakî dinirxîne, divê weke reda materyalîzma diyalektîk a klasîk neyê fêhmkirin. Berevajî divê mirov weke hewldaneke rojanekirî ya ji bo dawîanîna li sînorên li pêşiya tecrûbeyên dîrokî nîqaş bikin. Rêber Apo ontolojî, sosyolojî û sosyalîzmê weke zehmetiyên di zikhev de dinirxîne û bi vî rengî dike ku azadî weke pirsgirêkeke hebûna civakî ya dûrî guherîna desthilatdariyê bê dîtin.

Mirov dikare pirsa xwe bi vî rengî formule bikin: Azadiya civakî gelo tenê dikare bi veguherîna têkiliyên hilberînê bê avakirin, yan jî feraseta hebûnê û ontolojiya civakî pêkhateyeke damezrîner a vê pêvajoyê ye? Li dora vê pirsê aliyên xurt ên feraseta azadiyê ya Marksîst têne destnîşankirin, her wiha xitimandinên pratîkî û teorîk ên ji ber nedîtina aliyê wê yê ontolojîk jî radixe pêş çavan.

Di vê çarçoveyê de ev gotar beriya her tiştî wê nêzîkatiya li pirsgirêka azadiyê ya materyalîzma diyalektîk a klasîk û sînorên di pratîka dîrokî de derketine holê binirxîne. Piştre jî wê têkiliya meseleya ontolojiyê ya bi azadiyê re nîqaş bike; bandora şêweyê hebûnê yê mirov û civakê ya li ser pratîka siyasî lêkolîn bike.

Di beşên din de jî wê pêwîstiya bi berfirehbûna analîzan a li ser bingeha çînî ji aliyê sosyolojîk ve binirxîne û feraseta sosyalîzmê ya Rêber Abdullah Ocalan a li ser bingeha civakî li nava van nîqaşên teorîk bi cih bike.

MATERYALÎZMA DIYALEKTÎK A KLASÎK Û PIRSGIRÊKA AZADIYÊ

Materyalîzma diyalektîk yek ji çarçoveyên teorîk ên herî xurt ên rexneya civakî ya nûjen e. Bi Marx û Engels re dîrok li ser bingeha têkiliyên hilberîna madî hate fêhmkirin; têkoşîna çînî jî weke motora veguherîna civakî hate pênasekirin. Vê nêzîkatiyê azadî veguherand pirsgirêkek dîrokî ya pêwendiya xwe bi veguherîna mercên madî heye. Bi taybetî avaniya kapîtalîst a ku xwe dispêre mêtingeriya li ser kedê, ji aliyê vegotina azadiyê ya di nava kategoriya çînî de, girîng e.

Di çarçoveya Marksîst a Klasîk de azadî weke encamekê tê dîtin ku piştî milkiyeta taybet a li ser amûrên hilberînê ji holê rabû û dawî li serweriya çînî hate anîn, wê pêkan be. Di vê çarçoveyê de dewlet weke amûra zextê ya çîna serwer tê pênasekirin û bi rakirina çînan re tê destnîşankirin ku wê bi dawî bibe. Azadî jî weke rewşeke civakî tê diyarkirin ku piştî bidestxistina desthilatdariya siyasî û veguherîna têkiliyên hilberînê wê derkeve holê.

Ev nêzîkatî ji aliyê teorîk ve hevgirtî xuya bike jî tecrûbeya dîrokî hin sînor danî holê. Tecrûbeyên sosyalîst ku di sedsala bîstî de li cografyayên cuda rû dan, li gel ku di têkiliyên hilberînê de veguherînên bingehîn pêk anîn jî nîşan da ku azadî bi rengekî otomatîk nayê avakirin. Jiholêrabûna amûra dewletê li aliyekî di gelek şert û mercan de veguherî avaniyeke hîn navendî û destwerdanê; serweriya wê ya li ser jiyana civakî bi şêweyên cuda jinûve hate hilberandin. Ev rewş radixe pêş çavan ku azadî tenê bi veguherîna binesaziya aboriyê pêk nayê.

Di vê nuqteyê de feraseta azadiyê ya diyalektîk materyalîzmê bi du pirsgirêkên bingehîn re rû bi rû dimîne. Ya destpêkê ew e ku azadî gelek caran vediguhere armancekê ku ji paşerojê re bê taloqkirin. Pratîkên otorîter ên heyî weke neçariyên demkî têne rewakirin û azadî jî ji qonaxeke piştî şoreşê re tê hiştin.

Ya duyemîn jî mirov bi giranî bi rewşa xwe ya çînî tê diyarkirin; pratîkên jiyana rojane, têkiliyên çandî, rejîmên zayendperestî û rêveçûna di asta mîkro de ya desthilatdariyê weke qadên duyemîn dimînin. Ev rewş fêhmkirina bandora zordarî û serweriyê ya li ser civakê zehmet dike.

Nuqteya ku di vir de divê bê destnîşankirin ew e ku ev sînor ne encamên mecbûrî yên teoriya Marx e. Di metnên dema zû ya Marx de feraseta praksîs a ku derdikeve pêş, destnîşan dike ku mirov ne tenê berhemeke mercên madî ye; dema ku van mercan diguherîne di heman demê de xwe jî diguherîne. Lê belê di beşeke mezin a kevneşopiya Marksîst de ev aliyê ontolojîk li pêşberî destnîşankirina tespîta dîrokî li paş maye. Diyalektîk gelek caran li qada hilberînê hatiye asêkirin; azadî jî weke pirsgirêkeke ji temamiya hebûnê ya civakî nehatiye nirxandin.

Ji ber vê yekê rewşa xitimandî ya materyalîzma diyalektîk a klasîk a li pirsgirêka azadiyê ne îhmalkirina bingeha madî ye, lê ji ber pênasekirina ya madî di çarçoveyeke teng de ye. Têkiliyên hilberînê bi dewamî diyarker e; lê belê ji ber ku ev têkilî feraseta hebûnê ya mirov, girêdana bi civakî û hilberîna li ser pratîkên rojane nikare bi têrkerî vebêje, meseleya azadiyê kêm dimîne. Ev tespît materyalîzma diyalektîk ji bo berfirehkirina aliyên civakî û ontolojîk pêwîst dike.

MESELEYA ONTOLOJÎ: TÊGIHIŞTINA HEBÛNÊ Û TÊKILIYA AZADIYÊ

Yek ji pirsgirêkên bingehîn ên teoriya civakî ya nûjen ew e ku pirsgirêka azadiyê tenê li ser zemîna aborî yan jî siyasî dinirxîne. Materyalızma diyalektîk a klasîk têkiliyên hilberînê dixe navendê û analîzeke dîrokî ya xurt pêşkêş dike; lê belê têkiliyên hîn xurt ên ku mirov bi cîhanê re datînin bi giranî ji nedîtî ve tê. Di vê nuqteyê de ontolojî yanî pirsa hebûnê, ji bo fêhmkirina zemîna azadiyê dibe qadeke diyarker.

Ontolojî li ser rê û rêbazên hebûnê yê mirovan a li cîhanê dipirse. Mirov ne tenê hebûneyeke ku hildiberîne, hêza kedê nîşan dide yan jî di nava çînan de tê bicihkirin. Di heman demê de wateyê diafirîne, têkiliyê datîne, xwe û derdora xwe şîrove dike.

Rexneya bingehîn a ku Heidegger li felsefeya nûjen dike, di asta vegotinê de ye. Li gorî wî, fikrê nûjen, hebûnê datîne asta tiştekî; tiştekî ku dikare bê pîvandin, hesabkirin û kontrolkirin. Vê yekê ji xwe re dike esas. Ev nêzîkatî têkiliya mirov a bi cîhanê re di asta amûrî û teknîkî de asê dike. Hebûn ji pêvajoyeke jiyîn û parvekirinê dûr dikeve; vediguhere qadeke tê avakirin û birêvebirin. Feraseteke bi vî rengî ya hebûnê, serwerî û zordariyê ji rewşeke îstîsnaî wêdetir dike rewşeke ji rêzê.

Ev tengaviya ontolojîk ne tenê di nava kapîtalîzmê de ye. Di nava tecrûbeyên sosyalîst ên li ser bingeha dewletê de pirsgirêkên bi heman rengî têne dîtin. Amûrên hilberînê bû bin malê cemaweriyê jî hebûna mirov hîn jî bi rêya mekanîzmayên dîsîplîn, temsîl û plansaziya navendî tê pênasekirin. Azadî ji têkiliyeke hilberînê ya li nava pratîka civakî wêdetir, vediguhere armanceke ku ji jorê ve tê diyarkirin. Ev yek jî di navbera azadiyê û desthilatdariyê de rê li ber qadeke nû ya rageşiyê vedike.

Nêzîkatiya Rêber Apo di vê nuqteyê de ew e ku ontolojiyê ber bi navendiya teoriya siyasî ve dikişîne. Li gorî wî pirsgirêk ne tenê têkiliya milkiyetê yan jî nakokiyên çînî ye; pirsgirêka herî girîng ew e ku mirov xwe û civakê çawa fêhm dike. Dema ku hebûn weke yekbûna têkiliyeke hebûnê bê nirxandin, azadî jî ji rewşeke statîk wêdetir vediguhere pratîkeke di nava jiyana rojane û jinûve avakirinê. Di vê perspektîfê de azadî ji sozeke ji bo paşerojê hatiye taloqkirin bêhtir, dibe veguherîneke rast a vê serdemê.

Ev çarçoveya ontolojîk bi rêbazên hebûna neteweyî yan jî nasnameyî jî têkiliyeke bi mesafe datîne. Nasnameyên di cihê xwe de, hêmanên nayên guhertin û vegotinên dîrokî yên têkel, weke avaniyeke cemidî ya 'hebûnê' têne nirxandin. Halbûkî ji aliyê ontolojîk ve feraseteke hebûnê ya têkiliyê, divê li ser têkiliya mirov a li derveyî xwe bê pênasekirin. Ev yek jî azadiyê dike pêvajoyeke ku bi demê re di nava jiyana hevpar de timî tê avakirin, ne weke milkiyeteke kolektîf an jî şexsî.

Dema ji vî alî ve bê nirxandin di navbera ontolojî, sosyolojî û sosyalîzmê de têkiliyeke hiyerarşîk nîne.

Ontolojî ji bo analîza sosyolojîk zemînê pêşkêş dike.

Sosyolojî bersiva tespîtên ontolojiyê ya civakî derdixîne holê.

Sosyalîzm jî ji bo veguherîna van herduyan a ber bi azadiyê ve rêyeke pratîkî pêşkêş dike.

Dema ku aliyê xwe yê ontolojîk hate îhmalkirin, sosyalîzm bivê nevê dibe modeleke rêvebirinê.

Destwerdana Rêber Apo jî li vê yekê ye.

MESELEYA SOSYOLOJIYÊ: SÎNORÊN ÇÎNÎ Û ŞÊWEYÊN PIRRENGÎ YÊN SERWERIYA CIVAKÎ

Sosyolojiya Marksîst a Klasîk civakê li ser bingeha têkiliyên navbera çînan de dinirxîne. Têkiliya bi amûrên hilberînê re tê danîn, asta şexs a li nava civakê diyar dike; siyaset, hiqûq, çand û îdeolojî li ser vê zemîna madî ava dibin. Ev nêzîkatî ji aliyê diyarkirina newekheviya avanî ya civaka kapîtalîst gelekî xurt e. Lê belê bi demê re ji aliyê vegotina hemû şêweyên serwerî û zexta civakî ve kêm maye.

Her çend taybetmendiya xwe ya homojen ji dest da be jî çîn û analîza çînî ji aliyê fêhmkirina karkirina kapîtalîzma modern ve girîng e. Lê belê gava ku li ser zemîna dîrokî û antropolojîk ve tê nirxandin vegotineke temamiya civakê vedihewîne pêşkêş nake. Beriya dewletê yan jî di nava civakên nîv dewletî de şêweyên hiyerarşiyan, newekheviya li ser bingeha zayendê, zordariya olî û çandî hene. Ev rewş mirovan dide fikirandin ku zext û serwerî tenê bi têkiliyên çînî nikare bê vegotin; xwedî têkiliyên hîn kevn û şêweyê rêxistiniyeke kûr a civakî ye.

Destwerdana sosyolojîk a Rêber Apo di vê nuqteyê de bi wate dibe.

Li gorî Rêber Apo çîn şêweyekî girîng ê zexta civakî ye; lê belê şêweyê destpêkê û damezrîner nîne. Şikestina ku civakê bi şaristaniyên bi dewlet dîtî, ne tenê veguherîneke aborî ye. Di heman demê de qutbûneke rêxistinî, çandî û fikrî ye. Serweriya mêr, otorîteya hiyerarşîk, têkiliyên temsîliyetê, navendîperestî beriya çînbûyînê derketin holê û bi çînbûyînê re kûrtir bûn.

Ev nêzîkatî dike ku bê fêhmkirin ku sosyolojî qadeke analîzê ya teng nîne. Civakê weke avaniyeke zindî dinirxîne ku hem encameke têkiliyên hilberînê ye, hem jî li ser pratîkên rojane, hînbûyînan, norm û nirxan ava bûye. Serwerî û zext ne tenê li febrîqe yan jî di têkiliyên milkiyetê de tê dîtin; ji ber ku di nava malbatê, ziman, perwerde û temsîla siyasî de jinûve tê hilberîn. Ev yek jî nîşan dide ku nirxandina têkoşîna azadiyê tenê weke şerekî çînî wê kêm bimîne.

Çarçoveya sosyolojîk a Rêber Apo civakê jinûve dixe navendê. Civak ne girseyeke lawaz e, hêmana bingehîn e ku dikare xwe bi xwe bi rêxistin bike. Komun, meclîs û rêxistiniyên xwecihî ji ber vê yekê yekîneyên îdarî bi tenê nînin. Di heman demê de qadên damezrîner ên azadbûna civakî ne. Di vir de sosyolojî ne tenê têkiliyên navbera çînan analîz dike; dibe qadeke zanebûnê ku potansiyela rêvebirina xwe bi xwe ya civakê derdixîne holê.

Di vir de çîn bi temamî nayê redkirin; lê belê nabe xala diyarker. Têkoşîna çînî, têkoşîna zayendî, têkoşîna ekolojîk, lêgerîna azadiyê ya çandî pêvajoyên di zikhev de têne nirxandin. Ev nêzîkatî qebûl dike ku serweriya civakî ne rastiyeke ku yek navendê ye û têkoşîna azadiyê derbasî ser zemîneke pirrengî dike.

CIVAKÎBÛNA BI RENGÊ SOSYALÎZMÊ: AVABÛNA CIVAKÎ YA AZADIYÊ

Di teoriyên sosyalîst ên klasîk de sosyalîzm weke civakîkirina amûrên hilberînê û rakirina serweriya çînî tê pênasekirin. Di vê çarçoveyê de sosyalîzm weke qonaxeke dîrokî tê vegotin ku piştî hilweşîna kapîtalîzmê derdikeve holê. Dewlet di vê pêvajoya derbasbûnê de bi roleke navendî radibe. Koordînasyona plansazî, belavkirin û hilberînê li ser amûra dewletê tê meşandin. Azadiya civakê bi giranî bi serketina vê veguherîna navendî tê girêdan.

Vê nêzîkatiyê li hemberî bandora hilweşîner a kapîtalîzmê alternatîfeke xurt bi xwe re anî be jî bi demê re sînorên xwe jî ava kiriye Sosyalîzmê têkiliyên civakî ji rewşeke zindî û jinûve avabûnê wêdetir weke modelek îdarî û aborî nirxandiye. Civak ji hêmana esasî wêdetir veguherî tiştekî ku bi navê xwe biryarê bide. Vê rewşê jî rê li ber wê yekê vekir ku azadî ji civakîbûnê wêdetir weke meseleyeke rêvebirinê bê nirxandin.

Feraseta sosyalîzmê ya Rêber Apo di vir de şikestineke diyarker dike. Li gorî wî sosyalîzm beriya her tiştî eşkerekirina kapasîsteya civakê ya rêvebirina xwe bi xwe û birêxistinkirina xwe ye. Ji ber vê jî sosyalîzm ne şêweyekî dewletê yan jî sîstemeke aborî ye, rêbazeke jiyana civakî ye. Têgeha civakîbûnê di vir de diyarker dibe. Sosyalîzm weke pratîka civakê ya jinûve avakirina xwe tê nirxandin.

Di vê perspektîfê de azadî bi vekişîna desthilatdariya navendî re ji ber xwe ve dernakeve holê. Azadî li nava komunan, meclîsan û jiyana rojane di şêweyên rêxistinî de şênber dibe. Aborî, siyaset û çand bêyî tevlîbûna yekser a civakê nikare azad bibe. Civakîbûn ne kolektîvîzmeke welê ye ku şexs tine dihesibîne, lê belê şêweyekî têkiliyê ye ku di nava têkiliyên civakî de şexs xurt dibe.

Feraseta sosyalîzmê ya Rêber Apo rexneya xwe ya li ser sosyalîzma bi navenda dewletê li ser zemîna ontolojîkk û sosyolojiyê dike ne tenê li ser tecrûbeyên dîrokî. Mirov ji aliyê cewherî ve weke hebûneke têkiliyê tê dîtin, lewma azadî jî di nava vê têkiliyê de tê avakirin. Ji ber vê yekê azadî ji navendekê nikare bê belavkirin. Şêweyên rêxistiniya civakî eger azadiyê hilnaberînin, di têkiliyên milkiyetê de veguherîn bi tena serê xwe têrê nake.

Ev feraseta civakîbûnê têkoşîna çînî bêwate nake; lê belê wê vediguherîne parçeyekî qada têkoşîna civakî ya hîn berfireh. Nakokiya ked-sermayeyê, nekweheviya zayendî, hilweşîna ekolojîk û zexta çandî di heman demê de weke nîşaneyên cuda yên krîza civakî têne dîtin. Sosyalîzm xwedî wê îdîayê ye ku ji van krîzan di asta civakî de bersivê hilberîne.

Dawiya dawî li gorî Rêber Apo sosyalîzm ne armanceke welê ye ku desthilatdariyê bi dest bixe. Sosyalîzm pêvajoya jinûve avakirina xwe bi xwe ya civakê ye. Ji bo vê pêvajoyê jî pêwîstî bi pratîk û çalakiyên timî heye. Civakîbûn azadiyê weke rawestgeheke dawî nanirxîne; weke tecrûbeyekê dibîne. Lewma sosyalîzma Rêber Apo ji asoyê dewlet û desthilatdariyê ya çep a klasîk wêdetir, perspektîfeke azadbûna civakî pêşkêş dike.

ROJANEKIRINA MATERYALÎZMA DIYALEKTÎK: PÊVAJO, TÊKILÎ Û KIRDE

Materyalîzma diyalektîk şêweyekî fikrî yê xurt e ku guherîna dîrokî di ser nakokiyan fêhm dike. Ev tê zanîn. Bandora li hev a mercên madî û hişê civakî, texmîna bingehîn a vê nêzîkatiyê ye. Lê belê ev çarçove gelek caran tenê bi qada hilberînê hatiye bisînorkirin. Diyalektîk bi qanûnên tevgera binesaziya aborî re bûye yek. Ev tengavîbûn ne sûcê diyalektîkê ye; ji ber şîroveya dîrokî ya wê ye.

Destwerdana Rêber Apo neçar dihêle ku diyalektîk careke din li ser esasê têkilî û pêvajoyê bê nirxandin. Guherîna civakî tenê bi analîzkirina dijberiya navbera çînan pêk nayê. Di heman demê de bi veguherîna têkiliyên mirov ên bi xwe re, bi civakê re û bi xwezayê re jî pêk tê. Di vê nêzîkatiyê de diyalektîk ji şemayeke dîrokî ya ji qonaxên girtî wêdetir, vediguhere hebûyeke daîmî.

Di materyalîzma diyalektîk a klasîk de kirde gelek caran weke hilgirê mecbûriyetên dîrokî tê dîtin. Çîn li ser dika dîrokê di asta aktorê sereke de ye. Ev yek ji bo destnîşankirina girîngiya çalakiya kolektîf bi wate ye; lê belê pêvajoyên kirdebûyînê yên şexsî û civakî di çarçoveyeke teng de dinirxîne. Nêzîkatiya Rêber Apo kirdeyê tenê bi rewşa xwe ya çînî pênase nake. Kirde weke hebûneyeke di nava pratîkê de ava dibe û vedigure tê fêhmkirin.

Ev nûkirin an jî rojane kirin rastiya madî danaxîne asta duyemîn; berevajî çarçoveya ya madî berfireh dike. Têkiliyên hilberîna aborî ji aliyên girîng ên jiyana civakî ye; lê belê ne yekane aliyê wê ye. Ziman, çand, têkiliyên zayendî, têkiliyên ekolojîk û şêweyên tevlîbûna siyasî jî weke parçeyekî rastiya madî tê nirxandin. Bi vî rengî diyalektîk tenê bi nakokiya ked-sermayeyê nayê bisînorkirin; vediguhere wê rewşê ku dikare nakokiyên yekpare yên hebûna civakî analîz bike.

Di vê nuqteyê de rojanekirina materyalîzma diyalektîkê nayê wateya nêzîkkirina wê li îdealîzmê. Berevajî vê yekê, fêhmkirina qonaxên zêde yên şênber ên jiyana civakî ji xwe re dike armanc. Ya madî ne ew e ku tenê bi ya tê pîvandin re bi sînorkirî ye. Têkiliyên civakî, hînbûyînên mirovan û pratîkên jiyana hevpar xwedî rastiyeke madî ne. Ev qebûl kûrahiya civakî ya diyalektîkê zêde dike.

Di nêzîkatiya Rêber Apo de diyalektîk ji stratejiyeke li ser bingeha bidestxistina desthilatdariyê wêdetir vediguhere rêbazekê ku civak pê hewl dide kapasîteya xwe ya hilberînê ji nû ve fêhm bike. Nakokî ne astengiyeke ku divê bê hilweşandin; lê dînamîkeke ku xwedî derfeta veguherînê ye. Ev yek jî fikrê şoreşê vediguherîne pêvajoyoeke avakirinê ya demdirêj.

Weke encam, ev nûkirin materyalîzma diyalektîk pûç nake, lê li gorî pêwîstiyên fikrî û tecrûbeya dîrokî wê jinûve kêrhatî dike. Tevkariya Rêber Apo ew e ku diyalektîkê ji çarçoveya dewlet, partî û çînî derdixîne û vediguherîne şêweyekî fikrî yê li ser bingeha jiyan û civakê. Ev veguherîn jî azadiyê dike pratîkeke civakî ya serdema heyî, ne armanceke ku bê taloqkirin.

ENCAM Û NÎQAŞ: TÊKILIYA DAMEZRÎNER A ONTOLOJÎ, CIVAK Û AZADIYÊ

Îdîaya bingehîn ew e ku azadiya civakî tenê bi veguherîna têkiliyên hilberînê nikare bê avakirin. Lêgerîna hebûnê ya mirov bi şênberî destnîşan kiriye ku heta têkiliyê civakî, şêweyên kirdebûyînê neguherin, azadbûyîn mayinde nabe.

Materyalîzma diyalektîk a klasîk ji aliyê vegotina newekheviya çînî û mêtingeriya kapîtalîst de hîn jî amûreke xurt a teorîk e. Lê belê ji ber ku azadiyê gelek caran weke armanceke ji bo paşerojê tê taloqkirin dibîne, bi pratîka civakî re mesafeyeke avanî afirandiye. Tecrûbeyên sosyalîst ên li ser bingeha dewletê nîşan dan ku ev mesafe bi qasî teoriyê encamên dîrokî jî bi xwe re tîne. Veguherîna di têkiliyên hilberînê de, dema ku têkiliyên civakî veneguherin, bi şêweyên nû yên serweriyê bi pêş ve diçe.

Di vê nuqteyê de aliyê xwe yê ontolojîk li navenda esasî ya kar hatiye bicihkirin. Mirov li cîhanê ne tenê di nava têkiliyên aboriyê de; her wiha di nava wate, têkilî û pratîkê de dibe xwedî hebûn. Hebûn rewşeke cihmayî nîne; pêvajoyeke ku timî çêdibe û bi pêş ve diçe. Ev feraset azadiyê jî weke armanceke temamnebûyî nabîne. Dike ku azadî di nava jiyana civakî de weke şêweyekî têkiliyê yê timî jinûve tê hilberandin, dide fêhmkirin. Ontolojî bi vî rengî ji rewşa qadeke neşênber a teoriya siyasî rizgar dibe û dibe yek ji zemînên madî yên azadiyê.

Ji bo azadiya civakê pêwîstî bi rûbûbûna her şêweyê serweriyê heye. Ev yek jî sosyolojiyê dike yek ji pêkhateyên damezrîner ên pratîka azadbûnê.

Feraseta sosyalîzmê ya Rêber Apo vê firehbûna ontolojîk û sosyolojîk li dora têgeha civakîbûnê dike yek. Sosyalîzmê ji projeyeke bisînorkirî ya ji bo bidestxistina desthilatdariyê rizgar dike û weke eşkerekirina kapasîteya rêxistinbûna xwe bi xwe ya civakê dinirxîne. Komunan, meclîsan û rêxistiniyên xwecihî ne weke avaniyên rêveberiyê yên amûrî, lê weke qadên ku azadî lê tê hilberandin pênase dike. Civak bi vî rengî dibe kirdeya esîl a azadbûnê.

Dawiya dawî dema ku ontolojî, sosyolojî û sosyalîzm bi hev re hatin nirxandin, hingî azadî ji îdealeke neşênber an jî sozeke taloqkirî wêdetir vediguhere pratîkeke civakî. Tevkariya Rêber Apo di hewldana jinûve avakirina vê yekparebûnê de wateyê diafirîne û ji bo fikrê çep ê hemdem pêşniyareke nûbûyî ya teorîk a cidî pêşkêş dike.