Êrîşa leşkerî ya ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê li Venezuelayê pêk anî û revandina Serokê Dewletê Nicolas Maduro Moros û hevjîna wî Cilia Flores, di nava demek kurt de bû navenda rojeva cîhanê. Vê pêngavê deriyê demeke nû û nediyar vekir ku wê bandorê li siyaseta hundir a Venezuelayê û tevahiya Latîn Emerîkayê bike.
Têkildarî tiştên qewimîne, nirxandinên cuda tên kirin. Hin kes dibêjin, armanca esas a Washington ew e ku di qada enerjî û bazirganiyê de hêzeke stratejîk ava bike, li gorî hin kesên din jî armanc lewazkirina xeta Rûsya-Çîn û mayîndekirina hebûna leşkerî û siyasî ya DYE’yê li Başûrê Emerîkayê ye. Rêveberiya DYE’yê ji bo operasyonê hincetên bazirganiya tiryakê û kêmahiya meşrûiyeta demokratîk nîşan dide. Li eniya Caracas jî rewş hîn zelaltir tê xwendin: Ev hewldan, mudaxileyeke kolonyalîst a vekirî ye û weke êrîşeke rasterast a li dijî desthilatdariya welêt tê pênasekirin.
Rewşa heyî nîşan dide ku mesele ne operasyoneke ewlehiyê ya hêsan e; berevajî, rû bi rûyê têkoşîneke berjewendî û hêzê ye.
KRÎZ ÇAWA HAT VÊ ASTÊ?
Ji nîva duyem a sala 2025’an û vir ve, têkiliyên navbera Washington û Caracas ketin xeteke tengasiyê ya ku gav bi gav bilind dibe. Rêveberiya Donald Trump piştî hilbijartinên 2024’an îlan kir ku ew hikûmeta Maduro weke rewa nas nake û rêveberiya Venezuela sûcdar kir ku ‘çêkereke nerewa ye, girêdana wê bi torên sûc ên organîzeyî û qeçaxçitiya tiryakê heye’.
Ev gotin bi demê re veguherî gavên şênber:
* Pêkanînên aborî hatin tundkirin
* Venezuelayê hebûnên xwe yên mal ên bi têkilî, sekinand
* Operasyonên li ser behrê yên li Karîbîkan, hatin zêdekirin
* Êrîşî keştiyên ku tê îdîakirin têkiliyên wê bi rêxistinên sûc re heye, hate kirin.
Li ser vê yekê rêveberiya Trump xelata ji bo girtina Maduro, kir 50 milyon dolar. Ev gav, bi gotina DYE’yê weke ‘qonaxeke girîng hate derbaskirin’ hate şîrovekirin. Hikûmeta Venezuela jî destnîşan kir ku ev sûcdarî ji bo rewakirina mudaxileya emperyalîst, hincet in û tiştên qewimîne weke êrîşên derqanûnî yên ku desthilatdariya welêt hedef digirin, pênase kir.
PÊVAJOYA BER BI ÊRÎŞÊ VE
Rojên dawî yên sala 2025 û serê meha Çileya 2026’an krîz gihand qonaxeke hîn xetertir. DYE’yê pêkanînên nû li ser şîrketên petrolê xiste meriyetê. Keştiyên ku têkiliya wê bi bazirganiya Venezuelayê re hene, hatin blokajkirin. Rêveberiya Caracas jî bi rengekî eşkere ev kiryar weke hewldaneke “korsanî” pênase kir.
3’yê Çileya 2026’an şkestineke krîtîk çêbû.
Trump ragihand ku hêzên DYE’yê li dijî Venezuelayê “operasyoneke leşkerî ya mezin” pêk anîn. Di heman daxuyaniyê de îlan kir ku Maduro û hevjîna wî Cilia Flores hatine girtin û derxistine dervey welêt. Piştî êrîşê jî ragihand ku DYE wê bi rengekî xurt tevlî sektora petrolê ya Venezuelayê bibe.
Van gotinan, şîroveyên ku dibêjin ‘çavkaniyên enerjiyê yek ji çarçoveya stratejîk a esas a operasyonê ye’, hîn piştrasttir kir.
NERAZÎBÛNÊN NAVNETEWEYÎ Û NÎQAŞA HIQÛQÎ
Operasyon ji aliyê gelek welat û rêxistinên navneteweyî ve weke binpêkirina hiqûqa navneteweyî hate pênasekirin û hate şermezarkirin. Hişyarî hatin dayîn ku ev ji bo desthilatdariya dewletê û xakê emsalek bi xeter e.
Di daxuyaniyên ewilî yên Venezuelayê de jî operasyon weke êrîşeke leşkerî ya nayê qebulkirin û hewldaneke ji bo şkandina serbixwebûna siyasî ya welêt hate pênasekirin. Rêveberiya Caracas biryardariya xwe ya ji bo parastina xaka xwe, destnîşan kir.
Bi van geşedanan re, tengasiya li xeta DYE-Venezuelayê ji asta zexta dîplomatîk û pêkanînan, nêzî şerê leşkerî bû. Ev rewş wisa tê nirxandin ku wê hem ji bo hevsengiyên navxweyî yên Venezuelayê hem jî asta herêmî, encamên demdirêj û kûr çêbike.
DI 3’YÊ ÇILEYÊ DE ÇI QEWIMÎ?
Di saetên sibehê de paytexta Caracas jî di nav de deverên wekî Baregeha Hewayî ya Fuerte Tiuna û La Carlota û her wiha hin deverên eyaletên La Guaira, Miranda û Aragua rastî êrîşên hewayî hatin. Dengê teqînan ji seranserê bajêr dihat û dengê çekan û dû li ezman xuya dibû. Her wiha tevgera helîkopter û balafirên şer jî zêde bû.
Rêveberên Caracas, piştî êrîşan da xuyakirin ku armanca vê operasyonê desteserkirina çavkaniyên wekî petrol û madenên stratejîk ên Venezuelayê û têkbirina serxwebûna siyasî ya welêt e.
GELO DESTPÊKA QONAXEKE NÛ YE?
Ev operasyon;
* Dibe ku li Latîn Emerîkayê rê li ber hejandineke nû ya jeopolîtîk veke,
* Dibe ku rasterast bandor li bazarên enerjiyê bike,
* Dibe ku rageşiya di navbera hêzên cîhanî de kûrttir bike,
* Dibe ku nîqaşên li ser qanûna navneteweyî ji nû ve gur bibe.
Her çend rêveberiya Trump narkotîk, terorîzm û rewatiya demokratîk wekî hincetên fermî nîşan dike jî, nirxandinek mezin heye ku dibêje ev pêvajo di rastiyê de ji hêla nîşandana hêzê, kontrola enerjiyê û têkoşîna ji bo bandora cîhanî tê meşandin.
GELÊN LATÎN EMERÎKAYÊ Û TÊKOŞÎNA WÊ YA DEMOKRASIYÊ
Êrîşa DYE’yê ya li ser Venezuelayê, tenê mîna mudaxeleyek li hemberî rêveberiya Caracas nayê dîtin. Ji bo Latîn Emerîkayê jî wekî şikandina xalake dîrokî tê destgirtin. Ev tevger di têkoşîna sedsalan a parzemînê ya li dijî zextên emperyalîst, qonaxeke nû nîşan dide.
Êrîşa li ser Venezuelayê rasterast kevneşopiya Bolivarî ya ku xwe dispêre fikra serxwebûnê hedef digire û di heman demê de îradeya gelên Latîn Emerîkayê ji bo diyarkirina çarenûsa xwe qels dike. Îro, fikara ku destwerdana leşkerî ya li dijî Venezuelayê sibe dibe bi hincetên cuda li dijî welatên din were kirin, heye. Kampanyayên li dijî narkotîkê, îxracata demokrasiyê, an jî gotinên li ser mafên mirovan, ji bo destwerdanên bi vî rengî bûne amûrên rewatiyê.
Di vê pêvajoyê de demokrasiya Latîn Emerîkayê bi zextên du alî re rûbirû ye. Destwerdanên derve îradeya gel qels dikin û di heman demê de nakokiyên siyasî yên navxweyî, zextên aborî û bêîstîqrariya civakî zêde dikin. Ev rewş nîşan dide ku hem saziyên dewletê û hem jî hevgirtina civakî têk diçe.
Bi kurtasî êrîşa 3’yê Çileyê ya li dijî Venezuelayê, ji bo demokrasiya Latîn Emerîkayê wekî hişyariyek e. Mijara ku tê nîqaşkirin ne tenê siyaseta navxweyî ya welatekî ye; pirsên mîna mafê gel ê diyarkirina çarenûsa xwe, çavkaniyên xwezayî aîdê kî ne û demokrasî ji bo kî derbasdar e tên kirin. Ji ber vê yekê bûyerên ku îro tên jiyîn, rê li ber nîqaşeke berfireh ku wê siberoja parzemînê çawa be vedike.