Metirsiya qirkirinê didome
BAAS a bi rengê olî, yanê HTŞ, û TC ku hema bêje wekî xwediyê wê tevdigere, hemû gelên Sûriyeyê neçar dikin ku di xeta xweparastina rewa de bimînin.
BAAS a bi rengê olî, yanê HTŞ, û TC ku hema bêje wekî xwediyê wê tevdigere, hemû gelên Sûriyeyê neçar dikin ku di xeta xweparastina rewa de bimînin.
Li herêmê geşedan û guhertinên girîng diqewimin. Di vê pêvajoya geşbûn û guhertinê de, Îsraîl li şûna Îran, Tirkiye û TC’yê, rola hêza herî bibandor a herêmê dilîze. Êrîşên li dijî HAMAS, Hizbullah û Îranê, wekî awayên bingehîn ên çalakiyê ji bo gihîştina vê armancê derdikevin pêş. Pêvajoya restorasyonê ya li Sûriyeyê bi pêşengiya Colanî û HTŞ’ê diqewime, di heman demê de ji bo amadekirina Îsraîlê ji bo vê rolê, paqijkirina rê ye. Rojava, bi taybetî DYE û Brîtanya, piştgiriyê didin vê pêvajoyê. Hatina ser kar a Trump jî, di avakirina vê pêvajoya nû ji aliyê hêzên hegemonîk ên cîhanî ve, dibe pêngavek. Bi vê pêngavê re, hewl tê dayîn ku hevsengiyên hêzan li cîhanê, bi taybetî li Rojavayê Asyayê (Rojhilata Navîn) ji nû ve bêne rêxistin. Û dibetiya cîhgirtina Kurdan di vê pergala nû de xurt bû, û dewleta Tirk a dagirker neçar ma ku Rêber Apo muxatab hilde.
Rêber Apo, rewşa geşedanên dibe ku biqewimin di berê de texmîn kiribû û bi girtina her cûre tevdîrên bîrdozî-rêxistinî, pêngavek avêt ji bo ku geşedanan li gorî berjewendiya Kurdan û gelên herêmê bi teşe bike. Û wî karî Kurdan bike hêzeke çalak di pêvajoya guhertinên ku dê biqewimin de. Ji ber vê yekê, sala 2025an hema hema bi tevahî mîna sala rêbertiyê derbas bû. Rêber Apo, di şert û mercên herî ne gengaz de, bi hewleke zor, ne tenê ji bo Kurdan, lê di serî de ji bo hemû gelên herêmê, bi taybetî Tirk û Ereban, jidayikbûnek nû ragihand. Navê vê jidayikbûnê jî wekî banga Aştî û Civaka Demokratîk derbasî dîrokê bû.
HÊZÊN KU HESABÊN WAN XERAB BÛ
Tam di xalek wisa ya dîrokî de, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi giştî Sûriye, ji bo herêmê bû xala girîng. Di vê wateyê de, Sûriye û herêmên Rêveberiya Xweser a Demokratîk nîşan dan ku ew dikarin wekî sembola kevneşopiya Apoyî rolek di ji nû ve dîzaynkirina herêmê de bigirin ser xwe. Bûyîna kevneşopiya Apoyî wekî dînamîka bingehîn, gelek hesabên hêzên herêmî û cîhanî xera kir. Niha bi taybetî hêzên cîhanî, li ser vê yekê disekinin ku gelo di ji nû ve dîzaynkirina herêmê de, alternatîfek ji xeta Apoyî ya rola ku tê xwestin ji Kurdan re bê dayîn heye yan na. Dibe ku yek ji sedemên girîng ên ku pêvajoya li Bakur û Tirkiyeyê, ya ku ji aliyê rêbertiyê ve hatî kûrkirin, hêdî hêdî dimeşe, ev be. Bê guman, polîtîkayên qirkirinê yên li ser înkarkirina Kurdan, yên ku ji damezrandina TC'yê ve didomin, bingehê van polîtîkayên eglekirinê û xwe xapandinê pêk tînin.
CIVÎNA MGK’Ê Û ‘KURTE’
Nêzîkatiya Komîsyona Parlamenê ya dawî li hemberî serdana Îmraliyê û tomarkirinan, îfadeya vê yekê ya eşkere ye. Beşek girîng a hevdîtina bi Rêber Apo re ya li Îmraliyê, li ser Sûriye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye rojevê. Ev rewş bi awayekî qismî di tomarkirinên ku wekî kurte hatine eşkerekirin de jî cih girtiye. Çend roj berî hevdîtinê, di civîna dawî ya salê ya Konseya Ewlekariya Neteweyî (MGK) ya Tirk de, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, QSD, YPG, Rêveberiya Xweser dîsa wekî tehdît hatibûn nîşandan. Ji statûyek ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê bi dest bixe wekî gef hatibû behskirin. Ji ber vê yekê, polîtîkaya rakirina hemî van pêkhateyan, ku ji Kurdan û dostên wan, bi taybetî Ereban pêk tên, bi awayekî di biryarên hatine girtin de hatibûne berçavkirin. Tam ji ber vê yekê, di kurteya ku hatiye eşkerekirin de, behsa nêrînên rêbertiyê yên ku metirsiya veguherîna rêveberiya Colanî bo faşîzmeke sazûmanî, û entegrasyona QSD’ê, û divê Hêzên Asayîşê çawa bên bicihkirin îfade dikin, nehatiye kirin. Tevî ku Rêber Apo gotibû ku ev mijar dikare di hevdîtinên bi nûnerên Rêveberiya Xweser re bê zelalkirin, beşdarbûna Îlham Ehmed li konferansa DEM Partiyê ya li Stenbolê nehate qebûlkirin. Rêbertiyê behs kiribû ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, divê rayedarên TC’yê ne bi Şamê re, lê bi nûnerên Rêveberiya Xweser re hevdîtinan bikin.
Di demekê de ku Elewî û Druzî tên kuştin ji aliyê din ve wekî mînaka Helebê tê dîtin, tê xwestin ku Kurd jî bên kuştin, û li hemû herêmên dagirkirî, bi taybetî Efrîn, hemû nasnameyên cuda, di serî de Kurd, di bin metirsiya qirkirinê de ne, sekinandina Rêbertiyê ya li ser rêxistin û amûrên xweparastina rewa bê guman neçar e. Lêbelê, di kurteya ku hatiye pêşkêşkirin de ev yek tune ye.
DIJMINATIYA LI DIJÎ KURD Û DEMOKRASIYÊ
Ev geşedan jî nîşan didin ku dewleta Tirk, di vê sala yekem a hatina ser desthilatê ya HTŞ’ê de, dest ji polîtîkayên xwe yên dagirkerî û komkujiyê bernedaye. Bê guman, wekî berê nikare van polîtîkayên xwe bi hêsanî pêk bîne. Ji ber vê yekê, di hemû hevdîtinên xwe yên dîplomatîk de; di peymanên xwe yên aborî û siyasî yên ku dikin de, hilweşandina Rêveberiya Xweser û belavkirina QSD’ê tînin rojevê. Hakan Fîdan û Yaşar Guler, bi Şabaniyê ku hildane cem xwe re, wekî dijminên Kurdan û demokrasiyê li devdorê digerin. Di vê sala yekem a hatina ser desthilatê ya rêveberiya Colanî û HTŞ’ê de jî, metirsiya qirkirinê li ser Kurdan û gelên din didome. Di vê mijarê de, HTŞ ya ku şiroveya olî-faşîst a BAAS’ê ye, û piştgira wê ya herî bingehîn, ango TC, ku hema bêje wekî xwediyê wê tevdigere, hemû gelên Sûriyeyê neçar dikin ku di xeta xweparastina rewa de bimînin.