Pêdiviya Sûriyeyê ne şer e, demokrasî ye
Piraniya Sûriyeyê ne bi mejiyê HTŞ'ê re ye. Dema ku hêzên demokrasî û azadîxwaz hevpar û bi rêxistin bûn, wê pêşî li demokratîkbûna Sûriyeyê vebe. Dagirkerî û destwerdana hêzên derve wê bê bandor bibe.
Piraniya Sûriyeyê ne bi mejiyê HTŞ'ê re ye. Dema ku hêzên demokrasî û azadîxwaz hevpar û bi rêxistin bûn, wê pêşî li demokratîkbûna Sûriyeyê vebe. Dagirkerî û destwerdana hêzên derve wê bê bandor bibe.
Elewiyan dît ku rewşa tirs û panîkê tu sûdê nade wan. Hatine wê astê ku xwe bi rêxistin bikin û bertekên xwe nîşan bidin. Beşekî mezin ê Sûriyeyê ne di hişmendiya HTŞ’ê de ye. Hêzên ku azadî û demokrasiyê dixwazin, bi qasî ku bibin yek û xwe bi rêxistin bikin, dê riya demokratîkbûna Sûriyeyê vebe. Bi vî rengî dê destwerdanên derve û bandora dagirkeran bêbandor bibe.
Li ser banga lîderên Elewî, li Sûriyeyê xwepêşandin çêbûn. Bersiva HTŞ’ê ya ji bo xwepêşandinên bêçek û aştiyane, dîsa bikaranîna çekan bû. Wekî ku tê zanîn, Elewî di meha Adarê de rastî komkujiyê hatin. Elewî jî bi tevahî bêrêxistin bûn, di rewşekê de bûn ku nizanibûn dê çi bikin. Bi giştî di nava tirs, nezelalî û fikaran de dinaliyan. Hişmendiya HTŞ’ê jî ne bi wî rengî bû ku rengên cuda yên Sûriyeyê nas bike û wan bihewîne. Riya teslîmgirtin û biatkirinê bi rêya çewisandinê tercîh kir.
Çek, zext û dezenformasyon pirsgirêkên civakî çareser nakin. Dibe ku ji bo taktîkê fonksiyoneke wan hebe, lê îxtîmala bidestxistina encameke saxlem tune ye. Ev rê û rêbaz in ku li Tirkiye, Sûriye û herêmê pir hatine bikaranîn. Tirkiyeyê sed sal in digot "Kurd nîn in, herkes Tirk e". Yên ku digotin em Kurd in, wekî cudaxwaz û xayîn dihatin îlankirin. Êş û wêraniyên ku naye hesibandin hatin jiyîn. Lê di encamê de, ev stratejiya li ser înkar û derewan, encama ku dihat xwestin neda. Rejîma Baasê jî riyeke cuda neşand. Înkar û zextê heta dawiyê bikar anî. Endezyariya civakî kir, ji bo ku hejmara Kurdan kêm bike polîtîkaya “Kembera Ereban” sepand. Nefes li gelê Sûriyeyê çikiya. Rejîmeke yekpartî û zordar ava kir. Di dawiyê de rejîmên Baasê li Iraq û Sûriyeyê hilweşiyan.
Li Sûriyeyê guhertina rejîmê çêbû lê mixabin guhertina hişmendiyê çênebû. HTŞ a ku xwedî hişmendiya ji Baasê paşverûtir e, hate ser desthilatdariyê. Hewl tê dayîn ku avabûneke îdeolojîk a hişktir, navendparêz û otorîter ku nîjadperestiya Ereb û olê dike yek, serwer bibe. HTŞ’ê dikaribû hikûmeteke veguhêz ku Kurd, Elewî, Durzî, Xristiyan û Erebên demokrat dihewîne ava bike. Pêdivî bi hikûmeteke lihevkirina neteweyî hebû ku Sûriyeyê bibe hilbijartinê. Bi hişmendî û modeleke rêveberiyê ya ku hemû hêzê di destê xwe de kom dike û hêzên din derve dihêle, aştî û yekîtî nayê dabînkirin. Bi rastî, nayê dabînkirin jî. Durzî jî rastî komkujiyê hatin û ji bo xwe biparêzin neçar man xwe bispêrin Îsraîlê.
Gelo di vê serdemê de serî tewandin û biatkirin dikare bibe modela rêveberiyê? Rojên dawî li Helebê dîsa êrîş birin ser taxên Kurdan. Perçiqandina Kurdên ku bi salan e li wir bi cih bûne û bûne rengê wir, dê kîjan pirsgirêka Sûriyeyê çareser bike? Ligel vê bo wir jî hevdîtin çêbûn, li ser peyman û lihevkirineke ku dê bibe modela jiyana hevbeş, lihevhatin pêk hatibû. Lê dilsoziyek ji bo hiqûqa jiyana bi hev re û daxwaz û hesasiyeteke bi vî rengî tune ye.
Bêguman di vê de rola neyînî ya ku Tirkiye dileyize heye. Lê her tiştî bi Tirkiyeyê ravekirin jî pirsgirêkê çareser nake. Li wir provokasyonên komên çekdar ên girêdayî artêşa Tirk hene. Planên wan ên paqijkirina wan taxan ji Kurdan jî hene. Lê hukûmeta Şamê jî yan dibe şirîkê van, yan jî bêdeng dimîne.
Gotina me ya "Tirkiye pêşeroja Sûriyeyê tarî dike" hebû. Pirsgirêk tenê bi dijminatiya Kurdan û qirkirinê sînordar namîne. Stratejiya dewleta Tirk ew e ku li Sûriyeyê Kurdan biperçiqîne, wan bêstatû bihêle û bixe bin kontrola rejîmeke hişk. Dema ku li Sûriyeyê rejîmeke hişk ava bibe, dê pêşeroja tevahî gelê Sûriyeyê tarî bibe. Heke li Sûriyeyê hemû gel, bawerî û raman azad bibin û rejîmeke demokratîk ava bibe, ev ê bibe destkeftiya hem Rojhilata Navîn û hem jî ya Tirkiyeyê. Gelê Sûriyeyê yê wêranbûyî û perçiqandî dê nefeseke rehet bistîne û derfeta jiyana bi hev re di nava aştiyê de bi dest bixe. Cudatî dê ji sedema veqetîn û şer derkevin û wekî dewlemendiyekê reng bidin jiyanê.
Rêveberiya Şamê û Rêveberiya Xweser-QSD li hev kirin û "Lihevkirina 10’ê Adarê" îmze kirin. Di vir de xaleke ku agirbesta li seranserê Sûriyeyê qebûl dike heye. Lê agirbest bi tu awayî di wateya rastîn de li Sûriyeyê pêk nayê. Xalên din jî bi tu awayî neketin meriyetê. Hevdîtin di navbera şandeyên muzakereyê yên diyarkirî de bi awayekî birêkûpêk nayên kirin. Rasttir e mirov bibêje, heke li ser daxwaza HTŞ’ê ba, dê qet hevdîtin û diyalog çênebûna. Lê belê bi navbeynkariya hêzên koalîsyonê hin hevdîtin dikarin bên kirin.
Di hevdîtinan de li ser entegrasyona QSD’ê israr hate kirin. Ji bo ku bibe mijara sereke zext hatin kirin. Şandeya QSD’ê ev jî qebûl kir. Li ser tevlibûna hêzên QSD’ê ya ji bo artêşa Sûriyeyê bi şêwazê tûmenan, lihevhatin çêbû. Lê dewleta Tirk pêvajoyê asteng dike û şer ferz dike. HTŞ’ê got “erê” lê dewleta Tirk dibêje “na”. Ferz dike ku “QSD dê bê belavkirin, dikarin wekî takekes tev li artêşê bibin”. Bi derxistina fikarên xwe li pêş, yên ewlehiyê, tarîkirin û xistina metirsiyê ya pêşeroja Sûriyeyê didomînin.
Tirkiyeyê piştgirî da komkujiyên Elewî û Durziyan. Tu şermezarkirin û rexne nekir. Di her şert û mercî de eşkere dike ku ew ê piştgiriyê bide hukûmeta Şamê. Ev jî bandoreke neyînî li HTŞ’ê dike ku nerm bibe û ji bo aştiya navxweyî li riyan bigere. HTŞ li dijî Kurdan tê sor kirin û ber bi şer ve tê dehf dan.
Elewiyan jî di dawiyê de dît ku rewşa tirs û panîkê tu sûdê nade wan. Hatine wê astê ku xwe bi rêxistin bikin û bertekên xwe nîşan bidin. Beşekî mezin ê Sûriyeyê ne di hişmendiya HTŞ’ê de ye. Hêzên ku azadî û demokrasiyê dixwazin, bi qasî ku bibin yek û xwe bi rêxistin bikin, dê riya demokratîkbûna Sûriyeyê vebe. Bi vî rengî dê destwerdanên derve û bandora dagirkeran bêbandor bibe.